|
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Rapora
Baker-Hamilton, statûkoparêzî û dilxweþiya dewleta Tirk
Bayram AYAZ
16
Berfanbar, 2006
Di vê
nivîsarê de rapora Baker- Hamilton em dê ji aliyê siyaseta dewleta Tirkiyê
ve binirxînin.
Bi pirsek em dest bi vê babetê bikin.
Eger Serok Buch ji pispor û stratejîstên dewleta Tirk li ser rewþa Iraqê
raporek bixwesta, gelo dê Tirkan raporeka çawa binivîsiya û dê kîjan
pêþniyariyan pêþkêþ bikira?
Em hewil bidin di çend xalan de bersiva vê pirsê ronî bikin, dê rengê vê
raporê ji me re zelaltir bibe.
* Tirk dibêjin, divê yekitiya Iraqê ya siyasî û coxrafî were parastin.
Sîstemeka merkezî bingeh werê girtin û desthilata navendî ya Bexdayê werê
xurtkirin. Yanî sîstema federal bi dawî were anîn. Dewleteka uniter yanî
sîstemek weka Tirkiyê were danîn.
* Xweziya dewleta Tirk ew e ku hêzên Amerîkî xwe ji Iraqê û Kurdistanê paþve
bikþînin û Amerîka ji bo paþvekiþandinê ji nuha ve teqwîmekî diyar bike. Bi
taybetî Tirkiye naxwaze ku DYA hêzên xwe li Kurdistanê cîbecîh bike. Li gor
agahdariyên medyayê, vê tiþtî ji Amerîkayê bi fermî xwestine.
* Eger bi dengek bilind nebêjin jî, nêrîna Tirkan ji bo çareserkirina kêþeyê
ew e ku ev pirs were sipartin jibo Rêxistina Yekitiya Miletan (UNO) û rola
dewletên cîranên Iraqê zêdetir bibe.
* Tirk dibêjin referandûma Kerkûkê bila çênebe û statûyek taybetî ji bo
Kerkûkê were pejirandin û roleke sereke bê dayîn ji bo Cebha Turkmenan.
Armanca dewleta Tirk sereke ew e ku Kerkûk nekeve destê Kurdan û negihe ser
herêma Kurdistanê.
* Dewleta Tirk di pirsa petrolê de li duyê dek û dolaban e. Tirk dibêjin,
bila mafê ser petrolê di bin desthilata Bexdayê de bimîne. Bi taybetî Kurd
nikaribin petrolê derbixin û bifiroþin. Ji ber ku ev maf di destûra Iraqa
federal de xalekî ye, Tirk ji vê yekê zêde aciz in. Mijara petrolê wek
bingeha aborî ya dewleta Kurdistanê tê nirxandin.
* Dewleta Tirk dixwaze ku destûra Iraqê were guhertin. Jiber ku ev destûr
mafê Kurdan garantî dike û di desthilata Bexdayê de rola serkirdayetiya
Kurdistanê ber biçav e.
Wek tê zanîn, dewleta Tirk siyaseta xwe ya derbarê Iraqê, bi her awayî li
ser esasê dijberiya avakirina dewleta Kurdistanê tesîs kiriye û birêve dibe.
Eger ji destê wan werê, ew dê destkevtiyên li baþurê welatê me di nav þev û
rojekî de pûç bikin û têk bidin. Îdareya Kurdistanê bi fermî nas nakin û
hemî têkiliyên xwe di ser Bexdayê re dimeþînin. Dewleta Tirkan hemî hêza xwe
ya dîplomatîk û siyasî bi kar tîne, daku Dewleta Federe ya Kurdistanê di
astê navdewletî de newê naskirin. Ne ciwanmêran bi aþkere dibêjin, eger
dewletek Kurdistanê li Arjantînê jî were avakirin, em dê li dijî derkevin.
Siyaseta Tirkiyeyê bi temamî li ser paraztina statûkoya cografiya siyasî ya
Rojhilata navîn hatiye avakirin. Bêguman damezirandina dewleta Kurdistanê vê
statûkoyê xera dike, dem û dewrana wan li bin gohê hevdu dide. Di vê mijarê
de Tirk û Faris û Ereb lihev dikin.
Dema mirov naveroka rapora Komisyona Baker û Hamilton dide ber çavan, dibîne
ku ev belgename bi logîka paraztina statûkoyê hatiye amadekirin.
