|
Piþta dewleta Tirk li Kurdistana azad þikiya û li bakûrê Kurdistanê jî,di
serî de li Amedê gel rabû ser piyan
NÛÇE-ÞÎROVE:
SERHAD B. RÊNAS - HESEN DILGEÞ / HAWAR DENGÛBAS
26
Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:05:24:54 (GDK)
HATE NÛ KIRIN
AMED
/ HEWLÊR,
Kurdistan -- Hewla dagirkeriya artêþa Tirk a hov kete roja 5'emîn.
Þikestina arteþa Tirk li
Kurdistana azad mezin dibe.
Li aliyekî din jî him hêrs û
tevgera gelê kurdistanê zêdetir dibe û li aliyekî din jî nerazîbûnên li dijî
êrîþkariya arteþa tirk ji qada navnetweyî de hêdî hêdî bilind dibe. Gelê
Diyarbekîrê jî bi serhildeneke mezin bersiveke tund da dagirkeriya dewleta
Tirk.
Dewleta Tirk ji ber þikestina ku
hêvî nedikirin ketin tirs û tengezariyeke mezin. Li Enqere ser hev civînên
awarte têne pêk anîn.
Li gor çavkaniyên PKK, çavkaniyên
li herême û ajansên navnetewî
hejmara leþkerên tirk ku heta niha
mirin e ji nêzî 80 ye.
Arteþa hov a Tirk her tim bi
derewên xwe tê nasîn hejmara kuþtiyên xwe vediþêrin û dîsa jî bi neçarî
qebûl dikin ku heta niha 25 leþkerên wan mirin e. Artêþa tirk hewl da kuþtiyên xwe
veþêre, lê belê ji ber nûçeyên medyaya kurdî, nikare bigihêje vê armanca
xwe. Serfermandariya artêþa tirk li ser nûçeyên rast û bêsansor yên
çapemeniya kurd, mecbûr ma, wendahiyên qebûl bike. Artêþa tirk, beþeke hêzên
xwe yên ji konvoyeke 100 wesaîtan pêk dihat, doh êvarê paþde vekiþandin.
Konvoya artêþa tirk doh êvarê seat di nêzî 19'an de ji gundê Uzumlu yê Çelê
derbas bû û çû 3'mîn Fermandariya Alaya Taktîkê ya Cendirmeyan ya sînor.
Moralê leþkerên vegeriyan xerabebû û rewþa wan nediþibû wekî dema çûyinê.
Gelê Diyarbekîrê rabû ser piyan û hêrsa xwe ji hemû cîhanê re nîþan da
Hejmara kesên
tevlî meþa ku ji aliyê DTP'ê ve, bi armanca þermezarkirina operasyona bejayî
ku artêþa Tirk a hov li Kurdistana Federal li dar dixe, hate
organîzekirin, gihîþt 100 hezar kesan.
Li ber
Mêvanxaneya Þaredariyê, Endamê Komîsyona Oldan a DTP'ê Muhyettîn Eryilmaz ku
axaftin kir, qurana di destê xwe de bilind kir û wiha got: "Îmana me ev e,
kitaba me ev, baweriya me ev e. Bi tu rengî eleqeya AKP'ê bi mislimaniyê nîn
e." Girseyê jî bi diruþma "Kujer Erdogan", "Minafiq Erdogan" bersiv da.
Bi dehazaran kesên li ber avahiya Rêxistina DTP'ê ya Bajêr a Amedê hatin cem
hev, bi mebesta þermezarkirina operasyona dersînor a bejayî heta ber avahiya
Mêvanxaneya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê meþiyan. Di meþa ku parlamenterê
DTP'ê, þaredar, endamên meclîsên þaredariyan, nûnerên rêxistinên civakî jî
beþdar dibin de, li pêþiya girseyê pankarta 'Êdî bes e ji bo jiyanek bi
rûmet' hatiye vekirin.
