|
Perlamentoya Kurdistanê operasyona dersînor bi tundî şermezar kir
24
Sibat (Reşemî), 2008 weşandin:00:23:01 (GDK)
Parlamentoya
Kurdistana Federal, operasyona bejayî ku dewleta Tirkli Herêma Kurdistanê li
dijî HPG'iyan daye destpêkirin, şermezar kir û operasyon wekî pêkanînek li
dijî zagonên navneteweyî û hovane nirxandin.
Parlamentoya Kurdistana Federal, bi daxuyaniyek nivîskî operasyona bejayî ya
dersînor bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li saziyên
navneteweyî, Parlamentoya Ewropayê hate kirin ku ji bo bidawîbûna
operasyonan bikevin nava hewldanan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Hinceta Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê ji rastiyê dûr in. Tirkiye ji
demokrasî û azadiyê tirsiyaye û naxwaze li Herema Kurdistanê demokrasî pêşve
biçe. Em ji tirkan dixwazin ku operasyona hovane bê seknandin."
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEŞÊ:
Hemû Naveroka Beşa Kurdistan

|