|
Mele
Nîzameddîn Çawa ku
tê zanîn, yek ji zanyar û lehengên Kurda a sedsala derbasbûyî Seîdê Kurdi
ye. Heya niha gelek tiþt li ser wî hatine gotin, lê mixabin. Her tiþtên ku
li ser wî dihatin iddia kirin jî nerast bûn. Emê di vê xebata xwe da hewl
bidin ku jîyana wî di çarçoweyekî dînî da binirxînin.
Di bawerîya min da sedema ku jîyana Ûstad þaþ hatîyê têgîhîþtin gelekin. Lê
a herî girîng ew e ku bê felsefa dîrokê jîyana wî hatiye neqilkirin. Mesela
li kû derê kirîye? Çi kirîye? Çima kirîye? Kîngê kirîye? Heke di bin bersiva
van pirsa da dîrokekî ji bo Sêîdê Kurdî bihata nivîsandin.Gêle Tirk û Kurd
evê wî hê baþtir fêhm bikirana.
Hinika xwestin ku Sêîdê Kurdî wek nijadperestekî Tirk nîþan bidin. Hinika jî
dixwestin ku Sêidê Kurdî wek nijadperestekî Kurd nîþan bidin. Lê ku mirov bi
edelet nêzik bibe, mirov dibîne ku her du alî jî þaþ in.
Xebatên
Ûstad, mirov dikare bi kurtî bi du tiþta binavke;
1.Jibo ku mafên Kurda di resmîyetê da bigihîje qonaxekî gelekî xebat kirîye.
(Têkilîyên bi rêxistina Kurdîstan Tealî Cemîyetî, ji bo ku li Kurdistanê
zaningehekî bê vekirin danûstandinên wî bi dewleta Osmaniya ra)
2.Ji bo ku felsefa îslamî ya
nûjen bigihîje qonaxekî, disa gelek xebat kirîye.(Risale-î Nûr)
Her çiqas bi
fedakarî, samîmîyet û îxlasê di hemû jîyana xwe da tevger kiribe jî dîsa di
derbarî wî da gelek tiþtên spekûlatif û derew hatine gotin. Dema ku cîyê wî
bê, emê cîh bidin van spekûlasyona jî. Da ku baþ bê fehmkirin ku Ûstad ji
van tiþtan dûr e.
Di sala 1873-1878’a da Seîd di gûndê Nursê, girêdayê navçeya Hîzanê ku ew jî
girêdayî bajarê Bêdlîsê ye, hatîye dinyê. Dîroka dayîkbûna wî ji ber ku
hîcrî bû. Sêrî da li gor teqwîma mîladî 1873 hatibû hesab kirin. Lê vê
paþîyê hatîye derxistin ku þaþ hatîye hesabkirin. Hesaba ku vê paþîyê hatîye
çêkirin 1878 e. Loma me herdu dîrok jî nivîsandin, da ku mesele baþ bê
têgihiþtin.
Dema ku Seîd tê dinyê, Dewleta Osmanî bi dewleta Rûsa ra di herbê daye. Ev
herb bi herba 93’yan jî tê naskirin. Ev herba ku bi tehrîqa Sirba hatibû
derxistin, di encama wî da Dewleta Osmanîya hem di Balkana da, hem jî di
Rojhilat gelek erdê xwe winda kiribû. Ev herb bi lihevhatina Ayastafanosê
dawî lê hatîye anîn. Di
encamê da li cephêya Balkanê Romanya, Sirbîstan, Karabað û Bulgarîstan, li
cephêya rojhilat jî Erzirûm, Qers û Batum hatibû windakirin.
Ji encama herbê jî cawa tê fehm kirin rewþa Dewleta Osmanîya nebaþ bûye. Di
vê navberê da meþrûtîyet (sîstema parlementer)a ewil hatiyê îlan kirin.
Dema Þagirtîya wî
Cara ewil li ba birayê xwe yê mezin Mele Ebdullah dest bi xwendinê kirîye.
Piþtî wî ji bo xwendinê çûye gundê Taxê. Dema Osmanîya da Kurd zarokên xwe
diþandin medreseyan. Li vê derê dest bi xwendina Quranê dikirin, heke Quranê
xwendibûna, evê îcar dest bi pirtûkên gramatîka erebî an jî dest bi xwendina
pirtûkên Kurdi dikirin.Piþtî gramatîka zimanê erebî dest bi xwendina
pirtûkên wek tefsir, hedîs , usulûlfiqh, fiqh, mentiq, kelam, felsefe u
belaxetê dikirin. Herwaha di van medreseyanda zimanê farisî û hinik
zanistîyên nûjen jî dihatin fêrkirin. Heke yekî ilmên xwe di medreseyekî da
biqedanda, îcazet ji Seydayê xwe distend. Paþîyê dikaribû li gundekî an
medreseyekî dinê hem Mamostetîya vê medresê bike hem jî Melletîya wê gûnd u
herêmê bike.
Piþtî diyarkirina Cumhurîyetê, kurd zarokên xwe zûbizû nediþandin dibistanên
dewletê. Heya dema nêzîk jî rewþ waha bû. Jiber vê yekê medrese(dibistan u
zanîngehên ne fermî) di civaka kurda da rolekî gelek girîng leyistîye. Lê
mixabin van medreseyan di resmîyeta dewletê da ti tiþtekî îfade nedikirin.
Kêmasîya duduya ê van medreseyan nenûjenbûna wan bû. Yanî zanistên nujên wek
matematîk, astrolojî, fîzîk û kîmya bi temamî an bi rengekî sîstematîk
nedihatine xwendin. Loma Ûstad van kemasîya baþ tesbît kiribû û jibo van
kêmasîyên medreseyên Kurda bêne çareserkirin, serî li dewleta Osmanîya dabû.
Lê mixabin rayedarên dewletê, wê çaxê vê fikr û ramana Ûstad wek tehdîdekî
dîtibûn û ew avetibûne girtîgehê. Dema ku cîyê wî bê, emê dîsa hê
berferehtir behsa vê meselê bikin.
Seîd dema ku li gundê Taxê dest bi xwendina xwe kir 8 salî bû. 5 sal geh li
vî gundî geh jî li wî gûndi heya pirtûka Îzharê xwendîye.
Piþtî wî, çûye Beyazîdê ba Þêx Mihemed Celalî. Li vê derê 3 meh ma ye û
îcazeta xwe li vir girtîye. Dema li Beyazîdê dima, êvaran diçû tirba Ehmedê
Xanî, dersên xwe li wê derê dixebitî.
Teybetîyên Seîd ê dema telebetîyê,
1. Xurtbûna hifza wî, pirtukekî pir zehmet di rojekî da karibû hifz
bike,pelekî ku carekî lê binêhêrta cara diduya bidevkî karibû bê kêmasî
bixwenda.
2.Mûnaqeþe u mûnazereyên îlmî da her tim biserketîye. Loma alimên wî demî jê
ra navê Bedîuzzeman lêkirine.
