|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Milîtarîstên Tirk û dûvikên wan
careka din xwîna Kurdan rijandin!
Bayram AYAZ/Hawar Dengûbas
Ev çar
roj in li Amedê û gelek bajar û qezayên bakurê Kurdistanê pevçûn û bûyerên
girîng diqewimin. Heta nuha li Amedê, Batmanê û Istanbûlê li ser hev pênc
xort û sê zarok hatin kuþtin û nêzîkî sê sed kes jî birîndar bûne.
Bûyerên
bakurê Kurdistanê ji çarçoveya pevçûnekî besît di nabeyna polisan û komekî
xwepêniþanderan derbas kiriye û bi temamî rengekî siyasî û civakî wergirt.
Bi hezaran insanên me bi kuçe û kolanan ketin, bi polis û leþkerên Tirk re
pevçûn. Piraniya xwepêniþandaran xort in, insanên genc in. Gelek zarok jî
hene di nav wan de ku emrê wan heft heþt salî ne. Du ji van zarokan bi çekê
polis û leþkeran hatin þehîdkirin. Îþev zarokekî çar salî jî li Batmanê hat
kuþtin!
Bajarê
Amedê piþtî çend salan ev çar roj in ji terefê leþkeran ve seranser hatiye
dagîrkirin. Van rojan dilê me bi temamî li Ameda dîrokî û bajarên din
lêdide, em bi êþa malbatên kujtîyan dihesin, êþ û birînên xuþk û birayên me
yên brîndar me diêþîne. Em piþkdarên êþ û elema wan in.
Ev bûyer
zêde zêde girîng in, bi duriþmên kurt û bi çend gotinên klîþe ne mumkin e
rast werin îzahkirin. Mirov nikare
van bûyeran tenê bi gotina „provakasyonê“ an „serhildana gel“ bi yekalî
analîz bike. Pirseka girîng e, çima ev bûyer diqewimin? Dewleta Tirk jî û
hemî dinya jî divê vê pirsê ji xwe bikin! Ev xort û zarok çima derdikevin
ser kolanan? Ew çima ji leþker û polisên Tirk nefretê dikin? Divê em xwe
berdin bingeha meseleyê. Cihê lê agir nebê, dixan jê ranabe. Miletê Kurd di
bin esaretê de ye, Kurdistan dagîrkiriye. Sedemê van bûyeran û pevçûnan
doza Kurdistanê ye, daxwaza azadbûna gelê Kurd e. Miletê me dixwaze nîrên
koletiyê biþkêne, azad bibe, wekî her miletekî xwedî dîrok, welat û
nasname. Me jî ev hene: welatekî me, dîrokekî me û nasnameyek me bi çand û
zimanek dewlemend heye. Lê rejîma milîtarîst-kemalîst hê jî hebûna me,
hebûna vî miletî qebûl nake û xwe dixapîne ku dê bikare Kurdan bike Tirk.
Rojnamevanekî memetcîk Tirk berdevkê generalan (Ertugrul Özkök- li
Hurriyetê) îro gefan li Kurdan dixwe û bûyerên Amedê wekî „azinlik
þimarikligi“, yanî berxweneketinekî etnikî/kêmnetewa bi nav dike. Yanî
zilam dibêje, me ew qasî bi serê Kurdan anî, hê berxenakevin, lêdanê û
kujtinê dixwazin! Ev zihniyet û zimanê dewleta Tirk e. Haaa, mesele hemî ev
e. Olîgarþiya Tirk berxwedana miletê me ji bo mafên wî rewa „berxweneketin“
dihesibîne. Berî her tiþtî, hewce ye serê her Kurd û Kurdistaniyekî
welatparêz û dilsoz di vê pirsê de zelal be. Aloziya pkkê, pirsa þaþî û
provakasyonên wan, evana giþ divê em di merhela duyemîn de li ser
bifikirin. Sempatîzanekî pkkyî be jî, mafê hîç leþker û polisekî dewleta
Tirk tûne ye, li ser kolanên Amedê û Êluhê, li ser axa bav û kalê me êrîþê
zarokê miletê me bike û wan bikuje! Û bila vê yekê baþ bizanin, têkoþîn û
berxwedana ji bo azadiyê û rizgariya welat, „berxweneketin“ nîne, þan û
þeref e.
