|
Derheqê
hilbijartinê û encamên wê de makro-analizek
BAYRAM AYAZ
08 Tebax(Gelawêj),
2007
Hilbijartina 22ê tîrmehê bûyereke
girîng e û dê wekî „fetilaneke siyasî û civakî“ di dîroka Tirkiyeyê û bakurê
Kurdistanê de cih bigire.
Bûyereke wek hilbijartinên 1946 û 1950 ye. Wan deman li cîhanê piþtî têkçûna
faþizmê û bi destpêka demokrasiyê ve, Tirkiye jî mecbûr ma ji rejîma
yekpartîtiyê –desthilatiya partiya Ataturk chpê- derbasî sîstema
ferehpartîtiyê bibe. Yanî, sîstema Tirk xwe li goreyî rewþa cîhanê „guherî“,
heta dereceyekî reform çêkir. Piþtre carcaran di sîstemê de astengî peyda
bûn, destdirêjahî pêkhatin, lê ji „rejîma pirr partîtiyê“ bi temamî veger
nebû. Destdirêjiya ordiyê yên herî dijwar di salên 1960 û 1980 de rûdan, du
sê sal piþtî wan darbeyan careka din li rejîma ferehpartitiyê hat vegerîn.
Lê sîstem her tim di bin kontrola leþkeran de bû. Wesayeta ordiyê li ser
civakê û dewletê berdewam bû. Ew sîstem, rejîma dema „Þerê sar“ bû.
Hevbendên Tirkiyeyê, dewletên Ewrûpî û Amerîka jî piþtgiriya wê sîstema
Tirkan kirin. Bê guman hê bi temamî destê xwe jê neþûþtine.
Îro rewþ guheriye. Çaxê nuha em tê de, bêhtir piþtgiriya rejîmên demokrat û
civakên sivîl tê kirin. Sîstemên otorîter û dîkta ne li hesabê dinya
demokrat e. Çawa wek dam û dezgeh „dewletên netewî“ unîter formê destpêka
sedsala bîstan bû, û nîva sedsalê piþtî þerê duyemîn jî tesîsa demokrasiya
siyasî û xurtkirina rejîmên demokrat armanca sereke bû, îro qirna 21an jî
serdema pêþxistina sîstemên siyasî pluralist, parezgêre mafên mirovan û
dadweriyê ye. Her wisa serdema civakên sivîl e, yên ku bi rêxistînî ne û
rêvebiriya xwe dikin. Di serdema global de, karekterên civak û dewletên
hevçax, demokrat û pêþketî, êdî hakimiyeta zanînê û rola hêzên sivîl e.
Esker û polis xizmetkar in yên ku erkên aramî û berevaniyê cîbecîh dikin.
Çawa piziþkekî bi tenduristiya mirovî mijûl e, mamoste bi karê perwedekirinê
radibe, leþker û hêzên asayiþê jî ji bo emn û huzûrê li ser kar in. Eger
dewlet û rejîmek xwe demokrat bi nav dike, hewce ye van þertan cibecîh bike.
Siyaset ne karê leþkeran û ordiyê ye. Nuha dinya di demeke wisa de derbas
dibe.
Þerê ku îro di nabeyna Islama
radîkal û hêzên demokrat yên dinê de derbas dibe, perçeyek ji þer, astengî û
guherînên global e. Temsîla hêzên olî radîkal hêzên wek Talibanan û El Qaîde
û hin komikên Wahabî fundamentalist dikin. Di eslê xwe de li hemî deverên
cihanê problemên guherînê berdewam in. Her deverekî li gor rewþa xwe. Qonaxa
em tê re debas dibin, qonaxa berhevdana nabeyna guherînê û parastina
statûqoyê ye. Nexþeya globalizmê ev e.
Plana generalan li
globalizmê qelibî û nuha bi serwextiya gel û AKPê asê bûye!
