|
B-PLANA
Tirkçiyan:Projeya
Turkmen Federe Bolgesi…çend gotin derbarê PKKê de
BAYRAM AYAZ
20 Sermawez,
2007
Planên
Dewleta Tirk çi ne? Gelo dixwaze çi bike?
Bersiva van pirsan girîng e.
Ji bo ku mirov bikare rola aktorên (hêzên) ku di vê prosesa dawî de cîh
digrin rast binirxîne, hewce ye siyaseta Dewleta Tirkan qenc têbigîhe. Eger
em bikarin hedefa dewletê rast analiz bikin, wê demê em dê bikarin baþtir
serwextê helwestê dewletê (ordî û hevpeymanên wê), hukumetê (AKPê),
muxalefetê (CHP, MHP û yên din) û Imraliyê (E. Ocalan) bin.
Em hewl bidin, vê mijarê hinekî ronî bikin. Berî her tiþtî hewce ye em
armancên stratejîk yên pêþkî (priority) yê Dewleta Tirk binasin. Em dê tenê
bahsa armancên bi mijara doza Kurd û Kurdistanê ve girêdayî bikin.
Li vê derê divê em dubare binê gotinên Dewleta Tirk xet bikin. Di siyaseta
berevaniya netewî, siyaseta derve û mijara Kurd û Kurdistanê de, stratejiya
netewî ya Dewletê esas e. Programên Hukumetan ti buhayê xwe nine. Stratejiya
millî ya Tirkan ordî diyar dike û di Civata Ewlekariya Netewî de bin navê
Belgenameya Stratejiya Millî de tê pejirandin. Yasaya Bingehîn ya Tirkiyeyê
(Xala 118) vê desthilatê daye Civata Ewlekariya Netewî (CEN). Di Xala 118an
di paragrafa sêyan de dibêje “biryarên derbarê parastina yekparetiya welat
de ji terefê Civata Wezîran ve pêþtirîn tên berçav girtin”. Wergera vê xalê
ev e: biryarên ku derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de werin girtin, hemî dam
û dezgehên Dewletê mecbur in cîbecîh bikin!
Belgenameya Stratejiya Netewî li gor hin nûçeyên çapemenî di sala 2006an de
di ber çav re hatiye derbas kirin û hatiye pejirandin. Ji vê Belgenameyê re
“Pirtûka Sor” jî tê gotin. Ev Belgename qîblenameya Dewleta Tirkan e.
Di vê “qîblenameyê” de tarîfa Kurdan çawa tê kirin, têgihîþtina Dewleta Tirk
û rayedarên wan çi ye, çawa ye? Di stratejiya netewî ya Tirkan de, mijara
Kurd û Kurdistanê înkar û îmha ye (tunekirin e). Ev siyaset, bi qasî serê
pozê derziyê jî nehatiye guherîn.
Ka em carekî li siyaseta Tirkan di van 16 salên dawî de ku Amerîkî ketine
Iraqê û li baþurê Kurdistanê desthilateke Kurdan peyda bûye, binêrin.
Em dibînin ku di van þanzdeh salan de Amerîkî her hewl didin ku Tirkan û
Kurdan nêzî hevdu bikin.
Bav Georg Bush bi Turgut Ozal re hevalbendiyekî dana û xwest ku Dewleta Tirk
di pirsa Kurd de siyaseta xwe biguhere û prosesa Dewleta Federe ya
Kurdistanê biparêze. T. Ozal hin gavan avêt. Heta Amerîkiyan wê demê xwestin
ku ordî bikeve Musulê-Kerkûkê û bi Kurdan re bi hevra wan deveran ji destê
Saddam rizgar bike. Lê ordiyê dît ku ihtimala sûd wergirtina Kurdan di vê
projeyê de heye, wê demê xwe nedan ber vê projeyê. Serokerkan Org. Necip
Torumtay wek helwestek protestoyî istîfa kir. Piþtî ku li Kurdistanê
hilbijartin çêbûn, Parlemena Netewî û Hukumeta Herêmê hat avakirin, ango
pêvejoya dewletbûnê dest pê kir, Dewleta Tirk gelek aciz bû. Salekî piþtî
van rûdanan, T. Ozal ji nîþka ve mir! Di raya giþtî de bawerî ew e ku Ozal
jî, general Bitlis jî hatin kuþtin.
Tirkiyeyê dest ji siyaseta T. Ozal berda û li siyaseta xwe dij-Kurd ya herî
hiþk vegeriya. Hewl da ji bo parastina statûkoya siyasî ya heyî li herêmê bi
Iranê û Suriyeyê re bi hevra kar bike. Xebata “sê-qolî” piþtî T- Ozal dest
pê kir. Hevalbendiya Tirkiyeyê bi Iranê û Suriyeyê re ne li gor dilê
Amerîkayê û hevpeymanên wan bû, lê rojavayîyan dikir ne dikir Tirkiyeyê xwe
nêzî hevxebateka stratejîk bi Kurdan re ne dikir. Bi Kurdên baþurê welat re
dixwest tenê ji bo dijayetiya PKKê hevkariyên leþkerî bike. Ji ber ku wê
demê PKK hevalbendê hevpeymaniya Iran-Surî-Libyayê bû û dewletên bi
Tirkiyeyê re nelehev (wek Qibris, Yewnanistan, Ermenistan, Rusya û yên din)
li paþ deriyan alikariya PKKê dikir, Tirkiye jî mecbûr bû hin tawîzan bide
Amerîkayê û bi Kurdên baþur re têkiliyê dayne. Lê heman demî dixwest bi van
têkiliyan di nav Kurdan de dijminahiyê gurr bike, bi taybetî Kurdên baþur û
bakur berê hevdu bide.
