|
Bi
teqînên van demên dawî referandûma Kerkûkê Dest pê kir
BAYRAM AYAZ
13 Gulan, 2007
Îsal ji bo gelê Kurd saleka dîrokî
ye. Sala vegera Kerkûkê, Mexmûrê, Þengalê, Zemarê û Xaneqînê ser bi
Kurdistanê ye. Bi tevbûna van deveran dê sînurê coxrafiya baþurê welatê me
ji aliyê baþur de bigîhe xeta xwe dîrokî. Ev xet li bakur ji hêla Sincarê
dest pê dike, di nav deverê Kurdên Þebek re derbas dibe, di biniya Kerkûkê
de digîhe çiyayê Hemirîn, herêma Babanan û heta bajarê Xaneqînê. Ev xet xeta
sînurê Kurdan bi Ereban re ye, piranî bi Erebên sunnî re.
Li gor destûra Iraqa Federal divê Kerkûk û hemî deverên din îsal di
prosesekî demokrat û yasayî de biryara xwe bidin, gelo dê bêne ser Herêmê
Kurdistanê an raste rast bi îdareya Hukumeta Merkezi Bexdê re bimînin. Li
Kerkûkê dê meha yanzdehan referandum çêbibe.
Giringiya vê prosesê ji bo doza Kurd û Kurdistanê li ber çava ye. Derbarê vê
babetê de ne hewce ye gotinên zêde were kirin. Di dîroka me ya van sed salên
dawî de cara yekemîn beþekî ji welatê me azad bû û gelê me bi Dewletek
federe dikare xwe bi xwe îdare bike. Ev destkevtin û tecrûbe ji bo seranserê
Kurdistanê û hemî Kurdan bûye hêviyek mezin. Dewleta Kurdistanê ji bo doza
azadiya gelê Kurd bûye serçaviya bi xwe bawerbûnê. Her wisa sinerjiyeka
politik û rêxistinî mezin ji bo tevgera azadîxwaz derxistiye holê.
Dewletên dagîrker ên dorber ji vê prosesa vejîna Kurdewar, ji ronesansa
Kurdî û Kurdistanî ditirsin. Niyeta van dewletan tune ku xwe biguherin, berê
xwe bidin hevdemiyê, rejimeke demokrat rasteqîn cîbecîh bikin û çareseriyek
adilane ji bo doza Kurd û Kurdistanê qebûl bikin. Siyaseta van dewletan
siyaseta înkar û tunekirina Kurdan e û berdewamiya dagîrkeriya Kurdistanê
ye.
Eger mirov nexwaze xelkek bindest ji bin sîtemkariyê azad bibe, mafên xwe bi
dest bîne, divê mirov bêguman berî her tiþtî pêþî li prosesa dewletbûna wî
xelkî bigre. Destkevtiyên Kurdistana azad têk bide. Ji ber ku serçaviya
hêviya Kurdistaniyan prosesa dewletbûnê ye. Dewletên dorber vê yekê dibînin.
Û bi hemî hêza xwe di nav hewildanên dijminane de ne. Ji xwe Tirkiye vê
dijminahiyê qet venaþêre. Bi taybetî generalên Tirk û hevalbendên wan ên
kemalist û tirkçiyên þovenist û nîjadperest bê perwa dijminahiya Kurdistanê
dikin. Car caran di medya Tirkî de iþaret û delîlên vê dijminahiya tund
derdikevin, xwe didin dest.
Rejima kemalist û militarist azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê
xeniqîna xwe dipejirîne. Wisa lê kirine, siyaseta wan bûye, `Kurd hebin em
dê tune bin!`. Ev nefsiyeta kemalistan û siyaseta ser vî bingehî tehlûkeyek
mezin e. Ji bo Tirkan jî û ji bo Kurdan jî. Lê ev siyaseta dijminane û
êrîþkar dê li Rojhilata navîn zerara herî mezin bide Tirkan. Ji vê yekê re
qet þik û guman nîne. Evên eqilê xwe bigrin serê xwe kemalist in. Ev siyaset
dê zerarek zêde bide Tirkiyeyê, lê heman demî dê dawiya kemalistan bîne.
Oligarþiya kemalist nuha rola Milosevîç û hevalên wî dilîzin.
Em ji rola bi lanet ya kemalistan derbasê teqinên demên dawî li baþurê
Kurdistanê bibin.
Ji dema ku teqwîma rapirsîna Kerkûkê û deverên din dest pêkiriye virde pêþî
li Kerkûkê, Musilê û Xaneqînê teqîn çêbûn û teqînên Musilê û Kerkûkê her
diçe zêde dibe. Di vê nabeynê de hinek fitneker û fêlbazan xwestin li Þêxanê
Kurdên Êzdî û Musilman berdin hevdu. Bi vê birîna me ve xwêrnexwaz berdewam
dilîzin. Rola Cebha Milli Tirkmanî diyar e. Wek gelek xuþk û birayên Tirkmen
dibêjin, „ew ne ji bo mafên Tirkmenan kar dikin, aletekî siyaseta dewleta
Tirk in.“!
