|
Kula
sistema kemalist-militarist: Êl zane an zor zane?
BAYRAM AYAZ
03 Îlon,
2007
Li Tirkiyeyê çi dibe, çi diqewime?
Tirkiye bi kû derê ve diçe? Bûyerên vê dawîyê mirov dikare di dîroka
„hewldanên modernîteya“ Tirkan de çawa þîrove bike? Bandora van bûyeran
derbarê çareseriya doza Kurdî de dê çawa be, encam dê çi be? Ev mijar û pirs
van rojan li Tirkiyeyê û dinyayê bi sedema krîza siyasî û hilbijartina
Serokkomar bi berfirehî tên þîrovekirin.
Di zargotina me Kurdan de tebîrek heye, li rewþa Tirkiyeyê ya vê demê baþ
lihev tê.
Ev jî îdyoma „Êl zane, zor zane!“ ye.
Demê berê ku di nav xelkê û hêzên desthilatdar de nelehevî û pevçûn çêbûye,
gotine `ka em binêrin dê çi biqewime, êl zane zor zane, em dê bibînin`. Di
vê biwêjê de hêza gel û zora desthilataran bihev tê miqeyese kirin. Gelo dê
hêza gel bi serkeve, an desthilatdar zora xelkê bibin? Hêz û qûdreta êl
(xelkê), yekîtî, zanîn û kedkarî ye. Hêza desthilatdaran jî zor e, zora ku
ji þûr û metalan, top û tifîngan der tê.
Çaxên berê rewþ wisa bûye. Îro ku em dibêjin çaxê me, çaxê demokrasiyê,
bilind nirxandina mafên mirovan, zanyariyê û teknolojiya bilind e; di vî
çaxî de hêza êl xwediyê gotinê ye û hewce ye zora desthilatê xizmetkarê êl û
civakê be. Lê ev yek li her welatî ne wisa ye. Li welatên xwedî sîstemên
demokrat “êl zane”, lê di sîstemên diktator de “zor zane”!
Li welatên ku hewldan heye derbasî demokrasiyê bin, sîstemek hevçax cîbecîh
bikin, li van welatan di nav êl de û “xwedî gopalan” de nelehevî û pevçûnên
dijwar rûdidin.
Li Tirkiyeyê nuha ev pevçûn heye û êdî kes nikare û naxwaze vê yekê veþêre.
Bi aþkere dijayetiya xelkê û demokrasiyê tê kirin. Li aliyekî, hêza “xwediyê
top û tifîngan” û hevalbendên wan cîh digrin. Li aliyê din jî, êl heye,
nûnerên hilbijartî û prensîbên demokrasiyê. Xwediyê gopalan bi mûxtira û
daxuyaniyan zirtan li êl û nûneran dikin. Nûnerên êl jî hewl didin bi hêza
gel li dijî van tehdît û zirtan xwe bigrin, têk neçin. Top û tankên xelkê,
hilbijartin e, rewabûn e, parastina dadweriyê û prensîbên demokrasiyê ye.
Wek tê zanîn li Tirkiyeyê ev pevçûn herî aþkere di meha nîsanê de derket
holê. Serokerkaniya Tirkan roja 27ê nîsanê 2007 beyanekî wek mûxtira weþand
û pêþî li hilbijartina Abdullah Gul girt. Ew helwest desttêwerdaneke raste
rast bû ji bo Meclîsa nûnerên xelkê. Hukûmetê nikaribû tiþtekî bike. Ji ber
ku her karê ku li dijî generalan bikira, dê ji terefê Serokcumhurê kevin
Sezer ve bihata xitimandin. AKP û Hukumetê biryarekî rast û dîrokî dan û çûn
hilbijartinê, serî li hêza gel dan. Wan xwest ku gel biryar bide. Yanî êl
zane an zor zane, bila diyar bibe. Êl zanibû çi bike, biryara xwe da. Wî
got: `çax ne çaxê darbe û mûxtira û zirtan e; çax çaxê demokrasiyê ye, bila
herkes hed û hudûdê xwe bizane`.
