|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Li bakurê Kurdistanê pêwistiya diyalogek netewî berfereh û armanca sê
partiyan
Bayram AYAZ / HAWARDENGÛBAS
06
Rezber(Îlon),
2006 weþandin:13:34:49 (GDK)
Hefteya
buhorî PDK-Bakur, PSK û PWDKê bi daxuyaniyek hevbeþ biryara xwe hevxebatê
ragihandin raya giþtî.
Çarçoveya hevxebatê di çar xalan de hatiye diyarkirin. Eger em xala erka
netewî ya beranberê destkevtiyên li baþurê welatê me li der bihêlin, bi raya
min peyama vê çarçoveyê yek tiþtek e: ev her sê partî dixwazin li bakurê
Kurdistanê di nav hêzên welatparêz de diyalogek netewî destpêbike,
peywendiyên nabeyna hêzên Kurdistanî baþ bibin û rê li ber hevkariyek
rêkûpêk vebibe. Ev daxuyanî deklerekirina vê daxwazê û niyeta pak e. Aliyekî
qenc vî karî jî ev e ku sê partîyan biryar dane dezgahên hevbeþ damezirînin
û bi hevra mil bi mil kar bikin. Cudahiya vê hewldanê ji daxuyaniyên berî
xwe ev e. Ev xal her wisa pîvaneke ber çav e.
Eger sê partî dest bi van karên konkret bikin, wê demê cidiyeta vî karî ji
her kesî re dê xuya bike û hevxebat jî dê serkevtî be. Hewce ye ji van
partiyan re ev firsend werê dayîn.
Em hemî dizanin, li bakurê Kurdistanê hewldanên honandina hevkariyê di nav
hêzên welatparêz de karekî ne hêsa ye. Lê nabe ku mirov hê ji destpêkê ve
dahula hawarê lêde û tenê pirsên negatîv derbixe pêþ. Ev jibo rê-rêçik û
þêweyên xebatê metodekî gelek xerab e Eger mirov hewldanekî ji serîde reþ
bike, wî karî hê ji destpêkê mehkûmê têkçûnê dike. Mixabin hinek ji me
Kurdan bûne pisporê vî karî û uslûbê neqenc.
Gazind û rexna me, ji wan kesan û derdoran ev e ku ew bixwe ti karî nakin,
lê kar û îþê wan reþkirina xebatên din e. Ev tiþta gelek zerarê dide tevgera
Kurd û nahêle ku li bakurê Kurdistanê di asta tevgera rêxistinî de pirdengî
û pirrengiyeke bi bandor peyda bibe. Ev kes û derdor ji balansên navxweyî a
tevgera welatparêz aciz in, lê ew bi xwe nabin alîkar ku ev rewþa werê
guherîn. Divê em baþ bizanin, bi reþkirin û dijayetiya hewildan û hevxebata
partî û rêxistinên din, mirov dikeve nav rewþek wisa ku bivê nevê dibê wek
piþtgirê berdewamiya rewþa îro, ya ku qaþo ev kes û derdor jê ne razî ne.
Helbet pêwiste em -tirs û xem jî di nav de- nêrînên xwe binivîsin. Lê belê
hewceye mirov pêþniyariyên xwe jî pêþkêþ bike jibo baþkirina kar û xebatê.
Eger mirov bi projeya heye, ne razî ye, konsepteka din amade û pêþkêþ dike.
Eger ev mecal û hêz bi mirov re tuneye, ya rast ew e ku mirov astengiyan ji
xebatên heyî re dernexe.
Îro sê hewldan hene. Ji derveyê derdorên PKKê di asta xebata aþkere de du
hewldan heye; yek ya „Gruba Xebata Demokratîk“ e, ya din jî xebata „Gruba
Kurdên Azad“ di serkêþiya birêz Þerafeddîn Elçî de ye. Di nav partiyên
Kurdistanî de jî ev gava dawî ku her sê partiyan destpêkiriye heye.
Li Ewrûpa partî û rêxistinên Kurdistanî di bin navê Hevkariyan de, bin navê
PKE-DEM-KURD-PNKê û HEVNEBDIyê de jî kar û xebatan dimeþînin. Hevkarî,
tevxebatek hinek cuda ye, nûner û hevalbendên partî û rêxistinên her çar
parçeyên Kurdistanê li welatên ewrûpî ku lê dijîn, li hin deran bi hevra kar
û çalakiyan li dar dixin. PKE-PNK hevgirêdaneka siyasî ji kesayet û
rêxistinên bakurê Kurdistanê ye. HEVBENDÎ jî hevgirêdaneka çend rêxistinên
bakurî ye û bêhtir xebatên hevbeþ yên dîplomatîk dike.
Nuha sê partî (PDK-Bakur, PSK, PWD) dixwazin, li hundir û derveyê welat dest
bi hevxebatekî bikin. Jibo vê bi hevra komîte û komikên xebatê damezirînin û
buroyên hevbeþ vebikin. Armanca wan a sereke di nav hêzên bakurê Kurdistanê
de diyalogê tesîs bikin û rê li ber yekîtiyeka xurt netewî vebibe.
