|
Di
rewþenbîriya modern de rol û xizmeta Bedirxaniyan
BAYRAM AYAZ
25
Nîsan(Avrêl), 2007
Dema mirov navê Bedirxaniyan
dibihîse yekser du tiþt tên bîra mirov. Yek jê, di sedsala nozdehan de dema
Mîrîtiya Bedirxaniyan li Mezra Botan û ya duwem, di sedsala bîstan de
xizmeta Bedirxaniyan ji bo rewþenbîriya Kurdî.
Di dîroka Kurdistanê de qirna dozdehan (1800-1900) li naverast û bakurê
Kurdistanê mirov dikare wek serdema Mîrîtiya „Mezra Botan“ bi nav bike.
Serkêþiya vê tevgerê Mîr Bedirxan Beg û kurên wî kirine.
Di belgenameyên Osmaniyan de Mîrîtiya Bedirxaniyan wek „Cizre Beyligi“ an jî
„Mirlîk“ derbas dibe. Ev gotina Mîrîtiya Mezra Botan û Mîrê Botan Mîr
Bedirxan Beg min di payiza sala 1981ê de li gundê Endîwerê ji kalemêrekî
bihîst. Endîwer gundekî li jêrê qeza Cizîrê aliyê „binxetê“ ye, di demê
Fransizan de nahiye bûye. Ew kalepîr koçer bû, ji deverên mala Mistefa Paþê
bû, pezên xwe anîbû Endîwerê, þivantiyê dikir.
Naskirina min bi vî þivanî re çawa bû? Ez li Endîwerê mêvan bûm. Serê sibehê
zû ji bo destavê ez daketim nav latên biniya malan. Ev lat cihekî bilind e,
wek hevrazekî ye. Ji wê derê mirov dikare ji dur ve ava Diclê, riya Silopiya
û Qereqola Tirkan bibîne. Piþta Qereqolê jî qûntara çiyayê Cûdî dest pê dike
û bilind dibe. Ji nav kevira min dengekî bihîst. Min baþ goh lê kir, yekî
hêdî hêdî kilaman digot. Min xwe li wê dengî girt, ez pê ve çûm. Min dît
kalekî piþta xwe daye latekî, berê wî bi çiyayê Cûdî ve ye, dilûrîne. Min
silavê lê kir, ez li rex wî rûniþtim. Dema min xwe pê da nas kirin û got ez
Kurdê „serxetê“ me, çavên wî tije bû, rondik di hinarikên wî qurmiçî re
hatin xwar. Axîn kiþand û got: „Xwezî nuha Mîr sax bûya, tew, ew wext çû, ji
destê me çû!“. Ev gotinên wî ewil bala min kiþand. Lê ez wê demê xortekî
xwîn germ bûm. Axîna kalemêrê me ji bo Mîrîtiya berî sed salî, zêde bi serê
min neketibû. Lê dengê wî pirr xweþ bû û li kilamên klasîk gelek dihat. Ez
jî zêde ji kilamên gelî hez dikim. Di xortaniya xwe de jî min ji kilaman hez
dikir. Min êdî nedikarî terka wî kalemêrî bikim. Em ketine sohbetê, min
pirsan jê kir û piþtre em rabûn bi aliyê xerabeya qereqola dema Fransizan ve
çûn. Xerabe jî li biniya gund li ser girêkî bilind bû. Ji wê derê mirov
dikarî ji aliyê bakurê rojhilat ve çala ku bajarê Cizîrê lê ye, wê derê jî
bibîne. Wî kalemêrî pêçiya xwe dirêj kir û Birca Belek nîþan da. Wî digot,
demê Mîrîtiyê tê bîra min. Kalemêrê me çend salî bû nizanim, wî jî nizanibû.
Dibe ku wî hinek bîranînên xwe ji
bav û kalê xwe bihîstibe. Pesnê þervanî û mêrxasiya Mîr dida. Di kelamên wî
de jî derbas dibû. Hin agahiyên ku wî kalemêrê ne xwenda bahs dikir, piþtre
min gelekê wan di pirtûkan de xwend, lê rast hatim. Wek mînak: Þerê keleha
Cizîrê min cara ewil ji wî kalemêrî bihîstibû. Ev þer serhildana sala 1836an
e û di nabeyna Bedirxan Beg û Paþayê Osmaniyan Mustafa Reþît de derbas bûye.
