Bike Malpera Destpêkê | Têkîlî | Reklam                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                   2007'an li Hemû Kurdistanîyan Pîroz Be!

                           ccccccccccccccccccccc       

                    HAWAR DENGÛBAS
   
   

    

   Cîh:  Mal  |  Beþa Kurdistan/Rojev                                                                                                                                                                      

 

 

 

 Kurdistan/Rojev

 

 

 Cîhan

 

 

 Çand û Huner

 

 

 Kurdistana Azad

 

 

 Medyaya Kurdî

 

 

 Zanist/Teknolojî

 

 

 Aktuel/Jiyan

 

 

 Aborî/Fînans

 

 

   Nivîs/Lêkolîn

 

 

 Dosyayên Taybet

 

 

 Arþîw/Lêgerîn

 

 

 Kunye/Rêvebirî

 

 

 

                                    girêdan

  Ji Weþanên HKMG

 

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:hkmg.net

 

Kurdistan-Netew

 

Medyaya Kurdî.com

 

MûzîkKurd.com

 

WêjeûZiman.com 

 

ZanistûTeknolojî.com

 

SînemaKurd.com 

 

AborîyaKurdistan.com 

 

KurdistanMalper.com 

 

Dîrok û Dewlet

young team

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

         Kurdistan/Rojev

 

                          girêdanên sponsor                       

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Jiyana Bedîuzzeman

 

26 Adar, 2007   12:19:21 (GDK)

Bêguman, Seîdê Kurdî ilimdarekî musluman e û di tevayî jiyana xwe de, nêrînên xwe yên Islamî derxistiye pêþ. Lê ew, herweha Kurdekî dilsoz jî bûye. Her çiqas gelek nivîs û nêrînên wî ji alî nijadperestan ve bê tehrîbkirin jî, îro em pê zanin ku, Seîdê Kurdî di gelek nivîsên xwe de mafê gelê xwe jî parastiye û ji bo azadiya Kurdan xebitiye. Ango ew tu car, Kurdbûna xwe ji nasnama xwe ya Islamî paþda negirtiye.Wekî tê zanîn, Rojnama Hevkarî û Pêþketina Kurdan (Kürd Teavün ve Teraki Gazetesi) di dawiya sala 1908an de dest bi weþana xwe kiriye.Jimara yekem ya rojnamê de nivîsekî Seîdê Kurdî jî heye. Bêguman, ji bilî vê nivîsê gelek nivîsên wî yên din jî ya li ser gelê Kurd henîn.
Ji ber Serîhildana Þêx Seîd, wekî gelek pêþketiyên Kurda ew jî di sala 1925an de surgunê Rojavayê dikin

 

 

Bediuzzeman Seîd Nursî (Kurdî) yek ji zanayên Îslamê ye ku ji wan re Bedîuzzeman (Di dema wî de kes bi ser wî re tune) tê gotin. Di dîroka Îslamê de çar kes xwediyê vî þerefa mezin bûne. Xwedê yek ji wan þerefdarên mezin kiriye nesîbê gelê Kurd.

Bedîuzzeman Saîd-ê Kurdî (Seîdê Nursî, 1876-23.4.1960) li bajarê Bedlîs'ê, navçeya Hîzan'ê, li gundê Nurs'ê ji dayik bûye. Tehsîla pêþîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperwerî dike. Beþdarî Þerê Cîhanê yê Yekemîn dibe. Li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paþê vedigere welêt. Di tevgera welatperwerî de xebata xwe domand. Paþê, dev ji van xebatan berda û bi temamî xwe da riya dînî. Di vê xebatê de dijayetiya rejimê kiþand. Li gelek deran heps û surgûnî kiþand. Li Ruhayê di 23 adara sala 1960 de çû ser heqiya xwe.

