|
Medyaya Kurdî
Salvegera yekemîn ya vebûna HAWAR-DENGÛBAS û HKMG
30
Kewçêr,2006 weþandin:03:19:26 (GDK)
|

Weþana roja yekem
ya HAWARDENGÛBAS.com |
HAWARDENGûBAS.com û projeya Hawar Kurdistan Media Group bi çend malperên xwe
di 29 Kewçêra 2005'an de dest bi weþanê kirin.
Em di derketina xwe de gotibûn ku "Di roja me de girîngîya medyaya
elektronîk ango medyaya înternetê her roj zêdetir dibe.Di vê konaxê de bo
afirandina deskeftîyan ser înternetê butçeyekê mezin ne pêwist e.Di
çerçoveya perspektîf û vizyonekê xurt de bo Neteweya Kurd weþanên girîng
dikarin bên avakirin.
Hawar Kurdistan Media Group di vê konaxê de wekî projeyekê hatiyê fikirîn û
gavekê bo zêdekirina bala cemawerê ser Medyaya Kurdî, zêdekirina lezahîya
pêþketina Medyaya Kurdî û damezirandina yekem gruba medyaya
înteraktîf(online) ya Kurdî hatiye avêtin. Hawar Kurdistan Media Group
dixwaze di vê warî de bibe mînak."
Rastîya ku berbiçavan ewe ku Cîhana îro de medya hêza herî mezin e .Ji bo
pêþxistina çand,huner,ziman, zanist, teknolojî,civak,dîplomasîya Kurdî,bo
modernîze Kurdistan û civaka Kurdî û bo çareser kirina kêþeyan û hiþyar
kirina rêveberîya Kurdistanê Medyaya Kurdî rola sereke dileyze û ewê
dahatûyê de jî bileyze. Rola Medyaya Kurdî di pêvajoya serxwebûna Kurdistanê
de jî pirr mezine.
Belê HAWARDENGÛBAS wekî gavekî mutevazî hate avêtin.Niha ji ber gellek
sedeman bi taybetî li bakûrê Kurdistanê ji warê aborî de pêþketina weþanên
Kurdî û bi vê yekê re girêdayî profsyonel bûn pir dijwar e.Di serî de
sektora reklaman hema hema nîne.HAWARDENGÛBAS weþana çalaktirîn ya medyaya
kurdî nebe jî,li gel hemû bêdelfetîyan HAWARDENGûBAS li gor îmkanên heyî bi
rêkûpêkî li gor standartên navneteweyî û global weþan dike.Her wiha bi
kêmasîyan be jî hebûn ji tunebûnê baþtir e.
HAWARDENGÛBAS di çerçoveya ragihandina nûçeyan bo gelê Kurd ji Kurdistan û
Cîhanê bi dosyayên taybet firehtir agahtir kirin û ronî kirina bûyer û
pêþketinan û pêkanîna çavkanîyekî giþtî neteweyî bo hemû Kurdan de weþan
dike.Her wiha HAWARDENGÛBAS bo pêþketina mûzîk,wêje,sînema û bi giþtî çanda
kurdî berhem û hilberînên nû dide nasandin û di þêweya dayîna nûçe û nivîsan
de metodên hewçerx tê bikaranîn.
HAWARDENGÛBAS bo çareser kirina kêþeyên sîyasî,civakî û çandî ya gelê Kurd
bi nûçe û dosyeyan rola xwe dileyze.HAWARDENGÛBAS bi wan taybetmendîyên xwe
weþanê xwe bo hemû çîna civaka Kurd dike.Hedefa dahatûyê ya HAWARDENGÛBAS
wekî weþanekî rekûpek bersiv bûyîna bendewarîyên gelê Kurd e.Her wiha bûyîna
çavkanîya refeansê ,pêkanîna arþîwekî girîng û bo weþandina reklaman û bi vî
avahî nasandina û zindî kirina aborî û finansmanê xalên din ya ji hedefên
HAWARDENGÛBAS e.HAWARDENGÛBAS di hin mijaran de bo dîplomasîya navxweyî jî
hewl dide.Þîyara herî bingehin a HAWARDENGÛBAS parastin û pêþxistina zimanê