AKP û Abdullah Gul peyama êl rast têgihîþtin û Gul namzetiya xwe ji bo
Serokkomariyê berdewam kir. Hilbijartina serokkomar roja 28ê tebaxê çêbû.
Abdullah Gul 339 dengan bi dest anî û bû 11mîn Serokkomarê dewleta
Tirkiyeyê.
Ev bûyer di dîroka Tirkiyeyê de rûdanek nû ye. Ne diþêbe hilbijartina Celal
Bayar, ne jî ya Turgut Ozal û Suleyman Demirel. Celal Bayar mudafaî millicî
û hevalekî Ataturk bû. Suleyman Demirel her çiqasî dabû ser þopa DPê, lê
hertim rola pêþeng ya ordiyê zimnen qebûl dikir û bi taybetî di dema
Serokcumhuriyê de bû parazgerê generalan. Ji xwe ne hewce ye mirov bahsa
Ahmet Necdet Sezer wek kesekî „sivîl“ bike. Mêrik ji generalan zêdetir
mejiyê militarizmê diparast. Nezer lê nebe, maþalah Kemalistekî têr îman bû!
Di nav Serokkomarên esilkok ne leþker de merhûm Turgut Ozal tozekî cuda bû.
Bi rastî wî dixwest destê ordiyê ji karên siyasî dûr bixe û nehêle ew têkilê
desthilatê û birêvebiriyê bibe. Ew û general ne lihev bûn. Vêca çi hat serê
wî tê zanîn. Kî çi dibêje bila bêje, wî camêrî kuþtin.
Nuha dema Abdullah Gul destpêkir. Rewþa A. Gul ji rewþa Turgut Ozal
dijwartir e. Roja ku navê A. Gul derket piyasê, general bi aþkere li hemberî
wî derketin. Heta dawî vî helwestê xwe domandin. Di eslê xwe de roja 27ê
tebaxê Serokerkan Yaþar Buyukanit muxtirayek din jî da. Lê zêde bala kesê
nekiþand. Ev muxtiraya wî jî qaþo daxuyaniya pîroznameya 30 Tebaxê „Roja
Serkevtinê“ bû. Kesên bixwazin dikarin di malpera Serokerkaniyê de vê
daxuyaniyê bixwînin. Tiþta balkêþ, ev daxuyanî sê roj berî merasima 30ê
tebaxê hat weþandin. Ev jî raste rast „peyam“ û tehdîteka dawî bû ji bo
Meclisê û bi taybetî ji bo MHPê û DSPê ku bi ya CHPê û generalan nekirin û
çûn di Meclisê de amade bûn û rê li ber prosesa hilbijartina Serokkomar
vekirin. (Ji bo xwendina daxuyaniyê –bi zimanê Tirkî ye- binêre vê
navnîþanê:
http://www.tsk.mil.tr/10_ARSIV/10_1_Basin_Yayin_Faaliyetleri/10_1_8_Mesajlar/2007/30agustos_zafer_bayrami_mesaji_27082007.html)
Roja 29ê tebaxê 2007 di merasima dana bawernameyên xwendevanên GATA de
generalan zimanê muxtirayên xwe bi rabûnûruniþtina xwe, bi awir û gotinên
xwe diyar kirin. Nezilaman silava leþkerî nedan Serokkomar Abdullah Gul.
Serokerkan berî A. Gul li cihê xwe runiþt, ku ev ji edeb û exlaqê rêvebiriya
dewlî re xerîb e. Di çepiklêdanê de jî diyar bû ku amedakariya vê helwestê
ji berê de hatiye kirin. GATA saziyeke leþkerî ye, bi emir û fermanan
tevdigere. Eger ji beþdarên civînê û xwendevanên GATA re nehatiba gotin, an
bi cureyekî li ber guhê wan neketiba, wan ji Abdullah Gul re kêm û ji
Serokerkan re zêde zêde çepikan lênedida. Bi kin û kurt, di wê merasimê de
generalan helwesta xwe beramberî A. Gul zelal kirin.
