|
Çalakiya mertalên zindî bi dawî bû
06 Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:19:23:34 (GDK)
ÞIRNEX,
bakûrê Kurdistanê -- Mertalên zindî ku doh di saetên nîvro
de ji Amedê derketibûn rê, gihîþtin Cizîrê ku rawestgeha dawî ya
çalakiya 'Li Dijî Operasyonan Meþa Çareseriya Demokratîk' e. Li
Cizîrê zêdetirî 20 hezar kesî mertalên zindî bi tîlîlî, çepik û
diruþman pêþwazî kirin.
Mertalên zindî ku ji Amedê derketibûn rê, piþtî li Nisêbînê bi
girseyî hatin pêþwazîkirin, gihîþtin rawestgeha dawî Cizîrê. Bi
hezaran mertalên zindî li Cizîrê, bi fîþekên hewayî hatin
pêþwazîkirin. Piþtî ku konvoy nêzî Otogara Cizîrê bû, fîþekên
hewayî hatin teqandin û meþale hatin vêxistin.
'Em ê daxwazên gel bînin ziman'
Di pêþwazîkirina ku pankarta 'Em bi dengê bayê ji Cîlo tê we
silav dikin' hate vekirin de, Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna,
axaftinek kir. Ayna, di axaftina xwe ya ku gelek caran bi
dirûþman hate birîn de, wiha got: "Ev meþ ji bo aþtî û
demokrasiyê ye. Ev meþa ji bo rawestandina operasyonan e. Em ji
bo ku îradeyê û îradeya gel nîþan bidin û ji þer re bêjen 'na'
derketin rê. Em ê biçin qadên operasyonan û daxwazên gel bînin
ziman."
Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan hate bibîranîn
Piþtre zêdetirî 20 hezar kes, hatin ber Goristana Asrî ya Cizîrê
ku gora Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan ê di meha hezîranê de, di
encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, lê ye. Li vir
deqeyek rêz hate girtin. Di vê navberê de komê dirûþma "Þehîd
namirin" berz kir. Girse piþtre jî li gel konvoyê bi tîlîliyan û
îþareta serkeftinê ber bi Geliyê Qesrîkê ve birê ket. Di meþê de
girseyê bênavber ji bo Ocalan dirûþm berz kirin.
Ji ber çalakiyê cizîrî daketin kolanan û gelek kesan jî di
þaneþîn û li ser banên malên xwe bi îþareta serkeftinê piþtgirî
da çalakvanan. Mertalên zindî yên ber bi Geliyê Qesrîkê ve
derketin rê jî, bi cilên xwe yên herêmî û çenteyên xwe bal
kiþand.
Li dergehê Mezopotamyayê kon vedan
Li Bajaroka Qesrokê ya Þirnexê ji bo mertalên zindî ku di
çarçoveya çalakiya 'Meþa Çareseriya Demokartîk' ya ji aliyê
DTP'ê ve tê organîzekirin li Qersokê kon hatin vedan. Çadir li
Geliyê Qesrîk ku 20 kîlometreyan dûrî Cizîrê ye û dikeve navbera
çiyên Cûdî û Gabarê tên vedan. Heta niha li hemberî vedana
çadiran astengiyek nehatiye derxistin. Endamên Komîsyona Teknîkê
ya ji bo meþê hatiye avakirin jî çûn geliyê Qesrokê. Hin
taybetiyên geliyê Qesrokê hene ku wateyeke dîrokî lê bar dike.
Geliyê Qesrokê di navbera çiyayê Cûdî û Gabarê de cih digire û
wekî geliyê Mezopotamyayê tê navkirin. Tê zanîn ku Îstenderê
Mezin jî artêþa xwe di vî gelî re derbasî Botanê kiribû. Dera ku
niha konên mertalên zindî lê hatiye vedan peykerekî Îskenderê
Mezin li ser kevir hatiye nikirandin.
Wargehê Aliman Botan...
