|
Bêguman heya
îro li ser Seîdê Kurdî pir nivîs hatine nivîsandin. Li ser jiyana wî gelek
tiþt hatine gotin. Pirî kes ji serî heya dawîya umrê wî, jîyana wî xwendiye
û jê ji xwe re ders û nesîhetan derxistiye. Lê ez bawer im ku di jiyana wî
de, mijara mezin ew xweziya ku li Amedê, li Bedlîs û li Wanê avakirina
"Medresetu-z Zehra" bû.
Seîdê Kurdî li welatê xwe yê Kurdistanê pirî bajêr û gunda geriyabû. Di van
gerên xwe de rewþa gelê xwe, rewþa zariyen gelê xwe ji nêzik ve dîtibû.
Neyartî û xusumeta nav qebîlan, perçe perçebûna gel, feqîrî û bêkesî,
bêxwedîbûn, kuþtin, neyartî…. Ev rewþ û þerpezebûna gel, wî pir xemgîn
dikir. Wî fahm kir ku çavkaniya pirsgirêkan, nezanî û nexwendin e. Li
Kurdistanê bi mîlyonan ciwanên Kurd hene. Lê li ber destê wan hebek
dibistanek ne piçûk, ne jî mezin tuneye ku tê de bixwînin. Bixwînin ku bibin
xwedîyê îlmê, bixwînin ku bibin xwedîyê fam û besîretê, bixwînin ku hiþyar
bibin... Hiþyar bin li ser dînê Îslamê. Hiþyar bin li ser rewþa gelê xwe.
Ew mijara girîng berê wî ber bi Hukumeta Osmanlî ve kir. Ewê bi wî daxwaza
xwe derketa li hember Padîþahê Osmanlî. Ji bo wê xebatê rabû çû Stenbolê.
Ew berya ku here Stenbolê, walîyê Wanê ji Seîdê Kûrdî re go: "Di nav ûlemayê
Kurdistanê de ji te îlîmkûrtir kes tune ye. Hela em binêrin tuyê ew ûlemayê
mezin ê Stenbolê jî karibî di ilmê xwe da bêçare bihêlî..?"
Seîdê Kurdî çawa digihîje Stenbolê, ûlemayê gazî "Mûnazara"yê dike. Li ser
vê yekê kom bi kom ûlema tên cem Seîdê Kûrdî û jê pirsa dikin. Seîdê Kurdî
pirsa tevî aliman yek bi yek bibersiv dike.
Seîdê Kûrdî wî rewþê ji bo ku pesnê wî were dayînê yan ji bo îlmê xwe yê
mezin nîþanê kesa bide nedikir. Di hiþê wî de fikrêk tenê hebû. Ew dixwest
ku bala ûlemayê Stenbolê bikþîne ser Kurdistanê. Eql û fehm û jîrbûna zarok
û mirovên Kurd bide nasandin. Wî bi wî rewþa xwe ev tiþt dida zanîn ku wexta
derfet bê dayîn destê Kurda, wê bi hezaran Seîdê wuha jîr û zana çêbibe. Li
ser vê yekê jî wê malbata ku li Stenbolê lê dima, li ser derîyê wî wuha
dinivîsand: "Li vê derê ji her pirsê re bersîv tê dayîn lêbelê ji kesî
tiþtek nayê pirsîn."
Seîdê Kurdî di demek kurt de di nav ûlemayê Stenbolê de hat naskirin. Pirî
kes li ber jîrbûna wî ya mezin, þaþ mabû. Wî umrê ciwan û wî fehm û besîreta
mezin, pirî kesan heyran hîþtibû.
Di wî demê de serokê Zanîngeha Misrê (El Ezher) Þêx Bahîd, ji bo kêf û gerê
hatibû Stenbolê. Ûlemayê Stenbolê bala xwe dan ku nikarin bi ser Seîdê Kurdî
kevin, çûn alîkarî ji Þêx Bahîd xwestin. Þêx Bahîd rojek tê cem Seîdê Kurdî
û jê dipirse: "Tu di derheqê Ewropa û Osmanlî de çi dibêjî?". Li ser wê
pirsê Seîdê Kurdî wuha bersîv dide: "Ewropa ji dewletek Îslamê re nesax e.
Ewê rojek wî bîne dinyayê. Osmanlî jî ji Ewropakî re nesax e. Ew jî ewê wî
bîne dinyayê."
Li ser vî bersivê Þêx Bahîd difetile û ji ûlemayên dora xwe re wuha dibêje:
"Bi wî xortê re mûzakere nayê kirin. Gotinê wuha mezin, tenê 'Bedîuzzeman'
dikare bêje."
