|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Hedefa rejîma kemalîst têkdana
Dewleta Kurdistanê û vizyona Mesud Barzanî ye
Bayram AYAZ/Hawar Dengûbas
Sala par
ji havînê virde li bakurê Kurdistanê, bi taybetî li deverên Botan û
Hekariya provakasyonên plankirî destpê kirin. Helbet leyiztik û fêlbaziyên
rejîmê li welatê me qet kêm nebûye, lê ev hewldanên dilreþ sala dawî gîhan
radeyek bilind.
Ev bûyer
û provakasyon encamên planekî taybetî bûn û hêj berdewam in. Di vê planê de
têkdana Dewleta Kurdistanê û pûçkirina vizyona siyasî ya Serokê Kurdistanê
birêz Mesud Barzanî hedefa esasî ye. Serkêþiya vê planê rejîma kemalîst
dike, lê ev planeka nêvdewletî ye.
Van
demên dawî di medya Tirkan de iþaretê vê plane tê dayîn. Hin rojnamevanên
nêzîkê dewleta kûr dinivîsin dibêjin: "Damezirandina Dewleta
Kurdistanê jibo me û cîranên me,
metirsiyekî mezin e. Pêwist e Tirkiye, Iran û Suriye jibo
pêþîlêgirtina vî karî bi hevre karbikin." Vêca mirov diyardeyên vê
hevxebatê dibîne. Tirkiye peywendiyên xwe bi Amerîka û Ewrûpiyan re jibo vê
armancê bikartîne. Elîta birêvebirên rejîma kemalîst hingê zêde çavsor
bûne, carna di vê mijarê de bi aþkere dijayetiya Amerîkî û Ewrûpiyan jî
dikin. Pêþîlêgirtin û têkdana prosesa Dewleta Kurdistanê jibo rejîma
kemalîst planek stratejîk e.
Mesela Pkkê (ya rast mesela Abdula Ocalan
jiber ku jibo Pkkê hemî tiþt ew e) di nav vê planê de mijareke girîng e û
hêzên milîtarîst-kemalîst wê li dijî "xewn û xeyalên" gelê
Kurdistanê bi kar tînin. Hewce ye em vê plana rejîma kemalîst, hesabên wan
ên dijminane ji miletê Kurd re û bi taybetî ji xuþk û birayên xwe dilsoz
derdora Pkkê re aþkere bêjin û hevdû serwext bikin.
Di
çarçoveya vê plana stratejîk de dewleta Tirk û medya wan navê Pkkê mezin
dikin, wê wekî tehlûkeyek didin nîþandan. Lê rastî ne wisa ye. Pkk îro jibo
rejîma kemalîst ne tehlûke ye. Belê, Pkkê van bîst salên dawî mohra xwe li
tevgera bakurê Kurdisanê da. Îro jî digel ku hêzeka mezin jê veqetiye, hêj
bi jimar û îmkan rêxistina herî bi hêz e. Ev rastiyek e. Lê Pkk jibo rejîma
kemalîst ji aliyê siyasî û bîrewerî ve ne xeter e. Belê, rejîma
kemalîst-milîtarîst hin hesaban jê dike, lê tirsa wan ne ji siyaseta
birêvebirên Pkkê ye. Rejîm bêhtir hesaban ji hêza welatperwerên nav û
derdorê Pkkê dike. Bi hezaran Kurd û Kurdistaniyên dilsoz hêj li dora Pkkê
ne û ev hêz bi bîr û hizrên welatparêz tevdigerin. Carna ku em nêrînên A.
Ocalan bi bîra van însanan tînin, yekser dibêjin: "Lo, dev ji gotinên wî berdin."! Wisa bi wan
dane bawer kirin. Em divê bi van xuþk û birayan re bi serê hevdu xin,
çareyeka din tune. Rejîma kemalîst dixwaze me Kurdan berde hevdu. Ev
siyaseta wan ya sed salan e. Nuha jî dixwazin Pkkê li dijê prosesa Dewleta
Kurdistanê û jibo pêþîlêgirtina tesîra vê prosesê li bakurê Kurdistanê
bikarbînin.
Provokasyonên
vê sala dawî jibo vê yekê ne. Leþkerên Tirkan ji Kurdistana azad hatin
derxistin. Tahrîbatên ku wan dixwast li Kurdistanê bikin, nuha hewl didin
li piþta "sînur" pêkbînin. Filma "Newala guran" hinekî
dilê wan rehet dike, lê nikare bi kiryar pêþî li prosesa dewletê û tesîra wê bigre. Rejîma kemalîst nuha
bi provakasyonan li bakur van karan dike.
Ev bû du
car e bi rêya medyayê navê birêz Mesud Barzanî û PDKê jî derbaz dikin. Cara
yekemîn gotin xwediyê teksiya ku roja 01.11.2005 li Þemzînan teqiya, Cuma Bircan, derbazî "herêma
PDKê bûye ji terefê Mesud Barzanî ve tê parastin". (Murat Yetkîn,
Radîkal, 05.03.2006) Ev iddîa derew e. Gelek ji xelkê Þemzînan þik dikin ku ev kes bi dû alî kar dike,
ji aliyek ve bi Pkkê re xuya dike, ji aliyê dî ve bi Jitemciyan re ye. Em
jî nuha tenê bejin belê þikên me jî hene û zêde zêde jî mezin in.
Nuha jî
Jitemcî astsubay Alî Kaya zimandirêjî kiriye. gotiye "li Þemzînan xelk baweriya xwe bi birêz Mesud Barzanî
tîne û li wan deran gotina wî derbaz dibe". Belê rast e, xelkê
Þemzînan baweriya xwe bi serokê Kurdistanê Mesud Barzanî heye. Lê niyeta vî
bêbavî tiþtekî din e. Ew dixwaze pîsitiyên xwe û dewleta xwe veþêre û
mesajê bide bêje di van teqînan de destê baþur heye. Di vê em ji van derew
û provakasyonan re jî amade bin.
Jiber ku hezar plan û çîrokên generalên Tirkan hene û hemî jî jibo têkdana
Dewleta Kurdistanê ne.
16 Avrêl 2006
Hemû Mafên Vê
Nivîsê ya Peyama Kurd e.
|