|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Li Kurdistana azad nuha dora
têkûzkirina stûnên demokrasiyê yên din e;Me medyayek xweser, NGOên
fonksiyonel, aborîvanên rêkxistî divê…
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
Roja 7ê
Gulanê hikûmeta netewî-yekgirtî hat îlankirin. Gelê Kurdistanê ji mêj ve li
benda vî karê pîroz û roja dîrokî bû. Wê rojê dilsozên Kurdistanê ji keyfê
nekarî rondikên çavan bigrin. Ev kar cihê dilgeþiyê ye, em hingê serbilnd
in, serê me li ezmanan.dikeve.
Ev
gotinên ji aliyê his û hestên Kurdewar. Ji aliyê siyasî ve jî ev gav zêde
girîng e. Doza Kurdistanê di menzîla prosesa dewletbûnê de gîha qunaxek nû.
Nuha wek dam û dezgeh sê hêzên cudayî (Hêza Dadî, Îradeya gel Encûmen û
Birêvebiriya hilbijartî) rêk û pêk in.
Di
demokrasiya hevdemî ya îroyîn de sê hêzên din jî peyda bûne: hêza çaremîn
medya, hêza pêncemîn rêxistinên sivîl-demokrat yanî NGO û sendîka û
komeleyên piþeyî, hêza þeþemîn jî rêxistin û nûneriyên karmend û
dewlemendan in.
Li
Kurdistanê medya di bin tesîra partiyan de ye. Mirov hê nikare bahsa hebûna
medyayek azad bike. Ev encam ji rewþa dîroka medya Kurdî tê. Medya Kurdî
alavekî ragihandinê ya xebata welatparêz e û partiyên me medyayê xwedî
dikin. Heta îro jî rewþ ev e. Partî karmendên medya Kurdî ne. Bêguman di
rewþekî wisa de medyayek azad û xweser çênabe. Li bakur, rojhilat û
rojavayê Kurdistanê rêxistin bi xwe dest navêjin karên çapemenî û medyayê,
kesekî din van karan nake. Siyaset û medya bi temamî têkilhev in. Yanî
karên medya Kurdî beþek ji kar û xebatên siyasî û rêxistinî ye. Li
Kurdistana azad jî îro rewþ kêm zêde wisa ye, medya zar û zimanê partiyan
e. Ev rewþ divê êdî biguhere, lê jê re hêza aborî dive. Hikûmeta Kurdistanê
hewceye alîkariya bê merc bike, heta ku medya bikare li bazara azad cîh
bigire û xwendevan xizmetên çapemeniyê û medya elektronîk bikirin. Lê ev
proses dê hinekî bajo, heta medya Kurdî bigîhe standartên medya navdewlî jê
re wext divê. Jiber vê rastiyê nabe ku dijminahiya medyayê were kirin. Divê
dezgehên heyî werin parastin, lê divê ew hewil bidin xwe biguherînin. Kes û
hêzên ku kêmasiyan dibînin pêwist e nêrînên xwe bi projeyan pêþkêþî
dezgehan bikin, alîkar bin ku medya pêþkeve û rola xwe bibîne.
Wek
nimûne li Tirkiyê medyayek xurt heye, lê ne azad e. Nuha dezgehên Yekitiya
Ewrûpa di çarçoveya amadekirina welatên berendam de alîkariya diravî û
piþeyî-zanistî dikin ku medya Tirk xwe li gor standartên rojnamevaniya
Ewrûpa hinekî biguhere.
Medya
zêde girîng e: Medya ragihandin e, dibistana perwerdê ye, mamostayê civaka
sivîl, demokrasiyê û modernîzmê ye, çavdêrê hikûmraniya gel û heq û hûqêqê
ye, hostayeke sereke yê honandina prosesa netewetiyê ye û gelek tiþtên din…
Hêza çaremîn me divê!
Hêza
pêncemîn NGO û rêxistinên piþeyî stûnên civaka sivîl in. Civaka sivîl,
civakeke rêkxistî ye. Her çîn û kom û grûp xwe organîze dikin û bi vî rengî
berjewendiyên xwe diparêzin û bi riya rêxistinên xwe erkên xwe jî pêk
tînin. Civatek çiqasî rêkxistî be, ewqasî pêwistî bi dewletê û dam û
dezgehên fermî kêm dibe. Civak bi riya rêxistinên xwe xwe bixwe îdare dike.
Rêkxistîbûn dereceya peþkevtina civakê ye. Eger me NGO ek xurt parêzvanê
jîndariyê (sirûþtê) hebûya, ne pêwist bû Þarederiya Hewlêrê torbên plastîk
yê zibilê li xelkê seyrangeha belav bikira. Ev dê karê wê NGO ê bûya û
gelek numîneyên din…
Wekî her
welatî Kurdistan jî hewceyî aboriyekî xurt e. Xizmetguzarî dê demekê karê
îdarê be. Lê aborî rê û rêçûnên xwe taybetî heye. Aborî ser destê karmendan
dewlemandan bi rêve diçe. Hosta û kargerên aboriyê karmend in. Kurdistan
hewceyî bi karmendên pispor, rêkxistî û yên bi ekonomiya navdewlî ve
girêdayî heye. Em jibîr nekin, hêza welatekî bi jimareyên aborî tê pîvan.
Nabe ku dewlemendên me wexta xwe li qumarxaneyên Dubaî û Istanbulê derbas
bikin, dolarên xwe li wan deran xerc bikin. Aboriya Kurdistana azad li
benda projeyên wan e. Ne tenê aborî, divê ew bi erkên xwe yên cîbecîhkirina
sîstema demokrasiyê jî rabin. Demokrasî û modernîzm ne karekî hêsa ye, her
yek divê bi wacibên xwe rabe.
11 Gulan 2006
Hemû Mafên Vê
Nivîsê ya Peyama Kurd e.
|