Tiþta herî balkêþ, wî kalemêrî Mîrîtiya Bedirxan Beg wek dewlet bi nav
dikir! Carna jî wek iþareta bihêzbûnê çengên xwe ji hev dikir, digot: “Bi
quwet bû, bi quwet. Mîrê Mezra Botan bi qasî împaratoriya Osmaniyan bi quwet
bû!” Wê rojê wekî îro bala min nekiþandibû, lê di van gotinên kalemêr de
rastiyek girîng diyar dibe. Dewlet, desthilat, xwe bi xwe îdarekirin, û hemî
jî bi Kurdî. Kalemêrê me hasreta dem û dewranek wisa dikiþand. Dema digot
xwezî bi dema Mîrekan, hesreta desthilatiyeka Kurdan dianît zîmên. Ji xwe
gan û rihê doza Kurd û Kurdistanê jî ev e: Yanî, Gel/Netewe - Ax/Welat –
Dewlet û desthilat – û Rêvebiriyeke ku zimanê wê fermî Kurdiya þîrîn be…
Þivanê koçer bi axîn û zarîna xwe îþaretê nexþeya çareseriya doza gelê Kurd
dikir. Dema navê Mîr Bedirxan dianiya, bi vê yekê jî rola vê Mîrîtiyê di
prosesa netewetiya Kurd de teslîm dikir.
Xwezî eqilê min yê îro hebiya, min wî kalemêrî bi têr û tije guhdarî bikira,
dengê wî qeyd bikira, wêneyê wî bikiþiya, ji wê zanînên wî sûdê werbigirta.
Mixabin, mirov nikare çerxa demê bi dûvre bizivirîne. Bila ev ji xort û
keçên me îro re û ji nivîskar û lêkolînvanan re bibe xwerexneyekî min wekî
tewsiye. Ji kerema xwe we li kû derê xezîneyeke wisa peyda kir, jê îstîfade
bikin û gotinên wî yek bi yek qeyd bikin.
Belê, em carek din derbasê mijara xwe bibin. Li vê derê em dixwazin
tespîtekî bikin û bi kurtî derbazî babeta sernivîsê bibin, yanî rola
Bedirxaniyan di rewþenbîriya Kurdî de.
Sala 1812 Mîr Bedirxan di hijdeh saliya xwe de rêvebiriya Mîrîtiya Mezra
Botan girtiye destê xwe û nêzîkî sed sal lê kar kiriye ku yekitiya navxweyî
ya gelê Kurd pêkbîne û li seranserê Kurdistanê Dewletek û desthilatek netewî
Kurdî ava bike. Piþtre her du kurên Mîr Bedirxan Osman Paþa û Huseyin Kenan
Paþa xwestin bidin ser rêça bavê xwe, vê dozê bidomînin. Wan hewl da ji þerê
nabeyna Rus û Osmaniyan îstîfade bikin. Ji bo vê amanca xwe bi hin zabitên
Kurd yên din re bi hevra hatin li Cizîrê cîh bûn. Di sala 1879an de
serxwebûna xwe îlan kirin. Osman Bedirxan Paþa bû serok. Lê birêvebiriya
Sultan Abdulhemîd bi fêlbazî, destpêkê xwe wek dost û hevalbendê wan nîþan
da û piþtre jî herdu birayan derdest kir û bir Istanbulê. Sala 1889an de
hewldanekî herdu kurên Mîr Bedirxan yên din Emir Elî Beg û Mîthat Begê çêbû,
lê ew jî hatin girtin. Sulta Osmanî Bedirxaniyan li Istanbûlê civandin, dest
dan ser wan, wan qelebend kirin û hinek ji wan jî surgunê bakurê Afrîkayê,
girava Girîtê û hin deverên din kirin. Bi vî rengî dawiya sedsalê serkêþ û
munewerên malbata Bedirxaniyan ji axa Kurdistanê hatin dûrxistin, piyên wan
ji axa bav û kalan hat birîn.
Dawiya sedsala dozdehan de bi vî rengî êdî rola malbata Mîr Bedirxan ya
birêvebiriya siyasî û îdarî di tevgera azadîxwaz û serxwebûna Kurdistanê de
guherî. Bi raya min Bedirxaniyan dixwestin ji Mîrîtiyê derbasê dewletekî
netewî bibin, lê bi wan re derneket. Piþtî þikestê, ji bo wan qonaxekî nu
dest pêkir. Ev dema nû, êdî qonaxa xebata rewþenbîrî ye. Qonaxa nû jî heta
dilovaniya Mîr Kamuran Elî Bedirxan berdewam kir.
