|
Arteþa Tirk a hov bi biryara AKP dest bi êrîþa bejahiyê ser Kurdistana azad
kir
NÛÇE-ÞÎROVE:
HESEN DILGEÞ / HAWAR DENGÛBAS
22
Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:23:41:10 (GDK)
HATE NÛ KIRIN
HEWLÊR,
Kurdistana azad -- Artêþa Tirk a dagirker doh operasyona leþkerî a
dersînor dest pê kir û li gor agahiyan nêzî 10 general û 10 hezar leþker
tevlî operasyonê bûne.
Tê diyar kirin ku armanca arteþa
Tirk operasyoneke berfireh û demdirêj e.
Li gorî agahiyan, hêzên tirk rêyên derbasî Baþûrê Kurdistanê dibin jî, bi
makîneyên kar ên leþkeriyê ji berf û heriyê paqij kirine. Çavkaniyên herêmî
didin zanîn ku, eger operasyona bejahî ya li hemberî Baþûrê Kurdistanê were
lidarxistin jî, wê xeta Qilaban û Çelê were bikaranîn. Li aliyê din, hêzên
tirk îro jî, gelek leþker û alawên leþkerî sewqî bejahiya navçeya Colemerg
Çelê kirin.
Çavkaniyên heremî dan zanîn ku bi
hezaran leþker sewqî bejahiya Çelê hatine kirin û gelek wesaîtên zirxî jî li
herêmên stratejîk ên Çelê hatine bi cih kirin. Leþkerên sewqî Çelê hatine
kirin jî, li gundê Serî Sevî ku hatiye valakirin bi navê din Iþikli bi cih
bûne. Cerdevanên li gundên Êrîþ, Çayirli, Sat ku di nav sînorên Gever-Çelê
de ne sewqî herêma Serêsêvê hatin kirin.
Doh bi þev
jî, gelek balafirên þer ên tirk, di ser çiyayê Kandîlê re firiyabûn. Li
aliyê din, piþtî daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê tirk Alî Babacan di
navbera rayedarên tirk û Emerîkî de hevdîtin pêk tên. Li gorî agahiyan
rayedarên her du welatan di civînê de hin biryar girtine, lê belê derbarê
naveroka biryaran de tu agahî bi dest neketin. Ji Mêrdînê û navçeyên wê
gelek wesayîtên leþkerî yên bi zirx û personel, anîn Þirnexê. Wesayît û
personel piþtre li ser sînorê Kurdistana Federal hatin bicihkirin.
Li gorî agahiyan, leþker û cebilxaneyên ku bi trênê ji Navçeya Nisêbîna
Mêrdînê anîn Þirnexê, ji vir bi wesayîtên bi zirx, ber bi herêmên sînor ve
hatin þandin. Heftiya borî jî sewqiyata leþkerî li Þirnexê hatibû kirin.
TIR'ên barkirî ji Tabûra Tanqê ya Cizîrê sewqî Tabûra Tanqê ya Sîlopiyê
hatibûn kirin. Piþtre jî, bi dehan wesayîtên bi zirx û otobusên sivîl, ber
bi sînor ve hatibûn rêkirin.
Li aliyeke din li gor agahiyan piþtî Navçeya Geverê, li Navçeya Elkê ya
Þirnexê 60 cerdevanên nexwestin biçin operasyonê ji hêla Qereqola
Cendirmeyan a Leþkerî ya Navçeyê ve hatin binçavkirin.
Tirkiyeyê deriyê sînor ê Îbrahîm Xelîl girt
Piþtî ku serfermandariya artêþa Tirk bi fermî biryara operasyonê da û
operasyon dest pê kir, deriyê sînorê Îbrahîmxelîl hate girtin. Piþtî ku
artêþa tirk operasyona dersînor bi fermî ragihand, îro sere sibê deriyê
sînorê Îbrahîm Xelîl (Xaburê) ji aliyê Dewleta Tirk ve hate girtin.
Gelê Kurdistana azad li dijî arteþa Tirk bexweda
4 hezar hevwelatîyên Kurd di derbarê operasyona artêþa Turkiye yê de
nerazîbûnê xwe dîyarkir û daxwaz kir ku tanq û topên tirkan yê ji Amêdîye û
ji Bamernê were derxistin.
Hêzên tirk ên
li Bamerne, Zaxo û Amediyeyê bi cih bûne jî, tevî tankan ji biryargehên xwe
derketin û xwestin têkev in, Herêma Parastina Medyayê. Lê belê li ser
astengiya gel û hêzên Kurdistana Federal pêþiya hêzên tirk hate girtin.