Rûdanên li Tirkiyeyê, her wisa ev hilbijartina dawî hewce ye di vê çarçoveyê
de werin nirxandin. Ordiya Tirk xwe xwediyê dewletê û miletê dipejirîne. Ti
demî xwe wek perçeyekî normal ji burokrasiya dewletê nehesibandiye. Di meha
nîsanê de bi aþkere û bi destê zorê li dijî berendametiya serokkomariyê ya
Abdullah Gul derket û nehêþt ku ew were hilbijartin. Partiyên derveyê AKPê û
dezgehên dewletê bi ya leþkeran kirin. Eger þertê darbeya leþkerî hebûya,
Amerîkî û Ewrûpiyan piþtgiriya generalan bikira, ji seda sed dê generalan
dest jî bidaya ser Hukumetê. Lê plana generalan li dîwêrê globalizmê ket û
li wê derê asê bû. Erdogan û hevalên xwe bi bayê globalizmê -bi piþtgiriya
Amerîkî û Ewrûpiyan- bi wêrekî bersiva generalan dan û yekser biryara
hilbijartinê girtin. Hilbijartin, çekeka demokrasiyê ye. Bi vî helhewstê xwe
spartin xelkê, hewariya xwe gihandin xelkê sivîl û demokrasiyê.
Li vê derê pêwist e du tespîtên girîng werin nivisîn. Di dîroka Tirkiyeyê de
heta nuha desthilatên siyasî (Hukumetên sivîl) nekariye bersiva tehdîtên
generalan bidin. Ordiyê çi gotiye û wê tiþtî kiriye. Siyasetvanan nekariye
ji generalan hesabê bipirsin. Hukumeta Erdogan bi kêmasî bersiva e-muxtiraya
generalan da. Noqteya duyemîn, Erdogan û hevalên xwe derfetên konjonktura
navnetewî gelek baþ bi kar anîn. Bi biryardana hilbijartinê, destdirêjiya
generalan ser rejîmê birin dan pêþ miletî. Ev tiþt, karanîna demokrasiyê û
xwe sipartina hêza civaka sivîl e. Yanî AKPê li dijî tehdîtên oligarþiya
leþkerî-kemalist trenda siyasî ya globalîzmê bi kar anî. Generalan bi hêza
demokrasiyê û civaka sivîl re rûbirû kir. Ev kar, serwextê konjonktura
siyasî bûn e û serkevtineke mezin bû beramberê generalan û hevalbendên wan.
Yek ji meyildarên generalan Hakan Bayrakçi - berpirsiyarê þîrketa lêkolînê,
SONARê- piþtî hilbijartinê di programekî Haberturk TVê de vê rastiyê teslîm
kir. Got: “Þaþî kirin. Yan bila nîva þevê wê nivîsê (e-muxtirayê) di malpera
xwe de belav nekiribûya, madem belav kirin, diviyabû heta dawî li piþt
rawestiyan. Hukumet bersivê da, bêdeng man. Ê wisa ye, dê encam jî ev be.”
Yanî madem tehdît kirin, bila wekî caran dest bidaya ser hukumetê. Nekirin,
encam ev bû. Di gotinên Hakan Bayrakçi de tiþta me li jor îþaret kir, diyar
dibin. Ordiyê heta nuha gotiye û kiriye, lê vê carê nikaribû li dû gotinên
xwe raweste, jiber vê yekê îtîbara wê hinekî þikiya.
Ev helwest girîng e û li Tirkiyeyê tiþtekî nû ye. Heta nuha kêm caran hatiye
dîtin ku ordiyê bi ya xwe nekiribe. Vê carê -wekî hilbijartina ANAPa Turgut
Ozal, nikaribû bi ya xwe bike. Hê jî berxwe dide. Serokerkan dibêje: “Em li
dû gotinên xwe ne.” Helbet mirov nikare vê beyanê paþgo bike. Bi van gotinan
dixwazin rûmeta xwe biparêzin. Lê bi baweriya me ew hêza generalan ya berê
hinekî têkçû. Lê hê “xwediyê gotinê” ne! Ev jî divê neyê jibîrkirin. Pêwist
e hê zêdetir “pel û baskê wan” werê qutkirin. Ka em binêrin, dê çi bikin,
dikarin çi bikin, em dê di van rojan de bi hevre bibînin. Bi raya me,
oligarþiya militarist-kemalist darbeyek baþ xwar. Maye ku ev hemle ber bi
demokrasiyê berferehtir werê kirin. Gelo ev hêz û xîret bi AKPê re heye? Ev
jî mijareke din e ku li ser werê rawestin.
