|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Giraniya stratejîk ya Serokê
Kurdistanê hesabên Tirkiyeyê tevlîhev dike
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
Komisyona
Meclisa Tirkiyeyê ya jibo lêkolîna bûyerên Þemzînanê berî heftiyekê rapora xwe
aþkere kir. Rapor dirêj e, zêdetirî 600 rûpelan e û hîna nusxeya dawî
derneçûye. Rojnamevanan hinek agahdariyên ku bi dest xistine belav kirin.
Ev agahdariyên ku di medya Tirkî de belav bûn, dikarin di derbarê vê raporê
de heta radeyekê fikrekî bidin mirov.
Sala çû,
piþtî provakasyonên li Þemzînan ku îstixbaratçiyên Tirk tê de li ser kar
hatin girtin û di derheqê wan de dawe hat vekirin, wê demê hêviyeke biçûk
peyda bû ku dê hikûmet bide dû van bûyeran û berpirsiyaran ciza bike. Lê ev
hêvî bi cih nehatin.
Piþtî ku
dozgerê Wanê îddîanameya bûyerên Þemzînanê aþkere kir, generalên
kemalîst-tirkçî yekser dest bi êrîþan kirin. Medyayê û hemî dam û dezgehên
din bi hevre kampanyayeke dijwar gerandin. AKPê, hikumetê, dozgerê Wanê û Komisyona Meclisê
tirsandin. Ev kampanya biserket. Erdogan û hikûmetê paþ de gav avêtin. Deng
û his ji belengazê dozger hat birîn. Medya Tirkî wisa qîreqîr kir ku, hema
bêje dozger bû gunehbar. Komisyona Meclîsê jî zêde zêde givaþtin. Serokê
Komisyonê hat guhertin, jiber ku leþkeran ew kirin armanca êrîþên xwe.
Wisa
kirin, ew baweriya ku di derheqê gunehbarên bûyerên Þemzînanê de li
Tirkiyeyê li ber raya giþtî peyda bûbû, heta radeyekê guhertin. Wan
propaganda artêþê kir û gotin:"Nabe em leþkeran bêþînin, ordî jibo
milet û welatê me dezgehek pîroz e"! Bi kurt û kurmancî, di encamê de
wisa lê hat ku, gunehbarên provakasyonên li Þemzînan bûn mezlûm, xelkê me
jî kirin gunehbar. Ne tenê xelkê Þemzînanê gunehbar dikin, ew hewil didin
pîsîtiyên xwe bavêjin ser Kurdistana azad. Armanca wan a sereke jî Serokê
Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ye.
Di
rapora Komisyona Meclîsê de ev tiþt kirin. Þûna ku rapor rastiyan binivîse
û bi hemwelatiyan rabigihîne, xwestin bêhtir bala raya giþtî ya Tirkiyeyê
bikiþînin ser "xeteriya" Kurdistana azad. Rejîma kemalîst dixwaze
Kurdistana azad û Serokê wê wek "xeterek" jibo Tirkan û yekitiya
dewleta Tirk bide zanîn û çend deh salek jî siyaseta xwe ya înkariya miletê
Kurd bimeþîne.
Di
raporê de, ser bûyerên Þemzînan tê
girtin. Hêzên leþkerî yên gunehbar tên pakkirin. Ev rapor hewil dide ku
îdîanameya dozgerê Wanê jî pûç bike. Ligor agahdariyên medya Tirk di Raporê
de tê gotin ku îdîaya peywendiyên leþkeran bi bûyerên Þemzînanê re
"fenteziyeke huqûqî ye!", yanî dozgerê Wanê ji xwe re tiþtên
nebûyî gotiye, fantezî kiriye. Li
Tirkiyeyê dadmendî ev e. Wexta pirs general û zabit bin, dad mad namîne. Ji
xwe dadgehên sivîl nikarin leþkeran mahkeme bikin, eger Sererkaniya leþkerî
destûrê nede.
Çîrok
diyar e. Armanca bûyerên ku li Botan û Hekariya rû dan û pirsa ku bi deh hezaran
leþker û çekên nû anîne van deveran, Kurdistana azad e û têkdana bîreweriya
Barzanî û vizyona siyasî ya Serokê
Kurdistanê ye.
Lê bi
bîr û baweriya min elîta Tirk di hesabê xwe de þaþiyan dike.
Rol û
giraniya stratejîk ya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di prosesa
Iraqê û cîbecîhkirina projeyên global de li Rojhilata Navîn hinde mezin û
girîng e ku, Amerîkî dê hevpeymaniya stratejîk bi Kurdan re nekin goriyê
sîstemeke olîgarþîk û tirkperest. Ew Emerîkaya ku hêj itiraf bi Peymana
Lozan nekiriye, dizane ku Tirkiye di dinyayê de welatê yekemîn e ku lê
pirtûka Adolf Hitler herî zêde tê xwendin û rasîsma Tirk her diçe xurt
dibe. Reng û rêçûna siyasî ya globalîzmê demokrasî ye û rasîsm jibo
demokrasiyê jahr e!
21 Avrêl 2006
Hemû Mafên Vê
Nivîsê ya Peyama Kurd e.
|