Li derve jî dijminên Kurdan û Dewleta Kurdistanê çalak in. Xebata grûba
lobistan ya bi navê Koma Krîzên Navnetewî balkêþ e. Ev grûp bi taybetî
propagandaya têzên Dewleta Tirk dike. Nuha dixwazin rojavayîyan bi taybetî
Ewrûpiyan îqna bikin ku referanduma Kerkûkê bi paþda bixin. Eger tiþtek wisa
bibe, ev dê bibe darbeyek mezin ser prosesa rapirsînê û cîbecîhkirina madeya
140an. Amanca Tirkiyeyê û hêzên din ew e ku rapirsînê bi paþxin û piþtre jî
li guherîna vê madeyê bigerin. Di vê nabeynê de jî hêviya xwe bi
hilbijartinên li Amerikayê ve girêdane. Paþxistina rapirsîna Kerkûkê bi hîç
awayek ne ji berjewendiya gelê Kurdistanê ye.
Dewleta Tirk pêþîlêgirtina referandûma Kerkûkê û têkdana prosesa Dewleta
Kurdistanê ji xwe re wek siyaset û stratejiyek netewî ya vê serdemê tespît
kiriye. Ji ber ku bi aþkere dibêjin, damezirandina Dewleta Kurdistanê
metirsiye li ser yekitiya dewletê û teritoriyoma Tirkiyeyê.
Dewletek xwedî vê siyasetê rehet nasekine û gelek þik û guman hene ku dema
li ser kolanên Kurdistanê TNT diteqe, xwîna Kurdistaniyan dirije, hinek hêz
li Enqereyê gelek keyfxweþ dibin. Belku hinek ji van li encamên siyaset û
planên xwe qirêj dinêrin û kenên mazojîst bi rûyê wan dikeve. Mixabin di
destê me de tu delîl tune, ku em raste rast hin navnîþanên dijminên Kurd û
Kurdistanê aþkere bikin. Em tenê dikarin analizên siyasî-felsefî bikin û
berê pêçiyên xwe bidin van „gunehbarên nediyar“.
Kamyoneta ku li Hewlêrê teqiya bi qasî 800 kîlo TNT dagirtî bûye. Wasiteya
ku îro li Mexmûrê jî teqiya, ekît ew jî bi madeyê teqemenîyên giran dagirtî
bûye. TNT û madeyê kimyewî yên teqemenî din, tutûna kaçax an jî benzîna
kaçax nine ku mirov bikare ji sûkê bikire. TNT kirîn û firotina wê qedexe
ye. 800 Kîlo TNT tenê dewlet dikarin temîn bikin, bikirin û bifiroþin.
Em vê bêjin, kî çi dibêje bila bêje, bê alîkariya lojistîk ya dewletên
dorber grûpên terorîst nikarin bi sed kîloyan TNT û teqemeniyên din peyda
bikin. Li piþta van teqînên li Kurdistanê û Iraqê, alikariya lojistik ya
dewletan heye. Kîjan dewlet van karan dikin? Bersiva vê pirsê di siyaseta
dewletan de heye. Destê hin grûpên tirkçî-miltarîst û “pisporên sabotajan
organize dikin” di xwîna Kurdistaniyan de heye.
Ev teqîn hemî bi mijara rapirsîna Kerkûkê ve aleqedar in. Derbarê van
teqemeniyan de hewce ye serê me zelal be. Kurd û Kurdistanî jî divê tedbîrên
xwe bigrin. Gotina Hilmi Aydogdu divê em bînin bîra xwe. Hewlêr, Kerkûk,
Mexmûr, Diyarbekir e. Eger li Kerkûkê çend hezar Tirkmenên bi Cebha Tirkmen
ve girêdayî hene û hin kemalist dixwazin bi destê wan li Kerkûkê pirsgirêkan
derbixin û Hewlêra paytext destabilize bikin, pêwist e ew jî hesabê xwe
bikin. Hewlêr û Kerkûk aciz bibe, Kurdên bakurê welat dê dilê wan de birînên
kûr vebe.
Baweriya min ew e, dijmin bi van teqînan dest bi referandûma Kerkûkê kir.
Mixabin xetera van teqînan dê berdewam be. Her ku Referandûma Kerkûkê nêz
be, dê dijminên Kurd û Kurdistanê zêdetir har bibin. Tevgera azadîxwaza
bakurê Kurdistanê jî hewce ye xwe ji dema nû re amade bike. Dostanî,
birayetî, hevxebat, mil bi mil berxwedan…
Xwîna ku li Hewlêrê, Kerkûkê û Mexmûrê dirije, dê dijminên Kurd û Kurdistanê
bifetisîne.
Ji þehîdên me re dilovanî û bihuþt, ji kes û karên þehidan re sersaxî û ji
birîndarên me re silametiyê dixwazin.
Lanet be li teroristan û hêzên li piþta wan.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|