|
Beþa
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Siyaseta Yekitiya Ewrûpayê
derbarê doza Kurdan de çi ye?
Bayram AYAZ/HAWARDENGÛBAS
Di
nivîsara hefteya borî de em li ser helwesta tevgera bakurê Kurdistanê
derbarê Yekitiya Ewrûpayê de rawestiya bûn. Nêrîna ku em di encamê de
gihîþtibûn ev bû: Hêzên bakurê Kurdistanê ne li ser hev in, rêxistinek an
mekanizmayeke wan ya netewî ku YE wê wek hevalbend (partner) qebûl bike tune
û tevgera bakur siyasetek xwe a hevbeþ jî nîne.
Di vê neleheviyê de serêþiya herî mezin di nabeyna Pkkê û hêzên din de ye.
Pkkyî diçin dibêjin: „em eslî unsurê (yanî hîmdarên piþkdar yê) dewleta
Tirkiyê ne, em dixwazin Tirkiye bibe cumhuriyetek demokrat û Kurd jî bigihîn
mafên xwe“. Pkkyî û kes û dezgehên ser xeta wan di daxwazname û axaftinên
xwe yên fermî de doza
Kurdan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ne wek doza xelkekî xweser,xwedî ax û
welat pêþkêþ dikin, doz û daxwaza desthilatê û destxistina mafên kollektîv
(netewî) nakin. Tew dema ku siyasetvanên Ewrûpî ligor pîvanên hiqûqa
navnetewî statûya gelê Kurd wek mînoriteyekî serjimara wê bi milyonan bi nav
dikin û dibêjin pêwiste jibo Kurdan mafên kollektiv werin dan, ji wê jî aciz
dibin. Pkk bi vê siyaseta xwe zerarek mezin dide doza Kurdistanê. Tiþtê em
dibînin dewleta Tirk zêde zêde li dij derdikeve ku hebûna gelê Kurd li
Tirkiyê li gor
hiqûqa navdewlî bi statûyek wek xelkek xweser (independent) an minority bê
qebûlkirin.
Li vê derê hewceye em statûya minority zelal bikin. Jiber ku em jî îtiraza
vê gotinê dikin, lê itiraza me cuda ye. Piraniya Ewrûpîyan jibo Kurdan
dibêjin minority. Çima ? Jiber ku ew Tirkiyê wek dewletek yekgirtÎ
(entirety) dinirxînin û dibêjin di nav tixûbên vê dewletê de serjimara
Kurdan ji serjimara yên xwe Tirk dihesibînin, kêmtir e. Wê demê li gor
hiqûqa navdewlî statûya Tirkan dibe majority (piranî) û yê Kurdan jî
minorty. Ev nêrîn bi þeklî rast e, lê kêm e. Kurd li dewleta Tirkiyê xelkekî
xweser in, parçeyek ji welatê wan (Kurdistanê) di nav tixûbên vê dewletê de
ye û ev gel li ser axa xwe piranî ye. Jiber vê yekê em rast nabînin ku
statuya gelê Kurd wek minorty bê binavkirin. Jibo me du mînakên balkêþ hene.
Li dinyayê qet ti kes jibo gelê Filistînê nabêje, Filistînî li dewleta
Israelê minority ne. An jî îro kes êdî nabêje Kurd li dewleta Iraqê minority
ne. Em divê vê ferqê, vê îtîraza xwe bi sebir ji Ewrûpiyan re û ji kes û
hêzên din re bêjin û bi wan bidin fêhmkirin.
Dema
mirov van argumentan bide ber wan, ew van rastiya têdigihîn û qebûl jî
dikin. Lê hewceye em vê jî bizanin, ev mijar dê hêj demek dirêj dîplomasiya
Kurdan meþxûl bike. Pkkyî di vê mijarê de xerabiyek mezin bi doza Kurdan
dikin. Dema mirov axavtina Leyla Zana û gelekên din li ba dezgehên YE
dixwîne, vê þaþiyê dibîne. Xuyaye hinek nahêlin ku ev kes bêjin, Kurd
xelkekî xweser in, xwedî welatek in û dixwazin xwedî desthilata xwe bin.
Ev kilîta meselê ye. Siyaseta Tirkan ev e, dibêjin: Kurd hemwelatiyên me ne,
bi „zimanekî mahalî“ diaxivin, lê ji hemî mafên hemwelatiyê îstîfade dikin,
ti ferqa wan û Tirkan tune, hinek kêmasî hene, wan jî em dê di prosesa
berendametiya YEê de çareser bikin. Vêca eger mirov li ser pirsa xelkekî
xweser û dagîrkirina parçeyek welatê me dernexe pêþ, bêje „em eslî unsur in“
nizanim çi, wê demê em bixwe doza xwe þêlo dikin, tevlihev dikin û sivik
dixin! Ha, hêrsa me ya beramberê Pkkyîyan ev e!
Em diçin
ji dostê Kurdan re dibêjin: Em xelkekî xweser in, xwedî ax û welat û
dîrokekî dûr û dirêj in, me mafê çarenûsî heye. Ew jî ji me re dibêjin, ne
hinek ji we Kurdan tên ji me re dibêjin, „em xwediyê dewleta Tirk in û em ne
razî ne ku Kurd wek minorty werin binavkirin“! Ma ev nabe mesela „kurmê darê
ji darê ye“! Neyse, em xwe aciz bikin jî çare nine. Çareserî ew e ku hemî
hêzên Kurdên bakur, siyasetek hevbeþ biafrînin û zimanê xwe (diskursê) bikin
yek. Li dawî em siyaseta YE derbarê doza Kurdan de bi çend hevokan bêjin.
Kurd û doza Kurdan di raporên analîzan yê YE de heye, derbas dibe, lê di
belgenameyên fermî hevbeþ bi Tirkiyê re li ti derî ne gotina Kurdan û ne jî
mafên Kurdan derbas dibe. Tirkiye ne amadeye hîç ti belgenameyek îmza bike
ku tê de bahsa gelê Kurd û mafên wî bê kirin.
Jiber ku di „pirtûka sor“ ya Tirkan de ev tiþt ji binî ve qedexeye. Eger em
yekitiya xwe netewî bihonin, siyasetek hevbeþ û modern biafirînin, em dê
hebin û dê YE jî qedrê me bigre. Bi vî halê me yê îro rewþ ne baþ e. Dostên
me jî ji vê rewþa me ne razî ne. Tenê yekîtî û hêza Kurdan dê bikare
leyistikên kemalistan betal bike. De
kerem kin!
24 Pûþper 2006
Mafên Vê Nivîsê ya Peyama Kurd e.
|