Her
wiha pankartên 'Talabani hiþyar be, em þîv bin tû paþîv î', 'Em ji bo jiyanê
þer dikin, ji bo aþtiyê dimirin' bal kiþand. Dîsa posterê Yahya Meneþke (15)
ku di çalakiya 15'ê Sibatê ya Cizîrê de dibin panzerê de ma û jiyana xwe ji
dest dabû, yê li ser 'Êdî Bes e þehîd namirin' hatiye nivîsandin, hate
vekirin.
Li navçeya Muþ
Kopê jî qasî 3 hezar kes ji bo protestokirina dagirkeriya artêþa tirk li
pêþiya avahiya DTPê li hev kom bûn. Piþtî daxuyaniyê qasî 3 hezar kesî heta
kolana Melezgîrê bi pankarta "Partiya Kafîrên bê Edalet" û "Kafîr Erdogan"
meþiyan.
Li Baþûrê Kurdistanê Hewlerê jî li ber deriyê Zanîngeha Kurdistanê xwendekar
û mamosteyan dagirkerî û bombebarana sivîlan bi xwepêþandanekê þermezar
kirin. Rêveberê Zanîngehê Profesor Dr. Ebbas Welî ji Dihayê re axivî û got,
'ji ber ku arteþa tirk sivîl kirine armanc, qanûnê newneteweyî bin pê kirine
xwendekaran ev çalakî organîze kiriye'.
Di vê navberê de Hunermendên ku di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya NÇM de
xebatên xwe dimeþînin hiþyariya wê dagirkeriya artêþa tirk pêþiya aþtiya
tirkiyeyê bigire kir û dan zanîn ku operasyona bejayî wê bibe sedema kaosê.
Dewleta Tirk kete tengasiyeke mezin
Li gor agahiyan
þerek mezin li devera Zapê di nêvbera artêþa Tirk û çekdarên PKK'ê de çêbû û
tê de 24 leþkerên Tirkiyeyî hatin kuþtin û çar ji wan jî caþ in. PNA
ragihand ku li devera Çemcî jî nêzîkî 300 leþker bi paraþûtan hatine xwarê û
li wir di nava gulebarana gerîla de man. Li gorî agahiyên ji gundiyên Horê
ku dikeve herêma Çemço hatine standin piþtî berxwedana þervanên Azadiya
Kurdistanê leþkerên tirk bêyî 14 cenazeyên xwe yên li herêma Çemço hatin
kuþtin hilde, ji herêmê vedikiþe.
Artêþa Tirk li hemberî þervanên kurd serî danî. Di pevûnên ev 5 rojin li
herêma Çemço dom dikin de zêdeyî nêzîk 25 leþkerên tirk hatin kuþtin. Li
gorî agahiyên ji gundiyên gundê Horê ku dikeve nav herêma Çemço, hatin
girtin, leþkerên tirk 14 cenazeyên roja pêþiya ya pevçûnê hêj hilnedane.
Gundiyan daxuyand ku leþker bêyî cenazeyan hildin piþtî þevê din þervanên
PKKê li hemberî wan bi çar aliyan ve hemleya dorpêçkirinê pêk anî, bi
nêzîkbûna nîvro ji qada Çemço vekiþiyan. Gundiyan daxuyand ku cenazeyên
leþkerên tirk hêj li herêmê ne. Dewleta Tirk ji ber wan þikestinan ku hêvî
nedikirin ketin tirs û tengezariyeke mezin. Li Enqere ser hev civînên awarte
têne pêk anîn.
