|
Çima
bi dorderên PKKê re xuþk û biratî ?
Çima bi PKKyîyan re diyalog ?
BAYRAM AYAZ
01 Sermawez,
2007
Demê zîz û
hessas ji serê me Kurdan ticarî xalî nabe. Hertim em di demekî dîrokî re, di
qonaxeke xeter re derbas dibin. Tu dibêjî ev bûye çarenûsa ser eniya me.
Kengî „felek li rûyê me bikene“, dem û dewran ji me re jî hinekî lê bê, tu
dibînî dijminên me bi carekî hov û har dibin, dixwazin careka din felekê li
me þaþ bikin, dem û dewranê bi serê me de birûxînin û dinya me reþ û genî
bikin.
Belê, nuha em ji xwe û ji hemî dinyayê bipirsin: Ev tiþtên generalên Tirk û
bilcumle kemalist û tirkçiyên devxwîn dixwazin bi me Kurdan bikin çi ye?
Çi ji me dixwazin?
Me çi ji ber wan revandiye?
Me welatê wan dagîr kiriye?
Me ziman û çanda wan qedexe kiriye?
Me xwestiye wan asîmîle bikin? Me li wan zor û zilmê kiriye ku bibin Kurd û
bêjin: „Kurdek bedêlê hemî Tirkan e“! An me li çiya û lat û hevrazên welatên
wan „Pê þanaz im ku Kurd im“ dane nivisîn!
Na! Ji van tiþtan qet yekî jî me bi wan nekiriye! Ew van tiþtan hemî bi me
dikin û zêdetir jî.
Di sedsala bîst û yekî de, bi henekî û îronîk be jî, devê me nagere, em wek
Tirkçiyan binivîsin, bêjin „Tirkek bedêlê dinyayê ye“!
Ez nizanim, li rûyê dinyayê çend Tirkên rasteqîn hene, lê eger yek ji Tirkan
bedêlê dinyayê be, li vê dinyayê ji xwe ji xeynê Tirkan ji kesê din re cîh
namîne! Tew Tirkên piþtî hejmara yekan jî, hebûna wan jî dikeve ber xeterê!
Matematîk û fizîk wisa dibêje. Eger yek bedêlê dinyayê be û wê dabigire,
fizîkî di kainatê de ji kesê duduyan re cîh namîne!
Ev mejî, ev têgehîn, ev „hizr“, mejiyekî pîs, lewitî û genî ye, mejiyekî
jahrî ye! Tirkçiyên nijadperest bi çiqasî bahsa aqil, ilim û zaninê dikin
bila bikin, mejiyê ku xwe bedêlê dinyayê bibîne, mejiyekî mirovî û maqûl
nine. Bawer bikin, problema Tirkçiyan serî û binî ev e. Xeberekî Tirkan heye
dibêjin „Turkun dostu yoktur“(Dostê Tirkan tune). Ma dê çawa dostê Tirka
hebe, eger ew bi mejiyê xwe genî, yekî xwe bedêlê kaînatê bihizrînin û li vê
dinyayê ji xeynê xwe re bihûstekî erdî jî zêde bibînin!
Bila xwendevan bi van gotinên me neheyirin. Yê sosret û seyr ne gotinên me
ne, mejiyê Tirkçiyan e, mejiyê kemalist û militaristan e. Ew mejiyê ku
insanên bi nav û nasnameya Tirk jî û Kurdan jî û xelkên din jî dixe ber
xeterê, ev mejî seyr û sosret e.
Ez ne heneka dikim û ne jî ajitasyon. Bi rastî jî ez gihame wê baweriyê ku
ev mejiyê Tirkçiyan ku xwe „bedêlê dinyayê“ dihizrînin, bela herî mezin e.
Em Kurd divê vê noqteyê ji xwe re zelal bikin û hewl bidin ji dinyayê re jî
rabigihînin.
Ev mejiyê genî û ev cureyê têgihiþtinê, bingehê siyaseta Tirkçiyan e. Hela
carekî lê binêrin, dibêjin: ‚Eger Kurd bibin dewlet, eger Kurd bibin Kurd,
dê hebûna me Tirkan bikeve xeterê’! Van gotinan, vê tirsê (fobiyê), mirov
dikare, wek þîzofreniya Tirkçîyan dereceya herî bilind bi nav bike. Helwestê
Tirkçiyan ya nuha jî, mirov dikare wek hîsteriya (hêriþkariya) nexweþiya
wana þîzofreniyê bi nav bike. Tirkçî bi nexweþiya þizofreniyê ya
ultra-nasyonal ketine. Xwedê dawiya wan jî, dawiya me jî bi xêr bike. Ev dua
pêwist e, ji ber ku þizofren dikarin ji kontrolê derkevin. Dema krîza
þizofrenan destpê dike, hewce ye zûtirîn demê de bikevin bin kontrolê û bi
dermanan werin teskîn kirin. Eger di bin kontrolê de nebin, dikarin zerarê
bidin xwe jî û derdora xwe jî. Em dibînin ku hemî navendên navnetewî yên
sereke, yani „nexweþxaneyên mezin“ bi derdê Tirkçiyan mijûl in, lê kar dikin
ku bi dermanan wan hinekî teskîn bikin. Fobiya wan ya beramberê doza Kurd û
Kurdistanê hinekî daxin. Lê mirov sede sed nizane dê çawa be?
