|
Ustad
Bedîuzzeman Saîd-ê Kurdî di sala 1876'an de li bajarê Bedlîs'ê, navçeya
Hîzan'ê, li gundê Nurs'ê ji dayik bûye. Di sedsala bîstemîn de Bedîuzzeman
bi jiyan, tekoþîn, îlm û îmana xwe, deng daye cîhanê. Heyama ku Ustad tê da
dijiya, Ommet ji nava îmtehanek mezin û dijwar derbas dibû.
Ew jî di biçûkiya xwe da di çarçova imtihanê da dest bi xebat û tekoþînê
kiriye. Ewul perwerdehî û dersa xwe li ber kekê xwe girtiye. Ustad di
pêvajoya perwerdehiya xwe da pênç sal li medreseyên bi nav Tax û Pîrmîs
xwendiye. Li hemberê bêdadiyê qet tehammul nedikir û her dem li hemberê van
bêdadiyan serî radikir. Ji bona ku li hemberê zilm û zordariyê bêdeng
nedima, li medreseyek jî pir nedisekinî. Wexta ku li Hîzan'ê îlm hîn dibû,
rojekê çar heb feqî bûne yek û bi wî ra þer kirine. Li ser vê yekê
Bedîuzzeman derketiye huzura Þêx û jê ra wûsa gotiye: "Þêxê min, wexta bi
min ra þer dikin, bila her çar bi hev re nêyn, bila du heb-du heb werin".
Van gotinan ji Þêx re pir xweþ hatiye û Þêx di derbarê Bedîuzzeman da wûsa
gotiye: "Tu xwendekarê min î. Kesek nikare li te tadayî bike".
Bedîuzzeman demek jî li Hizan'ê ma. Paþê, bi kekê xwe yê Mela Evdillah re çû
gundê Norþîn'ê. Wexta ku li gund bû xewnek dît. Bedîuzzeman di xewna xwe da
dît ku: "Qiyamet qetiyaye. Kaînat ji nû ve hatiye vejînbûn. Di vê hengamê da
difikire ku wê çawa biçe serdana Pêxemberê me, Hz Muhammed (s.X.l.). Tê hiþê
wî ku li ser pirra siratê bisekine. Wexta ku li wir disekine, diçe serdana
hemû pêxemberan. Piþtî serdana hemû pêxemberan, diçe serdana Hz Muhemmed
(s.X.l.) jî" û ji xew þiyar bû. Bedîuzzeman di bin bandora vê xewnê da ma û
hêz da tehsîla îlmê.
Wî perwerdehiya xwe ya pir û herî girîng, di heyama ku li Doxûbeyazit'ê dima
de, stend. Li Doxûbeyazit'ê, serê sibê li ber Þêx Muhemmed Celalî ders
digirt. Êvarê jî diçû ser gora Alimê Kurd, Þêx Ehmedê Xanî. Pirî þevên xwe
li ser gora Þêx Ehmedê Xanî derbas dikir. Ji aliyê din, di nav gel da tê
gotin ku: "Bedîuzzeman ji Þêx Ehmedê Xanî îlham û feyz girtiye". Te zanîn ku
Bedîuzzeman rojek çûye ser gora wî û li wê derê wûsa gotiye: "Þêx Ehmedê
Xanî mamostê min ê manewî ye". Li Doxûbeyazit'ê sê meh perwerdehiyê dibîne û
îcazet distine. Di nav gel da jî Saîd-ê Kurdî bi vê leqebê li her derê,
navdar dibe.
Demek paþê Bedîuzzeman Saîd-ê Kurdî ji Wan'ê diçe Sêrt'ê. Ji wê derê jî diçe
Bedlîs'ê. Li Bedlîs'ê Þêx Emîn dibîne. Dîsa vedigere Sêrt'ê û ji Sêrt'ê jî
diçe gundê Tîllo'yê. Li Siirt'ê demê xwe yê pir, bi îbadet û bi îlmê derbas
dikir. Þevek di xewna xwe da Þêx Evdilqadirê Geylanî dît. Þêx Evdilqadirê
Geylanî jê ra wûsa go: 'Mela Saîd here ber serokê Eþîra Mîran, Mustefa Paþa
û ji wî ra bêje ku bila qenciyê ferman bike, bila dest ji zilm û zordariyê
bikþine û bila nimêj bike. Heger ku van fermanan nêyne cî, wî bukije'.
