|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Li Tirkiyeyê dafikekî nu ya
neo-kemalîstan û milîtarîstan
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
Roja 17ê
Gulanê 2006 tirkçiyekî bi navê Alpaslan Aslan li Enqereyê li avayiya
Dadgeha Îdarî ya bilind -DANIÞTAY-ê
endamên daireya duyemîn ku di civînekî de bûn, gulebaran kir. Yek ji van
hakiman hat kuþtin, çarê din jî birîndar bûn.
Qatil
aboqat e û bi eslê xwe Kurdekî ji hêla Çebexçûrê ye, bavê wî nuha li bajarê
Xarpûtê binecîh e. Li gor agahdariyên ku heta nuha ji medyayê re hatiye
ragihandin, ev kes yekî tirkçî û dîndar e û peywendiyên wî bi dorberên tarî
û çeteyan re heye yên ku van salên dawî ji nav leþker û asayiþa Tirkan
peyda bûne, an jî hatine birêxistin. Di nav kesên peywandar de navê
generalê teqawit Veli Kuçuk derbas dibe ku ev kes di raya giþtî de yek ji
serkêþê çeteyan tê naskirin. Yek jî bahsa peywendiyên qatil bi lîderekî
grûbeka mafyayên ulkucu tê kirin.
Agahdariyên
di medyayê helbet mirov hê nikare pê sedî sed piþtrast be, lê ku mirov li
bûyerê qenc binêre û helwestên hin hêzan baþ analîz bike, dikare armancên
vê bûyerê kêm zêde fehm bike.
Em dê
hewl bidin di çend xalan de vê bûyerê ji aliyê xwe ve hinekî ronî bikin.
- Ev
êrîþ ji nîþka ve -spontan- derneketiye holê, hinek hêzan vî karî plankirine
û armancên wan heye. Dorberên ku peywendiyên qatil bi wan re heye, wek
grûbên bi kotrgerailla ve girêdayî tên naskirin. Zabitê ku ji artêþê hatiye
avêtin û serkêþiya van grûbê dike, van bûyeran bi rêkxistiye, evê bi navê
Muzaffer Tekin duh (20 Gulan 2006) hatiye girtin. Tiþtekî balkêþ e, hineka
(!) vî zilamî kêr kirine û bi birîndarî hatiye girtin. Xuyaye hinek hêzan
xwestine wî bikujin, wekî Binbaþi Cem Ersever.
- Ev
êrîþana di demekî wisa de destpê kirin ku Serokkomar Ahmet Necdet Sezerê
kemalîst, ordî, partiya Ataturk CHP û hin dezgehên dewletê yên di bin
serkêþiya kemalîstan de bi hevra kampanyayek li dijî Hikumetê (AKPê)
lidarxistine. Her wisa balkêþ e, ev cinayet çawa hat bihîstin, kemalîstan û
generalan yekser û bi yek dengî wek berpirsiyar Hikumetê gunehbar kirin.
Merasima cenaze kirin karekî protesto û rûreþkirina Hikumetê. Di merasima
cenaze de êrîþê wezîrên AKPê kirin û bi rêkxistî dirûþmên dijî Serokwezîr û
Hikumetê hatin qîrîn. Serfermandar Orgeneral Hilmî Özkök û generalên din
tevlê meþê bûn û bi aþkere xelkê teþwîk kirin. Tew Serfermandar got divê ev
cure protesto berdewam bin!
Li vê
derê divê em pirsa Susurlukê (06.11.1996) bi bîra xwe bînin. Li serê riya
qeza Susurlukê qezayekî çêbû, Midûrêkî Asayiþê, tirkçiyekî qatil û mahkûm
ku qaþo lê dihat gerandin û parlamenterekî asil Kurd di taksiyê de bûn, sê
ji rêvingan mirin û parlamenter xidar birîndar bû. Piþtî vê qezayê derket
meydanê ku ev kes mensûbê çeteyekî di nav dewletê de ne. Piþtî vê meseleyê
protestoyên sivîl û demokrat destpê kirin. Xelkê lempên xwe ditefandin, ev
kar bûbû sembûla protestoyan. Lê çi bû? Þûna ku dewlet van çeteyan derxe
holê û wan ceza bike, berê wan protestoyan dan Hikûmeta Necmettin Erbakan û
Tansu Çîller. Leþkeran û kemalîstan dixwestin bera Erbakan bidin. Leþkeran
bixwe wê demê piþtgiriya çalekiyên sivîl dikirin. Heta biserketin û bera
Erbakan dan. Erbakan çû, lê meseleya çeteyan dan jibîrkirin.