Þevekî Seîd di xewna xwe da Ebdulqadirê Geylanî dibîne. Ebdulqadirê Geylanî
jê dixwaze ku here Cizîrê ba serokê eþîreta Mîran Mistefa paþa û jê ra bêje
”an tê dest bi limêjê bikî û dev ji zilmê berdî anjî ezê te bikujim”. Piþtî
ku sîyar dibe raste rast diçe ba serokê eþîra Mîran Mistefa paþa. Tê ber
kona wî lê dipirse. Dema ku hîn dibe Paþa li cîyê xwe nehazirê di konê da
rûdinê û dimîne. Piþtî qederekî Mistefa paþa tê kona xwe. Mirovên wî tev li
ber radibin, lê Sêîd ji cîyê xwe ranabe. Ev yek bala Mistefa paþa dikþîne û
bi hêrs dipirse ”ka ev mirov kî ye”. Fettah beg jî: "Melle Seîdê meþhur e"
dibêje. Mistefa paþa jê dipirse ”tu ji bo ci hatî vira."
Sêîd: "Jibo ku dawî li zilma te bînim û bo ku tu dest bi limêjê bikî hatime
vira." Mistefa paþa þûrê li konê daleqandî nîþanê Sêîd dide û dibê "Bi vê
þûrê pîs tê min rast bikî?" Seîd jî: "Þûr rast nake, lê dest dikarê rast
bikê" dibêje. Paþîyê Mistefa paþa "li Cizîrê gelek alimên min hene, heke tu
wan têk bibî ezê bi ya te bikim. Lê ku tu bi xwe têk biçî, ezê te bavêjim
çem.
Seîd jî : "Ne heddê min e ku hemû alima têk bibim, lê ne heddê teye jî ku tu
min bavêjî nava çem."
Nêzîkî çil alimî dicivin. Seîd ji wan ra : " Soza min heye ku ji ti kesî
pirsa nekim, lê hun dikarin pirsên xwe ji min bipirsin, bifermin."
Nêzîkî çil pirs jê têne kirin. Bersiva her çil pirsî jî dide. Dema
veqetandinê Seid, "min bersiva pirsekî þaþ dabû, a rast ev e dibêje." Koma
alima jî : "Neha te bi rastî me têk bir" gotine.
Têkîlbûna bûyerên sîyasî
Seîd cara ewil li Mêrdînê têkilî siyasetê bîye. Wî hê di dema telebetîya xwe
da fehm kiribû ku ahenga jîyanê di civatê da çawa pêk tê. Lê hîndî ew bi
rastîya sîyasetê rasterast rûbirû dihat. Hêdî hêdî hindî çerxên çep yên ku
li civatê hatibûn avakirin ji nêzva nas dikir. 500 sal bû ku ev gel di
xewekî dirêjda mabû. Ev xew gelek dirêj dom kiribû. Lê jibu þîyarkirina vî
gelî hê wî jî baþ nizanibû ka ewê ji kêderê dest pê bike. Carna bi
paþa û axa yên herêmê, carna jî bi walîya ra digel minaqeþeyên tund dihate
ber hev.
Piþtî Cizîrê çubû Mêrdînê. Li wê derê fersenda fikr û ramanên mamoste
Cemaleddîn Efganî nasbike ketibû destê wî. Ramanên ku mamoste Efganî
diparastin pir nêzîkê ramanên Mele Seîd bûn. Mamoste Efganî jî, nûjenkirina
xwendegehên misilmana diparast û jibu þîyarkirina alema îslamê xebatê dikir.
Jiber ku wî jî istibdada(despotizm) dewleta Osmanîya rexne dikir, ji alî
Osmanîya va nedihate hezkirin. Paþîyê bi jehrîdayîna Osmanîya ew hatîye
kuþtin. Hêjî Misilmanên ku dewleta Osmanî wek idealekî dibînin mamoste
Efganî bi ajantîya îngilîz gunehbar dikin. Ma çima Ûstad Melle Seîd bi
ajantîya rêxistina Teskilati Mahsusa tawanbar nakin?. Lê em bersiva vê pirsê
ji devê Mamoste Alî Þerietî didin: “Mirovekî ku di hemu perîyoda
jîyana xwe da li hember istibdad u li dijî dagirkirina welatên bîyanî xebat
kiribe- ew çawa dibe sîxurê Îngilîza. Ji Îranê, ji Afganistanê, ji
Hindîstanê, ji Misrê sedema nefîykirina an durxistina wî xebata wî ya li
hember dagirkerên bîyanîya bîye.”
Ji ber ku Mele Seîd fikrên xwe di civatê da eþkere dianî ziman, rayêdarê
herêmê jê tirsîyabûn. Hetta carekî Seîd bi parêzvanekî ra pev çûbû û
sîlleyekî avêtibû vî parêzvanî. Li ser vê buyerê Mele Seîd ji Mêrdînê hatibû
dûrxistin. Ji vê derê derbasê Bêdlîsê dibe.Ilm û keseyatîya Mele Seîd bala
Walîyê Bêdlîsê dikþîne, loma wî
vexwendî qonaxa xwe dike. Jêra jibu ku xebatên xwe yên ilmî berdewam bike
cîyekî vediqetîne. Li wê dêrê ilmê xwe hê kurtir û xurttir dike.
Li Bêdlîsê 2 sal dimîne. Di navbera herdu salada nam u þohreta wî li derdor
hê zêdetir bela dibe. Walîyê Wanê Hesen paþa yê ku ketibu bin bandora þohret
û bilindayî ya ilmê Mele Seîd, wî bi israr vexwendî Wanê kirîye. Li ser vê
vexwendinê Mele Seîd diçe Wanê. Li Wanê Mele Seîd 10 sal dimîne.Li vê derê
dîsa jêra cîyekî teybet hatîye veqetandin. Li vê derê îmkana xwendina
rojname û kovara jî ketibû destê wî. Tiþtê herî balkêþ jî Mele Seîd li vê
derê zanistên nujen wek dîrok, erdnigarî, felsefe, matematîk, jeolojî û
kîmya xwendîye. Hetta li vê derê pirtukekî li ser matematîkê jî nivîsandîye.
Lê mixabin carekî ku agir ketibu qonaxê, pirtuka wî jî divê agirê da
þewitîbû.
Li vê derê fikra zanîngehê kî di serê Mele Seîd da çebibû, yanî têgihîþtibû
ku ji bu Kurdîstanê zanîngeh þert in. Di van zanîngeha da hem zanistên olî
hem jî zanistên fennî (nûjen) dibê bihata xwendin. Rewþa skolastîka ku ciwat
di ilimda ketibû navê, dibe bivî rengî çareser bibûya. Di vê zanîngehê da bi
zimanên kurdî, tirkî u erebî dibe bihata xwendin.Mele Seîd nexweþîyên û
kêmasîyên civakî ê sedsala 20’a baþ tesbît
kiribu. Ne tenê di civata kurda da, bi giþtî di civatên misilmanan da yên ku
zanistên olî bi tenê dixwendin, zanistên nujen piçûk didîtin û yên ku
zanistên nûjen bi tenê dixwendin, zanistên olî piçûk didîtin. Ev nexweþîyên
îro jî sed heyf û mixabin hê ranebîye. Heke projeya Mele Seîd biketa
pratîkê, îro ev belabûn û tevlîhevîya civakî pir kêm bibûya. Îro di civatên
misilmana da hevûdin neqebûlkirin, fundementalizm (esebîyet ,teterrûf)a
fikrî wek problemekî giran li benda çareserîyê ye. Hê jî sekûlerîzma ku
welatên rojava di civatên xwe da piþtî Martîn Luther pêk anî bûn, wek
modelekî alternatîf tê dîtin. Yanî nexweþî hê baþ nehatîye teþxîskirin.