Li ser vê xewnê
Bedîuzzeman diçe herêma Eþîra Mîran û li wê derê ji diçe çadira Mustefa Paþa
û pê ra hevdîtinek pêk tîne. Mustefa Paþa ji Bedîuzzeman dipirse: “Tu ji
bona kîjan sedemê hatî vira?” Li ser pirsa Paþa, Bedîuzzeman bersivek wûsa
dide: “Yan tuyê dev ji zilm û zordariyê berdî û tuyê werî ser rêya rast û
nimêj bikî, yan jî ezê te bikujim”. Paþa þûra Bedîuzzeman nîþan kir û go:
“Tuyê min bi vê þûra qirêj bikujî?” Bedîuzzeman li ser vî gotina Paþa,
bersivek wûsa da: 'Þûr jênake, lê dest jêdike'. Di aliyê din da Mustefa Paþa
jî wûsa go: 'Di Cizîrê da Alimên ku ez nas dikim tu wan têk bibî, ezê
mavzerek bidim te û ezê hemû gotinên te bînim cî’. Bedîuzzeman vê pêþniyarê
qebul dike û di munazara îlmê da hemû aliman têk dibe. Mustefa Paþa jî,
gotinên Bedîuzzeman tînê cî. Demek li Cizîrê dimîne. Paþê di sala 1884'an de
diçe li Mêrdînê dimîne. Dema ku li Mêrdîn’ê bû, rojek sîleyek li leþgerek
Osmanlî xist. Vê bûyerê di jiyana Bedîuzzeman da rûpelek nû vekir.
Bedîuzzeman li
ser vê bûyerê dest avêt xebatên sîyasî. Heta sala 1921'an di herêma
Kurdistan’ê da li hemberî rêvebiriya îstîbdata Osmanlî û hevkarên wî
têkoþînek Îslamî bilind kir. Leþgerên Osmanlî piþtî bûyera Mêrdînê, destê
Saîd-ê Kurdî li kelemçê xistin û wî nefiyê Bedlîsê kirin. Bedîuzzeman,
demekê li Bedlîsê ma. Li vê derê her dem mirova ji xirabiyê dûr dixist û wan
vedixwende tiþtên baþ û bixêr. Li Bedlîs'ê gellek alim hebûn. Lebelê li
Wan'ê alimên bi nav û deng tunebûn. Ji ber vê yekê Walî'yê Wan'ê,
Bedîuzzeman dawetê Wan'ê kir. Li ser dawetkirina Walî'yê Wan'ê, Hesen Paþa,
Bedîuzzeman çû bajarê Wan’ê. 15 sal li Wan'ê ma. Dema ku li wir bû, ji
aliyek îlim hîn dibû, ji aliyê din jî di nava eþîretan de digeriya ku wan
îrþad bike.
Wexta ku Bedîuzzeman li Wan'ê dima, rojek di rojnameyekî da nûçeyekî xwend.
Nûçe wûsa digo: "Wezîrê Îngilîzîstan'ê Gladson Avam, li meclîse diaxive û di
axaftina xwe de diyar dike ku; Heta Qur'an di destê Mislimanan de be, em
nikarin li ser wan desthilatdariya xwe deynin. Divê yan em Qur'an'ê ji nava
wan derxin, yan jî em wan ji Qur'an'ê sar bikin." Li ser van gotinan,
Bedîuzzeman pir zêde li ser Qur'an'a Pîroz xebitî û li ser wî ponijî.