Tirkiye,
gavekî ber bi Yekitiya Ewrûpayê ve pêþ ket
Ev hilbijartin ji sedemên tên zanîn ji aliyê siyasî ve di nabeyna
statûkoparêzî û hewldanên guherînê de derbas bû. Serkêþiya statûkoparêzan
ordiyê dikir. Bi vî rengê xwe, pirs bû þerê nabeyna hêzên militarist,
kemalist û tirkçî û hêzên demokrat, liberal û sivîl. Xelkê biryara xwe bi
aþkere û bi piranî li dijî statûkoparêzan da. Li Tirkiyeyê hêzên sivîl,
siyaseta sivîl hinekî xurttir bû., bêhn ket ber hêzên sivîl. Helbet eger AKP
ji tehdît û leyistikên tefaqa leþkeran, kemalistan û Tirkçiyan netirse û
bere bi paþ de gavan navêje. Ji ber ku îro hêza esas ku serkêþiya cibecîh
kirina demokrasiyê û xurtkirina civaka sivîl dike, AKP ye. Mixabin hêzekî
din demokrat û lîberal rasteqîn li holê tune. Piþtgirê esasî yê AKPê,
faktorên derveyî ne. Bi taybetî Yekitiya Ewrûpa û Dewletên Yekgirtî yên
Amerîka ye. Çiqasî di demeke nêzîk de AKP berê Tirkiyeyê bide Yekitiya
Ewrûpayê û bi YE re integrasyona siyasî, huqûqî û îdarî pêþde bide, di
çarçoveya peymanên bi Yekitiya Ewrûpayê re li Tirkiyeyê reforman pêk bîne,
hingê dê ew qasî zûtir muqawemeta statûkoparezan biþike. Em dikarin bêjin ku
bi encamên hilbijartinê Tirkiye gavekî ber bi Yekitiya Ewrûpayê ve pêþ ket.
Tefaqa liberal-demokrat û guherînxwazan ku li dora AKPê pêkhatiye hewce ye
ji vê konjonkturê baþ îstîfade bike.
Bêguman helwestên AKPê û Hukumeta ku dayne, di pirsa Iraqê û baþurê
Kurdistanê de û beramberê doza Kurd li bakur girîng e. Militarist, Kemalist
û Tirkçiyên ultra-nasyonalist dê hewl bidin, di vê mijarê de zorê bidin AKPê
û Hukumetê. Yanî piþtkuliya AKPe bêhtir di pirsa Kurd de ye. Eger Erdogan û
hevalên xwe helwestên wêrekî negirin, kemalist û ultra-nasyonalist dê hertim
bi vê mijarê êrîþê prosesa demokrasiyê bikin. Hewce ye bê zanîn ku „eyarê“
demokrat û liberal bûnê di mijara doza Kurd de dê xûya bike. Hêzên
welatparêzên Kurd hewce ye vê fetrê li dijî statûkoparêzan piþta AKPê bikin.
Lê xweseriya tevgera Kurd jî divê hertim were parastin. Kurd ve tevgera
Kurdistanê bixwe bi hêz nebe, kes goh nade Kurdan û doza Kurd. Ev jî divê bê
zanîn. Ev rastî bila gohar be û hertim di gohê me de be.
Hêzên
Kurd yên Welatparêz divê þerê hevdu nekin
Encameke din girîng vê hilbijartinê, ketina 21 DTPyîyan ji bo Meclisa Tirkan
e.Ev bûyer nîv erênî ye û nîv metirsî (tehlûke) ye.
Berê, em bi aliyê erênî dest pê bikin. Misyon û niyeta van kesan çi dibe
bila bibe, ev kes ser navê Kurdbûnê hatin hilbijartin. Xelkê Kurd bi vî
niyetê dengê xwe da van mirovan û wan rêkir Enqereyê. Xelk ji wan hêvî dike
ku li Enqerê bahsa doza Kurd bikin. Li dinyayê jî hilbijartina van kesan wek
hilbijartina Kurdan hat bihîstin.
Li vê derê ferq û cudahiyek mezin di nabeyna DTPyiyan û AKPyîyên esil Kurd
de heye. Divê em iþaretê vê yekê jî bikin. Divê em bûyerên siyasî û civakî
objektif analiz bikin û bi nav bikin. Di têgihîþtina xelkê Kurd û raya giþtî
ya navnetewî de DTPyî „nûnerê Kurdan“ in, Kurdên AKPyî parçeyek ji sîstema
Tirk in. Rexneyên me û tirsên me ji DTPyîyan çiqasî zêde dibe bila bibe, vê
cudahiyê divê em bibînin. Milyonekî zêdetir Kurdan dengê xwe nedan DTPyîyan
ji ber ku ew dijûnê Peymana Sewrê dikin, pesnê Kemalizmê didin û hin ji wan
bi devê dewleta Tirk dijayetiya destkevtiyên miletê Kurd li baþurê welatê me
dikin. Na, xelkê Kurd qet goh nedayê, bê ser navê Aysel Tuglukê çi hatiye
nivîsin. Xelkê ji hin deran, ji heval û hogirên keç û kurên xwe þehîd,
agahdariyan wergirtin ku partiya wan û namzetên wan ev in. Wan nuha baweriya
xwe bi van gotinan anîn û ji wan re krediyê dan. Wek me got li cem qismekî
xelkê me DTPyî Kurd in û li cihanê jî wek “nûnerên Kurdan“ tên dîtin. Ev
ferq girîng e.