Mele Seîd navê projeya xwe “Medresetûz Zehra” danîbû. Mele Seîd digel
xebatên xwe yên qonaxa Walî di þikeftekî ku di nava keleya Wanê da bû dersa
telebêyên xwe dida. Ev þikeft di nava gelê herêmê wek þikefta Xorxorê tê
naskirin. Rojekî walî yê Wanê Tahir paþa nûçeyêkî ji rojnamê jê ra xwendibû.
Di nûçeyê da karbidestê ingîlîzî Gladstone tevî Qur’ana pîroz hatibû kursîyê
û waha gotibû: “Heyya ku ev Qur’an di destê misilmanan da be, em nikarin bi
ser wan kevin. An emê Qur’anê ji holê rakin an jî emê misilmana
ji Qur’anê dûr bixin.” Ev gotin rûhê Mele Seîd tevlîhev kiribû, di mejî û
dile wî da firtineya rakiribû û piþt ra va gotina xwe ya dîrokî gotibû: “Eze
jî dinyê ra îsbat bikim ku Qur’an wek tavekî bêdawî natemire û nayê
temirandin.”
Sîyseta Paytextê û Mele Seîd
Fikr u ramana projeya Medresetüz Zehra wî gelek anîbu heyecanê. Li bêdlisê u
li her du þeqayên bêdlîsê,li dîyarbekir u wanê jibu kurda zanîngehên
fermî... Lê jibu pêkanîna vê projeyê bêguman dibê serî li karbidestên
dewletê bixista. Lewra finansekirina vê projeyê evê dewletê bigirta ser
millê xwê. Ji ber vê yekê berê xwê dabu payîtexta Osmanîya Ýstenbol (Yildiz
sarayi)ê. 1907`da Mele Seîd li ser rîya Trabzonê, ji wederê jî bi kelekê
hatibu Ýstenbolê. Daxwaznameya ku amade kiribu pêþkeþî karbidestên dewletê
dike. Lê karbidestên dewletê wî liser pîya pêþwazî dikin u bi awayekî bê
rumet pêra diaxivin: "Ev fermana padîþahe. Dibê ku tu hema vira terk bikî u
vegerî cîyê ku ji wê derê hatî." Mele seîd jî liser binçeng(koltuk)ê rudinê,
pê davê ser pêyekî u waha bersiva wan dide: "Ez jibu ku bîr u bawerîya xwe
di jîyanêda biserxînim hatime vira. Tu hêzekî beþerî nikare min jivê derê
derxe." Qederê sê seet li wê derê jiwanra nesîhet dike u daxwaznameyê dide
destê wan. Rayedarên dewletê li hember vê xwesteka Mele Seîd þaþ mabun. Red
kirina vê projeyê ji qebulkirina wî hê zortir bu. Loma her tim wî dixwestin
bi gotinên vala mijul bikin. Mixabin di encamêda Mele Seîd avêtine
timarxanê. Di timarxanêda xwestine ku bi riya bijîjk(doktor) an rapora
dînîtîyê ji Mele Seîdra derxin. Bi vî awayî li ber çavên gel rumeta Mele
Seîd evê daxistana. Heke dînîtîya mele Seîd bihata îsbat kirin projeya
zanîngehê evê biketa avê u evê serê wan jî ji Mele Seîd rehet bibîya.
Heyetekî bijîjka dicivin ku Mele Seîd sehêt(kontrol) bikin. Mele Seîd guhdar
dikin, paþîyê raporek dinivîsinin: "Heke qasî niqutekî dînîtî di Mele Seîd
da hebe di dinyêda mirovekî bi akil tineye."Piþtra Mele Seîd ji timarxanê
diþînin girtîgehê. Di girtîgehêda Þefiq paþa jêra 1000 kuruþ pere teklîf
dike u jêra waha dibêje: "Silavên padîþah jitera hene ev 1000 kuruþ jî
jiteraye. Pêþnîyara projeya weya vekirina zanîngehê di rojeva civata wezîra
(bakanlar kurulu) daye. Divê zaningehêda bi 30 lîra mehane winê bibin rektör
u mehaneya we jî, ji nehava destpê dike."
Lê Mele Seîd têgihijtibu ku ev jibu bêdengmayîna wî berdêlekîye. Loma vê
xweþkirina Þefîq paþa qebul nekiribu u jê xwestibu ku carekî ewil bi
padîþahra biaxive an hevdîtine kî çêbike.
Li îstanbolê li taxa þekercî xani dima. Li ser derîyê xanîyê xwe waha
nivîsandibu: "Livê derê bersiva her pirsî tê dayîn, her mesele tê çareser
kirin lê pirs ji ti kesî nay kirin." Bi vî awayî bala gelê Îstenbolê
kiþandibu ser xwe. A didîya ji bi vî awayî ji alim u sîyasetmedarê
Îstenbolêra dixweste meydanê bixweyne.
Ev banga Mele Seîd di demekî kurtda di nava payîtexta Osmanîyada bela bibu.
Alim, muderris, sîyasetmedar, xwendevan indî behsa vê meleyê xerîb dikirin.
Di demekî kinda gelek mirov di civata Mele Seîd top bibun. Rayêdarên dewletê
ji vê yekê nerhet bibun u ketibun þik u gumana. Loma Mele Seîd çend cara
girtibun u wi avêtibun girtîgehê.
Wî îndî baþ fehm kiribu ku dewlet bi îstîbdadê tê birêvebirin. Dema ku di
hepsêdabu meþrutîyeta didîya hatibu dîyar kirin.
Dema birêvebiriya Abdulhemidê duwemîn bi hinik teybetîyan tê naskirin. Li
hember welatên rojava siyaseta panislamist(ittihadi islam) meþandiye,lê divê
hengameda li hundir gelek bi zordestî tevgeriyaye. Loma navê "Sultanê sor"
lê hatibu kirin. Di siyaseta xweya hundurînda biserketiye. Lewra 33 sal bi
serê xwe Ýmparatorîya osmanî birêve biribu. Lê di sîyaseta derva ewqas biser
neketîye.
Li hember zexta welatên rojava mecbur mabu ku sîstema parlementer
bipejirîne. Çawa ku tê zanîn piþtî þoreþa fransizî li rojava tevgerên
netewebuyîn u lîberalîzmê destpêkiribun. Pêlên tevgerên sîyasî yên
netewebuyînê piþtî þoreþa fransizî bela bibun. Sîstema monarþîyejî li rojava
hildiweþîya. Hêdî hêdî vîya bandora xwe liser dewleta osmanî u welatên ku
dibin birêvebirîya osmanîya dabun jî dikir.
Cara ewil sîstema parlementer(1.meþrutîyet) 1876́da hatibu dîyarkirin. Lê
temenê vê sîstemê pir dirêj dewam nekiribu. Padîþah jiber rexnekirina
sulteya xwe tirsîyabu u vê meclîsê zu girtibu. Cara didîya 1908́ada sîstema
parlementer (2.meþrutîyet) tê diyarkirin. Divê meclîsêda yên ku ne
misilmanbun jî, mafê temsîlkirina xwe kiribun destê xwe. Bivî awayî padîþah
bawer dikir ku evê hindikayîyên ne misilman hê xweþtir birêve bibe. Lê jiber
ku pêlên tevgerên neteweperestî bi teybet li balkana xurt bubu ev proje zede
bandora xwe nîþan nedabu. Piþtî diyarkirina meþrutîyeta didîya di
hilbijartinanda partîya îttîhat terakkî hatibu serê birêvebirîyê u
Ebdulhemîdê duwemîn ji text hatibu xwarê.