Yalçin Kuçuk: Berê Þêwirmendê Ocalan û nuha huqqebazê “Paþa Hazretleriyan”
Mixabin wan deman PKKê jî bi projeyên xwe wek “Hukumeta Botan-Behdînanê”,
“Zap Cumhuriyetî” û “Hamleya duyemîn ya 15ê Tebaxê”, wê jî bi têra xwe karê
birayên me baþur zahmet dikir; astengî û kospeyan derdixist pêþiya prosesa
dewletbûnê. PKKê (E. Ocalan) jî van karan ser hesabê Iranê-Suriyê dikir û
gelek caran ji Þam û Beyrûdê mesajan ji Tirkan re jî rê dikir. Digot,
“Dewleta Kurdistanê ya federe xincerek e di dilê Kemalistan de”. E. Ocalan
nêrînê wisa gelek caran ji Imraliyê jî rê dike. Ez bawer dikim, wan deman
fikrê dijayetiya baþur û Amerîkayê þêwirmendê wî Yalçin Kuçuk didan wan.
Yalçin Kuçuk îro li Enqerê þêwirmendiya Org. Yaþar Buyukanit û Org. Ilker
Baþbug dike. Ji van herdu generalan re dibêje „Paþa hazretleri“! Paþa
hazretleriyên Yalçin Kuçuk li dû têkdana Kurdistanê ne.
Wan salên ku ev kes diçû li Bekaayê bi E. Ocalan re tiyatro çêdikir, hertim
dijminahiya Kurdistana azad dikir, îro jî dibêje “Eger em Musulê negirin, dê
Diyarbekir ji destê me derkeve”! Wan deman ji E. Ocalan re digot „Kardeþim
Apo“, nuha jî li Enqerê di programên televizyonan de kûm û kolozê Mustafa
Kemal dide serê xwe û ji generalan re bi maneya rizgarkerên cumhuriyetê
dibêje “hazret”. Wê demê fitne û dolaban digerandin, kiþ-kiþê dikir û PKKê
berê ser Kurdistana azad de dida, nuha jî dahula þerî lê dide, dixwaze
ordiya Tirk bikeve Kurdistana azad. Xerîte çêkiriye û herêma Bahdînanê,
Musulê û Kerkûkê di nav sînûrê “Mîsakê Millî”ya Tirkan de nîþan dide.
Dibêje, gerek em li dijî Barzanî û Talabanî alikariya E. Ocalan û “PKKa wî”
bikin. Gazinda ji hin rayedarên Tirk dike ku alîkariya PKKê nakin, dibêje
eger me alikariya PKKê bikira dê Barzanî û Talabanî bi ew qasî xurt nebûya.
(agahî ji programa Kalemler ve Kiliçlar ya TV SKYTURKê, Rojên 04 û 11 û 18ê
meha 11an 2007)
(Têbinîyeke me: Xuyaye Aysel Tugluk jî ji Yalçin Kuçuk hîn bûye ku di
nivîsa xwe ya 27ê Gulanê 2007 (rojnameya Radîkal-ê) de ew jî dibêje Ew herêm
(Kurdistana baþur) parçeyek ji Misakê Milli ye!)
Li vê derê
divê em bêjin, gotinên wek “Israilê duyemîn” jî û gotegotên ku “Barzanî
yahûdî ne”, ev gotin giþ yên Prof. Yalçin Kuçik in. Ev ne zilam
antî-amerîkancî û antî-semitistekî navdar e, her wisa antî-Kurdekî baþ baþ
e! Em taybetî bahsa wî dikin, ji ber dû sedeman yek jê, rola ku wî li ber
serê E. Ocalan di nav PKKê de leyist û sedema duyem jî, mirov dikare ji
gotinên vî kesî hin projeyên klîka kemalist-militarist baþ têbigihe. Ev kes
hê jî bi israr palpiþtiya E. Ocalan dike! Dibêje ew mirovekî kemalist baþ e.
Û gelek balkêþ e, E. Ocalan jî hertim di “nameyên xwe parêzêran” de pesnê
kemalizmê dide. Bes e, êdî welatperwerên dorberê PKKê nikarin bêjin, “Heval
ev taktîk e, goh nedin van gotinan”! Ji ber ku ev Dewleta Tirk li ser
tevgera Kurdistanê hingê fêlbazî û leyistikên gemarî digerîne, mirov mecbûr
e, þiyarê van tiþtan be. Bi taybetî di vê demê hessas de, hewce ye hemî
Kurd, bi taybetî welatperwerên nav û dora PKKê zêdetir serwext û þiyar bin.
Armanceka Dewleta Tirk ya sereke ew e ku Kurdan berî hevdu bide. PKKê bixe
pêsîra Dewleta Federe ya Kurdistanê.
Li vê derê berpirsiyarî dikeve ser milê herkesî, lê bêhtir PKK divê riya xwe
zelal bike. Carna ku mirov goh li hin PKKyiyan dibe, mirov vediciniqe. Îro
(17.11.2007) I. K. di ROJ TVê programa (Yedinci Gün-ê) de digot: “Di tevgera
Kurd de du xet heye, xeta ku bi nêrîneka nasyonalist dixwaze dewlet dayne
(di pêþengiya Barzani û Talabanî de) û xeta demokratîk ya birêz Ocalan
(PKKê) ku dixwaze bi xurtkirina demokrasiyê li hemî Rojhilata navîn
pirsgirêkan çareser bike”. Wextê ev gotin hatin serf kirin, piþtê wê mirov
ser maf û azadiyên Kurdan çi bêje, êdî ti qîmeta xwe namîne. Kurd bila nebin
dewlet, dê demokrasî me rizgar bike! Ka carek li vê eqilsivikiyê binêre.
Demokrasî cureyê îdarekirinê ye, yanî cureyê birêvebirina dewletê ye. Eger
tu ji Kurdan re dewletê qedexe bikî, êdî tu kîjan demokrasiyê bexþê me
Kurdan dikî! Bi rastî jî tiþtên ev merivên ser xeta Imraliyê dibêjin, hîç û
pûç in!