Îro jî
ev tirs heye. Mirov þik û gumanek mezin heye ku ev hakimên Daniþtayê bûn
qurbaniyên planekî siyasî. Hedef AKPye, Hikûmeta Erdogan e. Kî çi hesaban
dike, aliyekî meselê ye, lê wisa xuyaye tefaqa generalan û kemalîstan
dixwaze bera Erdogan û partiya wî AKPê bidin. Sala pêþ me dê Serokkomar werê
hilbijartin. Ew naxwazin ev Meclîs ku piranî di destê AKPê de ye Serokkomar
hilbijêre. Tefaqa olîgarþiya kemalîst-miltarîst li dijî prosesa
demokratbûnê ye û di doza Kurd de naxwazin ti gavekî bê avêtin. Ew dixwazin
statûkoyê biparêzin û hefsar her di destê wan de bimîne.
Armancên neo-kemalîstan û
generalan çi ne?
-
Parastina statûkoyê yanî berdewamiya rejîma kemalîst, ku bi taybetî
inkariya hebûna gelê Kurd û mînorîtetên din dike; yanî hêþtina cumhuriyeta
Tirkan, ku general û kemalîst xwe wek xwediyê wê dihesibînin.
-
Bihêzkirina ordiyê (militarîzmê) û dezgehên kemalîst, her wisa xurtkirina
tirkçîtiyê.
-
Pêþîlêgirtina reforman ku di çarçoveya berendametiya Yekitiya Ewrûpayê de
divê werin cibecihkirin.
-
Têkdana tevgera welatparêza bakurê Kurdistanê; terorîzekirin û
çavtirsandina civaka Kurd.
-
Militarizekirina bakurê Kurdistanê, bi taybetî herêma ser „tixûbên“
Kurdistana azad.
- Bi
taybetî jiber pirsa Kerkûkê pêkanîna tehdîtê li ser dewlet û hikumeta
Kurdistana azad.
- Dijî
prosesa dewletbûna Kurdistanê bi Iranê, Suriyê û Erebên Iraqê re hevbendî û
hevxebat
-
Pêþhazirî jibo pirsa nakokiya çekên atomî nabeyna Iranê û Amerîkayê.
Bi kin û
kurt, hêzên neo-kemalîst (leþker û sivîl) hewl didin li Tirkiyeyê kontrola
xwe ya ser dewletê xurt bikin. Ew vî karê xwe wekî helwestekî pêþverû dijî
olperestiyê nîþan didin lê ev xapandin e. Armanca wan xurtkirina artêþê û
kemalîstan e. Kemalîzm û milîtarîzm destebirakê hev in û du lingê vê rejîmê
û statûkoyê ne. Heta li Tirkiyeyê kemalîst û milîtarîst xwedî gotinê bin, ne
demokrasiyek rasteqîn tê Tirkiyeyê, ne jî gelê Kurd digîhê azadiya xwe û
Kurdistan rizgar dibe.
Tevgera
Kurdistanî ya welatparêz hewce ye ti carî nebe hevalbendê rejîma kemalîst.
Dibe ku di nav AKPê de hin îslamîstên fanatîk hebin û ji aliyê din ve AKP
jî mixabin wek partî di bin tesîra bîr û hizrên Tirkçî de ye û nikare
çareseriyekî radîkal ji bo doza Kurdan re bibîne, lê ev jî nabe sedem ku
welatperwerên Kurd dijayetiya AKPê bikin û ji bêhemdiya xwe bikevin nav
refên kemalîstan. Serê me divê zelal be, em mecbûr in pêþiya xwe bibînin.
Çavên me divê ser prosesa dewletbûnê li Kurdistana azad be û pîvan jî ev
be. Her karekî Kurdistana azad bixe metirsiyê, Kurdistanî divê li dijî wî
karî rawestin. Kemalîst dîn dijminên Kurdan in, AKP ne dostê me ye, lê li
ser me hêzeka tehdîtê jî nîne. Em divê dijê kemalîstan bin, ew statûkocî û
þovenîst in, hefsarê wan di destê ultranasyonalîstan de ye..
21 Gulan 2006
|