Ligor agahdariyên me, hewldana van sê partiyan li dijî hîç ti hevxebatekî
nîne, ne li hundirê welat û ne jî li derveyê welat. Ev partî ji xwe her yek
di nav van hin karan de tên temsîlkirin û çalak in. Bila her cureyê
hevxebatê hebê, bila di astên curbecur de karê xwe bimeþînin. Pirsgirêk ne
hebûna vana ye. Astengî, gelo hevkarî an hevbendiyek li gor bername û
armancên xwe xebatê dike, cihê xwe dadigre an na? Birîna me bakuriyan ya
îro, ev e. Em hevkariyan girêdidin, navên mezin li wan dikin, lê ev rêxistin
hêviyên jê tê kirin bicîh nayne. Ev jî hêvî û baweriya ku ji xebatên
yekîtiyê tên kirin, diþkîne. Jibo vê yekê hewce ye, em dawî li tiþtên ku
tenê bi nav heye bînin. Hêza xwe û îmkanên xwe kêm li karên bê feyde xerc
nekin. Dema karekî nemeþê baþtir ew e, sedemên wî werin diyarkirin û ew kar
an hewildan di dema herî zû de werê rawestandin, berî ku rêxistin û alîgirên
wî karî bêzar bibin û hevdu aciz bikin. Ev baweriya li cem min peyda bûye,
piþtî tecrûbeyên çendîn hevxebatan. Ev pêþniyarî ji bo hin hevxebatên heyî û
hewildanên nu jî derbas dibe.
Li dawî dixwazim çend pêþniyariyên xwe ji bo hewldana sê partiyan bi
xwendevanan re par bikim.
-Armanca vê hevxebatê diyalogeka netewî ye. Sê partî dixwazin bi xebatê
bibin tesîskarê vê diyalogê. Ev diyalog hewce ye li bakurê Kurdistanê bi
hemî hêzên netewî re werê meþandin û bi derdorên PKKê re jî. Xelkê nav û
dora PKKê Kurd in û parçeyek ji miletê me ye. Bê diyalogî û „di bin çavan re
li hevdu nêrîn“ di nav me de ti feyda xwe ji tevgera Kurdistanî re nîne.
Divê em riyekî bibînin dest bi diyalogê bikin.Rewþa rojhilata navîn,
Tirkiyeyê û Kurdistanê vê yekê li ser me ferz dike.Heta kengî em dê
„dijminahiya“ hevdu bikin, ji hevdu dûr bisekinin? Eger îro hoy û zurûfê
hevxebateka rasterast tunebe jî, lê imkanên guftûgoyê û bi ser hevdu re çûn
û hatinê heye. Divê mirov ji cihekî dest pê bike.
-Sê parti ji serî de divê lê þiyar bin û lê kar bikin ku di nav tevgera
bakur de di warê rêxistinî û siyasî de pirrengî û pirdengîyek bi tesîr peyda
bibe. Lê her wisa nehêlin ku li bakur dubendiya di nabeyna hêla dorberên
PKKê û yên mayî de heye kûrtir bibe, berevajî divê ev dubendî ji
dijayetiyeka tuj derbasê peywendiyên nabeyna hêzên xwedî bîr û baweriyên
cuda bibe. Bi taybetî divê em lê þiyar bin ku dijayetiya nabeyna PWDê û PKKê
gûr nebe, berevajî divê bi xebatekî qenc pêþî li vê tehlûkeyê werê girtin.
Tevgera bakurê Kurdistanê divê birînên xwe bikewîne.
-Ev hevxebat û hewildan hewce ye berê xwe bide cihana modern, çav û gohên
xwe li ser siyaseta global be û di nav projeyên hêzên demokrat li Rojhilat
navîn cihê xwe bigre.
-Armanca sereke ya hevxebatê sîstema Tirkiyê ye û divê di diyarkirina cureyê
xebatê de hevpeymaniya Tirkiyê, geostratejiya Tirkiyê li ber çavan bê
girtin. Mafê xweparastinê û berxwedana dijê sitemkariyê yên gelên bindest
heye, û ev mafekî rewa ye, lê rewþa Tirkiyeyê ji Ýranê û Suriyeyê cudaye. Ya
girîng ew e ku tevgera welatparêz bi dinyaya demokrat re nekevê dijberiyê.
-Mafê çarenusiyê yê gelê Kurd heye. Ev maf, li ser axa bav û kalan xwe
îdarekirina xelkekî ye, bi çi cureyî divê ew gel bi îradeya xwe azad biryarê
bide. Doza me doza dewletê û desthilatê ye. Em xelkekî xwedî mêjû ne û xwedî
welatek in. Îro nebe, sibê, sibê nebe piþtî pêncî salan be jî mafê miletê me
heye navê xwe li kêleka navên miletên din binivsîne û binexþîne.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn. |