|
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê êrîşkariya dewleta Tirk şermezar kir
25
Sibat (Reşemî), 2008 weşandin:10:54:39 (GDK)
DAXÛYANÎ
-- Bi daxuyaniyekê ve Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê leşkerkêşiya
Tirkiyê bo nav axa H.Kurdistanê şermezar kir.Hate daxuyakirin, ku pirsgirêka
gelê kurd a li Tirkiyê dê tenê bi riyên diyalog û guftûgoyeke şaristanî ve
bê çareserkirin.
Duxuyanî wiha ye:
“Ew 3 roj in arteşa tirk bi nexşeyeke dariştî ax û esmana Herêma Kurdistanê
kiriye meydana leşkerkêşî û bi hinceta jinavbirina çekdarên PKK-ê sînorê
navdewletî bezand.Lê ew aşkere ye, ku êrîşa arteşa tirk di bingeh de bo
têkdana aramiya rewşa H.Kurdistan, ziyangihandina ezmûna demokrasî ya gelê
Kurdistan û têkdana jêrxana aborî ya wê herêmê ye.
Civata Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi tundî ew leşkerkêşî û
sînorbezandinê şermezar dike û daxwaz ji her du hikûmetên Iraq û Emerîkayê
dike, ku êdî li hember wê destdirêjî û sînorbezandina ku dem bi dem
desthilatdarên Tirkiyê pêk tînin, bê desthilat nebin.
Di vir de vê rastiyê dubare dikin, ku pirsgirêka gelê kurd a li Tirkiyê tenê
bi riyên diyalog û guftûgoyeke şaristanî ve bê çareserkirin, ne bi
bikaranîna hêz ku ezmûna borî jî diselmîne, ku pirsgirêk aloztir dike.”
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEŞÊ:
Hemû Naveroka Beşa Kurdistan

|