|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Li Kurdistana azad Hukûmeta
netewî
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
Roja 7ê
gulanê li Kurdistana azad kabîneya nu di bin serokwezîriya birêz Nêçîrvan
Barzanî de tê îlankirin. Damezirandina vê hukûmetê bûyerek mêjuyî ye,
herwisa destpêka qunaxek polîtîk nu ye di bizava rizgarîxwaz de.Ev kabîne
hukûmeteka yekgirtî-netewî ye. Em dixwazin bi taybetî binê gotina netewî
xet bikin. Di asta netewetiyê de taybetiyêkî vê hukûmetê heye. Îdareyên
berî vê mohra partiyetiyê lê bû û du serîtî hebû.
Hebûna
du îdareyan li ser tevgera netewetî barek giran bû, zerarê dida prosesa
netewetiya Kurd li Kurdistana azad. Vê rewþê bi tevayî astengiyên girîng
derdixist pêþiya kar û barên tesîsa dewletê. Dam û dezgehên heyî jî, li
goreyî pêwist e, nekarî erkên xwe bicîhbînin. Du îdaretî sedemek girîng bû
ku gelek kes û hêzên marjînal yên keysperest dikarî ji vê rewþa rekabetî
îstîfadê werbigrin û bi têra xwe jî xerabiyan bikin.
Du
serîtî di siyasetê û dîplomasiyê de jî giraniya tevgera Kurdistanê kêm
dixist. Ji aliyekî ve Serokatiya Kurdistanê di prosesa demokratbûna Iraqê
de, heta ya Rojhilata navîn de roleke berbiçav dilîze, Amerîkî û hemî hêzên
cîhanê vê rastiyê dibînin. Lê li hêla din di Kurdistana azad de, cîh warê
kû em pê serbilind in û dibêjin numûneya sîstema demokrat e, li wê derê du
Partiyên sereke her yek îdareya xwe hebû. Vê rewþê di asta siyasî û îdarî
de wêneyeke ne baþ derdixist pêþ tevgera Kurdistanê.
Du
îdaretî metirsiyekî bû li pêþiya plana vegerîna bajarê Kerkûkê û deverên
din bo ser Kurdistana azad. Dijmin û xêrnexwazan dikarî ji du serîtiyê bi
têra xwe îstîfadeyê bikin, heta Kurdan berê hevdu jî bidin. Tenha ev xal bi
serê xwe dikare girîngiya damezirandina Hukûmetek yekgirtî-netewî nîþan
bide. Kes êdî nikare bibêje: kê îdare, Kerkûk bigîhe ser kê deverî? Bersiva
Kurdan û hevwelatiyên Kurdistanî êdî heye û zelal e: Kerkûk û axa mayî divê
tevlê beþê azad ji cografiya Kurdistanê ya dîrokî bibe û muxatabê vê pirsê
jî bi Serokatî û Hukûmeta xwe netewî Dewleta Kurdistanê ya federe ye.
Binêrin, pozisyona tevgera Kurdistanê çi qasî xurt dibe. Mirov dikare di
nivîsarekî de jî bi serbilindî ji dijminên Kurd û Kurdistanê re hêza xwe
nîþan bide û rastiyan di ruyê wan de biqîre.
Eger du
îdaretî berdewam bûye, wisa bi hêsayî ev deng ji me dernediket û em dê her
ustîxwar bûna. Ji dil û hinavê kurdewar em pîroziya wan kes û terefan dikin
ku vê gava dîrokî avêtin. Kerkûk dilê Kurdistanê ye. Yekitiya Kurd û
Kurdistaniyan jî misogeri ye ku dê Kerkûk bigîhe ser Kurdistanê û dilê me
ne di bin îdareya Bexdayê de lê li Kurdistana azad lêde!
Hukûmeta
netewî-yekgirtî dê prosesa dewletbûnê baþtir pêþde bide. Dem dema
damezirandina dam û dezgahan e, yanî têkûzkirina dewletê ye. Çi qasî di
demeke kurt de me dewletekî demokrat û karger hebe, hingê dê doza
Kurdistanê seranser bihêztir bibe. Jiber ku dewlet dezgeha karger ya
hunanduna netewetiyê ye. Silêman Demîrel dibêje: „Kurd ne netewe ne, insan
in“! Ev nekesî bi van gotinên xwe nêrîna dijminên gelê Kurd bi dengekî
bilind anî ser zimên. Dewleta me, dê wan karan bike, yên ku „insanan“ dike
netewe, bi gotineka din, dê wî karî bike, ya ku prosesa netewebûna gelê
Kurd xurttir û berfirehtir bike. Tirsa dijminên me jî ji vê yekê ye. Jiber
vê naxwazin Kurd bibin xwedî dewlet.
Li dawî
dixwazim bala xwendevanan bikþînim ser roja ku hatiye hilbijartin jibo îlankirina
hukûmetê. Yanî 7ê Gulanê! Ka carekî rûpelên dîrokê biqelibînin. Li vê rojê
binêrin, ka çi qewimiye? Ev roja roja îmzekirina Peymana Qesra Þîrîn e.
Yanî roja ku welatê me Kurdistan cara yekemîn di nabeyna Osmaniyan û Persan
de kirine du parçe. Xencera ewil berî 367 salan di rojekî wekî îro li dilê
me dane. Piþtî 367 salan xuþk û birayên me bûn yek û Hukûmeta
netewî-yekgirtî damezirandin. Ev bersike ji dîrokê re. Netewa Kurd dîroka
xwe gav bi gav ji nû ve dinivîsin. Lê vê carê dîrokeka rast û em pê serbilind.
Pîroz be
Hukûmeta netewî-yekgirtî, serkevtin jibo we û jibo netewê Kurdistanê.!
05 Gulan 2006
Hemû
Mafên Vê Nivîsê ya Peyama Kurd e.
|