|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Di derheqê Yekitiya Ewrûpa de
siyaseta tevgera bakurê Kurdistanê çiye?
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
Hinek
babet hene, pirsên stratejîk in, zêde girîng in. Di van mijaran de hewceye
civak û tevger xwedî helwestek diyar be. Babeta Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û
peywendiyên Tirkiyê bi YE re ji bo tevgera Kurdistanê babetek stratejîk e.
Siyaseta Kurdan divê zelal be.
Eger em peywendiyên Kurdan û Tirkiyê bi YE re wek pirsêk stratejîk
dinirxînin, wê demê em ji xwe bipirsin: gelo birastî jî berê me li YE ve ye?
Me çi hêvî û daxwaz ji vê hevbendiyê heye? Pêwiste di vê mijarê de siyasetek
me a hevbeþ hebe. Ma siyasetek me wisa heye? Gelek caran em xwe aciz dikin,
dibêjin: „YE goh nade Kurdan, tevgera bakurê Kurdistanê wek hevalbend
napejirîne, tenê bi dewleta Tirk re dide û distîne…“ û gelek tiþtên din.
Hinek tew peywendiyên YEê û Tirkiyê wek „dubarekirina Peymana Lozanê“ jî bi
nav dikin.
Baþ e, em
jî divê ji xwe bipirsin: Me hêz û mecal heye ku em xwe li ser YE ferz bikin?
Peywendiyên dewleta Tirk bi YE re sala 1959 an de ji dema Kombenda Aborî ya
Ewrûpayê virde dom dike. Piþtî ku Yewnanistanê sala 1958an ji bo endametiya
Kombendê serî lê da, Tirkiyê jî bi hesabên stratejîk berê xwe zêdetir da
Ewrûpayê û xwest bibe perçeyek ji Ewrûpa.
Sala 1963 di nabeyna Tirkiyê û Ewrûpiyan de Peymana Enqerê hat îmzakirin. Ev
çil û sê sal in hevalbendîya wan berdewame û gîhaye pêvejoya îro.Baþ e,
helwesta Kurdan çi bûye? Bi qasî ku di van sîh salên dawî de bi bîra min tê,
xeta welatperwer bi van meseleyan mijûl nedibû, Kurdên çep jî di vê babetê
de wekî çepên Tirkan difikirî, Ewrûpa perçeyek ji sîstema
emperyalist-kapîtalîst didît û li dijî van peywendiyan bûn. Siyasetek me
Kurdan a xweser ku li berjewendiyên miletê me bihata tunebû. Tevgera Kurd ne
di wê rewþê de bû.
Îro rewþa me çiye? Gelo îro siyasetek me a xweser heye? Mixabin na, îro jî
em xwedî siyasetek hevbeþ, rêk û pêk nînin. Siyaseta em dimeþînin, revereva
li dû bûyeran e, me siyasetek tayînker nîne. Tirkiye û YE guft û goyan
dikin, biryar tên girtin, rêxistinên me jî –eger jê agahdar bibin- carna bi
beyanekê, carna
jî bi serdanekê li ba dezgehek reaksiyonan nîþan didin. Vêca wisa jî ti
tesîrek me nabe. Konseptek me Kurdan li gor pêdiviyên me yên neteweyî tune.
Her rêxistinek hin nêrînên xwe hene û em van nêrînan wekî yên hemû Kurdan
pêþkêþ dikin. Ev jî ne rast e.
PKK-DTP jibo gelê Kurd daxwaza maf û azadiyên indivîduel dike. Çend
rêxistinên me yên din di çarçoveya wekheviyê de daxwaza îkrara hebûna gelê
Kurd û bi destxistina mafên netewî dikin. Kurdên ser þopa siyaseta dewletê
jî wek dewleta Tirk difikirin. Eger em li xwe werin mikurê, rewþa Kurdan li
bakurê welat di vê pirsê de, rewþek ne baþ e, tevliheve.Em dev ji Kurdên
dewletê û PKKê berdin. Qena nebe, ev rêxistinên me yên din hewceye bi hevra
siyasetek hevbeþ diyar bikin û daxwazên xwe bi yek dengî bigihînin dezgehên
YE.
Tevgera azadîxwaza bakurê Kurdistanê hewceye helwestek yekgirtî nîþan bide.
Heta divê li rê û imkanan bê gerîn ku bi welatparêzên dora PKKê re jî jibo
dengekî hevbeþ derkeve diyalog bê danîn.Eger em bikarin hin Kurdên dewletê
jî bikiþînin ba xwe hêj baþtir dibe.Çarçove divê çibe? Em xelkekî qedîm in,
xwedî çand û ziman û dîrok û ax û welat in.Li gor belgenameyên hiqûqa
navdewlî me jî wekî her xelkekî mafê çarenûsî heye û em dixwazin li ser axa
xwe bibin xwedî desthilatê û dewletê. Ser bingehê wekheviyê, di nav aþitî û
aramiyê de, bi hevpiþkdariya sistemek demokratîk, em dikarin bi hemî gelên
cîran re bi hevra bijîn.Daxwazên me biçûk mezin hemî divê li ser navê
tevgera xelkekî xweser bê pêþkêþkirin. Kurd divê xwe hertim wek terefekî
bibînin û bi serbilindî xwe bi xwe temsîl bikin. Li ba EU jî!
17 Pûþper 2006
Mafên Vê Nivîsê ya Peyama Kurd e.
|