Ev gotin, ev nêrîn, ev têgihîþtin, mejî û armanca wê dijayetiya
damezirandina dewleteka Kurd e. Tu ferq û cudahî di nabeyna vî mejiyî û
nêrînên Yalçin Kuçuk de û stratejiya netewî ya Dewleta Tirk de tune. Yalçin
Kuçuk dibêje, divê em Musulê (qesda wî wilayeta Musulê ya demê Osmaniyan e,
wisa jî dibêje) dagîr bikin, eger em vê nekin dê Diyarbekir ji destê me
biçe! Têzê Dewleta Tirk jî ev e. Yalçin Kuçuk di programa xwe de bi aþkere
got, cihê keyfxweþiyê ye ku Sererkaniya Tirk, yanî Paþa hazretlerî jî îro
hatine ser vê xetê. Li vê derê bi tundî hêrîþê Sererkanê berî nuha teqawit
Org. Hilmi Ozkok dike. Xeta wî, wek xeteke dijminahiya Cumhuriyeta Kemalist
bi nav dike. Lê pesnê Paþa hazretleriyên îro dide û dibêje: “Dewlet jî (yanî
ordî jî) wekî min, damezirandina Dewleteka Kurdistanê, wek tehlûkeyek ser
yekitiya Tirkiyeyê dinirxîne. Dewlet jî di wê nêrînê de ye ku ji bo
parastina yekitiya Tirkiyeyê hewce ye prosesa dewletbûna Kurdan bê têk dan.”
Y. Kuçuk dibêje “ev þereke demdirêj e û divê hemî cureyên sabotajan were bi
kar anîn” Generalên Tirk jî nêrîn û gotinên xwe vî cureyî dijminane qet
venaþêrin, bi aþkere dibêjin. Kesên nebihîstine bila axaftinên general Yaþar
Buyukanit û Ilker Basbug bixwînin. Mirov dibêje belku wan axaftinan Prof.
Yalçin Kuçuk ji wan re nivisîye.
Serçaviya Siyaseta Generalan: Belgenameya Stratejiya Netewî – “Pirtûka Sor”
Nêrînên generalan nêrînên Belgenameya Stratejiya Netewî ya Tirkan e. Mejiyê
vê belgenameyê ev e: Kurd li fîzanê, li Çîn û Mançînê be jî, eger bikarin
bibin xwedî dewletekî, divê em vê derfetê li pêþiya wan asê bikin, nehêlin
ew bibin xwedî dewlet. Û divê nabeynê de divê em bilezînin bi milyonan
Kurdên “xwe” zûtirîn demê de asîmile bikin, bikin Tirk, an Tirkiyeyî! Li
bajarê Amedê û Xarpûtê generalan leþker derxistin ser cadeyan û duriþmên
Tirkçîtiyê bi wan dan qîrîn.
Siyaseta Dewleta Tirk ev e. Amerîkî, Ewrûpî û hemî hêzên hinekî liberal
navnetewî bi salan e, bi taybetî piþtî rûxandina Yekitiya Sovyetan û Bloka
welatên sosyalist her hewl didin, Tirkan ji vê rêya þaþ vegerînin, rêya rast
ya eqlê selîm bidin ber wan. Piþtî bav Georg Bush Bill Clinton jî xwest bala
Tirkan bikþîne. Di sala 1997 an de hatibû Tirkiyeyê, nesîhetê li rayedarên
Tirk kir, li Meclisa Tirk got: “bi Kurdên xwe re li hev werin, bidin ser
rêyekî hevçax!”. Ji xwe Ewrûpî di her civînekî xwe de pirsa Kurdan li ber
gohê Tirkan dixin. Di her raporeka Yekitiya Ewrûpayê de bi dîqet û bi
gotinên nerm pirsa Kurdan bi bîra wan tînin. Lê Dewleta Tirk ji ya xwe nayê
xwarê. Hê jî ji dinyayê re çîrokên wek “Kurd hevwelatiyên me yên bi qedir
in, li welatê me pirseka wesa tune, pirsa terorê serê me bûye misalet”
vedibêjin. Van demên dawî Abdullah Gul û Recep T. Erdogan jî zêde qala van
çîrokan dikin. A. Gul, berî mehekî hatibû Strasburgê li pêþ dezgehê Yekitiya
Ewrûpayê qise kir, çend parlemenên ji grûbên cuda pirsa mijara Kurd ji wî
kirin û fikra wî derbarê çareseriyê de pirsîn. Hemî lê bûn yek, lê nikaribûn
ji devê wî gotina Kurd jî derbixin, nikaribûn gotina Kurd pê bidin gotin.
Çima ? Jiber ku ew wek Serokkomar heman demî Serfermandarê ordiyê ye. Û
piþtî ku ew bûye Serokkomar êdî kes nikare bi fermî gotina Kurd ji devê wî
bibihîse. Jiber ku di Belgenameya Stratejiya netewî de wisa dinivîse.
Dibêje: „Di belgenameyên fermî û axaftinên ser navê Dewletê de nabe ku
gotinên ku `bolucu û terorist` li hemberê yekitiya Tirkiyeyê bi kar bînin,
were emilandin“! Jiber vê yekê A. Gul li Strasburgê gotina Kurd ji hafiza
xwe, ji mejiyê xwe derxistibû avêtibû der.
Siyaseta Tirkiyeyê ev e. Siyaseta ku li dijî baþurê welatê me Kurdistana
azad dimeþîne li gor vê siyaset û stratejiya wan ya millî ye. Di vê
çarçoveyê de planên wan, em dikarin wisa diyar bikin.
Planên Hêrîþker yê Dewleta Tirk
A-Plana Dewleta Tirk, têkdana Dewleta Herêma Kurdistanê ya federe ye.
