|
TEVKURDê operasona li dijî Baþûrê Kurdistanê þermezar kir
26
Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:00:34:23 (GDK)
AMED,
bakurê Kurdistanê
-- Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd-TEVKURD-ê, bi mebesta
þermezarkirina operasyona artêþa Tirk ya bejayî ya li ser axa baþûrê
Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku
divê Tirkiye, hêzên xwe yên çekdar ji Kurdistanê paþ ve bikþîne.
Civîn, doh bi beþdarbûna ligel birêvebir û endamên TEVKURDê, Serokê Hak-Parê
Sertaç Bucak, Girênendeyê Giþtî yê Rojnameya Dema Nû Arif Sevînç û gellek
siyasetmedar û rewþenbîrên Kurd li taxa Ofîsê ya Amedê hat lidarxistin û ji
aliyê yek ji birêvebirê TEVKURDê Bayram Bozyel ve daxuyaniyek hat
pêþkêþkirin. Di daxuyaniyê de bal hat kiþandin li ser êriþ û dagirkeriya
artêþa tirk ya li dijî Herêma Baþûrê Kurdistanê û hat destnîþankirin ku ev
helwesta Tirkiyeyê, li gor huqûqa navneteweyî dagirkerî ye,
binpêkirina sînor û serweriya Oraqa Federal û Kurdistanê ye, îhlalkirina
mafê cîrantiyê ye û xeteriyek mezin e ji bo aþitî û aramiya herêmê.
Bayram Bozyel, di berdewamiya daxuyaniyê de destnîþan kir ku Tirkiye, li
hemberî statuya Kurdistana azad û herêma federe bêtehmûl e û bi her awahî
gefan li Hikumet û Parlamentoya Kurdistanê dixwe û weha got: “Ji ber vê jî
Tirkiye bi behaneya PKKê dixwaze çavê Kurdan bitirsîne û bi bandora hêzên
çekdar ya li herêmê, armancên xwe yên li Bakurê Kurdistanê bi cîh bîne. Em
wek TEVKURD, êriþa leþkerî ya Tirkiyeyê ya li Baþûrê Kurdistanê bi tundî
þermezar dikin.”
Bozyel, herweha bang li rayedarên Emerîka û hêzên hevpeyman kir ku divê pêþî
li êriþên Tirkiyeyê bigirin û serweriya Iraqê û bi taybet jî ya Kurdistanê
biparêzin, daku herêm nebe qada þer.
Bi berdewamî hat diyarkirin ku bi vê helwest û polîtîkaya þer, ne pirsa PKKê
û ne jî pirsa neteweyî ya Kurd çareser dibe û weha hat gotin; “Pirs, pirsa
Gelê Kurd e, ne pirsa PKKê ye. Pirs, pirsa azadî û serwerya 20 milyonî Kurd
e. Ji vî bonî; divê êdî Tirkiye dev ji siyaseta înkarkirin û tunekirina
Kurdan berde mafê Gelê Kurd yê neteweyî û demokratîk nas bike û ji
destkeftî, azadî û desthilatdariya Herêma Baþûrê Kurdistanê re rêz nîþan
bide.”
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|