Bediüzzaman di vê derbarê de wûsa digo: "Ezê meziniya Qur'an'a Pîroz nîþanê
hemî cîhanê bidim." Dema ku Bedîuzzeman li Wan'ê dima, tespît kir ku
pirsgirêkên gel ên herî giring ê gel, bêperwerdehî ye. Ji bona wekî
medreseya navdar El Ezher, medreseyan li Amed, Wan û Bedlîs'ê veke û navê
Medresetûl Zehra bide van medreseyan, Bedîuzzeman di sal 1907'an da diçe
Stenbol’ê û li Stenbol’ê Abdulhamîd'ê duyemîn dibîne. Bi daxwaznameyekî
fermî, hêvî û daxwaziyên xwe pêþkêþ dike. Daxwaznama Bedîuzzeman di
rojnameyên "Þark û Kurdistan'ê" da wûsa hatiye weþandin: “Di Kurdistan'ê de
vekirina dibistanan rewþek xweþ e. Lebelê tenê mirovên ku Tirkî dizanin,
dikarin ji van dibistanan sûd werbigrin. Ji ber vê yekê zarokên Kurd, îlmên
ku li dibistanan tê xwendin, fahm nakin. Dibistanen ku nû vedibin, mamostê
van dibistanan bi Kurdî nizanin. Ev rewþ jî howîtî û tevliheviyê tînê holê.
Herweha rojavayî ji bona vê sedemê dengê xwe bilind dikirin. Ji aliyê din,
gel di nava teqlît û wehþetê da di ciyê xwe da dijmêre. Ji ber vê yekê gel
di nava wehm û gumanan da dimîne.
Îro ji ber ku
Gelê Kurd di ciyê xwe da disekine, ew jî ji vê rewþê îstîfade dikin. Em
dikarin çareseriya van pirsgirêkan wûsa pêþkêþ bikin: ‘Ji bona zanebûn û
pêþveçûna Gelê Kurd, divê li her derê Kurdistan'ê medresên nû bên vekirin.
Ewê ku hene jî divê werin avakirin û ji nû ve werin ganîkirin’. Hingê herkes
bibîne ku Gelê Kurd çawa di her warê de pêþ ve diçe û çawa cewherên di nav
xwe de derdixe holê”. Hewildanê Bedîuzzeman hemû vala diçin û van hewildanê
wî bêencam dimînin. Rêvebiriya Osmanlî, ji bona van hêvî û daxwaziyên
Bedîuzzeman, wî davêjin timarxanê. Bedîuzzeman di timarxanê da dema tê
muayenekirin, ji dixtor ra wûsa dibêje: “Ey Dixtor! Tu min gohdarî ke! Wexta
ku tu min muayene dikî, bila bala te li ser van noqteyan be: ‘Ez li çiyayên
Kurdistan'ê mezin bûme. Ewê ku birastî jî nexweþ in, Dixtor in. Bi raporên
xwe dînîtiya xwe nîþan didin. Ey dixtor! Pêþî van neçaran tedawî bike. Paþê
were min tedavî bike’.” Li ser van gotinên Bedîuzzaman, dixtor wûsa go:
"Heger ku vî mirovê jî dîn be, li cîhanê kesek baqil nemaye".
Bedîuzzeman Seîd-ê Kurdî demek di nava ciwata(cemîyet) Îttîhat û Teraqqî’yê
da dixebite. Piþtî Meþrûtiyetê fahm dike ku ciwata Îttîhat û Teraqqî'yê fikr
û ramanên nijadperest diparêzin û girêdana wan bi Masonan ra heye, li
hemberê ciwata Îttîhad û Teraqqî, di nava refên ciwata Kurt Teavun û
Teraqqî'yê de cî digre û sazgeriya ciwatê dike.
Di vê heyamê da nivisên Bedîuzzeman di rojnameyan de û di Kovarên "Tanîn,
Volkan, Þark, Kurdistan û Serbestî'yê da dihatin weþandin. Di 31'ê Adar a
sala 1909'an de provakasyona 31'ê Adar'ê tê amadekirin. Dewlet vê
provakasyonê dike bahane û 15 heb Alimên mezin digre. Bedîuzzeman jî tê
girtin. Dadgerê Mahkemê ji Bedîuzzeman dipirse: "Tu jî þerîatê dixwazî?".