Pêþniyariyên vê Komisyonê, desthilata Bexdayê û rola dewletên herêmê xurt
dike, hêlana statûqoyê diparêze. Doza Kurd û Kurdistanê wek faktekî hêrêmî
di vê projeyê de cîh nagre. Ev jî pirsekî balkeþ e, lê bi logîka vê rapore
ve guncav e, lihev dike. Dema mirov paraztina statûkoyê ji xwe re esas bigre
û bixwaze hêzên statûkoperest desthilatdar bibin, bêguman wê demê pêwist e
mirov xwe ji faktorên ku statûkoyê jihevdu bixwin dûr bihêle.
Baker-Hamilton û hevkarên xwe jî wisa kirine. Doza Kurd û Kurdistanê li
derve hêþtine. Bi raya me ev mesajek e ji bo ordiya Tirk, ku piraniya elitên
Amerîki ordiya Tirk wek hêzêk laîsîst dibînin û jê hêviyan dikin. Noqteyek
zêde bi tehlûke jî, çareseriya pirsan dihêlin ji demeke dirêj re. Lê di vê
nabeynê de jî dixwazin fersendê bidin hêzêk wek dewleta Tirk, Suri û Iran.
J. Baker di bersiveke xwe de dibêje me di þerê sar de çil sal sebir kir. Ev
jî diyardeyeke balkêþ yê logîka real politikeran e.
Siyaset û stratejiya vê raporê û tewsiyên wê, di eslê xwe de tên wateya
guherîna prosesa demokratizekirina rojhilata navîn, ya ku ev panzdeh sal in,
ji þerê kendavê ya sala 1991 virde hewldanên wê berdewam in.
Insiyatîfa amadekirina vê raporê mirov dikare bi aspektekî (lênêrîneke) din
jî binirxîne. Ev pirs jî tê holê. Gelo di þûna siyaseta demokratên radîkal
(neo-konservatîvan) de, tê xwestin ku ûslûbê (retorika) siyasetvanên realîst
di siyaseta DYA de werê cîbecîh kirin? Jiber ku J. Baker ji aliyê
repûblikaneran û L. Hamilton ji aliyê demokratan du siyasetvanên realîst yên
naskirî ne. Yanî dema ev kes ji bo vî karî hatine binavkirin, gerek bihata
texmînkirin ku dê raporekî wisa satûkoparêz derbiçe.
Gelo çima ev
kes û çima raporek wisa? Gelo Amerîkiyan bi vî karî xwestin hinekî pifa
(bayê) Tirkan, Farisan û Ereban berdin, hinekî dilê wan xweþ bikin? An bi
rastî jî dixwazin rolekî bidin Tirkan? Roja ku ev rapor hat aþkerekirin
Serokwezîrê Tirkiyê R.T.Erdogan pêþî yekser çû Tehranê û roja dîtir jî çû
Þamê. Mirov dikare texmîn bike ku Erdogan di vê pirsê de hin peyaman gihand
Tehranê û Þamê. Ew jî bêdeng man. Li gor agahdariya medya Tirkan Serok Bush
ji Erdogan re spasî kiriye ji bo hewildanên wî! Hevbendiya sê qolî ya
Tirkiye-Iran-Suriyê û hewildanên wan ji bo tevgera Kurdistanê hertim cihê
metirsiyê ye. Dema gavekî li hesabê vê sêqolî be, bizanin ew tiþt li zerar û
ziyana Kurdan e.
Di raporê de her çiqas dem û tarîx nehatiye nivîsîn jî lê þîreta
xwevekiþandina Amerîkiyan ji Iraqê jî tê kirin. Ev hizr rola DYA di astê
navnetewî de dê biguherîne. Dema DYA ji Iraqê vekiþe, gelo dê bikare li
Efxanistanê bimîne, gelo dê bikare li Kuveytê, Saûdî Erebistanê û li deverên
din Rojhilata navîn bimîne? Wekî mirov aþkere dibîne, ev pirs bi serûbin
bûna xususiyetên serdema 21an ve, yanî tevlihevbûna globalîzmê ve girêdayî
ne. Xwevekiþandina DYA ji Iraqê, gelo dê di stratejiya þerê dijî terorîzmê
de were çi maneyê? Mijar dûr û kûr e! Em li vê derê naxwazin dakevin mijara
“þerê global ya energiyê” ku hin stratejîst wekî “þerê sar ya vê serdemê” bi
nav dikin. Jiber van sedeman em ne bawer in ku DYA siyaseta xwe ya nuha
rawestîne û berê siyaseta global bi rapora Baker-Hamilton bigûhere.
