|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
LANET LI WE Û TERORA WE BÊ !
Bayram AYAZ / HAWARDENGÛBAS
14
Rezber(Îlon), 2006
Em êrîþkarî,
teror û qetlîama dijî xelkên sivîl û bê guneh lanet dikin, çi li Ameda
þirîn, bajarê xewna welatperwerên Kurd û çi jî li bajar û deverên din.
Ev xwînrêjiya li Amedê curm û gunehbariyeka dewleta kûr e. Rêxistina
terorist ya bi navê TIT herkesek xwedî aqil û îzan dizane ku parçeyek ji
sîstema dewleta binerd e. Armanca van hêzan terorîzekirina civata Kurd û
tevgera welatparêza Kurdistanê ye.
Jiber leyistik û planên dewleta binerd ya nexuyayî hewce ye hêzên
welatparêzên Kurdistanî di nabeyna berxwedana azadîxwaz û êrîþkariyên
terorist de xeteke zelal bikêþînin. Ji berê ve armanca dewleta Tirk ya
sereke ew bûye ku tevgera Kurd û Kurdistanê wek tevgereke terorîst nîþan
bide. Bi taybetî, di vê çaxa (serdema) ku em tê de ne û pirsa teror û
terorîzmê bûye mijarek navneteweyî sereke ku karaktera sedsala bist û yekan
pê tê navkirin, hewce ye tevgera Kurd ji vê tehlûkeyê dûr bisekine. Mohra
teror û teroristiyê heta nuha zerarê daye tevgera bakurê Kurdistan û eger em
li vê pirsê ne þiyar bin, dikare hê zirarek zêdetir jî bide me.
Em divê ji
terorê dûr bin û terora dewleta Tirk bi dinyayê bidin naskirin. Doza me û
teror li hev nayên.
Doza Kurd û Kurdistanê dozekî rewa û xwedî maf e, doza miletek bindest û
welatekî dagîrkirî ye. Berxwedana xelkê me dijî sitemkariyê, koledariyê, zor
û zilmê, helbet berxwedanek heq e. Berxwedana me jibo azadiyê ye,
mirovayetiyê ye, jibo destxistina desthilatê, demokrasiyê û jiyaneka bi
rûmet e li ser axa bav û kalan.
Di berxwedana azadiya gelê me de cihê terora koranî li dijî xelkên sivîl û
masûm tuneye. Di bin çi navî de û bi çi hucetan dibe bila bibe û kî jî dike
bila bike, terora ku li dijî xelkên sivîl tê bikaranîn, êrîþkariyeke lewitî
û dijminane ye! Tenê rûmeta tevgera Kurdistanê diþkîne û hêzên militarîst û
þovenîstên Tirk xurt dike. Cihê keyfxweþiyê ye ku serokatiya PKKê jî vê
êriþkariyê mehkûm dike. Divê bê zanîn ku „tolhildana“ bi riya terora korane
jî dikare zirarê bide gelê Kurd. Gotineke pêþiyan ya Kurdan heye dibêje xwîn
bi xwînê nayê þûþtin. Xwîna Kurdên sivîl ên bêguneh bi xwîna xelkên sivîl
yên Tirk nayê þûþtin. Ev jî divê rêbaza me be.
Qet tê de þik û guman tune ku ev teqînên dema dawî dijî xelkê sivîl,
êrîþkariyên lîncê dijî Kurdan û ev xwînrêjiya doh li Amedê her yek perçeyek
ji plana hêzên militarîst û tirkçiyên þovenîst in. Armanca van hêzan careka
din terorîzekirina tevgera Kurd e. Gotinên generalê Tirk yê hêzên bejî hemî
tiþtî aþkere dike ku dibêje: „Teroristên sivîl ji yê çekdar xetertir in.“!
Generalên Tirk naxwazin aþitî û aramî peyda bibe û her wisa astengiyên pêþ
prosesa demokrasiyê li seranserê Tirkiyeyê werin çareserkirin. Wan hêviya
xwe bi terorê û bi þovenîzma dijminahiya Kurdan girêdaye. Êrîþ û teqînên
dibin provakasyon în û perçeyeke vê planê ne.
Qetlîama li Amedê jî provakasyonek balkêþ e. Em jî dengê xwe didin ber dengê
wan kes û dezgehan ku vê buyerê wek provakasyon binavdikin û bangê xelkê me
dikin, li hember van leyistikan þiyar bin.
Em bang li hemî hêzên welatparêz dikin, bi taybetî bangî welatparêzên nav û
dora Pkkê dikin, ku li beramberê planên careka din wek salên nodî
terorîzekirina bajarên Kurdistanê rawestin. Riya pûçkirina planên
militarîstan, xurtkirina xebata sivîl û aþîtiyane ye. Bersiva herî rast û bi
tesîr rêxistinên sivîl yên bajarê Amadê û xelkê me da. Armanceka me ya din
girîng divê, aþitiya nav Kurdan û Kurdistaniyan bixwe be. Kurdên welatparêz
divê bi xuþk û birayên xwe yê din re ti wextî dijminahî neke. Em hemî mil bi
mil hewceye li dijî planên militarîst û þovenîstan rawestin.
Em bi rêzdarî hurmeta þehîdên Amedê digrin, serxweþiya xwe digihînin
malbatên þehîdan û ji birîndaran re jî þîfa xêrê dixwazin.
Bimre teror û terorîzm!
Destên provakatoran û xwînrêjan biþke û lanet li wan werê!
Bijî berxwedana miletê Kurd û azadiya Kurdistanê!
14.06.2006
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn. |