Li
bakurê Kurdistanê çi acizî û pevçûnên civakî, siyasî û problemên emin û
ewlehîyê hebin, sedemê sereke yên hemî aloziyan siyaseta dewleta Tirk e,
zilm û zordarî û terora Tirkan e. Ev xortên panzdeh bîst salî, ev zarokên
heft heþt salî ku bi kevir û kuçan êrîþê leþker û polisên Tirkan dikin,
encam û berhema siyaseta dewleta Tirk in. Ev xort û zarokên bê çare,
zarokên bi hezaran malbatên koçber in, evên ku dewleta Tirk gundên wan
þewitand, cîh û warê wan wêran kir û ew mecbûr man xwe li bajarên mezin wek
Amedê, Batmanê û Wanê girtin.
Belê
divê tevgera welatperwer a Kurdistanê xwe þaþ neke, musebîbê sereke baþ nas
bike. Ew jî dewleta Tirk e, rejîma militarîst-kemalîst e. Provakatorên nav
Kurdan jî berhemê vê dewletê ne. Koricî sîstemê dewletê danî û xwest Kurdan
bi destê Kurdan bide kujtin. Her wisa destê xwe dirêjî nav tevgera
welatparêz jî dike û ji xwe re peyan çêdike, ev jî du cure ne: îtîrafçî û
mirovên xwe ku di nav refên pkkyîyan de bi cîh kirine û bi destê wan
xerabiyan û provakasyonan çêdikin.
Di van
bûyerên dawî de guman tê de nîne ku rola provakatoran di pevçûnan de rolekî
girîng e. Heta mirov bi tirs e ku ev kar parçeyekî ji plana artêþa Tirk be,
ku dixwazin Kurdistanê ji nûve û hê zêdetir milîtarîze bikin. Hewce ye em
planên generalên tirkçî-kemalîst baþ bizanin. Armancên general û zabitên
ritbe bilind yên nîjadperest û þovenîst çi ye, pêwist e em baþ teþhîs
bikin, têbigîhin. Jibo vê divê em bi taybetî bûyerên li hêla Botan û
Hekariya qenc binêrin. Dewleta tarî û kûr yani klîka nav dewletê ku ji hin
generalan û zabitên ritbe bilind pêktê, ev heþt neh meh in li Kurdistanê
carek din zêde çalak bûne. Gelek sûîkast û teqînan çêkirin. Karên qirêj yê
vê grûpê li Silopiya û Þemzînan aþkere bûn. Wan bixwe teqînan çêkirin.
Xelkê tehrîpkaran li Þemzînan li ser kar derdest kir. Vêca ku piþtre li
Wanê Sawciyekî xwedî wijdan di pirsa Þemzînan de li dijî generalan dawa
vekir, ev hêza ku xwe xwediyê dewletê dibîne har bû. Ku navê Orgeneral
Yaþar Büyükanit serkêþê vê hêzê di îddîanameyê de derbaz bû û Sawcî got ev
karekî organîze ye, karê rêxistinekî veþartî ye. General yekcar hêrs bûn.
Wek tê zanîn daxwuyaniyekî wekî muxtira dan Sawcî, Hukûmetê û demokratan.
Di aynî wextî de jî li Batmanê û Wanê teqîn çêbûn, van teqemeniyan pkkyîyan
hildan ser milê xwe. Heft heþt roj paþê jî 14 çekdar hatin qetlkirin. Îro
jî li Çiyayê Cîlo êrîþ kirin û li gor agahdariyên medyayê panzdeh çekdarên
Kurd hatine kuþtin.
Di
demekî ku li hemberê hin general û zabitan dikarî dawa vebiba û
gunehbariyên dewleta kûr hinekî aþkere bibe, ev bûyer qewimîn. Ku mirov
tiþtên qewimîne dide berhev û li armancên dewleta kûr bifikire, dibîne ev
rûdan wisa beyhûde û tesadûf nînin, peywendiyên wan li gel hevdu heye.
Artêþa
Tirk planên xwe li gor rûdanên prosesa li Ýraqê û li gor projeya
Amerîkayê-Ingilterê û helwestên Ereb û Farisan amade û cîbecîh dike.
Mixabin di nav tevgera Kurd de jî ji xwe re hevkaran çêkirine. Rola
imraliyê û nêrînên ji wê derê derdikevin û li nav tevgera Kurd belav dibin,
kar û îþên li gor daxwazên wê cihî pêktên di vê demê de ne ji berjewendiya
tevgera Kurdistanê ye. Vê fetrê þer û tundî, alozî daxwaza generalan e.