Piþtî vê astengiyê jî, hêzên tirk ji herêma Kirya Reþ, xwestin di ser 2
pirên seyar re derbas bûn, lê belê li wir jî gel û pêþmergeyan nehiþtin
hêzên tirk derbas bibin.
Li Navçeya Bamernê ya bajarê Duhoka Herêma Kurdistana Federal, 4 hezar û 500
kes li hev civiyan û operasyona bejayî ya ji dewleta Tirk bi meþekê þermezar
kir.
Her wiha hate zanîn ku bi sedan gundiyên kurd ên li Bajaroka Þiledizê piþtî
bombebarana Tirkiyeyê ya li herêmê dest bi hildana çekan kirdin. Bi sedan
gundiyên çek hildan amadekariya þer li hemberî Tirkiyeyê dikin.
Arteþa hov a Tirk pirên li Kurdistanê hilweþand
Ji hêzên
parastina sinor ragihand, ku Îro ber bi êvarê balefirên dîsa devera Amêdîye
yê bombardiman kirin û di encam de 2 pirên vê deverê Sêdekan û Mark
hilweþîya. Jêderek nexwest ku navê xwe aþkere bike got: Baleirên þerr
yê artêþa Tirk yê îro li ser sinorê herêma Kurdistanê devera Banya Keru,
Pêherxa, Rêncbiraxa, çiyayê Metîna û çiyayê Kurêjar bombardiman kirin.
Li gor daxuyanîyan di encama vê bombardimanê balefirên artêþa Turkiye yê de
pira Sêdekan û pira Mark hilweþîya.
YE piþta dewleta Tirk girt
Yekîtiya
Ewropayê(YE) lu di meseleya Kurdistanê de dûrûtî dike ji tirkan daxwaz
kir ku operasyona xwe zêde fireh neke û hêzeke zêde ne mezin bi kar bîne.YE
ragihand ku mafê Tirkiyeyê ye ku ewlekariya xwe biparêze lê divê operasyona
artêþê ne demdirêj be.
Serokê Kurdistanê bi berpirsyarên leþkerî civîn çêkir
Serokê
Kurdistanê Mesûd Barzanî îro çû Dihokê û li gel berpirsîyarên leþkerî û
îdarî yê vê deverê kombûn û civîneke saz kir, di vê civînê de serok got:
Pirsgirêk bi riyaa leþkerî çareser nabe.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro çû bajêrê Dihokê û li ser mijara
operasyona artêþa Turkiye bi berpirsîyarên leþkerî û îdarî yên parêzgeha
Dihokê kombûn û civîneke saz kir.
Serok di vê civînê de got: Kurdistan ti car þer naxwaze, neheqî li herêma
Kurdistanê tê kirin û pirsgirêk bi riya leþkerî çareser nabe.
Gor îddaya PKK 22 leþkerên tirk hatine kuþtin
Çavkaniyên PKK
ragihandin ku di encama þerê di navbera Artêþa Tirk û gerîlayan de ku li
Çiyayê Reþ û li geliyê Basayê ya bajaroka Þeladizê derketiye, bi tevahî 24
leþker hatine kuþtin. Her wiha hate ragihandin ku di pevçûna li Basayê de 8
leþkerên tirk bi giranî birîndar bûne.
Hikumeta Kurdistanê dîplomasiyeke baþ
nemeþand
Rayedarên
Kurdistana azad peyva dosteyatiya bi dewleta Tirk re wekî beniþt dicûn û li
her derê pesna AKP didin. Bêguman hin helwestên desthilatdariya Kurdistana
azad taqtik û lazim e jî wisa be. Divê aqilene û stratejîk û li gorî rewþa
konjokturel û li gorî sîstemetîka reela ya dîplomasiya bisûd were tevgerîn.
Lê aliyeke din jî heye ku çi be bila be desthilatdariya Kurdistana azad
dewleta Tirk baþ nas nake.
Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de seneryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
AKP ji piþtgiriya Kurdên bakûr cesaret girt
Hikumeta AKP
ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk
bombe dibarine ser Kurdistanê.
AKP li þûna êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina
pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake. Tê xwestin ku Kurd
zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser kirin û pêkanîna
daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqa û serdan û
geran Kurd bêne xapandin.
AKP deng
standina ji Kurdan cesaret girt, bi vê cesaretê jî projeyên qedandina hêza
siyasî ya Kurdan derxistin holê.
( HAWAR DENGÛBAS
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|