|
Bajarên Tirkan bi bersiva ciwanên kurd a li dijî êrîþên dewleta tirk
diþewite
26
Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:02:34:09 (GDK)
Çalakiyên
ciwanên Kurd li dijî otoriteya dewleta Tirk bi destpêkrina êrîþa arteþa
dagirker a Tirk ser Kurdistana azad gurtir bû.
Li bajarên Tirk ên Îzmîr û
Stenbolê ciwanên kurdan wesayît þewitandin. Li semtên Buca Gazîemîr, Menemen
û Kadîfekaleyê þevê din 6 wesayît hatin þewitandin. Li Îzmîrê di þevekê de 6
wesayît hatin þewitandin. Li gorî agahiyan li Bucayê 2, li Gazîemîrê yek, li
Menemenê yek û Kadîfekaleyê jî mînîbusek hatin þewitandin.
Di encama þewata ji aliyê kesên nasnameya wan nehat zanîn ve hate kirin de,
zirarek mezin a madî çêbû. Wesayît, bi mudaxeleya îtfaiyeyê hate vemirandin.
Her wiha hate ragihandin ku
Stenbolê jî li Kuçukçekmeceyê ciwanan 7 wesayît þewitandine. Li Þîþlî û
Uskudarê 2 jî wesayît hatine þewitandin. Li Kuçukçekmeceyê avahiya AKP’ê bi
molotofê hatiye þewitandin. Di vê navberê de li Koyîçiyê di navbera ciwanên
kurd û ulkuciyan de pevçûn derketiye ciwanên kurd 2 ulkucî biridar kirine û
2 wesayît jî þewitandine.
Ciwanên kurd ên li Stenbolê ji bo þermezarkirina dagirkeriya artêþa tirk,
otobusek û 2 mînîbus þewitandin.Çalakiyên ciwanên kurd doh bi þev li navçeya
Gongorenê pêk hatin.
Ciwanên li kolana Zubeyde Hanim li hev civiyan, otobusa þîrketeke taybet û 2
mînîbus þewitandin.Ekîbên agirkuj hewl dan þewatê biþewitînin, lê belê ji
ber þewatê otobus û her 2 mînîbus þewitîn.
Her wiha çalakiya li Amedê doh bi
þev li herêma Kuruçeþme ya Baglarê pêk hat. Ciwanên mînîbusa bi plakaya 21 S
0240 þewitandin.
Wisa tê texmîn kirin ku heta niha
di encama çalakiyên wesayît þewitandina ciwanên Kurd di 2 meha dawîn de ji
zêdetirê 400 wesayit hatine þewitandin.
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|