Perwerdehî


Bediuzzeman Seîd Nursî di sala 1878 de li Nûrsê gundekî Xîzanê navça Bidlîs ê ji daykê bû. Perwerdahiya pêþîn ji Melle Ebdullah girt. Îcazeta xwe li Bazîdê li Medresa Sêx Mihemmed Celalî stand. Navê Bedîuzzeman lê hat danîn ji ber ku di zanîna Îslamî de pir pêþvçuyî bû, di nav civata Îslamzanan de cîhek zaf mezin digirt. Di sala 1894ê de li pirtûkxana Bidlîsê du sal xwendina xwe berdewam kir û di Ulema Îslamî de bû xwedî navekî giran. Ji wir çû Wanê. 10 sal li Wanê ma. Xebatên xwe li wir berdewam kir. di hengama ku li bajarê Wanê ma di qonaxa waliyê Wanê de pirtûkên hemdem û yên li ser zanistên fennî dîtin û bi balkêþî ew zanistên hanê di demeke kurt de bidest xistin. di jiyana xwe ya li bajarê Wanê pirtûkek xwe ya li ser matematîkê jî nivîsandiye lê mixabin di agirekî de ew pirtûk þewitiye. dema ku li qonaxa walî di rojnameyekê de nûçeya "yan divê em hemû Quranan ji nav mislimanan hilînin yan jî mislimanan ji Quranê sar bikin. jiholêrakirina hemû Quranan bêîmkan e lê divê em bi awayekî mislimana ji Quranê sar bikin. yan na heta ku Quran di destê wan de be em bi tu awayî nikarin li wan hukum bikin." li ser vê nûçeya hanê Xîreta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya olî difûre û weha dibêje "Ez dê nîþanî hemû cîhanê bidim ku Quran xwedî ronahiyeke ne vedimire û nejî dikare bê vemirandin!" li ser vê yekê berê xwe dide paytextê Osmanî Istenbolê û li wê derê di xana Þekercî de odeyekê kirê dike û li ser deriyê wê odê lewheyek balkêþ darde dike "ji hemû pirsan re bersîv heye lê ji tu kesî pirs nayin kirin" li ser vê daxuyaniya balkêþ bi sedan kes ji ehlê ilm û zanistê berê xwe didin xana þekirciyan û pirsên xwe yên herî zor jê dikin. ew jî bi alikariya Xwedayê Zane bê dudilî û xeletî bersîvê li hemûyan vedigere. li ser vê yekê navê wî di nav cîhana zanayên paytext de jî pêl bi pêl belav dibe û navdar dibe. dema ku Rektorê zanîngeha El-Ezherê ji bo serîdanekê hatiye Istenbûl alimên wê derê jê lawa dikin ku bi Bedîuzzeman Seîdê Kurdî re têkeve nîqaþê. ew alimê han jî ji bo ku asta zanistiya wî bipîve pirseke weha jê dike "Gelo nerîna te ya derbarê Ewrûpa û Osmaniyan çi ye? " Bedîuzzeman bersîvê lê vedigerîne: "Ewrûpa bi dewleteke Îslamê Avis e û dê rojekê ji dayîk bibe û Osmanî jî bi dewleteke Ewrûpî Avis e dê rojekê ji dayîk bibe!" li ser vê bersîvê Rektorê El-Ezherê waha dibêje "Ez jî di heman nerînê de bûm lê bi vê kurtayê bilêvkirin tenê Bedîuzzeman dikare bike. naxwe bi vî xortî re kes nikare têkeve nîqaþê û zora wî bibe!


