|
Neçîrvan Barzanî li Koreyê peymanên nû bo derxistina neftê îmze kir
17
Sibat (Reþemî), 2008 weþandin:02:28:39 (GDK)
Gera
Koreya Baþûr ya Serokwezîrê Kudistanê Nêçîrvan Barzanî dewam dike.
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê li Koreya Baþûr li
ser neftê bi hin kompanyan re peyman îmze kirin.
Li gor daxuyanîyê serokê hikûmetê,
li gel kompanyayên Koreya Baþûr 12 mîlyar dolar peyman hatiye îmze kirin.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytextê Koreya Baþûr li
Seulê bersivên rojnamevan da û got: Li ser çarçoveya destûra Iraqê hikûmeta
herêma Kurdistanê bi çend kompanyayên Koreya Baþûr re peyman îmze kirine û
di derbarê vê peymanê de çi astengîhekî jî derneketîye û ez bawer nakim ku
astengîhek derkeve.
Barzanî got, "me li dijî destûra Iraqê çi gavekî nehavêtîye. Ev peyman bi
resmî hatîye îmze kirin".
'Serdana serokwezîrê Kurdistanê di medyaya cîhanê de ye
Medyayên cîhanê ên wekî Reuters, Frans Press, Financial Times, Associated
Press,Ze Korea Times,Erebian Besiness bi awayekî berfireh cih dan serdana
N.Barzanî a bo Koreya Baþûr.
Wek tê zanîn Serokê hikûmetê herêmê Nêçîrvan Barzanî sê roj berê bi
serdaneke resmî gihîþte Koreya Baþûr û ji aliyê berpirsên mezin ên
îdarî,leþkerî û aborî ên wî welatî ve hate pêþwazîkirin û jimarek girêbestên
bazirganî û aboriyê li gel çend þîrketên mezin ên Koreya Baþûr îmze kir.
Medyayên cîhanê ên wekî Reuters, Frans Press, Financial Times, Associated
Press,Ze Korea Times,Erebian Besiness bi awayekî berfireh cih dane serdana
N.Barzanî a bo Koreya Baþûr.Ajansa Frans Press nivîsiye,serokê hikûmeta
herêmê li Seûlê paytexta Koreya Baþûrê li gel serokê Koreyê Lee Myung-bak
civiyaye û spasî serokê Koreyê kiriye bo yarmetiya wan a leþkerî ku pêþkêþî
xelkê Kurdistanê kirine û gotiye:” Emê pêþaniyê bidin þîrketên koreyî ji ber
ku hewcedariyê herêmê bi þarezayî û tecribeya koreyê heye.”
Her di serdana Barzanî de mutebakateke destpêkê di navbera Barzanî û grûbek
ji þîrketên Koreya Baþûr bi serokatiya KNOC-ê, jib bo pêþvebirina projeyan
hatiye îmzekirin û li gor wê rêkeftinê þîrketên Koreya Baþûr dibin xwediyê
mafê dîtin û pêþvebirina 4 bîrên petrolê li herêma Kurdistanê ku tê
texmînkirin petrola yêdek(Rezerv) a bîran 1-2 mîlyon varîl e.
Her di berdewamiya serdana xwe de bo Koreya Baþûr de duhî Nêçîrvan Barzanî û
þandeya pê re li Saulê paytexta Koreya Baþûr, serdana ofîsa Ajansa Hevkarîya
Navnetewî ya Koreya Baþûr KOÝKA û þîrketa LG-ê kirin.
'NBarzanî bi serokê Koreya Baþûr hat cem hev
Nêçîrvan Barzanî doh jî li gel Lee Myung-bak serokê Koreya Baþûr civiya û
peymanek bi 4 þirketên Koreya Baþûr yên þareza di warê derxistina petrolê de
îmza kir.
Duhî, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li Seoul paytexta Koreya Baþûr
civînek li gel Myung-bak serokê Koreya Baþûr pêkanî. Di civînê de Nêçîrvan
Barzanî sipasiya hikûmeta Koreya Baþûr kir ji bo wê alîkariya leþkerê wan bo
xelkê herêma Kurdistanê dike.
Koreya Baþûr 600 serbazên wê li Herêma Kurdistanê hene û heta niha gelek
projeyên mezin li bajar, bajarêk û gundên Kurdistanê encam dane. Serokê
Koreya Baþûr got: Ez di wê bawerê de me ku di paþerojê de kompaniyên welatê
me dê alîkariyên mezin bo pêþxistina herêma we bikin.
Serokê hikûmeta Kurdistanê got: Di vî warî de dora pêþiyê ji kompaniyên
Koreya Baþûr re ye, ji berku herêma Kurdistanê pêwîstî bi þarezayîya
tecrûbeya Koreyê heye.Her îro di navbera serokê hikûmeta Kurdistanê û
hijmareke kompnaiyên Koreyê bi serokatiya KNOC ji bo pêþxistina projeyên
enerjiyê peymanek hat îmza kirin. Li gor vê peymanê þirketên Koreyê mafê
derînan petrolê ji 4 bîrên neftê li herêma Kurdistanê heye kû berhemê wan
rojê dê bigehe 1-2 milyon bermîlên neftê.
(Pna, Puk media
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2008
Hemû mafên nûçe û nivîsan
parastî ye.
          
NAVGÎN: Binivsîne
|
Biçe Jor |
Bike Ekrana
Mezin - Derkeve

RÛPELA BEÞÊ:
Hemû Naveroka Beþa Kurdistan

|