|
Fehim IÞIK
Seîdê Kurdî; Bedîuzzeman Seîdê Norsî û navê herî naskirî ya dûmahî jî Saîd
Nursu...
Herdû navên pêþîn, navên ku Kurd lê daniye, ew in. Navê dûmahiyê jî yên ku
xwestinê wî ji Kurdbûna wî dûr bixin, wana lê danînin. Mixabin, yên ku navê
wî danînin Saîd Nursu, bi ser jî ketine. Welê bi ser ketine ku, niha li
Tirkiyê ji terîqatên herî mezin ku pêþengiya wî nijadperestên Tirka dikin
yek jê jî Nurcî (Nurcu Tarikatý) nin û ev terîqata navê xwe jî ji Seîdê
Kurdî girtiye. Navgirtina ev terîqatê ne girîng e; lê ew bi xwe bêhurmetî li
Seîdê Kurdî kirine û wî tehrîf kirine; ji Kurdayetiyê dûr xistine. Bi raya
min yê girîng ev e.
Seîdê Kurdî, merivekî xwende û pispor û ilmdarekî herî pêþketî yê dema xwe
bûyî. Her weha mafperestekî qenc ya gelê xwe jî bûyî. Lê li hember vê
þarezayî û zanabûna wî, gelek Kurdên dilsoz, bi taybetî jî Kurdên me yên
sosyalîst hê jî yan Seîdê Kurdî nasnakin, yan jî wî tenê bi nasnama wî ya
Islamî dinasin û ew jî bi vê nêrînên xwe ve wî ji Kurdbûna wî bêpar dikin;
ji mafperestiya Kurdî û ji Kurdayetî dûr dixin.
Bêgûman, her kes û her dîtinek, pêwîst e bi gor dema xwe bê þirovekirin.
Seîdê Kurdî û xebatên wî yên li ser Kurdayetiyê jî, pêwîst e li gor dema xwe
û þert û mercên jiyana wê demê û jiyana ew bi xwe têde bû bê þirovekirin.
Ezê jî heta ji min bê, weha bikim. Lê berî ku ez dest bi mijara xwe bikim,
dixwazim Seîdê Kurdî ji xwendevanan re bidim nasandîn.
Seîdê Kurdî, di sala 1881an de, li gundekî Bêdlîsê ku bi ser Hîzanê ye, ango
li gundê Norsê hatiye dinê. Navê bavê wî Mîrza ye. Heta neh saliya xwe li
gund, li cem bavê xwe dimîne. Di neh saliya xwe de ji gund vediqete û tê
gundê 'Tax' ku dest bi xwendina xwe ya medreseyê bike. Lê li medreseya Mele
Mihemed Emînê ya li Taxê zêde namîne. Bi feqiyên medresê re þer dike û
vedigere gundê xwe. Demekî ji birayên xwe yê mezin dersan werdigre; dûra
dere li gundê Pîrmîs çendekî di medresa gund de dimîne û ji wê derê jî tê li
cem þêxên Hîzanê dersên xwe didomîne. Lê xwendina xwe ya ku piþtî wî îcazet
werdigre, li Beyazidê, li cem Þêx Mihemed Celalî temam dike.
Wekî tê zanîn ku feqiyên medreseyan ji bo îdara medreseye û her weha ji bo
îdara jiyana xwe ya rojane zekata berhev dikin. Xwarinên xwe yên rojane,
ango ratibên xwe jî ji gundiyan werdigrin. Lê Seîdê Kurdî, yekî bi têrxîret
e. Ji ber vê yekê jî berhevkirina ratib û zekatan li xwe danayne. Tu car li
nav gund li pêy ratiban nagere û li pêy zekatan nakeve. Ev têrxîretiyê wî,
heta dawiya jiyana wî jî pêsîra wî bernade.
Seîdê Kurdî, di medresan de xwendinekî pir bi lez didomîne. Ango ji xwendina
xwe re gelek zîrek e; dikare pirtûkên herî bi rûpel ya medreseyê, di nabeyna
hefteyekî de jiber bike. Heta welê zîrek e ku, meleyên ku ders didin wî
demekî þunde dest pê dikin ji Seîdê Kurdî dersan jî werdigrin.