Her wisa têkbirina sistema federe li seranserê Iraqê. Careka din tesîsa
sistema dewleteka merkezî (uniter dewlet) bi desthilata navendî li Bexdayê.
Dewletekî otoriter wekî dema Saddam Huseyn. Ji bo vê yekê bi wan hêzan re
têkilî datînin yên ku dijî sistema federe ne û dixwazin careka din li
Bexdayê desthilata Ereban pêk bînin. Bi serokeþîrên Ereb re têkiliyan
datînin. Qaþo 65 serokeþirên hêla Musulê û deverên nêzîk ji Tirkiyeyê
daxwaza alikariyê ji Tirkiyeyê kirine. Tirkiye dest ji vê plana xwe bernade,
lê dibîne ku jiyan bi cureyeke din dimeþe û vê demê Erebên Þîa ne razî ne
têkiliyên xwe bi Kurdan re xirab bikin û li dû Tirkiyeyê bikevin! Ji bo vê
yekê dibêjin, me siyaset û stratejiyeke demdirêj divê!
B-Plana Dewleta Tirk, eger were û Tirkiye nikaribe van rûdanên heta
nuha bere paþ biqulibîne, ev rewþa heyî berdewam be, wê demê B-Plana wan ji
bo “Tesîsa Korîdora Turkmenan” heye. Xewna tirkçiyên kemalist û turancî ew e
ku ji Telefer heta Kifriyê (Musul-Kerkuk-baþurê Hewlêrê heta bigîhe
Kifriyê) alikarî bikin ku li vê þerîdê Herêma Federe ya Turkmenan
damezirînin. Me vê xewnê û planê berî çar salan, sala 2003 di nivîseka xwe
de aþkere kiribû. (Xewna Tirkiyeyê: Kerkûkê jî bike
Nahçivan û Qibrisa Denktaþî, Bayram Ayaz . 29.09.2003,
www.Kerkûkkurdistane.com)
Em dibînin îro di medya Tirkî de ev plan û armanc bi dengekî bilind tê
muneqeþe kirin. Tirk dibêjin, me sala 1926an wilayeta Musulê (di dema
Osmaniyan de hemî deverên baþurê Kurdistanê wek wilayeta Musulê dihat
hesibandin) bi þertê ku li wê herêmê emin û asayiþ berdewam be û ew
der parçeyek ji dewleta Iraqê be û bimîne, dewrê Iraqê kir di bin
mufetiþiya Ingilîzan de. Eger li van deveran emin û asayiþ xera bibe, an
Kurd bixwazin Dewleteka Serbixwe îlan bikin, yanî tehlukeya gihîþtina
Wilayeta Musulê (bajarê KERKÛKê) ser îdareya hêrêma Kurdistanê derkeve holê,
wê demê mafê Dewleta Tirk ji huqûqa navnetewî heye ku mudaxaleyê van deveran
bike. Yanî êrîþê Kurdistana azad bike! Ji nuha ve propaganda dikin û dibêjin
65 Þerokeþirên Ereb, hin nivîskar û kesayetan ji Dewleta Tirkiyeyê daxwaza
harikariya emin û asayiþê kirine. Her wisa dibêjin, eger hevnîjadên me
Turkmen li deverên wilayeta Musulê tuþî hêrîþan bibin, em dê bi hewariya wan
ve biçin. Ev jî tehdîtekî aþkere ye dijî Dewleta federe ya Kurdistanê.
Tirkiye van opsiyonan hemî ji bo cîbecîhkirina planên xwe qirêj, li ber
destê xwe de digre. Bahsa Turkmenan dikin. Turkmenên hevalên wan Cebha Millî
ya Turkmenan e. Ev Cebhe jî bi giranî di bin tesîra MHPê (Partiya Tevgera
Neteweperst) de ne. Roja 16.11.2007 di programa nûçeyan ya Mehmet Alî Birand
de tiþtekî balkêþ rûda. Nuçevanê KanalD TV’ê ji Kerkûkê ji Navenda Cebha
Turkmenan xeber radigehand. Wêneyên li odeya cebheyê, ya piþta Birêvebirê
Cebheyê, sembola Bozkurtçiyan (yanî sembola gurên boz) ya ser bi MHPê, bû.
Ew wêneya KanalD TVê jî ji hemî kesî re dide nîþandin, bê gelo ev Turkmen
Milli Cebhesî kî ye? Dijminahiya Devlet Bahçeli yê Serokê MHPê ji bo Barzanî
û ya Cebha Milli ya Turkmenan ji serçaviyekî dertê. Ji Tirkçitiyê! Ji
politikaya Enqerê. Ji xwe ev Cebhe alîkariyeka mezin ji Enqereyê werdigre.
Nêrînên Cebha Turkmenan hemî yên wekî Dewleta Tirk in. Tirkiye dijî sistema
federal e, Cebha Tirkmen jî. Tirkiye dijî referanduma Kerkukê ye, Cebha
Tirkmen jî. Tirkiye Idareya Kurdistanê nasnake û dijminahiya serokatiya
Kurdistanê dike, Cebha Turkmenan jî vê dike. Belê, Cebha Turkmenan hemî
tiþtî li gor siyaseta Enqerê dimeþîne. Ew çi dike bila bike, þikir ku hêz û
tesîra wê zêde tune. Bi soz û waadên Tirkiyeyê, bi qasî hezar du hezar
insanan li dora xwe civandiye, lê tesîreka wê siyasî û civakî berfereh li
ser prosesa Kerkûkê tune.
Ev Cebhe tenê qertekî ye di destê rayedarên Dewleta Tirk û hêzên Tirkçî de.