Ji ber sermaya Kurdistanê jî leþkerên tirk
dimirin
Hate diyarkirin
ku li gundê Þemkilê 3 leþkerên tirk ên ku birîndar bûbûn ji ber ku
helîkopter nehatin qerîmîn û mirin. Çavkaniyên herêmî jî ev agahî piþtrast
kirin. Artêþa Tirk jî aþkera kir ku windahiyên wan hene, lê nav aþkera
nekirin. Ji leþkerên tirk ên tevlî operasyona li Baþûrê Kurdistanê bûne, ji
wan 3 leþker qufilîn. 3 leþkerên tirk ên di þerê li herêma Þemkilê de
birîndar bûbûn kufilîn.Gerîlayên HPG'ê pêr li herêma Þemkilê hêzên tirk
xistibûn kemînê û di encamê de 14 leþker kuþtibûn û 3 leþker jî birîndar
bûbûn. Li gorî agahiyan, ji ber helîkopter neçûne, her 3 leþkerên birîndar
qufilîne.
Arteþa Tirk
ketina helîkopterê qebûl kir
Serfermandariya Giþtî ya Tirk ketina teyareyekê qebûl kir. Di nûçeyan ji
hêla Serfermandariya Giþtî ve di malpera fermî ya arteþa tirk de hate
daxuyandin de wiha hate gotin: "Teyareyek me ji ber sedemek nayê zanîn
ketiye nêzîk sinirê me. Teyare li cihê bûyerê ji hêla teknîsiyenan ve tê
lêkolînkirin"
Nerizîbûnên ji qada nevneteyî hêdî hêdî zêde dibe
Wezîrê derve ya Avûstralya yê Stîvin Smîs evroj daxwaz ji Turkiye yê kir, ku
di dema herî nêz de hêzên xwe ji herêma Kurdistanê vekiþîne... Her weha
Stîvin Smîs daxwaz ji Turkiye yê kir, ku di dema herî nêz de hêzên xwe ji
herêma Kurdistanê vekiþîn.
Wezîrê
parastinê Emerîka Robert Gates jî diyar kir, ku dê ev operasyona leþkerîya
dewleta Tirk neserkevtî be û dê ti armancên xwe jî pêk nehîne. Gates got ku
ev operasyona han nikare çekdarên kurdan ji ewan deverên asê derbixîne û
daxwaz ji hukûmeta Tirk kir, ku bi rêyeka siyasî û aborî evê pirsê çareser
bike.
Sekreterê
giþtîyê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon jî daxwaz ji dewleta Tirk kir ku sînorê
Iraqê binpê neke û rêzê lê bigire. Ban Kî Mon daxwaz ji PKK jî kir, ku
êrîþên xwe yên li dijî dewleta Tirk rawestîne.
Parlemena Kurdistanê civîneke taybet li dar dixe
Cîgirê Serokê
Parlementoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî serpereþtiya civîneke serokên
fraksiyon, lîste û aliyên di nav parlementoyê de ne, kir. Di civînê de
biryar hate dayîn, ku îro rûniþtineke awarte ya Parlementoya
Kurdistanê bê sazkirin û tê de guftûgo li ser kiryarên neyasayî yên Tirkiyê
dij bi Hikumeta Kurdistanê, bê kirin.
Ne yekreziya neteweya Kurd bû sedema
asteng nekirina êrîþên dewleta Tirk
Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de seneryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin. Rayedarên
Kurdistana azad heta niha peyva dosteyatiya bi dewleta Tirk bernedan û pesna AKP dan.
Hikumeta
Kurdistanê rastiyan û armancên bingehîn a tirkan baþ îzah nekirin û her Kurd
hêza xwe, bibiryariya xwe û mafdar bûna xwe baþ nîþan neda. Diviya bû ku
riya operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
Hikumeta AKP
ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk
bombe dibarine ser Kurdistanê.AKP li þûna êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina
pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake. Tê xwestin ku Kurd
zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser kirin û pêkanîna
daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqa û serdan û
geran Kurd bêne xapandin.
AKP deng
standina ji Kurdan cesaret girt, bi vê cesaretê jî projeyên qedandina hêza
siyasî ya Kurdan derxistin holê.
( HAWAR DENGÛBAS
/ Dîha,Reuters,Puk media,Peyamner )
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|