|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Petrola Kurdan, stratejiya
Amerîkiyan û tirsa Tirkan
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
Gelo dê
rewþa Kurdistana azad, Iraqê û dewletên dorber çawa be, li herêmê dê çi
biqewime û statûkoyek çawa pêk bê?
Bersiva
van pirsan zahmet e. Di destê kesî de ji bo çareseriyê reçetek tuneye. Em
dizanin ku Rojhilata navîn deverek zêde bê istiqrar e û rewþ dikare di nav
þev û rojekê de biguhere. Her wisa helwestên aktoran dikare li gorî
balansên herêmê zû bên guherîn. Îro hêzek hevpeymaniyê te ye, demek din
dikare piþta xwe bide te. Pêvajo þêlo ye, lê cardin mirov dikare hin hizran
bike û çend xetên bahn bikêþe.
Em dê vê
babetê di çarçoveya peywendiyên Kurdan-Tirkan û Amerîkiyan de þîrove bikin.
Meselên
Rojhilata navîn bi hevdu ve girêdayî ne û têkil hev in. Gelek hêzên
navdewlî û herêmî teref in û li dû berjewendiyên xwe ne. Amerîkî, Brîtanî û
hêzên hevpeyman li dijî dîktatoriya Seddam þerê azadiyê kirin, bi leþkerî û
her awayî li herêmê bi cîh bûne. Rûsya, Çîn, Fransa, Almanya, Swêd û gelek
dewletên din jî dixwazin di planên Iraqê û Kurdistanê de beþdar û piþkdar
bin.
Gelek
zanist û pisporên navdewlî qirna bîst û yekan wek „çaxa þerê ji bo
serçaviyên enerjiyê“ bi nav dikin! Di nav çavkaniyên enerjiyê de herî grîng
petrol û gaza tabiî ye. Rast e, petrol ava zemzemê ya aboriyê ye!
Tirk
gelek caran dibêjin ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) ji bo petrolê li
Iraqê ye. Çend roj berê orgeneralekî teqawit yê Tirkçî-Kemalîst Hurþît
Tolon li Antakyayê li Universiteya Mustafa Kemal semînarek dide û êrîþê DYA
dike, dibêje: „Li gor encamên lêkolînekê diyar bûye ku serçaviyên petrola
DYA tenê 12 sal têra wan dike. Lê
petrola Iraqê dê sed sal têra wan bike.
Ew ji bo
petrolê ketin Iraqê.“ (Rojnameya Ortadogu, 17.05.2006) Wek tê zanîn, ev H.
Tolon yek ji wan generalên ji klîka olîgarþîst e û rihê wî ji Kurdan diçe.
Ev nezilam di civînên xwe de bi têra xwe dijminahiya gelê Kurd dike. Ev
Hurþît di salên 1997-1998 an de li Kolorduya Diyarbekirê cîgirê Orgeneral
Yaþar Büyükanit bûye. Sala par di 2005an de ji serfermandariya artêþa
yekemîn (li Istanbulê) teqawit bû. Ev nêrîn nêrîna hevbeþ ya generalên
Tirkçî-Kemalîstan e.
DYA û
rojavayîyên din ne îro, ev zêdetirê heþtê salan e li Rojhilata navîn in û
helbet sedema yekemîn jî petrol e. Generalên Tirk heta nuha ji rojavayiyan
ne aciz bûn. Nuha aciz in! Belê,
jiber ku Kurd û Amerîkî bûne hevalbendê hev û encamekî vê
hevalbendiyê, Kurdistanî bûne xwediyê av û ax û petrola xwe. Tiþtê
generalan û elîta rêvebiriya Tirkan aciz dike ev e. Ew ditirsin; ditirsin
ku Kurd bibin xwedî dewlet, dewletek dewlemend ya xwedî petrolê! Ew
ditirsin ku dewlet û petrol, ji Kurdan re azadiyek berferehtir bîne û
Kurdistanê ji ya îroyîn mezintir û ferehtir bike! Krîz û taya ku dewleta
Tirka pê girtiye ev diyarde ne.
Ji bo
pêþeroja Rojhilata navîn û Kurdistanê siyaset û stratejiya Amerîkiyan
girîng e, xwedî biryar e. DYA mecbûr e li Iraqê û Kurdistanê bi serkeve.
Têkçûna siyaseta DYA li Iraqê tê maneya têkçûna siyaseta wan a þerê dijî
fanatîzm û terorîzma oldarî, yanî têkçûna globalîzmê. DYA ji herêmê
derkeve, oldariya fanatîk û prîmîtîf dibe îdeolojî, siyaset û rêvebiriya
herêma bi 400 milyar varil petrolê. Ev ne mumkin e. Ev serûbiniya
medeniyetê ye.
Amerîkî
li Rojhilata navîn dimînin û li Kurdistanê jî bi cîh dibin. Kurdistan dibe
dewlet û dewleteke xwedî petrolê. Petrola Kurdistanê salewext bi kêmasi
40-60 milyar varil e. Yên li ser xwe biryarê bidin elîta Tirk e. Ew divê
riyekê ji xwe re bibînin, xwe ji vê tirsa beramberê Kurdan rizgar bikin.
Riya
rast û ya ji berjewendiyê xelkê Tirk tê de heye, ev rê ye. Ez bawer im, petrola
Kurdan û stratejiya Amerîkiyan dê aqilê Tirkan bîne serê wan, dînîtî bikin
dê ew bixesirin. Projeya hevbeþ ya petrola Teqteqê û peyamên wê rojê divê
baþ bên nirxandin. Kurd destê aþitiyê û hevkariyê dirêj dikin. Destekî
Kurdan pembû ye, yê din ji pola!
18 Gulan 2006
Hemû Mafên Vê
Nivîsê ya Peyama Kurd e.
|