Em bêjin fîguranê B Plana Dewleta Tirk in. Eger Tirkiye bikare bi cureyekî
dakeve axa baþurê Kurdistanê, ku xewn û plana wan ev e; ji qeza Teleferê ya
li rajavayê Musulê heta Kerkûkê, Altunkopriyê ber bi Kifriyê ve Korîdorekî
Turkmenan dayne. Lê ev proje û plan jî bi temamî karekî xeyalî ye. Jiber ku
yek, jimara Turkmenan li van deveran li tu derî ne di wê sewîyê de ye ku
bikarin îdareya qeza an bajarokekî be tenê serê xwe bi rêvebibin. Du, ti
derdê Tirkmenan tune ku bibin aletê planên hin hêzên Tirk ku dijminahiya
Kurdan dikin. Turkmen bixwe dibêjin, wan di dîroka xwe de ti carî dem û
dewraneka wisa azad û xwedî maf nejiyane. Çima ji bo xatirê siyaseta çewt ya
Dewleta Tirk bibin dijminê Kurdan, xwe bikin armanca rewþeka ne asayî!
Piraniya Turkmenan bi Kurdan re bi hevra ne û di Parlemena Netewi ya
Kurdistanê û Hukumetê de nûnerê wan heye. Belê piraniyaka zêde ji Turkmenan
bi Kurdan re ne. Lê di þert û zurûfên îro de li Musulê û Kerkûkê û dorberê
van herdu bajaran, hêzekî yek du hezar jî dikare rolekî dijminane bilîze û
bibe alîkarê terorê û terorîzmê. Teqîn û bûyerên intîharî li Kerkûkê û
Musulê rûdidin, mixabin destê hin komikên biçûk tê de heye. Demekî navê
Kerkûk Turk Intîkam Tugaylari di medya tirkî de derbas bû. Tirkçiyên
ulusalcî û turancî di medyayê de hertim bahsa “Kerkuk’un Turklugu” dikin.
Duriþma wan ya dijminane ev e: ”Kerkuk Turktur, Turk kalacak!” (Kerkuk Tirk
e, dê Tirk bimîne). Klîka militarist kemalist li hemî deveran
ultra-tirkçîtiyê dimeþîne. Ew hêzên ku leþskeran li ser cadeyên Amedê û
Xarpûtê bi duruþmên tirkçî didin qîrîn û bezîn, ji fikir û tevgera eqilmend
dûrketine, kîn û dijminahiya Kurdan wan gêj kiriye û xwînê çavê wan girtiye.
Ev hêz li dû provakasyonan in. Armanca van hêzan çavtirsandina xelkê Kurd e.
Piþtî çûna Erdogan û general Ergin bo Serok Bush, ji Dewleta Tirk re zelal
bû ku, ew vê hêlê nikarin A Plana xwe cîbecîh bikin. Yanî Kurdistanê bi
hinceta PKKê dagîr bikin. Na, ev tiþt ne mumkin e. Xuyaye Amerîkiyan ji
heyeta Tirkan re gotinên çîp tazî û sar qerisî gotine. Ji wan re xweþik
xweþik gotine, em rê nadin hûn leþkêrên xwe bixin axa Kurdistanê û vê
prosesê têkilhev bikin.
Piþtî vegera ji Washingtonê Tirk Planên xwe din test dikin. Tiþtên wekî bin
navê parastina mafê Turkmenan, û ji bo vê yekê danîna Turkmen Federe Bolgesi
û tiþtên wisa. Vê B Plana Tirkan jî divê mirov pûç derxe. Qet ti rê li ber
Tirkan nehêle ji xeynê ew bizanin û eger nizanin hîn bibin ku li baþurê
Kurdistanê, yanî li bakurê Dewleta Iraqa federal, Dewleta Federe ya
Kurdistanê hatiye damezirandin û sinûrên Dewleta Tirkiyeyê bi vê Dewleta
Federe ya herêmê re ye. Û peywendiyên dostane dikare ji vê derê dest pê
bike, rêya vê ne îlanihayet di ser Baxdayê re ye. Tirkiye divê xwe hînê vê
rastiyê bike û bi mijara PKKê û bi van hincetan jî nelîze.
Sala 1999an de serokê PKKê ji Dewleta Tirk re got, hin gavan bavêjin, yasaya
lêborînê derbixin, ez dikarim hemî wanê serê çiyê daxim xwarê. Eger bi rastî
jî daxwaza Tirkiyeyê dawî lê anîna þerê çekdarî yê PKKê bû, çima alikariya
vê teklîfê nekir? Çima hin gavên yasayî neavêt û rê li ber çekdarên PKKê
venekir. Dewletê çima bi wasita serokê PKKê berê gerilayên PKKê da baþurê
Kurdistanê? Wê demê grûbên PKKê ku ji çiya daketin û ji Ewrûpayê çûn teslîmê
dewleta Tirk bûn, çima cezayên giran li wan kesan hat birîn? Dewleta Tirk û
hêza wî ya di pirsa Kurd de xwediyê gotinê, ordî naxwaze PKKyî dest ji þerê
çekdarî berdin û çekên xwe daynin. Na, Dewleta Tirk vê yekê naxwaze! Ji
ordiya Tirk re pêdivî bi cenazê þehîdan heye. Îro jî dixwaze ku jimarekî ji
çekdarên PKKê li Qendilê bin, li Mexmûrê bin. Heta biçin Kerkûkê û Musulê
jî. Jiber ku ji Dewleta Tirk re ji bo siyaseta wê ya dijminane dijî prosesa
Dewletbûnê hincet gerek e. Ji nuha ve di medya Tirkî de propaganda dikin
dibêjin, PKKyî li Kerkûkê Turkmenan tehdît dikin. Çima navê PKKê tînin?
Jiber ku bi navê PKKê dikarin bi lez xelkê bixapînin û bêxin hareketê.