Televizyonên Tirkî van
rûdanan hemî nîþan dan. Tu tiþtekî veþartî nema. General û ordî vê roja
yekem ku wateyeke wê mesajê heye, ji A. Gul re negotin Serokkomarê min/me,
tenê gotin „birêz Serokkomar“. Ew gotina „birêz“ jî ji mecburiyeta adab-i
mueþeratê bû!
General vê helwestê xwe bi pirsa metirsiya oldariya siyasî û bîr û hizrên A.
Gul yê berê îzah dikin. Eger em li Muxtirayên wan ya 27ê nîsanê (binêre:http://www.tsk.mil.tr/10_ARSIV/10_1_Basin_Yayin_Faaliyetleri/10_1_Basin_Aciklamalari/2007/BA_08.html)
û ya 27ê tebaxê binêrin, li wê derê nêrînên ordiyê diyar in. Dijmin,
„boluculer“ (KURD) û „laiklik duþmanlari“ (hêzên siyasî bi hesasiyetên olî)
ne. General rast nabêjin. Li Tirkiyeyê tehlûkeyekî olî wisa mezin ku sîstema
Tirkan tehdît bike tuneye. Mesela doza Kurd, ne pêwist e em bahs bikin. Kî
bêje, “li Tirkiyeyê xelkekî bi navê Kurd heye û divê ev xelk bigihe mafên
xwe” ew ji bo ordiyê, kemalistan û tirkçiyan dijminê herî bi tehlûke ye! Em
pirsa me Kurdan bidin aliyeki, werin ser metirsiya oldarî. Ev jî ne rast e.
General vê mijarê ji bo parastina desthilat û bandora xwe ser sîstemê wek
hucetekî bi kar tînin.
Þik û gumanên ser siyasetvanên xwedî hesasiyetên olî û prensîba sekularismê
Me hertim bi aþkere nivîsiye: Bîr û hizra me û dilê me ne li gel sîstemeke
siyasî oldar e. Kî li kîjan deverî bixwaze sîstemeke olî saz bike, em li dij
in. Ev kîjan ol dibe bila bibe, ji bo me qet ferq nake. Musevî, Mesîhî,
Budîst an Musilman, çi ol dibe bila bibe, em li dijî sîstemên siyasî yên
oldar in. Hurmeta me ji baweriya herkesî re heye. Di çarçoveya mafên mirovî
yên gerdûnî de hewce ye em maf û azadiyê ji bo her cure ol û baweriyan
biparêzin, lê dewlet û sîstemên siyasî netewî an pirrnetewa pêwist e sekuler
bin. Sekularism, misogeriya demokrasiyê û parastina azadiya olî û baweriyên
curbecur e. Sîstemek olî, nikare azadiya ol û baweriyekî ji xeynê xwe
biparêze; bivê nevê dê ferq û cudahiyê bixe nav ol û mezheban û cureyê
baweriyên din. Ji ber vê yekê stûneka herî girîng ya demokrasiyê, modernizmê
û hizra patriotisma hevçaxî, prensîba sekularizmê ye. Hizra Sekularismê ji
Þoreþa Fransa dest pê dike û bi pêþengiya du Teologên navdar Friedrich
Gogarten û Karl Barth di prosesa modernismê de li Ewrûpa cîbecîh dibe. Ev jî
ne dûr e, ev bi qasî sed salan e ku dêra Mesîhî êdî dev jî desttêwerdanên
raste raste ser birêvebiriya siyasî û îdarî berdaye. Li nav Museviyan jî ev
proses gelek bi pêþde çûye. Museviyan bi saya dîn, hizreka netewî (siyonism)
efirandin û dewleteka netewî (Israil) damezirandin. Lê îro li Israilê
sistemeka siyasî ya sekular heye. Belê, bandora Musevîtiyê li Israilê
zêdetir e, lê sistem sekular e.
