|
Piþtî Komara Kurdistan 62 salên bi hêviya serxwebûnê
24
Rêbendan (Çile), 2008 weþandin 22:34:23 (GDK)
Komara Kurd a
Mahabadê, di 22'ê Çileya 1946'an de li Rojhilatê Kurdistanê, di
bin serokatiya Qazî Mûhamedê de hate îlankirin. Komara Kurd a
Mahabadê jî, li qada navdar Çarçirayê bi coþ û heyecaneke mezin
hate îlan kirin. Lê belê piþtî Yekitiya Sovyetan û Dewletên
Rojavayî li hev kirin, Îran ji nû ve bi hêz bû û berê xwe da
komara ciwan ya kurd.
Di 17'ê kanûna 1946'an
de, hê saleke komarê temam nebûbû, Îranê dawî li komara Kurd a
Mahabadê anî. Dewleta îranê, di 30'ê Adara 1947'an de jî, li
qada Çarçira, ku lê Komara Mahabadê hatibû îlankirin, Qazî
Mûhammed îdam kir. Rêveberiya Îranê bi îdamkirina Qazî Mûhammed
û birayên wî, xwest dawî li hewldanên azadiyê bînin û hêviya
kurdan ya azadiyê ji holê rakin û navên pêþengên azadiyê bidin
ji bîr kirin.

Bi
kurtî destana dîroka nêz ya Kurdan
Di meha Çileya Pêþîn
de piþtî ku Sowyetê xwe ji heremê kiþand, Îranê berê êrîþ bir
ser Azerbaycanê û piþtre berê xwe da Kurdistanê û herdû komar jî
hilweþandin. Di 17ê Çileya Pêþîn 1946an de Mehabat ket bin destê
hêzên Îranê û bi awayekî fermî dawî li Komara Kurdistanê hat.Di
30ê Adara sala 1947an de seet 6ê sibehê Qazî Mihemed,kurmamê wî
Seyîf Qazî û birayê wî Sadir Qazî li Meydana Çarçira ya
Mehabadê, li ciyê ku Komara Kurdistan hatibû îlan kirin, hatin
sêdarkirin.
Bi dagirkirina Kurdistanê re çapemeniya Kurdî hat qedexekirin û
agir berdan hemû pirtûkên Kurdî yên ku bidest xistin.Generalê
Artêþa Komara Kurdistanê,Mele Mistefa Barzanî teslîmî hêzên
Îranî nebû. Alaya Kurdî ji Qazî Mihemed wergirt û bi xwesteka
Serokkomar bê ku þer bike û bibe sebebê xwînrijandinê li
Mehabadê, bi hêzê xwe re berê xwe da çiyayên Kurdistanê... Piþtî
45 salan li baþûrê Kurdistanê dewleteke ku ev 14 sal in ji
dagirkeran hatiye paqijkirin û roj bi roj çêtir þewqa xwe dide
40 milyon Kurd, hat damezirandin û ala Komara Kurdistanê li ser
çiya û baniyên wê hat bilindkirin.
Bi boneya 60 saliya avabûna Komara Kurdistanê rojnameya Peyama
Kurd, serdana kurê Pêþewa Elî Qazî kir. Elî Qaziyê ku weke Kurê
Reþ tê naskirin, li bîranînên zarotiya xwe vegeriya û peyama xwe
bi riya rojnameya me ji gelê Kurd re ragihand. Kurê Pêþewayê
Kurd Elî Qazî wiha dest bi gotinên xwe kir, “Ez dixwazim berî
hertiþtî 60 saliya damezirandina Komara Kurdistanê li kurdên
herçar beþên Kurdistanê pîroz bikim. Pêkhatina wê komarê, di
dîroka Kurdistanê de bûyereke bê nimûne ye. Yekem car bû ku
komarek bi navê Komara Kurdistan dihat damezirandin”.
Di derbarê pêvajoya damezirandina komarê û kamilbûna mercên
damezirandinê de Elî Qazî dide zanîn ku Komara Kurdistan ne bi
alîkariya Sowyetê, lê bi daxwaza kurdan hatiye îlankirin. Li
gora axaftina Elî Qazî, Sowyetê nedixwest ku Kurd ji Komara
Azerbaycanê cuda bibin û komareke serbixwe ava bikin.Lê Kurd guh
nadin vê yekê û ew di roja 17.12.1945an de ala Kurdistanê li ser
temamê dam û dezgehên dewletî bilind dikin.Li ser navê komarê jî
Elî Qazî nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêje, “Komar ne Komara
Mehabadê ye. Navê wê Komara Kurdistanê ye û ev nav li ser gelek
dokumentên wê demê tomarkirî ye. Ji bo Wezareta Ferhengê wiha
hatiye nivîsîn, “Wezaretî Ferhengî Cimhûrî Kurdistan”.