Baþ e, navê vê þizofreniya nasyonalist siyasiyen çi ye?
Ev neo-faþizm e, ev ultra-nasyonalizmeka þovenist dereceya bilinde ye.
Kirdarên (aktorên) vê hêriþkariyê Tirkçiyên kemalist (ulusalci) û tirkçiyên
turancî ne. Serkêþê van hêzan general, yanî klîka kemalist-militarist e.
Du hedefên Tirkçiyan heye. Hedefa yekemîn xelkê Kurd e, Kurdistan e, doza
Kurdewar e. Hedefa duyemîn demokrasî û mirovayetî ye. Demokrasî hebe, hukmê
hêzên faþîzan namîne. Xelkê Kurd jî bêhn dikeve ber. Li aliyê din, doza Kurd
û Kurdistanê bi serkeve, li Tirkiyeyê demokrasî jî bi ser dikeve. Dîrok
gihaye wisa qonaxekî, demokrasî û medeniyet û Doza Kurdistanê biheve
zeliqîne. Pirs bûye doza Kurdan beramber medeniyet ji bo Tirkiyeyê û hemî
Rojhilata naverast.
Di hedefa yekemîn ya Tirkçiyan de bi dorê, 1. Ruxandina prosesa dewleta
Federa ya Kurdistanê, 2. Pûçkirina tevgera netewî demokrat li bakurê
Kurdistanê, 3. Alikariya têkdana tevgerên gelê Kurd li rojhilat û baþurê
rojavayê welatê me û provekekirina tevgera diasporaya Kurd li cihanê, heye.
Û klîka kemalist-militarist li dijî Kurdan ketiye hereketê. Ji bo ku mirov
van hesab û armancên Tirkçiyan bizane, ne pêwist e zêde lêkolîn û analîzên
berfereh bike. Hema axaftinên generalên ser kar û generalên teqawit û
nivîsên serokerkanê rojnameya Hurriyetê û yên din bixwîne bes e. Ev
nezilamana li nav çavên me dinêrin û bi ken û keyf ji me re dibêjin em dê we
ji holê rakin, ji ber ku hebûna we tunebûna me ye. Generalê Hurriyetê
dinivîse, dibêje bi çend sortiyên firokên F-16 em dê hêlîna we, dam û
dezgahên we, destkevtiyên we bi serê we de birûxînin, heviyên we reþ bikin.
Û ev kes dibêje, min vê nivîsa xwe bi generalan jî da xwendin û wan jî vê
nêrînê tesdîq kirin. Êdî ne pêwist e em li dû gotin û gotaran bikevin û
niyetên Tirkçiyan bixwînin. Ma hemî tiþt ne li holê ye?
Mesele ewqasî ronî û aþkere ye. Eger di serî de Amerîkî û dinya çavên xwe li
Tirkçiyan biçimînin, Tirkçî dê vê þîzofreniya xwe ya bi xeter di serê me de
biteqînin. Dê hebûn û tunebûna wan jî bikeve rojevê, lê dê em Kurd jî gelek
zerar û ziyanê bibînin. Em divê amade bîn û Tirkçî bibînin ku þêtiya wan dê
bibe gora wan!
Baþ e, em dê çawa amade bin?
BI YEKITIYA NETEWÎ !
BI XUÞK Û BIRATIYA KURDAN!
BI HEVPEYMANIYA KURDAN Û DEMOKRATAN!
BI HEVPEYMANIYA KURDAN Û DINYA MEDENÎ!
Em dikarin wisa baþtir li dijî hêriþkariya Tirkçiyan berxwebidin. Encax wisa
em dikarin destkevtiyên xwe li baþurê welatê xwe biparêzin. Encax wisa em
dikarin, pêþî lê bigrin ku Tirkçî li bakurê welatê me tevgera welatparêza
Kurd têk bidin. Bi çi niyet û hesabî dibe bila bibe, bila kes keyfa xwe
neyne, eger Tirkçî tevgera PKKê û DTPê pûç bikin.
Wan me xistiye dorê. Berê dixwazin, Kerkûk nekeve ser Kurdistanê, pê re
dixwazin prosesa dewleta me têkbidin û wê birûxînin, hêviyên me reþ bikin.