Zanîngeha Zehra


Xewna wî ya herî girîng ew bû ku li Wanê Zanîngeheka Îslamî bi navê "Medresa Zehra" were avakirin. Ev Daxwaza xwe ragihand Padiþahê Osmanî. Guh nedan gotinên wî û ew berê avitin Tîmarxanê paþê ji wir girtin avitin girtîxanê. Piþtî serbestberdana wî li Stenbolê di 'xîtaba li Hurrîye' de ji gel re got ku 'Meþrûtîye' ne tiþtek dijî Îslamê ye. Ew axaftin di rojnamên wê demê de hat weþandin. Di sala 1910an de zivirî welêt û hat Wanê. Li bajarên Kurdistan geriya, çû Mûþ, Bidlîs, Çolamêrg, Amed û Rihayê. Li wan deran di nivîs û axaftinên xwe yên bi navê 'Munazarat' de bi serokê Eþîrên Kurdan re li ser buyerên demê peyivî. Di sala pey wî de çû Þamê û di mizgefta Emewî de xutbek li ser kêþeyên siyasî, aborî û civatî yên Civata Îslamê da. Ew xutbe paþê bi navê 'Xutba Þamê' hat çapkirin. Ji Þamê hat Stenbolê û tev li gerra Sultan Reþad li welatên rojhilatê bû. Li Skopiyê tev li hîmavitina Zanûngehê bû. Dema ji ber Þerê Balkan ew proje hat sekinandin, bi Hukumeta Osmanî da pejirandin, ku ew texsîsata Zanîngeha Skopiyê li 'Medresa Zehra' were guhêztin. Paþê hat Wanê. Hîmê Zanîngeha Zahra di sala 1913an de li kêleka Derya Wanê, li Artemîtê hat avitin. Lê ji ber destpêkirina Þerê Cîhanê Yekan avakirin rawest. Di vê navberê de pêwendiyên xwe bi kurdên li Istenbûlê re çêdikir serî dida qehwexaneyên ku kurd lê rûdiniþtin û di ber xwe dida ku wan hiþyar bike û yekîtiya navxweyî çêbike da ku bi saya vê yekîtiyê hem namûsa Kurdayetiyê û hem jî ya alema îslamê rizgar bike. ji bo nimûne maqaleyeke xwe de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî nexweþî û çareseriya nexweþiyên kurda û qenciyên wan weha rêz dike. "Ey gelî kurdan! Îttifaqê de quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se'adet heye. Kabika Îttihadê û þirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiþtekî ji we re bibêjim:

Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. yek ÎSLAMIYET e, ku hezar xûna þehîdan buhayê wê dane. Ê duduwan ÎNSANIYET, ku lazim e em nezera xelqê de, bi xizmeta 'eqlî, ciwanmêranî û însaniyeta xwe nîþanî dinê bidin. Ê sisêyan, MILLIYETA me ye, ku mezîyet da me, ê berê ku bi qenciya xwe saxin, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de þad bikin. piþtî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstembolê delîla wê ye. Ê duduwan: Cehalet û bêxwendinî ku hezar ji me da yek "qezete-rojname" nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisêyan: Dujminî û îxtilaf e, ku ew 'edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukumet jî ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir. ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê þûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dujminê xwe ser xwe rakin. Û þûrê ewwil: Me'rîfet û xwendin e. Ê duduwan: Îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisêyan: Însanê þuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û piþta xwe nedê. Wesîyeta paþê: Xwandin, xwandin, xwandin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin. "

Dema Þerê Cîhanê


Seîd Nursî bi þagirtên xwe ji bo parastina welat dijî Rusya ket þer. Xebata xweya nivîsandinê di þer de jî neda rawestandin û 'Iþaret-ul Îcaz' qedand. Di þer de pir kes ji xwendevanên wî þehîd ketin. Ew jî ji aliyê Rusan hat girtin. Di þoreþa Rus de tevlihevî li Rusya çêbû û ev jî ji bo rvîna wî bû sedem. Ji Kosturma derbasî Petersburgê, ji wir jî Varþovayê û di dawiyê de Viyanayê bû. Bi alîkariya Hukumeta Alman derbasî Stenbolê bû. Dema Osmanî di Þerê Cîhanê Yekan de binketin û Îngilîz ketin Stenbolê Seîdê Nursî berhemekî xwe bi navê 'Xutuwatî Sîtte' dijî dagirkeriya Îngilîzan weþand. Desthilatdarê Înglîz dan ragihandin ku mirî an jînde wî bigrin û bînin.


Serhildana Anatoliya


Dema serhildana Anatoliya dijî dagirkeran destpêkir Sêxul Îslam dijî wan fetwa derxist. Seîd Nursî jî dijî wê fetwayê fetwak wederxist û da ragihandin ku serhildana 'Quwwe-î Milliye' cîhad e û kesên dijî desthilatdaran þer bikin mucahîd in. Herwiha li aliyê Mistefa Kemal dijî desthilatdaran mucadele kir. Ev ji aliyê Mistefa Kemal û hevalên wî hat dîtin û wan xwast ku Bediuzzeman were Enqerê.