Di nav dewletên ku xelkê wan zêdetir Musilman in, hizra sekularismê herî
zêde li Tirkiyeyê heye. Li vê derê jî elîta kemalist-militarist ev heþtê sal
in, bingehê sekularismê pêk neaniye. Ji bo ku ev pirs li welatekî qenc werin
çareser kirin, hewce ye li wî welatî prosesa modernismê xurt be û serdestê
her tiþtî be. Prosesa modernismê jî bê demokrasî û bê aboriyeke xurt û têr
pêk nayê. Tirk þûna demokrasiyê de nasyonalismeke hiþk (ultra-nasyonism) û
pirsên olî de jî jakobenizmeke ne maqûl bi kar tînin. Ev hem qelsiya prosesa
modernisma Tirkan e, hem jî jahrekî kujer e ji bo demokrasiyê, bi taybetî di
vê dema em tê re derbas dibin, di dema globalismê de. Yanî babet ew e ku
elîta kemalist-militarist ku xwe xwediyê dewleta Tirk û miletê Tirk
dihesibîne û rewþenbîriya Tirk pêwist e bi dîroka modernisma xwe re rûberû
bibin. Yanî mesele zihniyet e, hewcedariya guherîna zihniyetê ye. Hewce ye
êl qenc hînê demokrasiya hevçax bibe, û serdema “êl zane” destpê bike. Ev jî
ne bi hizrên olî dibe, ne jî bi nexweþiya ultra-nasyonalismê. Çareserî
pejirandin û cîbecihkirina demokrasiya modern e.
Di hilbijartina dawî de heta dereceyek êl hêza xwe nîþan da û dengê xwe dijî
militarismê bi kar anî. Ev proses divê xurt bibe û pêþde here. Berjewendiya
gelê Kurd û hemî hêzên demokrat di vê de ye.
Pirsên peywendiyên ol û siyasetê ku îro li her derê cîhana Islam heye, li
Ewrûpa û hemî welatên rojava jî hebûye. Li Rojava jî bi sed salan dêra
Mesîhî (bi taybetî dêra mezhebê Katolikan û Mezhebê Ortodoksan) serdestiyê
li ser rêvebiriya siyasî, civakî û kulturî kiriye. Ev kul û kovan heta
cîbecihkirina prensîba sekularismê berdewam bûye. Li dewletên ku xelkê wan
bi piranî Musilman in, ev mijar hê jî çareser nebûye. Rêvebirên ruhanî yên
dînê Islamê naxwazin kontrolê ji dest berdin. Bi taybetî li welatên Ereban,
li cem Faris û Efxanan birêvebiriya olî û elîta siyasî têkilhev e. Malbatên
desthilatdar û grûpên rûhanî xwedî desthilata olî naxwazin hêza xwe bi kesî
re parve bikin. Ew dixwazin “Þûrê xweda” jî û bîrên petrolê û xazê jî her di
destê wan de bimîne û bibin xwedî çekên atomî jî. Meseleya sereke mijara
petro-dolaran e, “þûr û metalê oldariyê” dixwazin wek çarçoveya hizrî û
argumentên siyasetê bikarbînin. Wahabîtî, Selefîtî, Þiatî (bi taybetî
nezeriya Mekteba ala Humayûnî) û hemî varyantên hizrên mezhebî û tarîqatî;
ev hemî di seranserê dîrokê de û îro jî “alavên ideolojiya oldarî” ne di
cihana Islam de. Meseleya elîta rewþenbîrî û birêvebiriyê li welatên
Musilman û di çandên ku bandora ola Islamê tê de serdest e, ew e ku elîta
van welatan û çandan xwe li goreyê hizra sekularismê û demokrasiya modern
biguherînin û sekularismê bi kurahî di jiyan û zihniyeta van civakan de
cîbecîh bikin. Reformên berfereh ji bo transformasyoneke hizrî û praktîkî
pêwist e. Ol û bawerî divê ji siyasetê û îdareyê dûr bikevin û rolekî civakî
û humanist werbigrin. Ev tiþt ji bo me Kurdan jî hewce ye. Sekularism
înkariya ol û baweriyan nine. Sekularism temînata demokrasiyê, modernismê û
fereholîyê ye.