Mixabin ji par meha hezîranê virde nêrînên wisa ji imraliyê jî belav dibin.
General dixwazin þer û teqînan bikin hucet û li deverê Amedê, Xerzan, Botan
û Hekariya zêdetir leþker bixine van deran. Ligor agahdariyan 65 tumen
leþker di Kurdistanê de ye. Militarîst dixwazin ordiya duyemîn ku navenda
wê li Meletyê ye derbasê Botan û Hekariya bikin. Armanc û hedef Kurdistana
azad e. Eger ji destê dewleta Tirk werê, ew dixwazin desttêwerdanên leþkerî
raste rast bikin. Armanceka duyemîn dixwazin careka din û hê zêdetri û
tundtir bakurê Kurdistanê milîtarîze bikin. Ew dixazin bakurê Kurdistane
tevgera Kurd jî her di bin bandora imraliyê de bimîne. Di van planên xwe de
meseleya Kurdistanê heman demî li hemberê Hukûmeta AKPê bi kar tînin, jiber
ku ev Hukûmet e bi temamî ne bi dilê olîgarþiyê ye ya ku serkêþiya wê
general dikin. Rejîma kemalîst-tirkçî ji prosesa berendametiya Yekitiya
Ewrûpayê û Projeya Mezin ya Rojhilata navîn jî aciz in. Ew van herdu
pêvejoyan bi demên têkçûna împaratoriya Osmanî diþehibînin û dibêjin
rojavayî nuha dixwazin Kurdistanê damezirînin û Tirkiyeyê belav bikin,
biçûk bikin.
Tam di
vê dema hesas de li bakurê Kurdistanê ev bûyerên teqîn û sûîkast û kujtina
çekdarên pkkê û operasyonên leþkerî destpê kirin. Ev ne tesadûf in, ev tiþt
hemî li gor plan û stratejiyekî diqewimin.
Di vê
demê de þer û tundbûn ne ji berjewendiya tevgera Kurdistanê ye. Kurdên
dilsoz û welatparêz di vê li ser van bûyeran qenc bifikirin û hesab û
kîtaba bikin. Ji tevgera welatparêza Kurd re nermayî û îstiqrar divê! Wek
cureyê xebatê, çalakiyên sivîl, demokratîk xebatên herî baþ in. Heta ji
destê me werê divê em lê kar bikin ku li Kurdistanê jiyan demilitarîze
bibe. Lê mixabin bûyerên vê dawiyê hingê dê berevajî (aksê) xwe tesîrê
bike. Ev ne ji berjewendiya Kurd û Kurdistanê ye.
Divê em
van rastiyan ji miletê xwe re bêjin. Em divê bangî xortan bikin, ji wan
bixwazin ku ew rê nedin provakasyonan, û bê ku rewþeke teslimiyet û tirs û
xof peyda bibe, xwe paþve bikþînin, xwe bidin xebatên rêxistinî û bi
metodên demokratîk çalakiyên „sivîl“ lidarbixin. Intîfadeyek sivîl, yanî
bêîtîatiyekî sivîl werê organîzekirin.
Noqteyek
girîng jî ew e ku hêzên Kurd û Kurdistanî dijminahiya hevdu nekin û bi
þêweyê rêzlihevgirtinê ha ji hev hebin. Vê demê de divê mirov bi taybetî bi
dîqet be! Rejîma kemalîst, hêzên wan asayiþê û îstixbaratê dê bixwazin ku
pkkyiyan û hêzên din berê hevdu bidin, da ku ew êrîþê yekdu bikin. Em divê
rê li peydabûna alozîyên nabeyna hêzên Kurdan bigrin.
Em divê
xwedî li gelê xwe, xort û zarokên xwe derbikevin û rê li pêþiya
provakatoran bigrin.
Em
êrîþkariyên ser miletê Kurdistanê bi tundî þermezar dikin.
Bimre
dijminên Kurd û Kurdistanê!
Azadî ji
bo Kurd û Kurdistanê!
Kurdno,
Welatparêzno, bibin yek, dijminan li xwe nekînin, niyetê dewleta Tirk boþ
derxin, planên wan pûç bikin.
Þehîdên Kurd û Kurdistanê nemir
in!
31 Adar 2006
|