Yek ji derdên Seîdê Kurdî jî ew e ku, ji bo Kurda medreseyekî bi nefþê
zankoyê (unîversîte), ango zankoyekî wekî El-Ehzera Misirê amade bike.
Xebata Medreseya Zehra ya li Wanê, xebatekî weha bûyî. Lê Dewleta Osmanî
ewil car îzna vê yekê nade. Piþt re Sultan Reþat îzna vekirina Zankoya
(Medreseya) Zehrayê dide. Lê wê demê jî Þerê Yekemîn a Cîhanê destpê kiribû.
Di þert û mercên dijwar ya wê demê de, Zankoya Zehra jî demekî kurt dijî û
dûra mecbûr dimîne deriyê xwe digre.
Seîdê Kurdî berî ku Zankoya Zehrayê veke, tê Stenbolê jî. Li Stenbolê, her
çiqas li hember Saltanatê, dilxwazê azadî û serbestiya gelê Osmanî be jî,
dîsa li hember Jonturka radiweste; rexneyên tuj li Jonturka digre. Sedemên
rexneyên Seîdê Kurdî, dijwariya Jonturka ya li hemberî dînê Islamê ye. Ew,
dijwariya Xîlafet û Islamiyetê ji hev û du vediqetîne, her du naxe,
kefeyekî.
Seîdê Kurdî piþtî ku tê Stembolê, daxwaznivîsekî dide Mabeynê (nivîsgeha
serayê) ku bigîje destê Abdulamîdê duyemîn. Ev daxwaznivîsa Seîde Kurdî, di
rojnama 'Þark û Kurdistan' de jî bi sernivîsa "Kurd dîsa muhtac in" tê
çapkirin. Daxwaznameya Seîde Kurdî bi Tirkî hatiye nivîsîn û ew di
daxwaznama xwe de bi taybetî li ser rewþa hînkariya Kurda rawestiyaye. Seîdê
Kurdî bi vê daxwaznameya xwe, hem daxwaza hînkariyekî pêþketî ya hemdem dike
û hem jî hînkariya bi zimanê Kurdî derdixe pêþ.
Seîdê Kurdî di daxwaznameya xwe de, ji Abdulhamîdê duyemîn daxwaza vekirina
sê medreseyên Kurdî dike û bi kurtî weha dibêje: Di medreseyên Kurdistanê de
incax zarokên ku bi Tirkî dizanin dikarin îstîfade bikin. Mamosteyên ku
hatine þandin, zimanên mehalî nizanin. Ji ber vê yeke gelek zarokên Kurda ji
xwendinê bêpar in. Ev jî dibe sedema tevlîhevî û wahþetê. Ji bo vê yekê
pêwîst e li Kurdistanê sê medreseyên Kurdî bê vekirin. Qe nebe di van
medreseyan de xerca 150 xwendekar ji alî dewletê ve bê dayîn.
Lê Seîdê Kurdî çi dike xwe nagîhîne Abdulhamîd. Heta ji ber ku gotinên
'bêperwa' li hember Abdulhamîd serf dike, wî davêjin timarxaneyê û dûra
çendekî di zîndanê de jî dimîne. Piþtî timarxanê û zîndanîkirin û gelek
teþqeleyên hwd. li Stenbolê dijî, carekî din vedigere Kurdistanê û ev car
destpê dike li nav eþîrên Kurda digere. Tiþtên ku niha wekî 'Rîsale-î Nur'
tê zanîn, piranî axaftinên Seîdê Kurdî ya wê demê nin.
Seîdê Kurdî, di Þerê Yekemîn a cîhanê de Cepha Þerqê de beþdarî þer dibe. Di
vî þerî de, ango di sala 1914an de leþkerên Rus wî dîl digrin û nêzîkî du
sal û nîvan li Rusyayê girtî dimîne.