Amanca Kemalist û militaristan demokrasî û modernismeke rasteqîn nine!
Dema em li helwestê generalan û kadroyên pêþeng yên Kemalist dinêrin,
dibînin ku derdê wan ne demokrasi ye. Armanca wan tenê parastina hegamonyaya
klîka militer-kemalist e di nav sistema dewletê de. Ji ber vê yekê tevgera
kemalistan û generalan tevgereke kevneperest e û dijê demokrasiyê ye.
Ka em bipirsin? AKPyî sîstemê çawa digûherînin?
Gelo ew dixwazin Zagona bingehîn biguherînin û prensîbên Þêrîatê bînin? Na,
ew dixwazin di dewsa zagona bingehîn ya leþkeran ya 1982an de, yeka nû
derxin ku bi kêmasî bi mevzuat û muktesebata Yekitiya Ewrûpayê re hemaheng
be. Ev guherîn, gavekî pêþvetir e. General û kemalist ji vê gavê aciz in.
General dixwazin þerê baþurê Kurdistanê bikin, Hukumeta AKPê dixwaze pirsên
heye, bi kêmasî hewl bide bi þêweyê guftûgoyê çareser bike. Ya rast kîjan e?
Þer e an guftûgo ye?
General û Kemalist ji gotinên multîkulturalismê, multilingulismê, hebûna
komên etnîk û ji gotina Kurd û Kurdistanê zêde aciz in. Di zimanê fermî yê
dewletê de, em dev ji gotina Kurdistanê berdin, gotina Kurd û Kurdî jî
qedexe ye. Li zimanê medyaya xwe jî qedexe kirine ku gotina KURDISTANê bi
kar bînin. Nizanim, dibe ku bala we jî kiþandibe, rojname ji bo ku gotina
Kurdistanê bi kar neynin, navên Partiyên baþurê Kurdistanê jî bi kurtî
dinivîsin. Di dewsa “Kurdistan Demokrat Partisi” de KDP, û di dewsa
“Kurdistan Yurtseverler Birliði” de jî KYB bi kar tînin. “Kurdistan Bölge
Idaresi” nabêjin û nanivisînin, Kuzey Irak Bölge Idaresi dibêjin û
dinivîsin. Em van numûneyan dikarin gelek zêde bikin. Medya Tirkan ya hinekî
liberal vê yekê ji tirsa ordiyê dike. Ma AKPyî vê tiþtî dikin? Na. Recep T.
Erdogan par di çarçoveya reformên Yekitiya Ewrûpayê de xwest babeta
pirsgirêka Kurdan muneqeþe bike. Generalan bi provakasyona Þemzînan pêþî lê
girtin. Hewce ye em Kurd van tiþtan qet ji bîr nekin.
Siyaseta AKPê ne ultra-nasyonalist e, ji demokrasiya Yekitiya Ewrûpa re
nêzîktir e
Eger li Tirkiyeyê hêz û bandora general û kemalistan yanî klîka
„ulusalciyan“ û ya Tirkçiyên turanî kêm bibe, û lîberalên nav AKPê tozekî
bihêz bibin, di mijara Kurdan de jî dikare zimanê AKPê û xebatên wê hinekî
biguhere, baþtir bibe. Piraniya AKPyîyan bi qasî Kemalistan û Turaniyan
tirkçî ninin. Hizra Neo-Osmanîtiyê dikare bi prensibên muktesebata Yekitiya
Ewrûpayê re hêsantir hem aheng be, integre bibe. Ferq û cudahiya nabeyna
nasyonalisma hiþk û turanî ya Tirkan û xeta Neo-Osmanitiyê de ji dema
îlankirina Meþrutiyeta yekem (1876) û bi taybetî piþtî Meþrutiyeta duyemîn
(1908) heta bi îro diyar e. Xeta Neo-Osmaniyan ji fereh kulturî û fereh
zimanî û fereh etnisitetiyê ne aciz in. Helbet bîr û hizrên lê vegera demê
Osmaniyan êdî xewnê þevan in. Lê ev hizir bi kêmasî nahêle ku li gel
AKPyîyan Tirkçitiya hiþk û hêriþkar dewra xwe bibîne. Jiber vê yekê me
hertim ferqekî xistiye nabeyna van bîr û hizrên îslamî-liberal ku berê wan
bi navenda modernizmê ve ye.