Bedîuzzeman bersivek wûsa dide: "Bila hezar canê min fedayê heqîqetek Îslamî
be". Bedîuzzeman ji bo xwe cezaya dardakirinê texmîn dikir. Lêbelê dadger
biryara ber danê da. Wexta ku derket mahkemê li ber girseya gel wûsa go: "Ji
bo zaliman bijî dojeh". Girseya gel, bi vê dirûþmê meþiya.
Bedîuzzeman di sala 1910'an da vedigere Kurdistan'ê. Diçe herêma Amed,
Bedlîs, Mûþ û Ruha'yê û diçe serdana eþîran. Ustad di sala 1911'an de çûye
Emewî'yê ku li Þam'ê ye. Li vê derê li ser mijara Pirsgirêkên Ommeta Îslamî
û li ser mijarên civakî, ramyarî û aborî sekiniye. Û di vê derbarê da
çareseriyên xwe yên þexsî pêþkeþê Mislimanan kiriye.
Di sala 1914'an da Þerê Cîhana Yekemîn derket. Bedîuzzeman bi daxwaziya xwe
dibe fermandarê Alaya Wan û Bedlîs'ê. Di nav eniya þer da cî digre û þer
dike. Di sala 1916'an da di parastina Bidlîsê da Bedîuzzeman dikeve destê
Rûsan. Wî dibin qampa Kostrûm'ê. Du sal li Sibîrya'yê di bin dest da maye.
Dema ku Bedîuzzeman di bin esaretê da bû, bi perwerdehiya hevalên xwe mijûl
dibû. Rojêk fermandarê Rus ê eniya Qafqas, Nîkolay Nikolayavîç di nava
girtiyan da digeriya. Herkes li hemberê fermandarê Rûsya'yê rabûn piyan; lê
Bedîuzzeman ranebû. Li ser vê yekê, fermandar hêrs bû û ji Bedîuzzeman
pirsî: "Tu ji bona çi ranabî piyan?" Bedîuzzeman bersivek wûsa da: “Ez Alim
im. Li ber xeyrîmisliman ranabim piyan”. Fermandarê Rusya'yê vê gotinê ji
xwe re wekî heqaretek hesiband û ferman da ku bila Dîwana Herbî damezrînin.
Dadgeh, ji bo Bedîuzzeman biryara cezayê dardakirinê da. Bedîuzzeman bi
dilfirehî ji wan ev tiþt xwest: "Ezê du qamet nimêj bikim". Fermandar,
berxwedana Ustad dibîne û fahm dike ku helwesta Bedîuzzeman ji ber
bîrûbaweriya wî ye. Ji Bedîuzzeman lêborîna xwe dixwaze û vê biryarê
diguherîne. Bedîuzzeman di 17'ê Cotmeh a sala 1917'an da li Rûsya'yê girtî
bû. Þoreþa 17'ê Cotmeh'ê pêk tê. Bedîuzzeman di vê rewþa tevlihev da fîrar
dike. Ji ser rêya Petersbûrg, Warþova û Vîyana'yê ve diçe Stembolê.
Bedîuzzeman li Stembolê bi Seyyîd Evdilqadir re di nava xebatên damezrandina
"Kurdistan Tealî Cemîyetî" da cî digre. Bi her awayî alîkarî û piþtgirî dide
vê civatê û di nava vê civatê da xebat û tekoþînek çalak dide.
Di sala 1922'an da ji bona ku di meclîsê da biaxive, wî dawetê meclîsê
kirin. Bedîuzzeman mêze kir ku pirî sîyasetmedar nimêj nakin. Li ser vê yekê
Bedîûzzaman, bigiþtî qala giringiya îbadetan, bi taybetî jî qala nimêjê kir.
