|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Leyistik û fêlbaziyên olîgarþiya
militarîst-kemalîst
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
Îro li
dinyayê du cureyên politikayê û rêvebirîyê heye. Yek jê polîtîka û
rêvebiriya rêk û pêk, yasayî, durist
û þeffaf e; ya din jî sîstemên ku ser hîlebaziyê, leyistik û komployan
jiyana xwe didomînin. Rejîmên otorîter ne þeffaf in, kar û îþê wan fêlbazî
ye. Di van sîsteman de hêzên desthilatdar
dikarin hemî xerabiyan bikin, daku ew hertim xwedî gotinê bin û
gopal di destê wan de bimîne.
Ev du
þêweyê siyasetê û rêvebirîyê, yanî demokrasiya hevdemî û otorîterizm bi
temamî beravejî hev in, wekî av û agir.
Bûyerên
ku ev nêzîkî salek e li Tirkiyeyê diqewimin, hewce ye di vê çarçoveyê de
werin nirxandin. Ev bûyer berhemên sîstemeka otorîter in û herwisa
diyardeyên ne demokratbûna rejîma Tirk in. Bûyerên bi vî rengî di sîstemeka
demokrat de rûnadin; rûbidin, di demeke herî kurt de tên tehqîqkirin û
gunehbarên wan tên cezakirin. Hêzên teþwîqkar yekser tesfîye dikin. Yanî
mekanîzma û dezgehên demokrasiyê xwe li hemberê êrîþan diparêzin. Demokrasî
bi vî þêweyî bi alîkariya medyayê û civaka sivîl bi riya dadimendiyê
berevaniya xwe dike.
Rejîmên
demokrat pirsan wisa çareser dibin. Di demokrasiyê de hêzên yasayî rewa ji
hev cuda hene. Ew hevdu kontrol dikin, her wisa alîkariya hevdu jî dikin.
Li
Tirkiyeyê di eslê xwe de sîstemek demokrat tune. Demokrasiya Tirkan
navlêkirinek e, tiþtekî bi gotinan e. Lê cudahiyek xwe heye û ev girîng e.
Ev cudahî ji rewþa siyasî Rojhilata navîn û dewletên vê herêmê tê. Di
muqayesê de relatîvîtetêkî derdikeve pêþ me. Dewleta Tirk li goreyî
dewletên hêla Kafkasyayê, yên Ereban û Îranê ji derve de sîstemekî
„demokrat“ dixuye. Dewletên din sîstemên ne demokrat in. Lê Dewleta Tirk
dewleteka dezgehan e, ya kaîde û yasayan e. Ev tiþt gelek cara dibe sedem
ku yek bi karektera sîstemê bixape. Dezgeh-yasa-hilbijartin, jiber van
krîteran li sîstema Tirk pozîtîf tê nêrîn. Ev nirxandin jibo muqayesa bi
dewletên cîran re rast e, lê li gor pîvanên demokrasiya rasteqîn þaþ e.
Li
Tirkiyeyê demokrasî tune, hewldanên demokratbûnê heye û ev jî bi dehan
salan e berdewam e. Beþek ji elîta siyasetvan û rewþenbîrên Tirk
Tirkiyeyeka demokrat dixwazin.
Li
Tirkiyeyê pirsa sereke çi ye? Tirkiye ne sîstemeka yekpare ye, di nav xwe
de du serî ye, „du dewlet/du hêz“ heye. Serîyekî, xwe xwedîyê miletê,
dewletê û welatî dibîne. Serê din di hilbijartinan de bi îradeya gel dibin
rêvebirên dewletê, lê ew nikarin bibin destthilatdar û xwedî gotinê. Li ber
çavên „xwediyê dewletê“ ew tenê xizmetkar in. Eger xizmetkar bêjin di
demokrasiyan de evên hilbijartî xwedî gotinê ne, wê demê hêzên ne xuyayî li
wan digûrgîrin, tofanê bi serê wan re tînin. Dîroka Tirkiyeyê bi van
numûneyan tije ye.
Li
Tirkiyeyê nuha ba û bahozekî wisa heye. Xwediyê dewletê li AKPê hatine
xezebê, agir û afat bi ser wan re dibarînin. Vêca jibo xelkê û dinyayê
bixapînin, bi destê qatilekî hakimekî bêguneh kujtin û çendek jî brîndar
kirin. Wisa xuyaye, ev xezeb dê berdewam be.
Li
Tirkiyeyê rejîmek otorîter û korporatîst heye, îdeolojî û siyaseta vê
rejîmê kemalîzm e û stûna wê jî militarîzm e. Karektera korporatîstî ya
rejîma kemalîst gelek girîng e. Kilîta têgeha dewleta Tirk ev çar gotin in:
Kemalîzm, militarzm, korporatîsm û otorîterism.
Car
caran ku hin çete derdikevin meydanê, pîsîtiyên wan aþkere dibin, ev çete
jî perçeyek ji hêza korporatîst-kemalîst in. Carekî lê binêrin, ev kes bi
eslê xwe leþker, polis, îstixbaratçî û
mafyacî ne. Ev xelekekî ji zencîrê ne. Xwedî û zêrevanên sîstemê jî
ev in!
Nabe, em
serê xwe bi tetîkçiyan û bi maþeyan biêþînin. Sîstem girîng e! Em divê vê sîstemê
binasin û berê xwe bidin wê derê. Ev sîstem herî zêde dijminê gelê Kurd û
Kurdistanê ye. Tevgera Kurd divê vê baþ bizane. Jiber vê rastiyê, heçî
bêhna kemalîsmê ji bê û kî ji militarîzmê re çepika lê de, bizanin ku ew
dijminên herî mezin yê Kurd û Kurdistanê ye!
29 Gulan 2006
|