Dema Enqerê


Bediiuzzeman di 25ê sermaweza sala 1922an de bi merasîmeka fermî hat meclîsa Enqerê. Li Meclîsa Enqerê bi piraniya dengan berdewamkirina avakirina Zanîngeha Zehra li Wanê da pejirandin. Lê dema raghiand endamên meclîsê ku bila ev nimêj bikin û girîngiya nimçjkirinê ji gel re bibêjin ew û meclîs ji hev qetiyan. Di dawiyê de ew têgihîþt ku daxwaza Îslamnexwazan pêkhatiye.


Dema Nefî


Di serhildana Þêx Seîd de di sala 1925an de ew jî hat girtin û li Burdurê hat nefîkirin. Di destpêka sala 1926 ew anîn gundekî piçûkê Ispartayê, Barla. Piraniya berhema xwe a herî mezim, Risaleya Nûr li vir nivîsand û da weþandin. Ji ber ku hukumet dixwast ew li ber çavên wan be, Bedizzeman anîn nava Ispartayê. Li vir polîs ew û 120 þagirtên wî girtin û birin girtîxana Eskîþehîr. Biryara dadgehê ew bû ku wê Bedîuzzeman 11 di girtîgehê de binmîne û piþt re nefî Kastamonî be. Di sala 1943 de careka din hat girtin. Dew hemû li ser 'Risaleya Nûr' lê dihat kirin. Ew Ji wir þandin Denizlî li wir heta 1944ê ma. Piþtî berdana wî dîsa serbest nema û ew þandin Emîrdagê navça Afyonê. Li wir li hemberê bîna hukumetê bicîh kirin. Nedihîþtin biç

e mizgeftê jî. Dewletê pê nikari bû, ewî karê xwe yê ronakkirina cîwanan li her derê berdewam kir. Sê caran hewl dan xwe ku wî bi jehrê bikujin. Bi saya serê pêþveçûna gerdiþên teknîk êdî nivîsên wî li her derê dikarî bûn werin belavkirin. Ev di çavên hukumeta CHPê de bibû qîtek. Lewma cardin hate girtin û 20 meh heps jê re hat dayinç Lê dadgeheka din ev biryar ji holê rakir û ew serbest ma. Paþê biryerk din ji Enqerê hat û li Afyonê hat rawestandin. Di dawiya sala 1949 de car din hîþtin ku were Emirdagê.


Dema Partiya Demokrat


Di dema Partiya Demokratê de jî ji bo sedema þepqe hat dadkirin, piþt re ji bo pirtûka wî a 'Rêbera Cîwanan'. Piþtî dadkrinia li Stenbolê sê mehan li wir ma û zivirî Isapartayê. Di sala dawiya jiyana xwe de çû Rihayê. Pir nexweþ li ser mirinê bû. Lê hukumetê ew li Kurdistan nedixwast, jê re ferman derxistin da ku biçe Ispartayê. Li Rihaye 23ê adarê di sala 1960 gihîþt rihmeta xwedê. Piþtî Alpaslan Turkeþ generalek nijadperest bi zordariyê hukumet kir destê xwe laþê Bedîuyyeman dizîn û bi balafirek leþkerî revandin birinç Heta niha kes ni zane li ku ye.

Xwedê Rihma xwe lê ke.


çavkanî:kovara Mizgîn,Hejmar 12

 

 

 

PÊYWENDÎDAR

 

 

 

f

Nêrînek Analîtîk Ser Jiyana Sêîdê Kurdî

 

Li Ser Jiyana Bedîuzzeman Seîdê Kurdî 

 

Kurdeki dilsoz yê dema xwe: Seîdê Kurdî 

 

Daxwaza Seîdê Kurdî(Nursî)

  

 

 

 

 

 

 

 

Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.

 

 

Binivsîne  |  Biçe Jor    

 

 

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                      


 

 

    

 

  

 

 

 

 

irêdan  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

hawardengubas.com | Pêywendî | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | Reklam | Hiþyarî | Derbarê HD | Nûçename | About US  |  

 

Hemû Mafên weþanê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2007 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved ©  | Ev Weþana HKMG ye

 

 

 

Dezgehî: hkmg.net  | Hawar Kurdistan Media Group  | Agahîyên Giþtî  | Rêvebirî  | Reklam Dayîn

 

Ev Weþaneke    

e