Em werin dawiyê.
Faktên heyî û encamên analîza vê meselê ji me re aþkere dikin ku ev rapor,
tenê kaxiz û rêzên nivîsê ye û nikare bibe belgenameyek siyasî-stratejîk ku
DYA û hevpeymanên wê siyaseta xwe li gor wê biguherin. Ev hewildanek e
bêhtir ji bo siyaseta navxweyî ya DYA û pifberdana hin statûkoperestan li
Rojhilata navîn e.
Tenê dikare di warê retorîka siyaseta DYA de hin rutûþan (guherînên biçûk di
uslûbê tektîkî de) bi xwe re bîne. Helbet pêwist e em li vê jî þiyar bin. Bi
baweriya me ev tiþt jî pêk hat: Roja duyemîn bersiv ji navenda stratejîk ya
Kurdistanê hat dan. Û cihê keyfxweþiyê ye ku Kurd û Kurdistanîyên hemî
cihanê yekser hêza xwe û dengê xwe dan ber dengê serkirdayetiya Kurdistanê.
Ya girîng ev e. Ev ji bo tevgera Kurdistanê serbilindî yê.
Dibe ku niyetên wek sala 1975an di serê hin hêzan de hebe. Lê sal 2006 e.
Kurdistan de facto dewlet e. Iran ne di bin serokatiya Þahê dostê Amerîka û
Henri Kissinger (Siyasetvanê realitiker!) de ye. Cîhana du sîstemî ji holê
rabûye. Li Suriyê û Iraqê dostanî û hevpeymaniya Baasiyên „þorevî“, partiyên
komunist, Yekitiya Sovyetan û saziya welatên cîhana siyemîn nemaye. Li
Enqerê jî kurê Mustafa Kurdîzade þîrheram Bulent Ecevit ne serokwezîr e. Sed
û çil hezar leþkerên DYA û hevpeymanên wan li Iraqê ne. Iraq bûye kilîta
siyaseta cîhanî, yanî globalîzmê. Tevgera Kurdistanê di dîroka van sed salên
dawî de hîç ti demekî nebûye xwediyê hêzekî wisa mezin. Benikê desthilata
Bexdayê di destê birêz Mam Celal de ye û Kurdistan seranser bi serokê xwe yê
hêja Mesûd Barzanî re ye.
Eger di van þert û hoyan de piþta me were erdê, dê hin derkevin bi heq
bêjine me, weyy xwelî li serê we! Lê ez bawer im, heta ev serkirdayetiya me
û yekitiya me hebe, ti hêz nikare xwelî bi serê me de bike. Em divê bi xwe û
bi serokatiya xwe bawer bin.
Þiyarbûn, zanebûn, cesaret, loyalîtet (pêgirî) bi serkirdayetiya Kurdistanê
re, misogeriya serkevtinê ye. Me navê em ji raporekî ku zêde þansê xwe nîne,
bikevin tirsê. Bi hevpeymanê me DYA re divê em meþa ber bi demokrasiyê ve
her bidomînin. Hevpeymaniya Kurdan û Amerikiyan zor girîng e. Jiber ku li
Rojhilata navîn di cografya siyasî ya îroyîn de dostê Kurdan tuneye.
Divê çav û gohê me li ser dewleta Tirk be. Jiber ku mixabin ew tunekirina
Kurdan û Kurdistanê hokerê hebûna xwe qebûl dikin. Ew jî divê tevgera
azadîxwaz li bakurê welat geþ û gurr bibe. Hingê em wisa dikarin pêþî li
neqenciyên Tirkiyê û planên wan yê dijminane bigrin.
Rapora Baker-Hamilton liber sekeratê mirinê ye. Em divê di asta siyasî û
feylesofiya siyasetê de zûtirîn demê cinazê vê raporê rabikin, da ku ew di
nav refê arþîvê de bêdeng bimîne.
Lê hewce ye tevgera siyasî û civaka Kurdistanê þiyar be, refleksên xwe xurt
be û di dema xwe de helwestê hevbeþ netewî were nîsandan. Di demokrasiyan de
refleksên raya giþtî girîng e. Divê dostên me Amerîkî jî bizanin, em ne
“sîrkut û erêbêj” in. Me jî berjewendiyên netewî heye.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
Arþîva Gotarên Bayram AYAZ
|