Wekî me li jor bi aþkere nivisîye, em serkevtina AKPê ji bo Tirkiyeyê û
herêmê bûyereke bixêr dinirxînin. Û bê guman gelek kesên esil Kurd di nav
AKPê de jî hene ku mirovên qenc in. Lê ew ne li ser navê Kurdan hatin
hilbijartin û doza wan jî ne doza Kurdan e. Sedî sed gelek AKPyîyên esil
Kurd, dixwazin ku halê Kurdan ya aborî, civakî û di hêlên din de xweþ bibe.
Lê warê siyasî de ti daxwazekî wan tune. Navên naskirî di beyanên xwe de
dibêjin: „ev serkevtin careka din vegera Kurdan bo dewletê ye. Me berê
Kurdan cardin da Enqereyê”. Ev hizre tehlûkeyek mezin e. Çima em berê Kurdan
bidin Enqerê, em berê Kurdan bidin gund û bajarên wan. Em divê berê Kurdan
bidin Amedê. Em divê çav û gohê Kurdan bidin ber bi qewimînên li Hewlêrê,
Kerkûkê, Mahabadê, Qamiþloyê û Efrînê. Lê eger Enqere dev ji siyaseta
dijminahiya Kurdbûnê berde, em dixwazin berê me li Enqerê û Brukselê be û
dost û birayên Enqerê jî bin. Di demekî ku Enqere bixwaze li rûyê dinê li
tunekirina Kurdan û Kurdistanê bigere, xerabî û gunehbariyeke herî mezin e
ku mirov berê miletê xwe bide ber bi dijminê miletê xwe. Ev mesele wekî
numûneya pezî û qesabî ye.
Heta Enqere siyaseta xwe ya înkar
û tunekirina gelê Kurd neguhere, kî bixwaze Enqerê û kemalizmê bi Kurdan
þîrîn bike, rola berê pezî bi qesab ve danê dilîze. Bila ev bi aþkere were
zanîn û em wesa bi çavên qenc li beyanên esil Kurdên AKPyî jî nenêrin.
Nehêlin ku Dewleta Tirk AKPê bike pire û siyaseta xwe ya dijminane li welatê
me cîbecîh bike. Dijî kemalizmê û militarizmê, roja îro ji AKPê re erê, lê
ji siyaseta dij Kurdan û Kurdistanê re jî na û nayeke gelek bi hêz û aþkere.
Pirsa DTPê de ew nîva ne bixêr jî di vê mijarê de ye. Em ferqa ku di nabeyna
AKPê û DTPê de heye, dibînin. Lê tirsa me ji hin siyasetên DTPê jî heye. Ji
bo vê yekê me hilbijartina DTPyîyan ji bo tevgera Kurdistanê nîv erênî û nîv
metirsî bi nav kir.
Ev nîv
metirsiya ku em dibêjin çi ye, ji kû tê?
Metirsî hin nêrînên xeter in ku dixwazin wek siyaseta DTPê bimeþînin. Qesta
me, ew nêrînên ku berî hilbijartinê di bin navê Aysel Tuglukê de di
rojnameya Radîkalê de (26.05.2007) hatin weþandin, in. Bi raya me ew
nivîsar, „Deklerasyoneka siyasî û ramanî ya komekekî taybet“ e ku di nav
Tevgera welatparêz ya bakurê Kurdistanê de li goreyê Konsepta Imraliyê þekil
girtiye û xebata xwe dike. Misyon û karê vê grûbê di bin navê „demokratîk
cumhuriyet û internasyonlizmê“ de tevgera Kurd ji bîr û hizrên
neteweperwerî, welatperwerî û daxwaza mafê çarenusiyê dûrxistin e. Siyaseta
ku dane ber vê komikê, tirkiyeyîtî û danhezkirina kemalizmê bi Kurdan e. Bi
kin û kurt, misyona van kesan jî, integrasyona Kurdan bi sîstema kemalist re
ye. Tevgera Kurd hewce ye li vê yekê þiyar be.
