|
Dewleta Tirk 20
roj cezayê girtinê li rojnameya A. Welat birî
24 Adar,2007
weþandin:15:52:09 (GDK)
AMED,Kurdistan -- 5'emîn
Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi hincetên wekî 'Ji bo beþeke axa Tirkiyeyê,
peyva Kurdistan bi kar aniye, di çarçoveya bizavên PKK'ê de bi awayekî
aþkere teþwîqî sûc kiriye', 'pesnê sûcên ku hatine kirin û sûcdaran daye',
'propagandaya rêxistinê kiriye', 20 roj cezayê girtinê li rojnameya Azadiya
Welat birî.
5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, 20 roj cezayê girtinê li rojnameya
Azadiya Welat ku tekane rojnameya li Tirkiyeyê bi kurdî weþan dike ye birî.
Biryara rawestandina weþanê, ji 22'yê adarê ve derbasdar e. Di hinceta
biryarê de hate diyarkirin ku Azadiya Welat li gorî nêrîna PKK'ê weþan dike
û cih dide daxuyaniyên rêveberên payebilind ên PKK'ê û daxuyanî û belavokên
saziyên alîgir ên PKK'ê.
Xebatkarên Azadiya Welat ku weþana wê 20 rojan ji hêla dewletê ve hate
rawestandin bi armanca þermezarkirina vê pêkanînê bi beþdariya nûnerên gelek
rêxistinên sivîl, patî, sazî û dezgehan daxuyaniyek da çapemenyê. Serokê
Rêxistina ÎHD'ê ya Amedê Sehahattîn Demîrtaþ jî diyar kir ku cezayê hatî
dayîn ne tenê ji rojnameyê re ye, di heman demê de ji gelê kurd re hatiye
dayîn.
Girtina A.Welat di medya û raya
giþtîya Kurdî de bû sedema nerazîbûnan.Wek tê zanîn A.Welat yekemîn
rojnameya rojane ya Kurdî li bakûrê Kurdistanê ye bi taybetî di xêza PKK de
weþanê dike û gelek caran jî ji derdorên cûda yên Kurdan bi netewî nebûnê tê
rexne kirin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Medyaya Kurdî
|