|
Navdarên Kurd / Wêjeya Klasîk
Feqîyê
Teyran
Ji lêkolîna
"Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet
Alî Bedîxan-Kovara HAWAR
Feqiyê Teyran
(1590-1660) yek ji helbestvanên mezin yên kurd e.
Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê
Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê
hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta þêxê Senhanî«
û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî mewzûn
gotiye û zehf beyt û eshar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di
sihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di
tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« .
Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê
Teyran leqeba sahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî«
nik min heye.
Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye:
»Qesîda wesfê þêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev
mîr Mihemed bi navê Feqehê Teyran meþhûr e« .
Li gora vê serhê Feqehê
Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji
mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqeh min ji »Wesfê þêxê senhanî« pê ve
tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye.
Min navê »Qewlê hespê þes« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê
þes« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.
Dibêjin ko Feqehê Teyran þagirtê Melayê Cizerî bû û li ber
destên wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li
tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min
keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye.
Lê qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibêje »Heft
eyn û lam ji hev bûn cida, sîn û girî dîsa tê da« . Heke mirov ev pirsên ha
bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan
ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêsetê ye. Ji ber ko
Feqeh dibeje:
Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêsetê.
Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê
senhanî« de jî kiriye û gotiye:
Miksî ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eþqê sihtiye
Ev sihir vi þêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê
[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh ji
welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye.
Gelo leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî sahirî ve bûye. Dibêjin
ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran lê kirine.
Di vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye.
Feqehê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî kesekî hat; pev re
hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe
didan. Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqeh
dikenî. Kesê ji Feqeh pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî?
Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.
Kese: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene.
Feqeh: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu
bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min.
Kese soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû mesela xwe jê re
qise kir û got:
– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî,
yekî ji ê din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê
serê wî dê bête êþandin.
Kese deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin.
Gava gehiþtin Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, kese çû Westaniyê. Li Westaniyê
xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li
erdê fedikirîn û dipeyivîn. Kesê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko
di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikari bû cihê wê þanî bide. Mîrê
Cizîrê jî li xezînê digere.
Vê carê, kese kenî û çû nik mîr; mesela feqeh û çûkan jê re
got. Mîr þande pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para
xwe jê dixwazin.
Mîr jî sertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqeh jî çû hinek
zad anî û resand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr hatin
ser zad, zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:
– Ma kê ev zad reþandiye vê derê?
– Feqehê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê.
– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?
– Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî
ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.
Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û
piþtî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî:
Ezbenî min xezîne bi cih kir.
Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne
derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi ye bêje...
Feqeh got: Beramberê serê kesê bidin min.
Mîr got: Serê kesê bi laþê wî ve ye, em çawan beramberê wî
bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê kesê ji laþê wî vekin.
Anîn serê kesê jê vekirin û danîn ser sehînê û li milê din
hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê
kesê ne hatin.
Mîr enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko serê kesê hinde giran e,
ji lewre te ev þert bi min re kir.
Feqeh deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û çend kulm ax
avêtine þûnê. Milê axê daket, serê kesê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û
got ê:
– Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî
xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên
girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.
Ev her sê sahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqehê
Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û
dibêje:
Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimas re xerîdar
Ezê niho hin sihrên Feqehê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þexê
senhanî:
Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hiþyar bikim
Da ez ji þêx dim wesfekî
þêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
þêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe
Jor

Hemû Naveroka Beþa Çand û Huner
|