|
Navdarên Kurd / Mûzîk
Kurte Jiyana Rojda
13
Sermawez,2006
weþandin:12:44:23 (GDK)
Roja,
di sala 1978’an de li gundê Tutun a Misirca (Qurtalanê) Sêrte hatiye dinê.
Piþtî xwendina dibistana seretayî, ji bo berdewamkirina dibistanê hatiye
Stenbolê.
Di sala 1991’ê bi hatina Stenbolê re, di nav Koma Gulên Xerzan ku birê wî yê
muzîkar Çiya ava kiribû de cih girtiye.
Rojda, piþtî salên 1993 di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de cih girt
û hê jî di bin banê NÇM’ê de kar û barê muzîkê didomîne.

Albuma wan a yekem bi navê 'Ji Bîr Nabin' derdikeve û dûra di sala 1997’an
de 'Sonda Me' derdikeve.
Strana
“Helîmcan” a di “Sonda Me” de ji bo Rojda pêþketineke girîng e û êdî her kes
wê dengê ku “Helîmcan”ê dilorîne meraq dike.
Rojda, sala 1997 an de di nav Koma Asmîn ku ji 11 jinên muzîkar pêk tê de
cih digire û piþtî demekê ji ber kar û barê xwe yê zêde ji komê vediqete.
Rojda ku di sala 2003’yan de bi muzîkar Alaettîn Aykoç re dizewice, êdî ew û
Aykoç xebata xwe ya muzîkê bi hev re didomînin.
Di
sala 2005’an de bi albuma “Rûkena Min” bi eleqeyeke baþ re rû bi rû dimîne û
dûre ji bo stranên “Memet Kanî” û “Elo Dîno” klîban dikiþîne, têde cih
digire.
Rojda, sala 2006’an de ji Koma Gulên Xerzan vediqete û hê jî ew xebata xwe
ya muzîkê bi tena serê xwe didomîne.
XEBATÊN HEVPAR
Di
rêzealbuma Þahiya Stranan ya duyem de ya NÇM’ê de bi strana “Henê bînin”, di
albuma “Þevbuhêrka Dengbêjan” ku ji aliyê Mîr Muzîk û Roj TV ve hatiye
derxistin de bi strna “Yadê Rebenê” cih digire.
Her wiha ew di albuma Rotînda ya bi navê “Nayê Gotin” de stranan “Çiya
Bilind” e distirê û di albuma Þivar Perwer de jî bi vokalê cih digire.
Dîsa
projeya reqsa modern a NÇM’ê “Mem û Zîn” de bi “Sebrê” û “Lê Bûkê” cih
digire, û bi muzîkar Ayfer re jî projeyeke bi navê “Þînên Jinan” amede dike
û çend caran li Amedê û Stenbolê derdikeve ser dikê.
Rojda ku heta niha beþdarî gelek konser, bernameyên tv’yan bûye, niha li ser
albuma xwe yan û ya bi tenê dixebite.(ji malpera Rojda)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|