Li payîtexta wê demê gelek rêxistin u komelê yên azadîxwaz çêbubun. Mele
Seîd hêdî hêdî bivan rêxistin u komelêyanra têkîlîyê xwe xurt dikir.
Kurdîstan tealî cemîyetî, îttîhadi Muhemmedî cemîyetî jivan rêxistina bun.
Xwe kiribu endamê van rêxistina. Mele Seîd rastîyê li kê derê bidîta
piþtgirîya wî dikir. Bi gotinekî din rastî li kêderê bîya Mele seîd li wê
derê bu. Rêxistin u mirovên ku piþtgirîya wan dikir dema ku þaþîtî bikirana
wan di cîda rexne dikir. Li dijî wan radiwestîya. Rastîyê fedayê
berjewendîyên kesa an partîya nedikir. Ev yek di jiyana wîya sîyasetêda pir
aþkereye. "Min her du jîyana xwe kirîye destekî xwe. E ku bi jîyanekî tenê
be, bira ney pêþîya min."
Ýttihat terakkî jî, serîda li dijî istibdad(monarsî u despotizm)ê jibu
azadîyê bangawazî dikir. Jiber vê yekê Mele seîd jî bi hêvîyaku ji kurdara
berjewendîyekî bîne piþtgirîya tevgera vê partîyê kiribu. Paþîye jiberku
îttîhat terakkî jî muxalefetê bi zordestî eciqandibun u ketibun bin bandora
masona pistgirîya xwe jivê partîyê jî birîyabu. Dema ku cîyê wî bê emê dîsa
liser ve mesêlê rawestin.
Meþrûtîyet û Bûyera 31ê Adarê
Piþtî dîyarkirina meþrutîyetê partîya îttîhat terakkî bi slogana azadîyê
hatibu serê birêvebirîyê. Mele seîd didijberîya îstibdadê an didijberîya
Ebdülhemîde duwemînda xwe di enîya îttîhat terakkîda dîtibu. Lê ev
beramberî, heyya cîhekî dewam kiribu,lewra tiþtêku îttîhat terakkî li dijber
derdiket neha ew bixwe wî tiþtî dikirin. Vê helvesta xwe paþîye waha anîye
ziman: "Ez jiwan veneqetîyam, ew jimin veqetîyan,ketin çehltikan. Dema ku ez
di siratê müstekîmda dimeþîyam demekî biminra meþîyan piþtra hinekî wan bun
fasiq hinekî wan bun muürted hinekî wan jî bun mücrîm u jimin veqetîyan. Lê
ez hê jî di rîya siratê müsteqîmêda berdewamim."
Dema ku meþrutîyet(sistema parlementer) hatibu dîyarkirin hem tirk hem jî
kurda di qebulkirina vê sîstemêda dijwarî kiþandibun. Hetta hineka
xwedênegravî jibo xwedî derketina þerîetê li hemberî meþrutîyetê derdiketin.
Mele seîd divê demêda hewl daye ku ji gelra nebaþîya istibdadê u baþîya
meþrutîyet(sistema parlementer) ê þîrove bike. Di rojnameyanda bi nivîsên
xwe xwestîye ku þerîetu meþrutîyetê nêzîkê hev nîþan bide. Jibo vê yeke bi
eþîrên kurdarajî ketîye têkilîyê u xwestîye wan jibu qebulkirina meþrutîyetê
iqna bike.
Lê nerazîbunên lidijî birêvebirîya îttihat tereqqî gihîstibu qonaxa dawîyê.
Lewra nav u sloganê birêvebirîyê xweþ bun lê hundirê wî wala bu. Sala 1909´a
3 yê meha adarê li dijî birêvebirîyê serhildan destpê dike. Ev serhildan 11
roj dewam dike. Piþtra dibin fermadarîya Mehmud þevket paþa kargerîya
pihêtkirî(sikiyönetim) tê dîyarkirin. Serekeyê vê serhildanê yek bi yek
hatine darda kirin.
Mele seîd tevlî vê serhildanê nebubu. Bixwe jî liser vê buyerê serhildanekî
armanca wî ne dîyar u þîroveya provakasyonê kirîye. Lewra hineka dixwestin
ku zordestîya îttihat tereqqî bê rawestandin,hinekê ku ji þerîetê fehm
nedikirin slogana þerîetê dawêtin,hineka dixwestin ku Ebdulhemîdê duwemîn
vegerînîn serê birêvebirîyê,hineka dixwestin ku katilê Hesen fehmî beg
bibînin,hineka jî dixwestin ku cihê wekîla bê guhartin.
Her çiqas Mele seîd tevli vê buyerê nebubejî dîsa hatîye girtin u bi dijber
buyîna birêvebirîyê hatîye sucdar kirin u bi dardakirinê hatîye dadgehkirin.
Lê wî bi merxasîyekî mezîn xwe parastîye. Ev parêzname piþtra bi navê
‘dîvani herbî örfî’hatîye çapkirin. Piþtî dadgehkirinê ji, heyya taxa
beyazîdê bi slogana "ji zalimara bijî cehennem" meþîyaye.
Di nava parêznameyê da hinik îfadeyên balkêþ derbas dibin:
"Kermêþên neha (birêvebirîya ittihat tereqqî)min ne bi zorê bi mihebbetê
karin bikin müttefîqê xwe. Sal u nîvekîye ez livê derê jibu ku li welatê xwe
zanîngeha bidim çêkirin dixebitim. Piranîya gelê istenbolê bivê yekê
agahdare. Heke meþrutîyet ji zordestîya komekî pêk tê u tevgera li dijî
þerîetê be bira ins u cin tev bibin þahid ku ez murtecîme."
Her çiqas Mele seîd xwestibe ku birevebirîya îttîhat terakkî jibu
berjewendiyên kurda bikar bîne herwaha wan jî xwestine ku Mele seîd li
hemberî kurda wek pirekî bixebitînin. Lê ev nayê wê wateyê ku mele seîd
dibin ferman u xwesteka wan da maye. Lewra gotin u helwestê wî yên li dijî
birêvebirîyê aþkere niþan didin ku liser neheqîyê biwan ra tevnegerîyaye.
Di havîna 1910´da dîsa bi rîya behrê çîyê trabzonê ji wê derê jî vegerîyaye
kurdistanê bajarê wanê. Piþtî çend mehê ku li wanê derbas kiribu dest bi
gera xweya kurdistanê kiribu. Çolemerg,Bêdlîs, Mus,Amed,Mêrdîn u li Riha yê
gerîyayê u bi eþîrên kurdara giftugohên meþrutîyet,azadî u kanunê
esasî(anayasa) kirîye. Jibu ku kurd, ji baþîyên vê sistemê istîfade bikin
jiwanra þîreta kirîye. Piþtra van axaftinên ku bi eþîrên kurdara pêk anîbu
dibin navê "reçetetül ekrad" da çap kirîye.