Îro çend yadîgarên bi rûmet yê vê malbatê li jiyanê ne. Yek ji wan keça Mîr
Celadet Bedirxan, rêzdar Sînem Xan e. Ew li baþurê Kurdistanê li Hewlêra
paytext dijî. Di meha nîsanê de þansekî me çêbû, me -çend welatperweran li
Hewlêrê serdana mala rêzdaran Sînem Xanê û Mamosta Salah kir. Di mezinahî û
esaleta Sînem Xanê de mîratê du hîmdarên girîng yê rewþenbîriya Kurdî ku
Sînem Xan li ber destê wan mezin bûye, diyar dibû. Di rêwitiya ji bo
Konferansa Çaremîn ya Bedirxaniyan de û di demê Konferansê de li Berlînê jî
em ji nêzîk ve bûn þahidê zanîn, ezîzî û kubariya yadîgara Mîr Celadet
Bedirxan û þagirta apê wê Mîr Kamuran Bedirxan. Mala rêzdar Sînem Xanê û
mamosta li Hewlêrê ji mêvanan kêm nabe. Welatperwerên Kurd û Kurdistanî bi
vî rengî qedirþînasiya xwe nîþan didin, yadîgara Mîr bi tenê nahêlin.
Bedirxanî, malbatekî arîstokrat û rewþenbîr bûne, gelek xizmetên wan ji
ziman û çanda Kurdî re çêbûye. Mixabin piþtî dilovaniya Mîr Kamuran
Bedirxan, me êdî Abdurrezaqekî, Mikdatekî, Celadetekî an Kamuranekî nîne. Lê
cihê kefxweþiyê ye, tevgera azadîxwaza Kurdistanê bi çalakiyên bêrdar heqê
Bedirxaniyan dide. Rola Bedirxaniyan divê her di bîra me de be û zindî
bimîne. Dixwazim, rola hin þexsiyetên vê malbatê di rewþenbîriya Kurdî de bi
kurtî dest nîþan bikim, ku ev wek stûnên esasî ne.
Di dîroka hemî gelan de, efrandêrên ol û baweriyan û zanyariyên taybet,
mucîdên teknîkên nû, danêrên elfabe û rêzimanan, damezirênêrên çapxane,
rojname û pirtûkên yekemîn, fîlozof û edîbên navdar cihê xwe taybet heye.
Xelk wan ji bîr nake, ew xezîne û milkê gel in. Ev kesayet di bîreweriya
netewan de cîh digrin. Bedirxaniyên Kurdewar yên ku li ser rêça Mîr
Bedirxanê nemir mane, xizmetên mezin kirine ji bo ziman û çanda Kurdî.
Rojnameya yekemîn (Kurdistan) Bedirxaniyekî derxistiye. Hîmê elfabe û
rêzimana Kurdî (bi Latînî) Bedirxaniyekî daniye. Di Universiteyeke Ewrûpî de
beþê zimanê Kurdî (Paris-Sorbon) cara yekem bi xebata Bedirxaniyekî hatiye
danîn. Bi weþana Hawar ekolok peyda bû û kesên navdar wek Cegerxwîn, Osman
Sebrî û gelek helbestvan û nivîskarên din di vê ekolê de gîhan. Ekola
Kurdiya bi Latînî hîmdar û mamostayên wê Mîr Celadet û Mîr Kamuran Bedirxan
in. Van çalakiyan em dikarin heman demî stûnên rewþenbîriya modern ya Kurdî
bi nav bikin.
Di destpêka sedsala bîstan de, li bakurê Kurdistanê ji deverên ku Kurmancî,
bi gotinek din Kurdiya jorîn lê tê axaftin, li vê derê Bedirxaniyan bi
xebatên xwe hêja bûne hîmdarên rönesansa Kurdî ; bûne stûna rewþenbîriya
Kurdî ya modern ku di bin tesîra bîr û hizirên rojavayê de pêþketiye. Bi
baweriya min Bedirxaniyan senteza bîreweriya rojavayî û bîreweriya dibistana
Kurdî ya klasîk pêkanîne. Rojname û kovarên Kurdistan, Hawar, Ronahi, Roja
Nu, û xebatên din delîlên vê nêrînê ne. Ev têz (thesis) û nirxandin hêja ne
ku li ser were guftûgo kirin. Axaftvanên Konferansa Çaremîn ya Bedirxanan li
Berlinê, bi taybetî Prof. Janet Klein, di nêrînên xwe de, analîzên hêja
pêþkêþ kirin, rola Bedirxaniyan di prosesa netewperwerî û pêþxistina
rewþenbîriya Kurdî de bi zelalî nîþan dan.
Hêvîdar im ev nêrîn di demêke munasib de bigîhe destê xwendevanan.
Kes û hêzên ku dîroka xwe qenc nizanibin, nikarin ji gel û welatê xwe re
pêþerojekî ronak û serfiraz amade bikin. Bi taybetî keç û xortên Kurd û
Kurdistanî hewce ye baþ goh bidine dîroka Kurdistanê, wê baþ hîn bibin. Ji
ber ku ew pêþeroja me ne.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|