PKK jî hewce ye di vê pêvejoyê de rola xwe zelal bike. PKKyî bi xwe hemî
dibêjin armanca Dewleta Tirkiyeyê ne ew in, hedefa Dewleta Tirk têkdana
destkeftiyên Kurdistanê ye. Ew jî wekî me dibêjin û dinivîsin ku pirsa PKKê
û Qendîl hincet e. Ev rastiyek e. Baþ e, PKK dixwaze siyaseteke çawa diyar
bike, çî helwestî bigre ku Dewleta Tirk wê neke hincet dijî destkevtiyên
Kurdistanê? Heta nuha ji xeynê teslîmkirina heþt leþkerên dîlgirtî, mirov bi
ti helwestekî PKKê nehese. Tenê dibêjin, me jî amadeyiyên xwe kiriye, eger
ordiya Tirk sînûr derbas bike û li me de, em jî dê berxwe bidin, þer bikin.
Ev gotin ne bes in!
PKKê Bi Çiqasî Rûmeta Rejîma Hafiz Esat Digirt – Ew Qasî Jî Bila Îro Nîþan
Bide
PKK mecbûr e rûmeta yasayan bigre û daxwazên organên desthilatiya Kurdistanê
cîbecîh bike. Helwestekî guncav (lihevhatî) bi siyaset û stratejiya
hevpeymaniya Amerîkî û Kurdan re diyar bike. Dijayetiya PKKê bo Dewleta
Kurdan dê tenê dilê Tirkçiyan honik bike!
Em salên nodî bînin bîra xwe. Wê demê (1994-95-96) Tirkiyeyê zorê da
Suriyeyê ku li Bakaa-yê Kampa Mahsum Korkmaz bigire û alîkariyên logistîk
nede PKKê. Bakaa wan çaxa di bin kontrola Suriyeyê de bû. Suriyê ji Serokê
PKKê xwest ku Akademiya Mahsum Korkmaz bigire. Çi bû, em bînin bîra xwe. Ew
kampa ku Dogu Perinçek û Yalçin Kuçuk li wan deran bi E. Ocalan re û bi
birêvebirên PKKê re risman dikêþî û li wan deran lotikan davêtin, ew kamp
wilo bêdeng bêdeng hat girtin. Suriyeyê carekî li ser sînûrê Libnanê E.
Ocalan derdest kir. Rayedarên Suriyeyê wê nûçeyê bi cureyek gihandibû medya
Tirkî jî. Heta eger were bîra we, xeberekî belav bû ku li Þamê li mala ku
Ocalan lê dimîne teqîn çêbûye! Li hêla Cizîrê, Helebê û Efrînê jî hin
kontrol çêbûn. Heta wan dema Suriyeyê çend PKKyîyan jî girtin û li hêla
Antakyayê teslimê Tirkiyeyê kirin. Ev hemî mesaj bûn, di nav Suriyeyê û
Tirkiyeyê de diçû û dihat. Zimanê li dijî hevdu bi kar dianîn, ev bû. Ev
zimanê dîplomasiya karta terorê û karta rêxistinên çekdar e. Li vê derê
pirsa helwestê van rêxistinan tê holê, lê ev mijareke din e. Rêxistinên
xwedî hêzên çekdar jî dixwazin ji van neleheviyên nav dewletan îstîfade
bikin. PKK bi salan e li Rojhilata navîn bûye parçeyekî vê bazarê.
Rêxistinên çekdarê wan hebin mecbûr in, li palpiþtiyê û alîkariyên logistik
bigerin. Rewþa PKKê jî ev e.
Îro PKK hem agireke ketiye pêsîra Îdareya Kurdistanê û Amerîkiyan. Hem jî
karteke li herêmê di destê gelek hêzan de. Mesele ne yek alî ye. Em jibîr
nekin dor aliyên Iraqê û baþurê Kurdistanê bi grûbên terorist ve dagirtî ye.
Teroristên El-Qaideyê, Ensar-el Islam û hin çekdarên ser bi grûbên Þîa ji ku
derê tên? Li ku derê alîkariya logistik digrin? Cebha Milli Turkmen ji ku
derê alîkarî digre? Palpiþtên wan kî ne? Televizyona wan turkmeneli TVê kî
finanse dike? Kîjan dewlet alikariya Erebên sunni dike? Kî ne, evên dixwazin
dijminahiyê bêxin nav Kurdên Êzdî û Musilman? Kî ne evên li nav bajarê
Musulê dijminahiya Kurdan gurr dikin? Kijan dewlet dixwaze destê xwe bixe
nav eþîr û malbatên Kurd yên qaþo ji îdareya Barzanî û Talabanî ne razî ne?
Kîjan dewlet dixwaze dijî Kurdistana azad sabotajên aborî û teknîkî organîze
bike?
Pirsa PKKyiyan li Qendilê hewce ye di çarçoveyeke wisa berfereh de were
analiz kirin. Bi taybetî tevger û rayedarên Kurd divê metirsiyên ku ser
destkevtiyên baþurê welatê me peyda bûne, tenê bi hebûna PKKê li çiyayê
Qendîlê ve girê nedin. Û wekî em diþopînin hemî kes dizanin ku mijara PKKê
hincet e.
Ez bixwe li gel im ku PKK agirbesêke bê qeyd û þert rabigihîne, li bakurê
Kurdistanê þerê çekdarî rawestîne, dengê çekan bê birîn û bi siyaseteka
sivîl û guncav li gel prosesa berendametiya Yekitiya Ewrûpayê were cîbecîh
kirin. Beramberê vê gavê bila jiyana li bakurê Kurdistanê sivîlize bibe;
yekineyên ordîyê û hemî hêzên taybetî ji hêrêmê derkevin, paþve werin
kiþandin. Divê gavên normalizekirinê ji bo rewþa civakî were avêtin û her
wisa demokratîzekirina siyasetê û îdareyê pêwist e. Gelo Tirkiye dixwaze van
tiþtan bike? Tirkiye bi rastî jî dixwaze dawî li þerê çekdarî yê PKKê were?