Em çi
bikin?
Berî her tiþtî nabe nuha, yekser piþtî hilbijartinê em þerê hevdu bikin.
Qismekî ji xelkê me îradeya xwe wisa diyar kir. Em xelkên din jî, me nekarî
riyeke rast din pêþî vî xelkî bikin. Ka ji kerema xwe hinekî jî em li halê
xwe binêrin û xwe jî rexne bikin. Bi raya me, xelkê ji aliyekî ve, ji
bêdilaviyê dengê xwe da van mirovan. Eger li Amedê hinekî din hebûya belkî
xelkê dengê xwe bidiya wan. Li Merdînê birêz Kamuran Yildirim derket, got ez
dixwazim nûneriya we bikim û ferq û cudahiyên min jî ev in, qismek ji xelkê
me dengê xwe dan wî. Birêz Kamiran Yildirim nêzîkî heft hezar dengan bi dest
anî. Ev hêzêkî mezin e. Esat Canan jî li dijî CHPê derket û çu li Hekariya
bû namzet. Wî jî gelek dengan bi dest anî. Ev herdu mirov jî gelek zor li
wan hat kirin. Li gor agahdariyan, ev kes ji aliyê DTPî û piþtgirên wan ve
bi tohmeta parçekirina dengên gel hatin periçiqandin û li herêmê leþkeran jî
nedixwest ev herdu werin hilbijartin. Yanî ev herdu namzet bi aþkere bûn
hedefa herdu „desthilatan“ li herêmê.
Encam li holê ne. 21 DTPyî, wisa bin ne wisa bin, ser navê Kurdan çûn
Enqerê. Tevgera Kurd divê hinekî wext bide van kesan, ka dê çi bikin? Lê
hewce ye yekser jî çavdêrî dest pê bike. Eger em bikarin, nîva erênî xurt
bikin û metirsiyan kêmtir bikin, baþ e. Lê eger em bibînin ku aliyê metirsî
her diçe zêde dibe, hewce ye tevgera Kurd neqenciyên wan li nav gel belav
bike,wan rexne bike. Lê divê em li riya diyaloga çêker jî bigerin. Tevgera
Kurd hewce ye vê yekê jî hîn bibe. Em divê AKPyiyên esil Kurd re jî diyalogê
daynin û DTPyîyan re jî.
Lê ji nuha ve tevgera Kurd bila berê xwe bide hilbijartinên herêmî. Ji bo
Kurdan helbijartinên herêmî ji hilbijartinên Meclisa Enqerê sed qatî zêdetir
girîng e. Tevgera welatparêza Kurd hewce ye lê þiyar be ku ew operasyona ku
di hilbijartinên herêmî yên 1994an de bi riya Refah Partiyê hat cîbecîh
kirin, di hilbijartina pêþ de bi destê AKPê neyê li darxsitin. Armanca
deweleta Tirk ew e ku li Kurdistanê ji Belediyan Kurdan biqewitînin. Vê yekê
tenê dikarin bi riya AKPê bikin. Bêguman eger AKP û kemalist li bin gohê
hevdu nekevin û rewþeke nuh peyda nebe.
Li dawiyê
banga me ev e:
- Çavdêriyeke çeker li ser DTPê.
- Xurtkirina tevgera
welatparêz ya bi bîr û hizra Kurdistanî, bi perspektîfa welat, milet û
Dewlet, bi daxwaza mafê xwe bi xwe îdarekirinê û destxistina mafên çandî û
siyasî.
- Hunandin û xurtkirina
diyalogê di nav hêzên welatparêz de.
- Cibecîhkirina erkên netewî
beramberê destkevtiyên li baþurê welatê me. Þiyarbûn û çalakî dijî siyaseta
dijminane ya leþker û kemalistan.
- Diyarkirina armanca hilbijartina
herêmî ya pêþ û afirandina siyaseteke netewî ji bô vê mijarê. Bi taybetî ji
bo vê mijarê nabe ku li benda helwesta DTPê werê rawestin. Hewce ye hêzên
din siyaseteke netewî hevbeþ tespît bikin û bi DTPê re jî bidin û bistînin û
eger bikarin hevkariyê bikin. Ji ber ku dê ev hilbijartin di nabeyna AKPê
(nûnerê dewleta Tirk-Enqerê) û Kurdan de derbas bibe..
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|