|
Kurdistana azad ji dewleta Tirk re dibe cehennem, heta niha herî kêm 35
leþkerên Tirk mirin
NÛÇE-ÞÎROVE:
HESEN DILGEÞ / HAWAR DENGÛBAS
24
Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:03:23:43 (GDK)
HATE NÛ KIRIN
DUHOK
/ ZAXO,
Kurdistana azad -- Artêþa Tirk a dagirker ku 2 roj berê li ser axa
Kurdistana azad êrîþa bejahî destpêkiri bû hê di destpêkê de darbeya mezin
dît.
Li gor çavkaniyên PKK û ajansên
navnetewiyên wek Reuters hejmara leþkerên tirk ku heta niha mirin e ji 35 ê
zêdetir e.
Arteþa hov a Tirk her tim bi
derewên xwe tê nasîn hejmara kuþtiyên xwe vediþêrin û dîsa jî bi neçarî
qebûl dikin ku 8 leþkerên wan mirin e.
Artêþa tirk hewl da kuþtiyên xwe
veþêre, lê belê ji ber nûçeyên medyaya kurdî, nikare bigihêje vê armanca
xwe. Serfermandariya artêþa tirk li ser nûçeyên rast û bêsansor yên
çapemeniya kurd, mecbûr ma, wendahiyên qebûl bike.
Çavkaniyên PKK diyar dikin ku doh 24 leþkerên tirk kuþtibûn bi vî avahiya
hejmara leþkerên ji doh û vir ve hatin kuþtin jî derket 43'an. Li aliyê din,
PKK anî ziman ku, cenazeyên 15 leþkerên tirk jî di destê wan de ye.
Helikoptereke arteþa tirk hate xistin
Dîsa li gor çavkaniyên heremî tê diyar kirin ku gerîlayên PKKî li
bejahiya gundê Horê yê Çemçoyê helîkoptereke artêþa Tirk a tîpa kobrayê
xistin xwarê.
Hêzên tirk hewl da ku bikaranîna teknîka pêþketî û çekên herî giran û bi deh
hezaran leþkeran ve encam bi dest bixe.
Çavkaniyên heremî da zanîn ku, ji ber ketina helîkopterê windahiyên artêþa
tirk çêbûne, lê belê hejmareke zelal bi dest neketiye û operasyona li herêmê
jî dewam dike.
Daxûyaniya Serokatiya Kurdistana azad
Daxuyaniya
Berdevkê Dîwana Serokatiya Kurdistanê derbarê êrîþên dewleta Tirk de wisa
ye:
“Rojên 21 û 22-ê sibata 2008-ê,serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana
wilayeta Dihokê kir û di wê serdanê de li gel berpirsên damûdezgehên
têkildar ên îdarî,ewlekarî û leþkerî ên deverê civiya û piþtî agahdar bûn ji
rewþa deverên sinorê û gotûbêjkirina pêþhateyên nû ên li piþtî êrîþên
Tirkiyeyê ên bo ser axa herêma Kurdistanê, tekîdî li wê yekê hate kirin û di
þerê PKK û Tirkiyeyê de herêma Kurdistanê nabe teref. Lê her destdirêjiyek
li ser welatiyekî herêma Kurdistanê an cihekî niþtecihbûnê bê kirin, fermana
pêwîst hatiye dayîn bo berxwedaneke sertaserî û hemû hazirî jî bo wê armancê
hatine kirin.
Niha gumana me li niyeta rasteqîne a êrîþên Tirkiyeyê heye ku armanca
Tirkiyeyê Kurdistan e, ne ku PKK ye. Eger ne wiha be, gelo çi têkiliya
PKK-yê bi rûxandina pirdên ku dikevin nav deverên avadanî(ku welatî sûd jê
werdigirin) re heye? “
The Independent operasyona dewleta Tirk wek dagirkirin binav kir
Rojnameya
Brîtanyayê a binavûdeng The Independent îro di sernûçeya xwe de operasyona
bejayî a artêþa Tirkiyeyê a li ser herêma Kurdistanê wek “ jinûve
dagîrkirina Iraqê” bi nav kir. The Independent di nûçeya xwe de got:”
Operasyona Tirkiyeyê krîzeke nû derxist holê.” Rojnameya navborî got:”
Êrîþên berdewam ên artêþa Tirk herêma Kurdistanê bêîstîqrar dike. The
Independent di nûçeya xwe de dibêje:” Armanca operasyona li ser herêma
Kurdistanê, ji nû ve xûrt kirina hêza siyasî a artêþa tirk e."
Doh gel pêþiya tanqên arteþa Tirk girti bû
Doh
4 hezar hevwelatîyên Kurd di derbarê operasyona artêþa Turkiye yê de
nerazîbûnê xwe dîyar kiri bÛb û daxwaz kiri bÛn ku tanq û topên tirkan yê ji Amêdîye û
ji Bamernê were derxistin.
Hêzên tirk ên
li Bamerne, Zaxo û Amediyeyê bi cih bûne jî, tevî tankan ji biryargehên xwe
derketin û xwestin têkev in. Lê belê li ser
astengiya gel û hêzên Kurdistana Federal pêþiya hêzên tirk hate girtin.
Piþtî vê astengiyê jî, hêzên tirk ji herêma Kirya Reþ, xwestin di ser 2
pirên seyar re derbas bûn, lê belê li wir jî gel û pêþmergeyan nehiþtin
hêzên tirk derbas bibin.
Li Navçeya Bamernê ya bajarê Duhoka Herêma Kurdistana Federal, 4 hezar û 500
kes li hev civiyan û operasyona bejayî ya ji dewleta Tirk bi meþekê þermezar
kir.
Her wiha hate zanîn ku bi sedan gundiyên kurd ên li Bajaroka Þiledizê piþtî
bombebarana Tirkiyeyê ya li herêmê dest bi hildana çekan kirdin. Bi sedan
gundiyên çek hildan amadekariya þer li hemberî Tirkiyeyê dikin.
Arteþa hov a Tirk pirên li Kurdistanê hilweþand
Ji hêzên
parastina sinor ragihand, ku doh ber bi êvarê balefirên dîsa devera Amêdîye
yê bombardiman kirin û di encam de 2 pirên vê deverê Sêdekan û Mark
hilweþîya. Jêderek nexwest ku navê xwe aþkere bike got: Baleirên þerr
yê artêþa Tirk yê îro li ser sinorê herêma Kurdistanê devera Banya Keru,
Pêherxa, Rêncbiraxa, çiyayê Metîna û çiyayê Kurêjar bombardiman kirin.
Li gor daxuyanîyan di encama vê bombardimanê balefirên artêþa Turkiye yê de
pira Sêdekan û pira Mark hilweþîya.
Lawaziya dîplomasiya Kurdan bû sedema
asteng nekirina êrîþên dewleta Tirk
Rayedarên
Kurdistana azad heta niha peyva dosteyatiya bi dewleta Tirk bernedan û pesna AKP dan.
Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de seneryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
Hikumeta AKP
ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk
bombe dibarine ser Kurdistanê.
AKP li þûna êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina
pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake. Tê xwestin ku Kurd
zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser kirin û pêkanîna
daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqa û serdan û
geran Kurd bêne xapandin.
AKP deng
standina ji Kurdan cesaret girt, bi vê cesaretê jî projeyên qedandina hêza
siyasî ya Kurdan derxistin holê.
( HAWAR DENGÛBAS
/ Dîha,Reuters,Puk media,Peyamner )
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|