Piþt re ji Rusyayê direve û
carekî din tê Stembolê. Seîdê Kurdî, li hember fetwayê Xîlafatê, dîsa jî
alîkariya tevgera Enadoliyê dike. Qasî ku em zanin, di sala 1920an de
Mistefa Kemal ji bo Meclîsa yekemîn banga Seîdê Kurdî jî dike. Lê ew demekî
kurt di Enqerê de dimîne û wazîfeyekî hilnagre; ango ew û Mistefa Kemal bi
hev nakin.
Piþtî Enqerê, Seîdê Kurdî carekî din vedigere Kurdistanê û xebatên xwe yên
nav Kurda didomîne. Lê ev car ji ber Serîhildana Þêx Seîd, wekî gelek
pêþketiyên Kurda ew jî di sala 1925an de surgunê Rojavayê dikin. Seîdê
Kurdî, demekî dirêj li nahiya Isparta li Barlayê dimîne. Axaftinên berê ya
Saîdê Kurdî, di vê surguna wî de dibin 'Rîsale-î Nur' û derbasî ser kaxizê
dibin. Piþtî nefîkirina Ispartayê, ev car bi tawanbariya "daxwaza
hilweþandina dewletê", wî li Eskîþehîrê dikin zîndanê û piþtî zîndanê jî wî
surgunê Qastamoniyê dikin. Nêzîkî heþt sala li Qastamoniyê dimîne. Ji wir jî
rêdikin zîndana Denîzliyê û piþtî çend mehan jî wî surgunî Emîrdaxê dikin.
Piþtî surguna Emîrdaxê çend salekî serbest dimîne. Lê di sala 1948an de
carekî din tê girtin û ev car wî dixin zîndana Afyonê. 20 mehan li zîndana
Afyonê dimîne. Hukumeta Menderes, wî ji zîndanê derdixe. Lê Seîdê Kurdî ji
ber ku zor û zilma hukumeta Menderes jî tawanbar dike, zîndanîkirin û
surgunên Seîdê Kurdî carekî din destpê dike. Ev zîndanîkirin û surgunkirina
Seîdê Kurdî, heta sala 1960an didome.
Seîdê Kurdî, piþtî jiyanekî dijwar, 23ê Adara 1960an de, dema li Rihayê
surgun bûyî jiyana xwe temam dike û diçe ser heqiya xwe. Lê dewletê piþtî
mirina wî jî wî rehet nahêle. Cuntaya leþkerî ya 1960an, gora wî ya li
Rihayê vedike û cesedê wî ji gorê derdixe dibe li ciyekî ne diyar vediþêre.
Ciyê gora Seîdê Kurdî heta niha jî naye zanîn.
Bêguman, Seîdê Kurdî ilimdarekî musluman e û di tevayî jiyana xwe de,
nêrînên xwe yên Islamî derxistiye pêþ. Lê ew, herweha Kurdekî dilsoz jî
bûye. Her çiqas gelek nivîs û nêrînên wî ji alî nijadperestan ve bê
tehrîbkirin jî, îro em pê zanin ku, Seîdê Kurdî di gelek nivîsên xwe de mafê
gelê xwe jî parastiye û ji bo azadiya Kurdan xebitiye. Ango ew tu car,
Kurdbûna xwe ji nasnama xwe ya Islamî paþda negirtiye.
Wekî tê zanîn, Rojnama Hevkarî û Pêþketina Kurdan (Kürd Teavün ve Teraki
Gazetesi) di dawiya sala 1908an de dest bi weþana xwe kiriye. Ev rojnama ku
bi pêþengiya Seyîd Abdulqadir ve li ser navê Komela Hevkarî û Pêþketina
Kurdan (Kürt Teavün ve Teraki Cemiyeti) hatiye çapkirin, bi tevayî neh jimar
derketiye. Jimara yekem ya rojnamê de nivîsekî Seîdê Kurdî jî heye. Bêguman,
ji bilî vê nivîsê gelek nivîsên wî yên din jî ya li ser gelê Kurd henîn. Lê
bi raya min ev nivîsa Saîdê Kurdî, ya herî balkêþ e.