Kurdî ye.Wekî weþanekî nûçe û agahîyan wê rola xwe di pêþxistina civaka
Kurdî de jî bileyze.
HAWARDENGÛBAS di salekî bi hezaran nûçe û gotarên cur bi cur gihand
xwendewanan.Her wiha wekî di bûyera Þemzînanê,nexweþîya þewba çûkan de,di
qeyrana karîkatûrê de,bûyerên li Amedê de ,Newroza 2005'an de ji gellek
weþanênên kurdistan û Cîhanê zûtir xwendewanên xwe agahdar kir û derbarê
gellek kêþeyên civakî û sÎyasÎya neteweya kurd de xwendewanên xwe agahdar
kir.
Di mehên dawî de bi vebûna çend weþanên din, HKMG ji konaxa proje bûnê
derbasî konaxa pêkanînê bû.
Weþaneke din ya HKMG bi navê KURDISTAN-NETEW (www.kurdistannetew.net)
di Medyaya înternetê ya Kurdî de cîhê xwe girt.Piþtî ecibandina weþana
HAWARDENGÛBAS,niha em weþaneke bi navê KURDISTAN NETEW wek girêdayî Hawar
Kurdistan Media Groupê vedikin.
Di KURDISTAN NETEW de ji HAWARDENGÛBASê cûdatir wê hin zêdetir mijarên
neteweyî wek serxwebûna Kurdistan,kêþeyên civakî û hûrnêrînên çandî derkevin
pêþ û nûçeyên rojaneyî wê bêne weþandin.KURDISTANNETEW weþanekî fikrî û
ramanîye.KURDISTANNETEW ji HAWARDENGÛBAS cûdatir bi giranî ser meseleyên di
çerçoveya Kurdistanî de disekine û nûçeyên girîng û bibandor tê
ragihandin.Di KURDISTANNETEWê ji nûçeyan zêdetir lêkolîn,þîrove û hûrnêrînan
tê weþandin.KURDISTANNETEW di xêza parastina Kurdeyatî û
Kurdistanîyetî,pêþketin û serxwebûnê de weþan dike.
Her wiha
malpera nasandina Albûmên Kurdî.Þîroveyên Ser Mûzika Kurdî.Mejûya Mûzika
Kurdî MÛZÎK KURD.com
www.muzikkurd.com
Weþana wêjeya Kurdî ye.Nûçeyên pirtûkên nû yên Kurdî û pêþketinên nû ji
wêjeya Kurdî WÊJEÛZIMAN.com
www.wejeuziman.com
Malpereke ser medyaya Kurdî ye.MEDYAYAKURD.com yekem portala medyaya Kurdî
ye.Naveroka MEDYAYAKURDI.com Dîroka Medyaya Kurdî,pêþveçûnên dawîn û
navnîþanên hemû dezgehên medyaya Kurdî heye.
www.medyayakurdi.com
Yekemîn Portala nûçe,agahî û nivîsên Zanist û Teknolojî ya
Kurdî.ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com
www.zanistuteknoloji.com
Nûçeyên nû ji cîhana sînemaya Kurdî.Dîroka Sinemaya Kurdî.Antolojîya Filmên
Kurd SÎNEMA KURD.com
www.sinemakurd.com
Yekemîn weþana aborîyê bi zimanê Kurdî ye.Nûçeyên derbarê aborîya Kurdistanê
ABORÎKURDISTAN.com
www.aboriyakurdistan.com
Zanyarîyên di derbarê dirok,Hikumet,Parlemen,Wezatet û hwd. ên Dewleta
Federa ya Kurdistan de DEWLETA FEDERE YA KURDISTAN
www.dewletakurdistan.com
Hemû Navnîþanên Sazî,Organên Medya,Rêxistin,Dezgeh,Malperên Fermî û hwd…ên
Kurdistan KURDISTAN MALPER.com
www.kurdistanmalper.com
weþanên din ya HKMG ye ku dest bi weþanê kirin.
Hawar Kurdistan Media Group wê girêdayî pêþketina medyaya Kurdî pêþketina
xwe bidomîne û heta ku delfet hebin bo dagirtina valahîya di medyaya Kurdî
emê hewl bidin.
Serhad B.RÊNAS

Çend manþetên bijare ji HAWARDENGÛBAS
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
| Biçe
Jor

Hemû Naveroka Medyaya Kurdî
|