Li ser vexwendina alima diçe Þamê. Li Þamê di mizgefta Emewîyê Xutbeyekî
navdar dixweyne. Divê xutbeya xweda liser pirsgirêkên sîyasî, aborî u civakî
yên cîhana îslamê radiweste u rîyên çareserîyê jivan pirsara nîþan dide. Ev
xutbeya wî dibin navê "xutbei þamîyê" hatîye çapkirin.
Ji Þamê carekî din jibu ku projeya xweya Medresetüz Zehra bi Sultan Reþad ra
giftugoh bike biryar dide ku here îstenbolê. Ewilî diçe beyrudê. Jiwê derejî
bi rîya behrê tê îstenbolê. Li îstenbolê tevlî pîrozbahîyen duwemîn
salvegera derketina Sultan Resat ser text dibe. Di rêvîtîya padîþah a
rumelîyêda liser navê bajarê kurda tevlî rêvîtîya padîþah dibe. Kafîle ji
îstenbolê bi rîya behrê hatîye selanîkê jiwê derê jî hatiye üsküp´ê
payîtexta eyaleta kosovaya wê demê. Li uskup´ê Sultan bingeha projeya
zanîngeha usküpê avêtîye. Piþtî demekî kin bi derketina þerê balkanê ev
proje hatibu rawestandin. Mele seîd ji Sultan Reþadra pêþnîyara ji üsküpê
zêdetir ,giringîya pêwîstîya zanîngehekî waha ji Kurdistanêra kirîye. Ev
xwesteka Mele seîd ji teref birêvebirîyêva hatibu pejirandin. Piþtî ku
biryara piþtgirîya projeya Medresetüz Zehra ji birêvebirîyê distîne vedigere
diçe kurdîstanê bajarê wanê. Bingeha projeya Medresetuz Zehra di havîna
1913´da bi pîrozbahîyekî ku Walîyê wanê Tahir paþa u karbidestên fermî jî
tevlî bubun li keraxê gola wanê Atremît´ê tê avêtin. Lê vê carê jî bi
derketina þerê cîhana yekemîn ev proje tê rawestendin.
Em werin ser îddîa yên tekilîya teþkîlatê mexsusa u Mele seîd. Berîya wî
divê ku mirov teþkilatê mexsuse nas bike. Ev rêxistin 1913´da ji teref Enwer
paþa yê ku wezîrê parêzvanîya osmanîya bu hatîyê damezrandin. Armanca vê
rêxistinê jibo berjewendîya dewletê berhefkirina nuçeya u lidarxistina
çalakîya bu. Neha di tu berhemekî Mele seîdda gotinekî ku ew endamê vê
rêxistinê bîye tineye. Awê ku me Mele seîd nas kirîye ne mirovekî wusa bîye
ku ji kirinê xwe þerm u fedî bike u vîya veþêre an bidizî bihêle.
Divê meseleyêda hinek îddîa hene. Lê dibê xwedîyê îddiayajî baþ bêne
naskirin. Xwedîyê vê îddîayê yek Necmeddîn þahînere. Ê didîya jî Cemal
kutaye. Ligora ayeta þeþa a sureya hucurate "Heke jiwera fasiqekî nuçeyekî
anî lê bikolin.Dibe ku bivî awayî binezanî wun liser qewmekî neheqî bikin u
paþîyê jî liser kiryarê xwe poþîman bibin."Nuçe u gotinên mirovên derewkar u
fasiq neyê itibar kirin. Her çiqas Cemal kutay bixwe îddîa kiribe ku Mele
seîd di heyatêda zîyaret kiribe jî paþîyê bi devê xwe vê îddîayê derew
derxistîye. Pirtukên ku Necmeddîn þahîner u Cemal kutay liser jîyana Mele
Seîd nivîsandine bi gelek þik u gumana tijene. Xeber u îddîayên bê
îsnad....Mýstefa kemal jî endamê rêxistina îttîhat terakkî bu. Pêþnîyara
wezîrî u vaiztîya umumî li Mele seîd kiribu. Heke mirovê teþkilatê mexsusa
bîya dibê vê pêþnîyarê neziviranda.
Þerê Cîhanê a Yekemîn û Dîl Ketina di Destê Rûsan
Sala 1914 a þerê cîhana yekemîn bi mebesta hevparîkirina dinyê di navbera
Îngiltere,Rusya Fransa u li alî dînjî Almanya ,Avusturya-Macaristan
,Bulgarîstan u dewleta Osmanî þer derdikeve. Welatên mîna
Îngiltere,Almanya,Ýtalya,Fransa jibu bazar u kolonîyên xwe zêde bikin ji mêj
va dixebitîn. Îndî ev herb jibu vê yekê bubu fersendekî baþ. Birevebirîya
îttihat tereqqî jî di bijartina alîgirtina enîyêda bi dudilî tevdigerîya.
Paþîyê bi xwesteka Enwer paþa Dewleta osmanî di enîya Almanada dikeve þerê
cîhana yekemîn.
1 ê çirîya paþîn 1914 bi ketina artêþa Rus erdê Beyazîdê, enîya kafkasê li
hemberî Rusa di erdê kurdada vedibe. Rusa dinava salekîda Van, Muþ ,Bêdlîs
piþtî 1916 jî Erzirom,Erzincan,Trabzon, Bayburt u Gümüþhanê dagir kiribun.
Jorê bakurê kurdistanê hema hema bi temamî Rusa dagir kiribun.
Mele Seîd jî digel telebeyên xwe jibo parastina kurda li dijî Rusa ketibu
þer. Kurd di þerê cîhana yekemînda ne xwedî enîyekî serbixwe bun. Jiber vê
bunê jî ji xesarê pêva ti tiþtekî bidest nexistine. Mele Seîd ji þerkirina
li dijî dagirkirina Rusa stratejîyekî baþtir nedîtibu
Loma di enîyêda wek fermandar bi xîretekî pir mezin bi teybet di xetta Van u
Bêdlîsêda li dijî Rusa þer kirîye. Her tim di sef ên pêþî da bîye u jibo
cesareta telebe yên xwe geþ bike zêde neketîye kozik (mewzî) ê. Di bin
mercên ku perçe yên þerapnêla diketin derdorê wî, xwe carnajî bi nivîsandina
tefsîre mijul dikir. Tefsîra xweya "îþaratul îcaz" di dema vî þerî bi kurdî
nivîsandîye.
Di parastina bajarê Bedlîsê gelek telebê yên wî þehîd bubun. Þevekî ku
dixweste xetta Rusa derbas bike mecbur mabu ku ji ser qenalekî avê xwe
bavejê derbasî alî din bibe. Qenala avê fereh u bilind bu. Divê hengamêda
pîyê wî þikestîye u sî seet di avêda maye. Piþtra ji teref leþkerên Rusa dîl
hatîye girtin. Karbidesten Rus wî ji kurdistanê diþînin Kosturmayê. Li
qosturmayê li baregeh(qamp)a dîla digel serbaz ên dîl dimîne. Abdurrehîm
Zapsu serpêhatîyekî wîyê li baregeha qosturmayê paþîyê waha neql kirîye.