Tirkiye dixwaze bi Serokatî û dam û dezgehên Kurdistana azad re
danûstandinên dostane dayne? Kurd hewce ye van meseleyan hemî bi hevra
analiz bikin û pêþniyariyên xwe, siyaseta xwe wisa diyar bikin.
Hêviya Tevgera Welatparêz: PKK Helwestên Kurdewar Xurt Bike
Van demên dawî ku klîka miltarist-kemalist û hemî hêzên Tirkçî siyaseteke
dijminane hemberê Kurdistana azad û miletê Kurd dest pê kirine, tiþtekî
gelek balkêþ e, di demeke wisa hesas de PKKyîyan jî kampanyayek bin duriþma
„Êdî bes e“ de dimeþînin. Kurd û Kurdistaniyên din li hemî deverên dinê,
destê wan de ala rengîn çalakiyên cur be cur organize dikin. Ew hewl didin
bi taybetî siyaseta Dewleta Tirk ya hêrîþkar aþkere û protesto bikin,
rabigihînin bi dinyayê.
Kurdên derveyî PKKê, ji siyaseta Dewleta Tirk re, ji siyaseta Suriyeyê û
Iranê re dibêjin ÊDÎ BES E! PKK jî, xelkê dorberê xwe ji bo serokê xwe
derdixin meydanan û dibêjin: Êdî bes e, divê Ocalan neqilê zindaneka sivîl
ya normal bibe.
Bê guman ev tiþt mirov gelek aciz dike. Helbet mafê PKKê û PKKyiyan heye ku
ji bo Serokê partiya xwe çalakiyan organize bikin. Lê ne di demekî ku bi
rastî tehlûkeyeke mezin li ser destketiyên Kurdistanê peyda bûye de!
Kurdên welatperwer ji bo Kurdistanê dimeþin, PKKyî ji bo Ocalan!
Haa, ferq û cudahiya nav Kurdewariyê û pkkcîtiyê ev e. Ev yek di rojên wisa
dijwar de xwe dide der.
Welatperwerî û neteweperwerî li me ferz dike, berî her tiþtî parastina
berjewendiya welat û gel, piþtre yê partî/rêxistinê û herî dawî yê serok û
rêvebiran.
Lê ya PKKê ne wisa ye, li cem wan berê Serok tê, piþtre PKK û li dawiya van
herduyan welat û milet. Ev nabe! Ev ne welatperwerî û neteweperweri ye.
Em jî dibêjin êdî bes e, Kurd û Kurdistanê bidin pêþ, wisa dê reþ û spî ji
hevdu qenc cuda be. Dê wê demê Kurdperwer bi xuþk û biratî bikarin hevdu
hembêz bikin. Ev sarî û neleheviyên nav Kurdan jî dê kêm bibe. Û em dê hemî
bikarin li dor stratejiyeke netewî hevbeþ bên ba hevdu.
Pêþkiyên (tercîhê sereke) yê stratejiya netewî ya Kurdan divê çi be? Û em li
dora kîjan armancan werin cem hev?
1- Parastina prosesa Dewleta Kurdistanê li baþurê welatê me. (Dewlet, dewlet
û dewlet.)
2- Parastina hêz û potansiyela tevgera welatparêz li bakur û rojhilat û
rojavayê welat.
3- Dan pejirandina diasporaya Kurdan li cihanê bi nasnameya Kurd û
Kurdistanê.
Eger em li ser stratejiyeka wisa têgihiþtineka hevbeþ, zanisteke siyasî û
dîrokî peyda bikin, ya heyî bi hêztir bikin û bi hevdu re sadiq bin, bê
guman dê hemî Kurdperwer lê kar bikin û çalak bin ku hemî zindaniyên me azad
bin. Lê pêþî Kurdistan yanî welat, piþtre gelê Kurd yanî milet, piþtre jî
dewlet…
Salên nodî Navenda PKKê li Bakaayê bû, yanî li ser axa Ereban. Wê demê PKK
hevpeymanê Suriyê û Iranê bû, bi taybetî ji gotinên Serok Esad dernediket,
nekaribû derbikeve. Îro navenda hêzê wan piranî li ser axa Kurdistanê ye.
Birêvebirên PKKê eger bixwazin, dikarin siyaseta xwe bi siyaset û stratejiya
Kurdewar re lihevbînin, bibin hêzêkî hevpeyman bi hêzên demokrat navnetewî
re. Eger goh nedin daxwazên ku bi izna generalan dertên, eger planên klîka
militarist-kemalist qenc teþhîs bikin û siyasetekî berevajî vê xetê
bimeþînin, wê demê dê pêþiya welatperwerên nav û dora PKKê jî vebe û bizava
welatparêza Kurdistanê jî bi vê yekê dilþad be. Wê demê mirov dikare bêje dê
li Rojhilata navîn qirna 21an bibe sedsala Kurdan û Kurdistaniyan.
Ji bo vê yekê em dibêjin, bi hevra bi xuþk û biratî. Ji bo vê yekê em
dibêjin danûstandin û diyalog, da ku em bikarin ji hevdu qenc fehm bikin û
ser xeta Kurdewar û Kurdistanî bibin dost û heval, bikarin hêdî hêdî werin
gel hev, ji bo berjewendiyên welat û miletê xwe hevkarî bikin.
Tirkçî Dixwazin DTPê Însanî û Siyasî Linç Bikin! Welatperwer Divê li Dij
Derkevin
Li dawî, kampanya lincê ya insanî û siyasî dijî DTPyîyan û vekirina doza
girtina DTPê bi tundî protesto dikim.