Seîdê Kurdî, di vê nivîsê xwe de hem sê cewherên Kurda û hem jî sê neyarên
Kurda radixe ber çavan. Nivîs weha ye:
"Ey gelî Kurdan, îttîfaqê de qewet, îttîhadê de heyat, di biratiyê de
seadet, hukumetê de selamet heye. Kabika îttîhadê û þerîta mehebbetê qewî
bigirin, da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ez'ê tiþtekî ji we
ra bibêjim: Hûn bizanin ku sê, sê cewhera me hene, hifza xwe ji me dixwazin.
Yek Islamiyet, ku hezar hezar xwîna þehîdan buhayê wê dane. Ê diduwa
însaniyet, ku lazim e em xwe nezera xelqê de bi xizmeta aqilî, ciwamêranî û
însaniyetê xwe nîþanî dinê bidin. Ê sisiyan mîlliyeta me ye, ku meziyetê da
me; ê berê, ku bi qenciya xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza mîlliyeta xwe
rûhê wan qebra wan de þad bikin.
"Piþtî wê, sê dijminê me hene, me xirab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar
hemalê Stembolê delîlê wî ye. Ê diduwan cehalet û bêxwendinî, ku hezar ji me
da yek 'qazete' nikarin bixwînin, delîla wê ye. Ê sisiyan dujminî û îxtîlaf
e, ku ev edawet qeweta me winda dike, me musteheqê terbiye dike û hukumet jî
ji bêînsafiya zulm li me dikir."
"Ku we ew sehkir, bizanin çara me ew e ku em sê þurê elmas bi destê xwe
bigirin, ta ku em her sê cewhera xwe ji destê xwe nekin, her sê dujminê xwe
ji ser xwe rakin."
Seîdê Kurdî, dumahiya nivîsa xwe de bangekî li gelî Kurd jî dike û di bangê
de daxwaza hînkariya hemdem û hevgirtina hev û dû derdixe pêþ.
Ev Seîdê Kurdî ku me jê behskir, li Tirkiyê ji alî gelek kesan ve tê
naskirin. Li ser navê wî þev tên amadekirin. Her sal roja mirina wî de
mewlûdên mezin tên danîn. Panêl, semîner û konferans tên çêkirin. Lê van
çalakiyana, piranî 'Nurcu'yên Tirk ku her weha bi nêrînên xwe yên
nijadperestî ve jî tên naskirin, amade dikin û di van çalakiyan de yek
peyvekî li ser Kurdbûna Seîdê Kurdî nayê gotin. Qasî ku ez zanim, li nav
Kurda jî tenê derdorên kovara Nubiharê Kurdayetiya Seîdê Kurdî derdixe pêþ û
ev derdora çend pirtûkên Seîdê Kurdî ku ji alî nijadperestên Tirk ve hatibûn
tehrîbkirin jî, wekî orjînala wî çapkirine.
Kî çi dibêje bila bêje, nêrîna kî çi dibe bila bibe, xwedî derketin ne
parastina ray û raman e. Lê tiþtekî din jî heye ku, bingeha herkesî ji
pêþiyên wan tê. Seîdê Kurdî jî, bingehekî Kurda ye. Ango Þêx Seîd, Seyît
Riza, Ihsan Nurî Paþa, Seyît Abdulkadir, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî
ji bo Kurdên îro çi îfade dike, Seîdê Kurdî jî lazim e ji bo Kurda wê îfade
bike.
Çavkaniyên Nivîsê:
1. Kürt Teavün ve Teraki Gazetesi, Wergêra M. Emîn Bozarslan, 1998,
Stockholm.
2. Peyîvên Pîçûk, Seîdê Norsî, Weþanên Nubihar, 1992, Stembol.
3. Bediüzzaman'ýn Hayati, Abdurahman Nursî, Weþanên Nûbihar, 1997, Stembol.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|