Rojekî Serfermandarê giþtî yê Rusya Nîqola Nîqolevîç dixwaze ku baregehê
teftîþ bike. Tevî not hev serbazê Alman hemu dîl radibin ser pîya. Lê Mele
Seîd ji cîyê xwe ranabe. Ev bala Serfermandar Nîkolevîç dikþîne. Loma sê car
jiber Mele seîd derbas dibe. Dibîne ku Mele Seîd rewþa xwe naguhure, bi rîya
vergerekî jê dipirse.
-Gelo min nas nake?
Mele Seîd:
-Belê wî baþ nas dikim. Nîqola Nîqolevîçe. Serfermandarê Artêþa Ruse u
birazîyê Çare.
Liser vê gotinê Nîqolevîç hêrs dibe:
-Wusabe çima ranabe ser pîya?
Mele Seîd:
-Ez alimekî misilmanim, li gora bîr u bawerîya xwe dibê ku ez li ber
mirovekî ku dilê wîda îman tinebe ranebim u îzzeta dînê xwe biparêzim. Heke
ez rabim ezê li dînê xwe heqaretê bikim.
Liser vî gotînî Serfermandar:
-Wê çaxê hema wî bidin dîwanê herb(dadgeha leþkerî)ê. Lewra wî limin u li
artêþa min heqaretê kiriyê, wan tekfîr kirîye.
Piþtî dadgehkirina Mele Seîd biryara gule barandina wî tê stendin. Serbazên
Alman jê dixwazin ku ji serfermandar lêborîna xwe bixwaze. Lê Mele Seîd jî
waha bersiva wan dide:
-"Biryara dardakirina wan ji bu min dibe rêyekî ku herim axîretê u bigihîjim
hinik zatên ku jiwan pir his dikim." dibêje u xwesteka wan qebul nake.
Mangeyekî leþker têne ku erka xwe bînin cî. Nîkolevîç jê dipirse xwesteka
teya dawî heye an na. Mele Seîd jî jê dixwaze ku limej bike. Desmêj digre u
limêja xwe dike. Li hember vê dîmenî Nîqolevîç pir dilnerm dibe. Vedigere
Mele seîd :
-Neha min bawer kir ku we wî tevgerî ji bawerîya xwe kirîye. Min
bibexþînin,lêborîna xwe dixwazim." dibêje u fermana dardakirina wî radike.
Li baregehê destura ku li mizgeftekî taxa Tatara bi kefalet bimîne stendibu.
Mele Seîd li mizgefta keraxê çemê Volgayê hem melletî dikir hemjî þîretên
îman u îslamê jiwanra dikir. Dîl mayîna wîya li qosturmayê fersenda ku fikr
u jîyana xwe seranser ji ber çava derbas bike dabu destê wî.. Cîhanê ruyê
xwe diguhazt. Dek u planê welatên bîyanîya kûr u berfereh bun. Felsefeya nu
ya cîhanê materyalîzm u rengê jîyana nu kapîtalîzm misilmana gelek dixiste
tengasîyê. Bi gotina Mele Seîd îþaretên kû îndî evê bixwejî destbi jîyanekî
nu bike xwe biguhezîne divê esaretêda destpê dike.
1917 da li Rusya serhildan u tevlîhevîya civakî berîya þoreþa bolþewîka
destpê kiribu. Bivê þoreþê rejima Çarîtîyê hilweþîyabu,bolþewîk hatibun serê
birêvebirîyê. Bi alîkarîya vê tevlîhevîyê ew jî ji baregehê fîrar kirîye. Ji
qosturmayê li ser rîya petersburg, Varsova, Berlîn u Vîyana yê tê Istenbolê.
Dîl mayîna wîya 2 sal u nîv bivî awayî diqede.
1918 da demaku tê îstenbolê bi eleqeyekî mezin tê pêswazî kirin. Rojnameya
Tanînê hatina wîya îstenbolê ji rupela yekemîn wek nuçe dide.
Li îstenbolê ji teref sultan Vehdeddîn nîþana "Mahrec Mevleviyyetî" jêra tê
dayîn. Dereceya vê nîþanê di Osmanîyada ji alimêku piþtî müderrisê yekemîn
bu ra dihatê dayîn.
Lê Mele Seîd ji gelemþeya þer u sîyasetê dixweste ku xwe dur bihele. Li
xanîyê ku li Çamlicayê bi cî bubu berhemên xweyê "Nokta","Sünuhat", Þuaat",
"Rumuz", "Tuluat", "Katre", "Hakikat çekirdekleri", "Habbe", "Zerre" u
"Þemme" nivîsandîye u tevî tefsîra ku di herbê da nivîsandibu livê derê çap
kirîye.
Sadriazam Helim paþa jêra erazîyekî mezin u koþkekî dixwaze dîyarî wî bike.
Lê mele seîd çawa ku xelata Ebdulhemîdê duwemîn qebul nekiribu vê xelatê jî
qebul nekirîye.
Sîyeseta Brîtanya û Rajîma Nû ya Enqere
Li Îstenbolê bubu endamê "Darul hîkmetil Îslamîyye"(navenda zanistên îslamî)
.
Piþtî þerê cîhana yekemîn di navbera alîyanda agirbesta Mondrosê hatibu îmze
kirin. Piþtî agirbestê payîtext îstenbol ji alî îngilîza 13 ê çirîya paþîn
sala 1918 hatibu dagirkirin. Ne tenê îstenbol di heman demîda kurdistan jî,
ji alî îngilîz u fransizîyava hatibu dagir kirin.
Serokên eþîreten kurda jivê alozîye xwestine îstîfade bikin. Lê li hember
alîkarîyê, ji îngilîza bersiva dewsandin u êrîþa ser hêzên kurda stendibun.
Tevgera Þeyx Mehmudê Berzencî ji alî hêzên îngilîza bi xweyn hatibu
dewisandin. Herwaha li hember Kalê Mele Mistefa Berzanî Þeyx Ebdisselam u li
hember malbata wan jî, biheman rengî tevgerîyabun.
Þeyx Ubeydullahê ku 1880 yan da li hember osmanîya alîkarîya Îngilîza
xwestibu bê bersiv mabu. Xwesteka serhildanê li dijî osmanîya a Kurê Þêyx
Ubeydullah Seyyid Ebdulqadirê sazumankarê "kurdîstan tealî cemîyetî", ji alî
îngîliza bi awayekî erênî nehatibu qebul kirin. Di peymana lozanêda mebesta
îngilîza liser kurda jixwe aþkere dîyar bubu. Welatên ereb jî ji osmanîya bi
alîkarîya îngilîza piþtî þer veqetîyabun.
Hîcaz,Yemen,Iraq,Surîye,filistîn, Lübnan u Misir ji bin desthilatdarîya
osmanîya derketibun. Li iraqê ingilîza li gora berjewendîyen xwe ahengekî
pêk anî bun. Loma daxwaza azadîya kurda jibu wan zêde ne biqîymet bu.
Divê demêda Mele Seîd li istenbolê li dijî sîyaseta Îngilîza tevgerîyaye.
Îngîlîza li îstenbolê raya giþtiyekî xurt jibu sîyaseta xwe pêk anîbun.
Hetta komeleyekî bi navê "Îngilîz muhîpler cemîyetî" li paytexta osmanîya
ava kiribun. Jibo serokatiya rumetî (fexrî) a vê komelêjî Þeyxül îslam
Mistefa Sebrî efendî hatibu hilbijartin.