Serokê meclîsê M. Kemal ji ber axaftinê bêzar bû û bêzariya xwe anî ziman.
Li ser axaftina M. Kemal, Bedîuzzeman hêrs dibe û wûsa bersivek dide: "Paþa
paþa! Di kaînatê de heqîqeta herî mezin îman e. Piþtî îmanê nimêj e. Ewê ku
nimêj neke xayîn e. Hukmê xayîna merdûtî ye. Hukmê merdûtan jî kuþtin e". M.
Kemal li ser vê bûyerê ji Bedîuzzeman ra sîyasetmedariyê (mebûs) û waîziyê
teklîf dike. Bedîuzzeman vê pêþniyarê napejirîne. Têkiliyê xwe yên bi
hukumetê ra dibirre û diçe Wan'ê.
Di sala 1924'an da Serokên Rêxistina Azadî, Yusuf Zîya û Xalidê Cîbranî bi
komp loyek tên dardakirinê. Digihîjin merteba þehadetê. Þêx Seîd, li ser
þehadeta Yusuf Zîya û Xalidê Cîbranî dibe serokê Rêxistina Azadî. Þêx Seîd
li Wan'ê bi Bedîuzzeman ra hevdîtinek pêk tîne û wî dawetê serhildanê dike.
Bedîuzzeman vê teklîfê bi kêfxweþî dipejirîne. Li ser vê yekê Bedîuzzeman ji
bona ku amadehiya cîhadê bike, diçe Ruha'yê.
Di sala 1925'an da serhildana Þêx Seîd bi sazkirina provakasyonek ve zû dest
pê kir. Þêx Seîd û hevalên wî têk çûn. Li ser têkçûna serhildana Þêx Sêîd,
di navbera Þêx Sêîd û Bedîuzzeman de têkilî hat birrîn. Piþtî têkçûna
serhildana Þêx Sêîd, bi hezaran gund ji aliyê dewletê ve hatin þewitandin.
Bi hezaran Kurd hatin koçber kirin û hatin kuþtin. Bi kurtasî dewleta
Tirkiyê piþtî têkçûna serhildana Þêx Seîd, li Kurdistanê dest bi operasyona
tevkujî, komkujî, îmha û înkarkirinê kir. Bedîuzzeman ji ber ku piþtgirî û
alîkariyê daye serhildana Þêx Sêîd û beþdarê serhildanê bûye, tê darizandin
û wî nefiyê Bûrdûr'ê dikin.
Li ser mijara
serhildana Þêx Seîd Kovara "Dava" bi Evdilmelîk Firat re hevpeyvînek pêk
tîne. Firat di vê hevpeyvînê da vana tîne ziman: "Rojek ez çûm serdana
Bedîuzzeman. Wî ji min ra xewna xwe wûsa qal kir: Min dî ku kalê te (qala
Þex Saîd dike) hat ber min. Min jê ra got ku: 'Ka! meyê bi hevudû re li
hember dijmin þer bikirana?' Hinekî tebessûm kir û wûsa go: 'Min peywira xwe
anî cî îcar jî dora te ye'.” Dîsa di vê hevdîtina Bedîuzzeman û Evdilmelîk
Fýrat de Bedîuzzeman ji Fýrat ra wûsa dibêje: “Þex Saîd gihîþtiye merteba
þehadetê û þehîd bûye”.
Jiyana Bedîuzzeman di nava îlm, îbadet û tekoþînek dijwar da derbas bûye.
Ustad, bigiþtî ji bona Ommetê, bitaybetî jî ji bona Gelê Kurd pir xebitiye û
her dem tekoþînek Îslamî daye. Bedîuzzeman ji bo ku biçe li ser goristana
Hz. Îbrahîm di 21'ê Adar'ê da çû Ruha'yê. Li Ruha'yê di 23'yê Adar a sala
1960 da wefat kir. Di dawiya vê nivisê da em soz didin Bedîuzzeman ku emê
rêya wî biþopînin û ji bo bicîanîna armancên wî bixebitin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|