|
Beþa Medyaya Kurdî
Di 108’emîn salîya xwe de
rojnamegerî û medyaya Kurdî / Dosyeya Taybet
22 Nîsan, 2006 14:21:56 (GDK)
|

Berga pêþîn a
yekem rojnameya Kurdî / “Kurdistan” / 1898-1902
|
Ji ber ne serbixwe buyîna welatê
Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya Kurd ne gengaze.Kêþeya zaravayan jî
mîna berê ne mijareke ku di nava gelê Kurd de bibe egera sar bûyînê.
Medyaya Kurdî di salên dawî di hemû beþên medyayayê pêþdikeve.Niha bi dehan
tv û radyo,weþanên înteraktîf ya nûçe û agahîyan(malper),bidehan rojname û
bi dehan kovar li Kurdistana Azad,li hemû beþên Kurdistanê û li Ewrûpa
weþanê dikin.
Serhad
B.RÊNAS*
Wekî tê
zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku di sala 1898
an de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22 Nîsanê de dest bi weþanê
kirîye.22 ya Nîsanê lewma wekî salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin
û li Kurdistana Baþûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja “Rojnamegerîya
Kurdî” tê qebûl kirin.
Ev
rojname di sirgunê de derket holê ango mejûya rojnamegerîya Kurdî di
sirgunê de derdikeve holê.
Em her
çiqas wek rojnamgerî bi nav bikin jî êdî ev nav têrî nake ku em hemû amûrên
ragihandinê îfade bikin ji ber vê yekê jî gotina “medyaya Kurdî” binav
kirinê herî rast e.
Rojnameya
Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîreyê hatîye derxistin.
.Piþtî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi
weþandina wê kir.Rojnameya Kurdistan piþtî Qahîre li Swîsre û Londonê jî
hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no: 30-31) 14 adar di
sala 1902 yê derket.Destpêbûna rojnamegerîya Kurdî li gorî ciranên me -wek
Tirkan- pirr dereng nîne.Belam Medyaya Kurdî ji ber astengî û berbestîyên
bêdawî bi qasê cîranên me bilêz pêþneketîye.
|

Miqdad Mîdhet Bedirxan
|
Ji vê
demê pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe belavkirina
bîrûbawerîyên peþketinxwaz û çandî û neteweyî de lîstin.Kovarên wek Gelawêj
û Hawar jî mînakên herî ya vê yekê bû.
Di sala
1932'an de li þamê kovara bi navûdeng Hawar
dest bi weþanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek
di dîroka Kurdan de guhertin û erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî
dest bi weþanê kiribû.
Cara
yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat cêbecekirin.Kovara Gêlawêj jî di
demê xwe de bi rastî jî stêra geþa rojnamegerîya kurdî bû.
Bi dûv
dehan salan XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate damezirandin û hin
jî bi navê K.TV-DUHOK weþan dike,
televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.MED TV ku li derwey Kurdistanê hatibû
damezirandin yekemîn televîzyona Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî
weþan dikir
Kurdî di navbera salên 1923 û 1929’dan de li
herêma xweser a Kurdan li Yekîtîya Sovyetan de destpêkiribû.Lê gorî zanyarîyêkê yekem weþana
radyoyê bi zimanê Kurdî radyoya Þark el-Adna(Rayoya Ereban ya Rojhilata
Nêzik) ku li Jaffayê alîyê Brîtanya ve hatibû damezirandin de
destpêkirîye.Lê ji xeynî Edmond’s(Kovara
Hawar jî tevde –ku Hawar de derbarê radyoyên Kurdî ên vê demê car car agahî
dihat dayîn) tu agahîyek di çavkanîyen din de derbarê vê radyoyê de
nîne. Piþtî þerê Cihanê Dûyem Kurdî
jî tevde bo gelek zimanên rojhilata navîn delfeta weþangerîya radyoyê
derketibû. Di yekem radyoyê ku li Iraqê ji layê Hikumeta Iraqê ve hatibû
damezirandin de rojane bi qasê 15 xulek bernameya Kurdî jî dest bi
weþandinê hatibû kirin.Hata salên 1950î maweya weþanên Kurdî di radyoya
Bexdayê de bûbû seatek.(Hata salên 1980î maweya weþanên Kurdî gihîþt 14
saetan) Di sala 1941’an de Hikumeta Fransayê bi þerê Cihanê re pêywend
radyoyeke bi navê radyoya Levant avakir.Di vê radyoyê de jî di
hefteyê de dû caran 30 nîv saet weþanê bi zimanê Kurdî jî hat kirin û
weþanê vê radyoyê heta sala 1946ê domkir ku piþtî vê demê rêveberina
radyoyê Lûblanê re hat dewr kirin.