Mele Seîd jivê yekê gelek nerhet bubu. Loma li dijî sîyaseta îngilîza
pirtuka binavê "xutuwatê sîtte" nivîsandîye u çap kirîye. Li ser vê yekê, ji
alî fermandarê îngilîz Harrington sax anji mirî biryara fermana girtina wî
hatibu stendin. Li hember vê biryarê her tim cîyê xwe jibo neyê girtin u
nekeve destê wan guhartîye u vê pirtuka xwe bela kirîye.
Gelo tevgera Mele seîd a li hember mayîna sîyaseta Ingîlîza jiber sedemên bi
tenê îslamî bun an ne piþgirtina îngilîza sîyaseta kurda bu(faktora
neteweyî)? Di pirtukên Mele Seîd da wusa xuyaye ku bi giranî hestên olî anjî
faktorên dînî dibê bubin sedem ku lihember sîyaseta îngîlîza tevbigere.
Lewra wê demê bi awayekî aþkere li dînê îslamê heqaretê dikirin u hemu
misilmana piçuk dixistin. Lê dibe ku faktora neteweyî jî divê tevgera wîda
rolekî giring leyîstibe.
1922 yan da li Enqerê meclîsa nu vebibu. Gelek cara meclis Mele Seîd
vexwendibu Enqerê. Piþtîku hinek dostê wî yên kevn mîna Tahir paþa yê Walîyê
Wanê ku wî vedixweynin, ewjî indî wan naþkêne u meha çirîya paþîn sala 1922
diçe meclisa Enqerê.
Li vê derê li ser daxwazîya mebûsên Diyarbekir u Bêdlîsê bi xoþamedîyekî
(xêrhatin) tê pêþwazî kirin. Piþtî demekî dibîne ku mebûs u endamê meclisa
nu bi piranî ji dînê îslamê dur ketine u dezgehekî xerab tê amade kirin. Li
hember vê yekê bi mebus u endamên meclisêra gelek danustendina pêk tîne.
Piþtra gelek mebûs bi þîretên Mele Seîd dest bi limêjê kirine. Mistefa kemal
u hinek derdor bivê yekê agah bubun u nerhet bubun.
Paþîyê Mistefa kemal jêra " Me gazî we kir ku em ji îlmê we îstîfade bikin.
Wun hatin serîda li ser limêjê wê hinek tiþta nivîsand u we
îxtîlaf(dubendî)ê kir navbera me."
Mele Seîd jî hêrs dibe u jêra "Paþa, paþa! Di kaînat(xweza)êda rastîya herî
bilind bawerîye. Piþtî bawerîyê limêje. Ê ku limêj neke xaîne. Xaîn jî di
civatêda cîyê wî tine." gotîye. Li ser vê yekê Mistefa kemal lêborîna xwe ji
Mele Seîd xwestîye u axaftinê zêde dirêj nekirîye. Projeya "Medresettüz
zehra" ya ku bi derketina þerê cîhana yekemîn hatibu rawestandin, dixweste
ku carekî din bike pratîkê. Loma, ji mêclîsêra pêþnîyara zagona zanîngehê
amade kirîye u pêþkeþî meclîsê dike. Ji 200 mebûsan bi erê kirina raya 163
mebûs ev proje wek zagon tê pejirandin.
Mele Seîd bi rejîma nura bi xebatên sîyasî tê gihîþtibu ku tu encamekî erênî
nagre. Zivirandina wana ser rîya rast, ji Mele Seîd ra gelek dur xweya
dikir. Loma biryar dabu ku vegere kurdistanê. Mistefa kemal u hevalên wî
jêra pêþnîyara heke li Enqerê bimîne bi 300 lîra mehane Vaiztîya umumi a
kurdistanê u mebûstîyê kiribun. Lê Mele seîd ji sîyaseta Enqerê pir nerhet
bubu u baþ zanibu ku ev pêþnîyar ne jibu xêra wî u gelê kurde. Jixwe
meqam,pere u nav jêra ne ewqas giring u watedar bun. Sala 1923 ya meha
gulanê ji Enqere ya ku bi dek u dolabên sîyaseta qirêj tije bu, vedigere
diçe bajarê Wanê.
Li Wanê çendekî li mala birayê xwe Ebdilmecîd u mizgefta Norþînê dimîne.
Piþtra li ser çîyayê Erekê li dêrekî ku bê xwedî mabu jixwera wek cîyê
mayînê dixebitîne u li vê derê dersa telebe yên xwe dide.
Serhildana Þêx Sedî û Nefîy Kirina Bûrdurê
Piþtî dîyar kirina cumhurîyetê kurd têgihîþtibun ku hatine xapandin. Loma bi
her awayî bidizî an aþkere nerazîbunên xwe anîne ziman. Mistefa kemal berîya
ku cumhurîyetê ango rejîma nu ya enqerê ava bike di namedor (tamîm) a
Amasyayê (1919) u Kongreya Sêvazê (4 îlon 1919) u Erziromê (23 tîrmeh 1919)
Þêyx u serokê eþîretên kurda civandibu u jiwanra soza "Heke em bîyanîya ji
welatê xwe dur bixin emê piþtra bihevra birêvebirîyekî hevbeþ saz bikin"
dabu. Di zagona teþkilati esasîye (20 çile 1921) da muxtarîyetekî hindikbejî
di fermîyetêda hatibu ziman u erê kirin. Ev soz heya ku hêzên bîyanî bi
alîkarîya kurda tê dur xistin u vala kirin dewam dike. Piþtra qertekî din ji
kurdara tê nîþan dayîn. Ango sozên Mistefa kemal ji taktik u xapandinê wêda
neçune.
Bi peymana lozanê kurd derbeyekî xurt ji hêzên bîyanîya dixwarin. Bi peymana
Sewrê her çiqas ji kurda ra derîyê muxtarîyetê (xwe birêvebirinê) vebube jî
hêzên ku vê peymanê îmze kiribun jî baþ dizanibun ku bivê awayî kurd ti
tiþtekî bidest naxînin. Li gora peymana Sewrê evê li bajarê kurda referandum
bihata çê kirin. Hêke di encama referandumêda bihata erê kirin hê evê kurd
karibuna xwe birêvê bibin. Lê ji xwe bendên vê peymanê jî, jiber serkeftina
tirka di þerda neketibunê pratîkê.
Peymana Lozanê indî dawî liser rîya çareserîya pirsa kurd a navneteweyî
anîbu. Di konferansa Londrayê (21 sebat 1921) da nunerên kurda tevlî vê
civînê nebune an jî rê nehatîye dayîn ku tevlî vê civînê bibin. Loma jî
behsa mafên kurda divirda nehatîye kirin. Berîya konferansa Londra yê bi
salekî di konferansa Parîsê (20 çirîya paþîn 1919) da her çiqas Þerîf paþa
wek nunerê kurda tevlî vê konferansê bube jî jiber ku ji alî hemu kurdanva
nedihate qebul kirin u beramberîya wîya digel nunerê Ermenîya Nubar Bogos
paþa buyê sedemê ku ev konferans liser kurda bê bandor bimîne. Ermenî di
þerê cîhana yekemînda digel hêzên Rusa êrîþê ser bajarên kurda kiribun.