Piþtre hêza me ya herî mezin PKK û DTPê pûç bikin. Pê re dê dor were ser
KADEPê, HAK-PARê, PDK-Bakurê, PSKê, Rizgariyê, PÎKê, PADEKê, Kurdên oldar
yên netewî û hemî hêz û kesên ku xwe Kurd dihizrînin. Û herî dawî jî dê
vegerin Kurdên koricî evên ku hê li ser axa Kurdistanê ne û bi Kurdî qise
dikin. Dê vegerin wan jî… Ma hewce ye ku em ji dîroka xwe numûneyan bidin ku
hertim li serê me wisa kirine. Ma nemirovê sererkanê rojnameya Hurriyetê di
nivîsa xwe de, dîrokê bi bîra me Kurdan ne anî? Ne got, li dîrokê binêrin û
aqilê xwe bigrin serê xwe! Belê… Vêca evê têdigîhe, bila bizane ev çi har û
hov in.
Di demekî wisa de, di qonaxeke wisa dîrokî de, ez nikarim bi xuþk û birayên
xwe welatperwer yên PKKyî re, yên DTPyî re bi xeyd bim, ne lehev bim. Ji
welatperwerên PKKyî û DTPyî re jî eyb û kêmasî ye ku dijayetiya yên xeynê
xwe bikin. Ji mafê me kesekî nîne, ji mafê ti Kurdeka/î welatperwer û bi
xîret nîne ku yek ji yekitiya netewî dûr bisekinin. Em hemî dibêjin çare
yekitiya netewî ye, lê em ji bo vê yekê gav navêjin! Kî bêje û neke, xwe û
miletê Kurd dixapîne. Vêca ev kî dibe bila bibe. Dixwaze PKKyî bin, dixwaze
ji partî û rêxistinekî din be. Gav bavêje, niyeta xwe ya pûr paqij bi karê
xwe niþan bide. Ev banga min ji bo hemî Kurd û Kurdistaniyên xwedî exlaq û
bi xîret re ye.
Ez nikarim li mala xwe rûnim, di demekî ku faþistên Tirkçî li ser kolanan
êrîþê xuþk û birayên min Kurd û Kurdistanî bikin. Eger henik nikarin xwe ji
neo-faþistan re bikin sîper, eger ew wêrekî li cem wan tune, qet nebe bila
herin kêleka xuþk û birayê xwe rawestin, birîna wan bikewînin. Em ruhê xwe
kurdewar niþanê hevdu bidin. Evê vî ruhî nîþan bide, dikare xwe ji doza xelk
û welatê xwe re bike sîper jî.
Ez van gotinan ji bo Kurdan li dijî Tirkan sor bikim nanivîsim. Wekî her
welatperwerekî ez jî dijî dijminahiya nabeyna gelan im. Lê li dijî klîka
militarist-kemalist ku bi aþkere dijminahiya hebûna miletê me, welatê me û
dewleta me dike, divê em bi wêrekî berxwe bidin. Miletê Kurd mecbûr e vê
viyanê û þiyanê (îradeyê û kudretê) nîþan bide. Em dê derî û pencerayan li
provakasyonan bigrin, lê bi zanatî û wêrekî jî berxwe bidin.
Gava yekemîn hewce ye, Kurd li hevdu werin, dawî li xeyd û zikreþiyan bînin.
Ew dîwêrên ku di serê xwe de li hemberê hevdu lê kirine, divê em biruxînin.
Em destê xwe dirêjî hevdu bikin. Ev mesele jî bêhtir di nabeyna Kurdên
dorberê PKKê û yên xeynê wan de ye.
Kurdên bakûrê welat divê vê gavê bavêjin. Pirsên nabeyna tevgerên bakur de
ji pirsên birayên me baþur zêdetir nîne. Wan yekitiya netewî honand, ji
miletê me di dîroka modern de dewlet damezîrînin. Em jî yekitiya xwe netewî
bihonin, ji bo ku xeteriya þizofreniya ultra-nasyonalist ya Tirkçî pûç
derxin, riyeka ronahiyê li ber miletê xwe vekin.
Ev berpirsiyariyeka dîrokî ye. Seredana Komiteya PDK-Bakur ya Almanya ji bo
Mala Kurd ya li Kolnê ku -heftiya buhorî bûbû armanca hêriþên Tirkçiyan-
parçeyek ji berpirsiyariya dîrokî ye. Dema berpirsiyarên Komiteya PDK-Bakur
vê biryarê dan, min jî biryar da ku ez bi wan re herim. Ji bo min jî ev
berpirsiyariyeka dîrokî bû. Bi baweriya min Komiteya PDK-Bakur ya Almanya
karekî pîroz pêkanî. Werin vêca em bi hevra berpirsiyariyên xwe dîrokî,
erkên xwe netewî bi cîh bînin. Rêya xêrê ev e.
Belê…
Yekitiya netewî ya Kurdan pêwist e! Yekitiya netewî ya Kurdan hewce ye!
Yekitiya netewî ya Kurdan zarûrî ye. Ji bo vê jî diyalog, diyalog û diyalog.
Riya çareseriyê, azadiyê û rizgariyê ev e, ev e, ev e… Werin em hemî bi
hevra xwe bidin ser vê reçê, bidin ser vê rêyê!
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|