Meþa 'Li dijî operasyona meþa çareseriya demokratîk' ku ji hêla
DTP'ê ve tê organîzekirin, dom dike. Hate zanîn ku kopiyên
nasnameyê û dîmenên meþvanên ji navçeyên Qilaban, Hezex û Elkê
ber bi Cizîrê ve derketine rê hatine kiþandin. Meþvanên li gelek
noqteyan hatin rawestandin ji ber pêkanînên keyfî hêj
negihiþtine Cizîrê. Koma ji navenda Þirnexê hatî û di nav de
Þaredarê Þirnexê Ahmet Ertak jî heyî piþî seadetê li Qesrokê
hatin rawestandin, gihiþtin Cizîrê. Koma ji Navçeya Silopiyê tê
jî piþtî kontrol û lêgerînan beþ bi beþ dikevin navçeyê. Bi
hezaran cizîriyên li benda meþvanên ji Amedê derketine rê bû, li
ber Rêxistina DTP'ê ya Cizîrê dest bi meþê kir. Di dema meþê de
sloganên, "Kurdistan dê ji faþîzmê re bibe goristan", berz
kirin.
DTP’ê civîna xwe betal kir
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ji ber ‘Meþa Azadiyê’ civîna xwe
ya Koma Parlamenteyê betal kir. Hevseroka DTP’ê Emîne Ayna der
barê betalkirina civîna Koma Parlamentayê de agahî dan û got;
‘Ne mimkûn bû ku li hemberî kelecana li welat çêbûye em li
Enqereyê bimana. Sibê (îro) li Enqereyê daniþîna Hevserokê me
birêz Nurettîn Demîrtaþ jî heye. Me di destpêkê de plan kiribû
ku hin heval ji me ji ber meþê bimînin li Enqereyê, lê wisa
nebû. Kelacana li welat çêbûye em hemû vekêþan nav xwe. Hemû
parlamenter û þaredarên me bêyî ku dudiliyekê tevli vê meþê bûne
û dimeþin.”
Mertalên ji Sêrt, Êlih û Wanê hatin hatin astengkirin
Koma Wan û Sêrtê ku li Êlihê civiya, serê sibê gihîþt koma Êlihê
û bi rê ket. Wesayît, li pira li ser Çemê Êlihê ji aliyê ekîbên
girêdayî Þaxa Têkoþîna bi Terorê re û ekîbên trafîkê ve hatin
rawestandin. Polîsan got ku wê di wesayîtan de û li ser mirovan,
lêgerîn pêk bînin û nasnameyan kontrol bikin. Li ser vê yekê
Parlementerê DTP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz, da zanîn ku wê
nasnameyê nîþan nedin û nehêlin ku lêgerîn pêk bê. Parlementerê
DTP'ê yê Wanê Ozdal Uçer ji polîsên ku xwestin lêgerînê bikin re
got "Tu nasnameya xwe nîþan bide, heta ku tu nasnameya xwe nîþan
nedî, tu nikarî ji tu kesî pirsa nasnameyê bikî", karmendê sivîl
jî got ku polîs e û wê nasnameya xwe nîþan nede. Li ser vê yekê
Uçer, got "Tu karekî derqanûnî dikî. Tu neçar î nasnameya xwe
nîþan bidî. Ez ê li te gilî bikim.”
Morala çapemeniya tirk feliþî!
Çapemeniya tirk ku heta niha çalakiyên sivîl û demokratîk ên
kurdan nedîtî dihiþtin vê carê mecbûr ma ku di rojeva xwe de cih
bide çalakiya DTP’ê. ‘Meþa Azadiyê’ ya bi pêþengiya DTP’ê bi
dirûþma ‘Li dijî operasyonan çareseriya demokratîk’ pêk hatî
morala çapemeniya tirk xera kir. Rojnameya Hurriyetê oxirkirina
meþvanan a ji Amedê li ser malpera xwe wekî ‘Otobusên tehrîkê
ber bi Þirnexê ve bi rê ketin’ ragihand. Çapemeniya tirk piþtî
girseya li Amedê ji bo oxirkirina meþvanan û bi biryarbûna gelê
kurd dîtî sernavên bi vî rengî bi kar anîn.
(Dîha / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsên
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|