Rewþa îroyîn ya Medyaya Kurdî
Piþtî
destpêka salên 2000î wekî hemû Cîhan,Kurdistan jî xwe guhert.Belê Kurdistan
hin jî ne serbixwe ye,hin jî ne yekbuyîye.Lê gelê Kurd li gel hemu þaþitî û
xete yên xwe,niha asta geþepêdan de ye.Tevgera netewîya Kurd hêdî hêdî fêrî
xwe helsengandine dibe.Teknolojî di leha xalkê Kurd de pêþdikeve.Kurd nêzî
hev dibe.Buyerake li Hewlêr an Qamiþlo,Amed an jî Mehabad dikare Kurdên
hemû perçeyê rake ser pîyan.Di vê tiþtî de bandora herî mezin bi pêþketina
teknolojî û livdarbuna hiþmendîya neteweyî gelê Kurde.
Jixwe ji
ber ne serbixwe buyîna welatê Kurdan bi %100 rêkûpek bûyîna mediyaya Kurd
ne gengaze.Kêþeya zaravayan jî mîna berê ne mijareke ku di nava gelê Kurd
de bibe egera sar bûyînê.Tenê hin pirsgirêkên teknîkî derdixe holê.Bi
bikaranîna yek elfebe dibe ku ev problem jî ji holê rabe. Êsta bi dehan
rojname,bi dehan tv û radyo,bi sedan kovar,bi hezaran jî malper hene.Û heta
niha ji dûhezarî(2000) zêdetir kovar,belawok û rojnameyên kurdî derketîye.
Rewþa
mediyaya Kurdîya îroyîn astekî baþde ye.Lê hin jî pirsgirîkên wekî dezgeh
bun,profesyonelî,kêm buyîna reklam û rewþa aborîya dijwar,meseleya
elfeba,ji xeynî Kurdistana baþur astengên dewletên dagirkerên
Kurdistanê,keþeya partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û hwd... berdewamin.Keþêyek din jî
meselaya sîyasîye.organên mediyaya Kurdî girêdayê partîyane.Li cîhanê jî
%100 media ne sebixweye.Helbet ev tiþteke xwezayîye.
Lê dive
rojnamegerîya Kurdî xwe nêzî serxwebunê re bikþîne.Divê çapamenîya Kurdî
Kurdperwerî,niþtiman perwerî, demokratîk, modern, profesyonel bûn,rast bûn,
sirûþthezî,rizgarî û pêþketina Kurdistan û berjewendîya gelê Kurd wekî esas
bipejirîne.
Medyaya
Kurdî di salên dawî di hemû beþên medyayayê pêþdikeve.Niha bi dehan tv û
radyo,weþanên înteraktîf ya nûçe û agahîyan(malper),bidehan rojname û bi
dehan kovar li Kurdistana Azad,li hemû beþên Kurdistanê û li Ewrûpa weþanê
dikin.
Televîzyonvanîya Kurdî
Îro
piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname weþanê dikin.Ji
vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad weþan dikin rojnameyên rojana ne.Li
Kurdistana Bakur û Rojhilat rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li
Kurdistana Azad ji 20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon
bi navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi avayekî satalaytî
weþanên xwe didomînin yên din jî bi þêweyekî cigayî-hêremî weþan dikin.Ji
Kurdistana Azad di demekê nêzîk de TV Gelî Kurdistan jî wê bi avayekî
satalaytî dest bi weþanê xwe bike.
Kurdên
Kurdistana Rojhilat jî weþanên wek Tiþk TV li Parîsê kenalek kurdî nû û
rêxistina Komala ser satalytê televizyonek bi navê Rojhilat TV vekiribûn
niha jî binavê KOMAL TV televizyonek din vekirin.Bi vê avahî televîzyonên
Kurdî ku ser satalaytê weþan dikin (Kurdistan TV,Zagros TV,KurdSat
TV,Rojhilat TV,Tîþk TV,Komal TV,Roj TV,MMC[Qenala Mûzîka Kurdî],Me
TV,Rojava TV) têvî Seher TV(Beþa
Kurdî) gihêþte 11.
Medyaya Elektronîk / Weþanên
Interaktîf ya Kurdî
Her wiha ser înternetê ji her
perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi sedan malper heye ku di medyaya Kurdî ya
Înteraktif-Online de cih digrin.Ji ber ku înternet cihêkî azade,erzane û
sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe înternetê de gihandin astekê
baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin ber çavan ku edî medyaya elektronîk her roj
girîngîya xwe zêdetir dike pêwistîya pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk
derdikeve holê.Ger înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him sêra
medyaya Kurdî cûdatir be him jî têkarîya înternetî di jiyana civakîya Kurd
de û pêþetina rewþa politik a Kurdistanê jî zêdetirîn be.
Di 25ê Kewçêrê de yekem gruba medyayê interaktif ya Kurdî ku
di pêgehê xwe de bi portalên nûçe-dengûbas,çand û curbecûr heye bi navê HAWAR KURDISTAN MEDIA GROUP
(www.hkmg.net) 25 Kewçêra 2005an de hat
vekirin.
|