Her kes û hêza daxwaz dike ku þerê çekdarî raweste, ji bo Kurdan li
Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê derfetên siyaseteke sivîl û aþtiyane peyda
bibe, û di van nêrînên xwe de sadiq be, hewce ye bi dilosozî dijî
hêrîþkariyên ser DTPyîyan raweste. Girtina DTPê dikare rewþê tenê alozîtir
bike. Hêrîþê beramberê DTPê parçeyek ji planên dijminane ya hêzên tirkçî yên
kemalist û turancî ye. Di vê mijarê de pêwist e di nav tevgera bakurê welatê
me de gotar û helwestekî hevbeþ peyda bibe. Girtina DTPê dikare tenê hewes û
meylên þerê çekdarî xurt bike. Bi baweriya me, general “Paþa hazretlerî” jî
vê yekê dixwazin. Ji ber ku þer û pevçûn çê nebe, cenazeyên kuþtiyan nebin,
nan ji telqîn bêjan re namîne! Militarizm û kemalizm destebirakê hev in.
Neo-kemalist nuha dibêjin em di nav þerê netewî de ne, ji nû ve em
cumhuriyetê (cumhuriyeta kemalist) damezirînin! Ji bo Kurdan jî dibêjin,
wekî Sultan Selim, Sultan Murat II û Mustafa Kemal bi ser ketin, divê em
carekî din ser û mejiyên Kurdan dagîr bikin û wan bikþînin aliyê xwe. Vê
rolê jî neo-kemalist “paþa hazretleri” dane ser milê xwe. Yên wekî Yalçin
Kuçuk, Ilhan Selçuk, Oktay Ekþî, Ertugrul Ozkok û bi hezarên din, ev jî qaþo
rola Kubilay, Mahmut Esat Bozkurt, Prof. Fahrettin Kirzioglu, Sabiha Gökçen,
Atif Inan hildane ser milê xwe.
Êdî bes e, gelî Kurdno - xuþk û birayan, gelî welatperwerên pêgirên xeta
PKKê, êdî bes e, lanet li militarizmê û kemalizma ultra-nasyonalist, ya ku
hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan daniye, bînin, destê xwe bidin hevdu.
Dema mirov van neo-kemalistan gohdarî dike dilê mirov diqelibe. Kurd divê
van hêzan qenc binasin.
Hin eqilsivik derketine hê jî dibêjin: AKP, ordiyê û Kurdan (PKKê) berê
hevdu dide. AKP ne partiyeke dostê Kurdan e û nikare doza Kurd jî çareser
bike. Ev aliyekî meseleyê. Lê ji bo ku mirov bikare bibêje, AKP Ordiyê û
PKKê berê hevdu dide, yan mirov divê nezanekî zircahîl be, qet tiþtekî ji
sistema Tirkiyeyê fehm nekiribe; yan jî yek dixwaze rastiyan bermeqlûbî bike
û siyaseta hêrîþkar ya kemalistan û ordiyê dijî gelê Kurd û dewleta
Kurdistanê veþêre û kemalizmê ji gunehan biþo û bi Kurdan bide hezkirin.
Îzah û tarîfeka din tune. Kî vê demê planên klîka tirkçiyên kemalist û
turanciyan veþêre, berê tîrên xwe bide AKPê an cihekî din, bi zanatî û ser
hesabê generalan dixwaze Kurdan bixapîne.
Tiþtên îro diqewimin, siyaseta ku Dewleta Tirk îro dimeþîne, ev nêzîkî du
salan e li ser dihat kar kirin. Gotinên ku îro general dikin, berî deh mehan
Musteþarê MITê Emre Taner, bi munesebeta 80. saliya damezirandina MITê di
mesaja xwe taybetî de yek bi yek vegotibû. (05.01.2007, www.mit.gov.tr) MIT
jî dibêje, „Tirkiye, netew-dewleta me li ber xeterê ye, …. Divê Tirkiye
tedbîrên xwe bigre, gavên pêwist bavêje. ….” Hemî kes îþaretê tehlûkeya ji
Kurdan tê dikin. MIT jî berê tîrên xwe dida prosesa dewletbûnê, referandûma
Kerkûkê û yasaya petrolê li Iraqê! Referandûm çêbibe, Kerkûk bikeve ser
îdareya Kurdistanê, Kurd û Ereb li ser Yasaya Petrolê bi hev bikin û parekî
baþ werbigrin, wê demê Kurd dibin dewlet, xwedî dewletekî dewlemend û êdî ti
hêz nikare pêþiya wan bigre. MIT dibêje Tirkiye hewce ye xwe bilezîne û vê
prosesê têk bide. Mesele ev bû, ev e. Yanî , têkdana prosesa dewleta
Kurdistanê!
Dijî Hêriþên Tirkçiyan Bê Hêvî Nebe, Çare Heye!
Çare ?
Vizyona Serokê Kurdistanê têbigîhe,
Siyaset û stratejiya Serokatiya Kurdistanê qenc biþopîne,
Goh bide ser gazind û rexne û daxwazên Serokê Kurdistanê,
Pêgirê (loyality) siyaseta navenda stratejîk ya netewî – kurdewar be!
Ev navend bi serkeve, miletê Kurd dibe xwedî tac û dewlet.
Yanî daxwaza Ehmedê Xanî ya dîrokî bi cîh tê.
Ji miletê Kurd re, ji Kurdistanê re dewlet gerek e.
Miletê ku dewletê wan nebe, sêwiyên ber destan in û mehkûmê tunebûnê ne.
Welatê ku li ser axa wê dam û dezgehên rêk û pêk û dewletek demokrat û
hevçax nebe,
Tenê dikare ji dijminan re bibe axura berazan!
Miletê Kurd layiqê dewleteke demokrat e,
Kurdistan jî bihuþta Kurdan û Kurdistaniyan e.
Dijminên bi paþeroja me bilîzin,
Bixwazin hêviyên me biþkênin, roja me reþ û tarî bikin,
Dê bersiva xwe ji keç û kurên vî miletî bigrin.
Werin em bi hevra wek biran bijîn, ne li dû hesûdî û xerabiyê bin.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|