Seîdê Kûrdî him li welatê xwe, him li Stenbolê, him li Misrê (ku ew dem
Misir na-venda xwendina îlmên Îslamê bû) û li hawirdor, bi wê ilm û zanebûna
xwe ya kûr û mezin dihat nasîn. Ku ji ber wê yekê jê re dihat gotin
"Bedîûzzeman". Ji eql û jîrbûna wî tu þek û guman tunebû. Lebelê em mêze kin
ka li bal Padîþahê Osmanlî Seîdê Kurdî çawa hat nasîn?
Seîdê Kurdî piþtî hatina xwe ya Stenbolê, di demek kurt de ji bo daxwaza xwe
ya mezin û girîng diçe cem Padîþahê II. Ebdulhemîd. Jê ji bo li Kurdîstanê
avakirina "Medresetu-z Zehra" alîkarî dixwaze. Rewþa Gelê Kurd tîne ziman.
Ji bo xelasîya ji wê rewþa nexweþ, li ser pêwistîya zaningeh û dibistana
disekine. Lebelê Ebdulhemîd lê gohdarî nake, wî diqewirîne û ferman dide
leþgerê xwe û Seîdê Kurdî davêje timarxana Stenbolê.
Ew Seîdê Kurdî ku alimê deman bû. Ew Seîdê Kurdî ku xwedîye îlm û îrfan bû.
Ew Bedîuzzeman ku parêzkarê gel û ommetê bû. Îro li cem Padiþahê Osmanlî,
wek dînek dihat muamelekirin! Gor padîþah, ew dîn bû, lewra ew Kurd bû. Li
gor padîþah ew dîn bû, lewra ew pêþveçûna Kurda dixwest. Padîþah zanibû ku
di nav çîyayê Kûrdîstanê da, di nav bêderfetî û zorî da Seîdê wek roj
derketibe; bi dibistan, zanîngeh û defreta, ewê bi hezaran mîna Seîd
derketana. Û ew Seîd ewê bibûna þemalek ji ommet û mîrovatîyê re. Ew
çavnebarî, dilnexwazî û zalimî bi Padîþahê Osmanlîyê, vê çareseriyê(!) da
kirin…
Seîdê Kurdî li timarxanê ye; bijîþk li serê dicivin hev û pirsan jê dikin.
Seîdê Kurdî yek bi yek bersiva pirsên wan dide. Piþtî van bersivan bijîþk di
rapora xwe de wuha dinivisînin: "Ev mîrov dîn be, di nav vî welatî de yekî
jîr tuneye" û Seîdê Kurdî ji timarxanê derdixin.
Seîdê Kurdî piþtî vê rewþê zanibû ku ew daxwaza wî bi hêsanî çênabe. Edî ji
wî pê ve ew xebata xwe domand. Seîdê Kurdî ew xebata xwe ya ji bo
"Medresetu-z Zehra” tim û tim anî holê. Heta dema Siltan Re-þad jî, wê
daxwazê jê re go. Û bi awakî ji bo çêkirina Medresetu-z Zehra soz ji Siltan
Reþad stend. Bi wî sozê çû Wanê û li ber behra Vanê asasê Medresetu-z Zehra
avêt. Lêbelê bê siûdî dîsa xwe nîþan da û Cenga Dinê ya Yekemîn çêbû û ew
asas jî wûsa ma. Piþtî cengê Seîdê Kurdî rojek ronî di jiyana xwe de nedî.
Her rojê wî di heps û zîndana de û di koçberbûnê de derbas bû. Ew daxwaza wî
ji bi cîh nehat û pê re çû qebrê.
Îro me bawerî bi Xwedê û bi Resûlê Xwedê aniye. Ew baweriya me, me bêhevî
nahêle. Em nevîyen Seîdê Kûrdî, silav didine seydayê xwe û dibêjin:
"Tu xemgîn nebe ey Seîdê Kurdî! Îro neviyên te jî mîna te destê xwe avetinê
ilmên Qur'anê. Ewê bi quweta Xweda, daxwaza te bînin cî. Û neviyên te
herwekî sterkan, wê asîmana ronî bîkin ji gelê te, ji ommetê û ji mîrovatîyê
re".
Seîdê Kurdîyek canê xwe feda kir ji bo Xweda, ji bo rêya Xweda û ji bo gelê
xwe. Lêbelê dûv de bi hezaran Seîd rabûn û da'w û doza wî didomînin. .
çavkanî:kovara Mizgîn
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|