Li ser beþdarbûna kurdên ji beþên din yên Kurdistanê ji bo vê
bûyera dîrokî, Kurê Reþ dibêje, “Bi taybetî ji baþûrê
Kurdistanê, xelkekî pir bi serokatiya Mele Mistefayê nemir hatin
rojhilat û di damezirandin û birêvebirina Komara Kurdistanê de
cî girtin.Wê demê Mele Mistefa Barzanî þerê dewleta Îraqê dikir
û di encama wî þerî de ew tevî xelkê xwe derbasî rojhilat bû. Lê
Komara Kurdistan ji dewleta Îraqê netirsiya û pêþwaziya wan kir.
Ne bi tenê pêþwazî kirin, di heman demê de Pêþewayê rehmetî di
dema îlankirina komarê de Mele Mistefa Barzanî ji herkesî bêtir
nêzîkî xwe kir û ev yek di wêneyan de jî diyar e”.Li ser pirsa
ku Pêþewa Qazî Mihemed ala Kurdistanê radestî Mele Mistefa
Barzanî kiriye jî Elî Qazî wiha axivî: “Li Îranê ev babet di
pirtûkekê de gelekî vekirî hatiye nivîsîn. Dema ku di dadgehê de
rayedarek ala Kurdistanê tîne û dixe bin lingên xwe, Merhûmê
Pêþewa jê re dibêje, “Tu nikarî bêrêziyê li ala Kurdistanê bikî,
ji ber ku min ew ala spartiye destê kesekî ku wê her berz bihêle
û ew jî Mele Mistefayê Barzanî ye”. Ew al niha li cem Kak Mesûd
Barzanî ye”.
Weke gotina dawî jî Elî Qazî ji temamê serok û rêber û gelê Kurd
daxwaz dike ku roja damezirandina Komara Kurdistan, bikin rojeke
milî û her sal were pîroz kirin.Her wiha rojnameya me bi boneya
salvegera wê bûyera dîrokî xwe gihand kevintirîn endamê PDK-Îran
Ebdulqadir Debax ku berê endamê Komeleya J.K bûye û peyama wî
wergirt. Ebdulqadir Debax bi vî awahî 60 saliya Komara
Kurdistanê pîroz kir, “Di serî de li gel pêþkêþkirina
pîrozbahiyên cejin û bîranîna damezirandina yekemîn Komara
Kurdistanê, ez jibo neteweya Kurd serketin, gihîþtina armancan û
jibo nîþtimanê xwe yê xweþtivî rizgarî û azadiyê ji Xwedayê
Yezdan dixwazim”.Debax, peyama xwe wiha anî ziman, “Îro dîrokê
erkeke giran xistiye ser mil û wijdana hemû mirovên Kurd.
Pêwîste hemû jin,mêr, pîr û lawên rûniþtvanên Kurdistanê bi
zimanekî xurt derdê êþ, bêbeþbûn û êxsîriya neteweya Kurd
bigihînin Serokkomar, Serokwezîr û desthilatdarên welatê xwe.
Pêwîste hewara xwe bigihînin ber deriyê Yekîtiya Welatên Ewrupa
û Yekîtiya Welatên Cîhanê.Divê em ji wan re bibêjin,werin ey
desthilatdarên dinyayê karnameya wê yek saliya Komara Kurdistan
temaþe bikin, ji aliyê dadwerî, demokratî, azadiya jinan,
perwerde û hînbûn,pêþvebirina zanistê, cudakirina olê ji
siyasetê, emniyet û asayiþê di giþt aliyên jiyanê de, ji aliyekî
din ve temaþeya karnameyên dewletên dagirkerên Kurdistanê jî
bikin ji hemû aliyan ve. Gelo ji wê salê û ta niha, ango di van
þêst salan de dewletên dagirkerên Kurdistanê, bi hemû hêza xwe
ya maddî û manewî, karîne emniyet,asayiþ û dadweriya civakî li
welatên xwe û tenê li derdora xwe
jî peyda bikin?.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsên
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|