Me bivê nevê, bi me xweþ ne xweþ, ji demê peyda bûna kapîtalizmê vir de
navenda modernizmê û medeniyetê êdî rojava ye. Sewiya medeniyetê jî îro êdî
bi çarçoveya demokrasiya hevçax tê pîvan. Demokrasiya hevçax ne tenê
prensîpên cudahiya sê hêzan e. Cudahiya hêza yasaçêker, dadwerî û rêvebirî
ne bes e. Hewce ye maf û azadiyên mirovî bê sînur werin cîbecîh kirin. Divê
medyayek azad û civakek sivîl û rêkxistî hebe. Ferehçandî, pirrzimanî,
pirretnisiteyî, fereh olî û beravajî cureyê îdareyekî santralist
cibecîhkirina mafê xwe bixwe îdarekirinê li her deverekî (subsidiarity),
aboriyekî serbest û xurt, parvekirineka adîlane ya dewlemendiyên hevbeþ û bi
destxistina refaha xelkê û civakê. Bêguman di çarçoveya sistemeke sekular de
ji bo hemû ol, mezheb û baweriyan azadî. Demokrasiya hevçax û modernisma
demê me ev e.
Berevajiyê vê demokrasiyê, tu hebûna bi milyonan xelkê Kurd înkar bike û
dema gotina KURDISTANê bibihîse har û hov bibe, bi vî rengî kes nikare bibe,
ne demokrat û ne jî modernist! Vêca ev generalên ku jinên xwe serqot û
çengqot tînin merasiman û bi wan re dansê dikin, dibêjin belku demokrasî,
modernism û hevçaxî ev e. Birîna Tirkiyeyê ji xwe ev e. Xwîn û nêma ku ji
zihniyeta ultra-nasyonalist diniqute, bîreweriya Tirkan jî dilewitîne ev e.
Çengqotî û serqotî bi tena xwe medeniyet nine. Divê mejiyeke mirovî demokrat
û modern hebe û mirov wisa jî tevbigere. Ev gotinên me bila neyên wê maneyê
ku em wekî hinek tengfikira jina sergirtî, pûþîkirî û di bin çarþefê de
veþartî diparêzin. Na! Jin û mêr du nîvên sêveke ne. Nivêke sêve çi tama xwe
heye, nîva din jî wisa ye. Mêr xwedî çi maf û azadiyan e, jin jî layiqê wan
maf û azadiyan e. Li vê derê qesda me ew e ku kemalistan demokrasiyê û
modernizmê daxistine sewiya du bûst paçê ser serê jinan. Berevajî vê
helwestê Kemalistan, kî bixwaze bi pûþiya serê jinê bilîze û wê bike sembola
siyaseta olî û bi vê yekê li jinê zorê bike, wê ji amancên xwe re bike alet,
ew jî tenha kevneperestî dike. Siyaset bi pûþiya jinê nabe !
Hilbijartina Abdullah Gul serkevtinek e ji bo prosesa demokrasiyê
Klîka militarist-kemalist ku xwe wek „ulusalci“ bi nav dikin, hêza sereke ye
li pêþiya prosesa demokrasiyê û çareseriya pirsa Kurd. Ev hêza «ulusalci »,
hevpeymaniya hêzên resmî, hêzên sivîl (CHP û hejmarek zêde komel û dezgeh û
qismek medya) û hêzên illegal (îdia hebûna rêxistina ERGENEKON) pêktê.