Helbet kêmasîyên kurdajî divê gelemþêyêda çêbune. Sedema didîya ku ev
konferans li ser kurda bê bandor maye eve; Ermenîya liser þeþ bajarên kurda
(Erzirom,Bêdlîs, Van, Eleziz, Dîyarbekir,Sêwaz) daxwaza erd an ji
muxtarîyetê dikirin.
Mele Seîd jî nameyekî ji Þerif paþa ra þandiye u têda "Belê em fikru ramana
muxtarîyet (xwe birêvêbirin) a kurda qebul dikin lê zeman neha hê ne
miseîde" gotîye u beramberîya Þerîf paþa digel Nubar bogos paþa jiber her du
sedemên ku li jorê hatine jimartin ne rast dîtîye.
Derî li ser kurda hatibun girtin u çar havirdor li kurda hatibu tengezar
kirin. Jibu alîkarîya daxwaza azadîya kurda ne Rusya ne Brîtanya u ne jî
hêzên bîyanî yên din sînyalekî erênî nedidan. Kurd bi qedera xwe u bi hêzên
ku li ser wan desthilatdar bun rubiru hatibun hiþtin.
Piþtî dîyarkirina komara nu, birîvebirîya nu rengê xwe guhartibu. Ji kurdara
ti tiþtekî erênî tinebu. Di elenîya dînê îslamêda jî gelek biryar dihatin
stendin.1924 ada xîlafet hatibu ra (îlga) kirin. Piþtra dadgehên þer´î jî
têne rakirin. Tîpên klasîk an alfabeya latînî diket dewsa elifbaya erebî. Bi
zagona kinc u qiyafetê di dewsa egal u þalwarêda foter u kincên rojava dibê
bihata lixwe kirin. Ji gelê kurd u gelên dinêra reformên komîk dihate ferz
kirin u ev wek pêþdaketin u pêþverutî ji raya giþtîra dihate lanse kirin.
Tiþtên ku li paytexta nu di qewimîn liser raya giþtîya kurd jî bandorekî
xurt dikirin. Li gora konsepta nu ya rejîma enqerê nijadperestîya tirk
dihate pêþda xistin u mafên gelê kurd u kêm neteweyên dinê ku dibin
desthilatdarîya tirka dijîyan dihate inkar kirin. Parola ya "yek ziman ,yek
dewlet,yek al,yek sînor" bivê rejima nu hatibu pêþda xistin.
Ji kurdara jibu gîhaþtina armanc u mafên xweyên mirovahî u netewî ji
serhildane pêva ti tiþtekî nemabu. Ji sazumankarê komeleya Azadîyê Xalid
begê cibrî u Mebûsê Bedlîsê Yusif ziya beg rexistina xwe piþtî serhildana
Beytüþþebabê (3 îlon 1924) xurtir u geþtir dikirin.
Li gora Niviskarê pirtuka "çavkanîyên neteweperestîya kurd u serhildana Þêyx
Seîd" Robert Olson birayê Seîdê kurdî Ebdülmecîd jî berpirsîyarê rêxistina
Azadî ya Bedlîsêye. Rejîma Enqerê ji kar u barên rexistina Azadîyê agahdar
bubun. Loma her du pêþengên rêxistine Xalid begê cibrî u Yusif ziya li
Bêdlîsê tên girtin. Piþtî dardakirina Xalid begê cibrî u Yusif ziya li
Bedlîsê, Þêx Seîd bibu serokê hêzên kurda. Ev yek-serokatîya Þêyx Seîd- dibê
di kongreya rêxistina Azadiyêda hatibe qebul kirin.
Þêyx Seîd hêzên kurda veqetandibu 5 enîyê sereke u fermandarê van enîya jî
waha dîyar kiribu. Enîya bakur: Þêyx Ebdullah,Enîya Xarpêtê: Þêyx
Þerîf,Enîya Erxenê: Birayê Þêyx Seîd Þêyx Ebdirrehîm, Enîya Dîyarbekir:
Heqqî Beg, Enîya Farqînê: Þêyx Semseddîn.
Li gora nivîskarê pirtuka "Dîroka nurcîtîyê u þaristanîya îslamê" Siddiq
Þeyxanzade ,Mele Seîd u Þêyx Seîd li Erziromê hefteyekî bihevra civîyabun u
li ser pevajoya nu dur u direj þêwirî bun. 21 ê meha adar a sala 1925 evê li
Diyarbekir jibu miþewreyekî (hevdîtin) dorfereh hev u din bidîtana. Li gora
nivîskarê pirtuka "Serhildana kurd-îslam" Ugur mumcu jî, dîroka serhildanê
21 ê adarê sala 1925 hatibu plan kirin. Lê serhildan 5 ê sebatê li pîranê bê
hemdê xwe diteqe. Serhildan bi dîl ketina Þêyx Seîd destê tirka, nagihîje
armanca xwe. Paþîyê dadgeha leþkerî li dîyarbekir Þêyx Seîd u 46 hevalên wî
29 ê hezîranê bi darda dikin.
Dewlet 25 ê sebatê li kurdistanê rewþa awarte dîyar dike. 4 ê adar ê jî,
zogana "taqrîrî sükun" ji meclîsê tê derxistin. Li gora vê zagonê çapemenîya
ku mixalif difikirî dibê bê deng bihata hiþtin. Bi teybet rojnamê yên
Tanîn,Tewhîdî efkar,Watan,Sebîlürreþad bubun hedefa birêvebirîya tirk. Her
kes u kesayetî yên ku wek tehdîd dihatin dîtin, an evê bihata girtin an jî
bihata nefîy kirin.
Mele Seîd jî di bin çarçoveya vê zagonêda Ji çîyayê Erekê ji cîyê xwe hatibu
girtin. Ji wanê wî birinê Trabzonê ji wê derê jî bi rîya behrê wî derbasî
Istenbolê kirine. Li îstenbole 20 roj hatîye pirsîyar (sorgulama) kirin.
Hatîye gotin u nivîsandin ku -Þêyx Seîd nameyekî ji Mele Seîd ra þandîye u
bersiva em nikarin li hember misilmana þer bikin girtiye.- Lê çiqas rast
çiqas derew em nizanin. Jiber ku pelikekî dîrokî divê babetêda tuneye mirov
nikare li ser vê yekê sedî sed qeneete bîne.
Lê gelek nivîskarên Tirk hewl danê ku Melê Seîd dijberî Þêyx Seîd u aligirê
dewletê nîþan bidin. Loma iddîaya wê nameyê dibe ku paþîyê hatibe derxistin.
Lewra Mele Seîd di nefyêda dema ku kurê Þêyx Seîd tê serdana wî Þêyx Seîd bi
rehmet yâd dike u bi hürmet wek "Kekê minê mezin" binav dike. Di pirtukên
xwe dajî derheqê wan da "þehîdên rastîyê" gotîye.
Dîsa îddîaya ku li ser pêþnîyara serhildana kor Huseyîn paþa Melê seîd
bersiva "Gelê kurd heyya neha tirk birêve birine jivir u pêva jî evê tirk
birêve bibin" daye ne raste.
Lewra feqîyê Mele Seîd Mele Hemîd ê ku wê demê li balê amade bîye vê yeke
tekzîb kirîye. Lê mirov jibîr neke, yên ku van iddîya derxistine derewa ku
"Mele Seîd hevalê an pesindarê Sultan Ebdilhemîd bîye." jî derxistine.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|