|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Rola diasporayê û erkên wê di
tevgerên azadîxwaz de
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
-Bi minesebeta Kongreya Kurdên
rojavayê Kurdistanê li Brukselê-
Dawiya
hefteya buhurî (rojên 27-29ê gulanê) beþek Kurdên rojavayê Kurdistanê yên
li derveyî welat li Belçîka civînek li dar xistin. Civîn ji terefê „Komiteya
Amerîkanî Kurdî ya Demokrasî jibo Suriyê“ hatibû amadekirin. Serokê
Komîteyê birêz Prof. Þêrko Ebas e.
Ev
konferensa duyemîn bû, ya yekemîn rojên 12-13ê Adarê 2006 (di roja
salvegera qetlîama Qamiþloyê de!) li Washingtonê di xaniyê Senata Amerîkayê
de pêk hatibû. Wêneyê nûnerên Konferensa Adarê ku li pêþiya deriyê Senatê
bi hevra kiþandibûn, hêviyek dida mirov. Li ser wêneyê, nûnerên partiyan û
kesayetên ne birêxistî mil bi mil li kêleka hev xuya dikin. (Binêre:
serrûpela Peyama Kurd Hejmar 89) Wêneyekî wisa ye ku hestên welatparêzekî/e
Kurd pê geþ dibe û mirov pê serbilind e.
Bi qasî
em pê agahdar in, karê vê Komîteyê kiriye, xebatek serkeftî û pîroz e.
Tevgera rojavayê Kurdistanê bi taybetî di vê demê de hewceyê xebatekî wisa
ye. Li Rojhilata navîn „çerxa felekê“ li dijî rejîmên dîktator dizivire û
xuyaye dor hatiye ser Sûriyê, ser rejîma Baas! Ku desthilata Baas birûxe,
bêguman dê ji bo gelê me yê rojavayê Kurdistanê rojên azad, xêr û xweþî
peyda bibe. Mirov li benda vê mizgîniyê ye. Lê ev mizgînî ji ber xwe ve
nayê. Tevgera azadîxwaza rojavayê Kurdistanê hewce ye xwe bilezîne,
yekitiya xwe bihone û rêxistina xwe ya netewî damezirîne. Pêwist e
navendeke tevgera rojavayê Kurdistanê hebe, dostên tevgera Kurd ên navdewlî
li muhatabekî digerin. Beramberî opozisyona tevgera Erebî ya Sûriyê jî divê
Kurd helwesteke yekgirtî diyar bikin. Tecrûbeyên tevgera baþûrê Kurdistanê
jibo me hemî Kurdan girîng in, divê em sûdê jê werbigrin.
Roja
duyemîn em jî bûn mêvanê Konferansê. Mêvanekî ezîz li wê derê di axaftina
xwe de got: „Em bakurî û baþûrî deyndarên tevgera rojavayê Kurdistanê ne“.
Bi rastî jî Kurdên binxetê di ber me de gelek eziyet dîtine û zêde xizmeta
me kirine. Ez jî yek ji wan „deyndaran“ im. Ev aliyê qedirþînasî, lê esil mesele bîr û hizra Kurdistanî ye.
Di niþtîmanperweriya Kurdistanî de
cihê hizra herêmî nîne, divê nebe! Pirsên hemî deverên Kurdistanê bala me
dikiþînin. Serkeftinên perçeyên din me dilxweþ dikin, alozî jî me diêþînin.
Di vê çarçoveyê de dixwazim çend têbinîyên xwe bi îzna we rabigihînim.
Li
Konferensê hejmarek zêde akademîker, pispor û welatparêzên xwedî ked beþdar
bûbûn. Ev cîhê keyfxweþîyê ye.
Hewceye em qedrê insanên xwe bigrin û bizanin ku ev mirov jibo tevgera
Kurdistanê li binxetê sermiyanek dewlemend in. Beþdar û amadekarên civînê
mirovên dilsoz in, þiyarê konjunktura siyasî ne û li rê û derfetên
hevxebatê digerin. Lê wisa xûya bû, ji ber kêm tecrûbeyetiyê berî civînê bi
partî û rêxistinan re wek tê xwestin guftûgo nehatibû kirin. Ev jî bû
sedemê hin nerazîbûnan û kêm û kurtiyan.
Lê hewce
ye xasima bin rastiyekê werê xetkirin. Ew jî ev e: Amadekarên vê Konferensê
û nûner rêz li tevgera welatparêz digrin û dixwazin bi partî û rêxistinan
re kar bikin. Partî û rêxistinên me yên rojavayî hewce ye lê þiyar bin, van
kesayetan nexeyidînin û ji hevdû dûr nekevin. Hêza vê Konferensê li
diaspora Kurdên rojava (bi taybetî li Amerîkayê) û tesîra wê li welat divê
mirov kêm nenirxîne. Ji hevdû dûrketin û li dijî hevdû xebat dê þaþiyek
mezin be û zerarê bide tevgera rojava.
Di
siyaseta Rojhilata navîn de divê em ferqa nabeyna Amerîkayê û Fransayê
bibînin û li pêþ çavan bigrin. Eger bi Fransiyan bima, Seddam dê hê li
Bexdayê xwedî desthilat bûya. Þer ne baþ e, lê rejîmên dîktator ji bo me
Kurdan xerabtir in. Em jî divê li meselan hinekî pragmatîk binêrin, yanî li
gor berjewendiyê xelk û welatê xwe biryaran bidin. Siyaset hostayîya
pragmatizmê ye!
03 Pûþper 2006
|