Serkêþiya vê hêzê general dikin. Kemalizm ideolojî û siyaseta wan e û wisa
jî benîþtê devê wan e. Çarçoveya siyaseta vê klîkê þeþ prensîbên partiya
Ataturk û þeþ « tek tek » in, yanî yek millet, yek dewlet, yek welat, yek
ala, yek kultur û yek ziman. Ev hevpeyman hêzekî ultra-nasyonalist Tirkçî
ye. Mirov dikare vê hêzê wek neo-Îttîhat-Terakiciyên Tirkçî û generalên ku
serkêþiya vê hevpeymanê dikin jî wek Talat-Enver-Cemal Paþayên îro bi nav
bike. Berî not-not û pênc salan Enwer Paþa berê ordiyê da Kafkasyayê, Talat
Paþa jî fermana Ermeniyan da. Enwer Paþayê îro jî bi sed hezaran leþkeran, û
tank û topan li deverê Botan û Hekariya civandiye û berê ordiya xwe daye
baþurê Kurdistanê. Talat Paþayên îro jî fermana Kurdên bakurê Kurdistanê
daye. Derd û kulê paþayên Tirk ew e, çawa pêþiya xelkê Kurd bigrin, çawa
damezirandina Dewleta Kurdistanê têkbidin. Hemî planên wan, qîrûcira wan
doza Kurdan e.
Dijminahiya demokrasiyê dikin. Jiber ku siyaseta xwe ya þerbaz di bin
rêvebiriyeke sivîl û demokrat de nikarin weka ya dilê xwe cîbecîh bikin.
Dijayetiya Yekitiya Ewrûpayê û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê dikin, jiber
ku YE û DYA ji planên wan þerxwaz ne razî ne. Jiber ku Amerîkî û Ewrûpî
piþtgiriya êrîþkariya wan dijî xelkê Kurd û Dewleta Herêma baþurê Kurdistanê
nakin, dibêjin YE û DYA dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin. Bi rastî jî ev klîk
di bîr û hizir û siyaseta xwe de carna digîhe sinûrê paranoyak
ultra-nasyonalismê. Ji hemî dinyayê dixwazin ku herkes wek wan bêje li
Tirkiyeyê Kurd tunene, ev esil Turk in û rezaletiyên wisa bê wate. Lê dinya
êdî hêlekî din e. Kes ne mecbûr e, çîrokên F. Kirzîoglu û Hallaçoglu guhdarî
bike û van pêkeniyan wek ilim qebûl bike.
Ev hêz tenê bi dijminahiya xelkê Kurd jî namînin. Hêzên siyasî yên bi
hesasiyetên islamî jî armanca vana ye. Bêguman hêzên olî yên ku ne di bin
emrê wan de ne, ji wan aciz in. AKP dibêje min siyasetekî oldar tune, me xwe
guhertiye, me kirasên xwe berê yê fikrî guhertiye, em demokrasiyê diparêzin,
ser vê þopê hewl didin. Lê ev çi bêjin, hêza “ulusalci” qîma xwe bi wan
nayne. Dibêjin, na hûn neguherîne, hûn me dixapînin, ajandaya we veþartî
heye, hûn takiye dikin.
Mesele ne Kurd in, ne jî AKP ye. Mesele ne demokrat bûna vê hêza „ulusalci“
ye. Tehlîke ji wê derê tê. Ordî xwe xwediyê dewleta Tirk û miletî
dihesibîne. General naxwazin hêzekî din di ber wan de derkeve û bibe þirîkê
desthilatê. Ev jî meseleyeka demokrasî û otokrasiyê ye. General û
hevpeymanên wan naxwazin gopal ji destê wan derkeve, þirîk ji wan re
çêbibin, bandora wan li ser sîstemê kêm bibe, cihê wan di rêza protokola
dewletê de bigûhere. Îro di protokola dewleta Tirk de di rêza sisiyan de
Serokerkan heye. Li ti welatekî demokrat cihê Serokerkan di protokola
dewletê de li pêþ nîne. Ordî bi Wezirê Berevaniyê ve girêdayî ye û cihê
Serokerkan li piþta Wezirê Berevaniyê ye. Li welat û sistemên demokrat de jî
ji bo parastina berjewendiyên netewî û diyarkirina hin helwestên girîng di
dereceya herî bilin de dezgeh/Komîte heye. Lê li sîstemên demokrat de ev
Komîteya Bilind pênc heta heft kesan in. Wek nimûne li Almanya li gor
agahdariyan pênc kes in, Serokê Dewleta Federe, Serokwezîr, Wezirê Karê
Derve, Wezirê Karê Hundir û Wezirê Maliyê ye, hemî jî siyasetvanên sivîl in.
