|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Berxwedana gel li dijî hêzên
mîlîtarîst rewa ye,
Þiyarîya li hember provakasyonên
rejîma Kemalîst jî hewce ye!
Bayram AYAZ/Hawar Dengûbas
Ev
hefteyek e, li bakurê Kurdistanê hêzên militarîst êrîþê xelkê me dikin. Li
dijî vê zulm û zordariya leþker û polisan xelk jî liberxwe dide. Heta nuha 14
kes bi çekên hêzên dewletê þehîd ketin. Sê ji wan zarok in. Zarokên sê
salî, þeþ salî, neh salî… Ev wahþet e, tenê rejîmên dîktator, otorîter
karin wisa dikin.
Medya
Tirk bi derewan rastiya bûyeran bermeqlûbî dike û dixwaze Kurdan gunehbar
nîþan bide. Kar û îþê televizyon û rojnameyên Tirkan ev e, dibêjin: „Kurd
terorê dikin“. Navê pkkê bikartînin. Ev jî xapandine. Tiþtê tê kirin,
karekî psîkolojîk harekatê ye, propaganda ye, dezinformasyon e.
Kes
napirse, nabêje! Kîjan dewlet dikare zaroka sê salî bikuje? Kîjan dewleta
hiqûqê dikare gule berde zarokan ? Di kîjan demokrasiyê de hatiye dîtin ku
leþker û polis çek û sîlah bi ser xortan re bireþînin! Vaye Fransa, çend
kes hatin kujtin?
Dezgehên
dewleta Tirk û medya ser û mejiyê me tevlihev dikin û nahêlin rastî bên
dîtin. Hiqûq û siyaseta demokrat vê emir dike: dewlet jibo cîbecihkirina
edaletê heye, dewlet berpirsiyar e di ber parastina mafan de. Mafê yekemîn
mafê jiyanê ye. Dewleta Tirk zarokan dikuje, zarokên bê guneh! Dewsa ku
jiyana wan biparêze, wan dikuje.
Ma
mitralyoz di destê van zarokan de hebû, ma van zarokan bi tank û topan
êrîþê dewletê dikirin? Na! Ev dewlet, ev rejîma Kemalîst qatilê zarokên me
ye. Bila kes li hucetan negere, divê em ji vê derê dest pê bikin. Ev rejîm
qatil e, xwînrêj e, destê wê di xwîna zarokên me de ye! Dewlet mecbûre
jiyana zarok û xortên derkevin numayiþan jî biparêze. Rayedarên dewletê
dibêjin, tiþtên ne yasayî kirine. Eger wisa be jî dewlet mecbûre mafê
jiyana zarokan biparêze. Hela li halê Serokwezîr Erdogan binêrin, dibêje:
„zarok û xortên ku dijê yasayan derkevin, dê hemî tiþt bi serê wan bê!“
Paydos bay Erdogan! Em dizanin tu ji tirsa generalan bizdiyayî. Lê ew qasî
jî nabe! Bi van gotinan destmêja lîberalî mîberaliyê hemî diþke, qet ti
hêjayîyekî bi mirov re namîne. De here, ji xwe re berî her tiþtî hinekî
dersa mirovayetîyê, hiqûqê, edaletê werbigre. Eger insanekî adil nebe,
nikare bibe demokrat.
Bes e
êdî. Tirkan navê pkkê jî di devê xwe de kirine wek benîþt, dicûn û ha
dicûn. Doza Kurd û Kurdistanê ne pkk ye. Eger pkk be, va ye serokê pkkê di
destê wan de ye, ji wan bêhtir Kemalîzmê diparêze, ji wan bêhtir
neteweperweriya Kurdan reþ dike û ji wan bêhtir dijminahiya dewleta
Kurdistanê dike. Mesele ne pkk ye, ne jî Abdulah Ocalan e.
Derd û
kulê rejîma Kemalîst bi temamî doza Kurdistanê ye. Li herêmê konjonturek
baþ ji bo Kurdan peyda bûye. Þansê gelê Kurdistanê heye, bibe xwedîyê
dewletekê. Rejîma Kemalîst dixwaze pêþiya vê bigre. Ne tenê ew, Îran,
Suriye û rejîmên Ereb jî li dijî guherîna statûqoya herêmê ne. Tirkçiyan
plan û provokasyon ji bo vê yekê amade kirine û dixwazin gav bi gav bi cîh
bikin. Armanc pêþîlêgirtina geþbûna doza Kurdistanê ye, bi taybetî jî
têkdana damezirandina dewleta Kurdistanê ye. Rejîma Kemalîst hemî hesabên
xwe li ser vî esasî çêkiriye. Carna hesabê wan bi avê re diçe. Carna jî bi
ser dikevin.
Li
Þemzînan plana wan têkçû, di Newrozê de jî bi ser neketin. Lê di bûyerên vê
dawiyê de mixabin hinekî bi wan re derket, hesabên wan piçekî meþiya.
Aþkereye ku hin kes, belkî jî hêz di nav û derûdora pkkê jî hene ku di van
provakasyonan de rolekî xerab dilîzin. Nuha em naxwazin zêde bi vê meseleyê
ve dakevin. Jiber ku dijmînên Kurdan dixwazin carek din Kurdên welatperwer
bera hev bidin. Em divê þiyar bin. Îro roj berî her tiþtî hewceye em li
þehîdên xwe, brîndarên xwe, zindaniyên xwe xwedî derkevin, leyistikên
dewleta Tirk aþkere bikin. Lê bi hevokekê be jî em dixwazin bangî xuþk û
birayên xwe yên dilsoz û welatparêzên dora pkkê jî bikin: Divê em li plan û
provokasyonên dewleta Tirk û yên din þiyar bin û divê em mil bi mil bi
hevre planên Kemalîstan têkbidin. Ji me re dewletek Kurdistanê pêwist e, ji
me re neteweperweriyeke demokrat, niþtîmanperweriyeke humanîst pêwist e. Ji
me re hevahengî û hevxebatek Kurdistanî pêwist e. Siyasetek wisa dê bibe bersiva
xwîna kulîlkên berxwedana doza Kurdistanê.
7 Avrêl 2006
Hemû Mafên Vê Nivîsê ya Peyama Kurd e.
|