Eger pêwist be þêwra xwe bi hemî dezgehan re û hêzên hewcedar hemiyan re. Ev
Komiteya Bilind pirr nadir dicive. Di eslê xwe de zêde pêwistî bi organekî
wisa jî tune. Jiber ku erkên dezgehan diyar e û her dezgeh karê xwe dike.
Li Tirkiyeyê heta çar pênc sal berê di Konseya Aramiya Netewî de general
piranî bûn û wan çi bigota wek wan dibû. Bandora generalan li ser sîstema
Tirkiyeyê aþkere ye. Ji xwe pevçûn û neleheviyên dijwar yên van çend salên
dawî hemî ji vê yekê peyda dibe. General naxwazin, sîstem sivîlize bibe.
Þerê ku li dijî namzetiya Abdullah Gul jî dan, ev bû. Wan dixwest ku
yekî/yeka ku ordî pê razî be, were hilbijartin. Turban hucet bû. Yekî ku
general baweriya xwe pê neaniya, eger jina wî serqot bûya jî dê generala
aciziya xwe jê nîþan bida. Jiber ku mesele ew bû ku yekî ku seda sed bi wan
re hem aheng be dixwest. Çima, ev jî diyar e. Serokcumhurî navendekî ji
rêvebiriyê ye. Selahiyetên xwe heye, dikare karên ku general raste rast
nikarin bikin, bi riya wî cîbecîh bikin. Rola ku Ahmet Necdet Sezer leyist
ev bû. Ji ber vê yekê ordî ji Sezer keyfxweþ bû.
Di encam de Serokkomarî ji bo generalan û hevpeymana “ulusalci” bû,
mewzîyekî ku ji dest bernedin. Buyerên ku van sê çar mehên dawî rûdan,
delîlê vî þerî bû.
Dema ku mesele gîha vê derê û siyaseta vê hevpeymana “ulusalci” jî li ortê
ye, wê demê pêwist bû ji bo parastina demokrasiyê û hêza xelkê ev klîk
þikestekî bixwe. Di vê hilbijartinê de ev tiþt pêk hat.
Xelkê di hilbijartinê de tercîha xwe diyar kir û Meclisa nû xwedî li erkê
xwe yê yasaçêkeriyê derket, zirtên generalan û vê klîka ultra-nasyonalist
têk da. Ev gavekî ye ji bo xurtkirina tevgera demokrasiyê. Bandora vê
hilbijartinê raste rast di helwestê generalan û hêza “ulusalci” de hat
dîtin. Ev cara yekem e ku general bi aþkere li dijî hilbijartina yekî ji bo
Serokkomar derdikevin, lê gotina wan li erdê dimîne û encamekî tersê wê
derdikeve.
Nuha mesele ev e: Gelo dê ev qelþa ku di otoriteya generalan de vebû, dê
tevgera demokrat û liberal çawa jê sûdê werbigre û ber bi demokrasiyê ve
gavên zêdetir bavêje.
Imtihana duyemîn muneqeþeyên derbarê demokrasiyê, YE û gava amadekirina
Zagonekî bingehîn bi naverokekî hevçax de ye. Eger Tirkiye bikare Zagona
bingehîn biguhere û bi muqtesebata YE re guncav Zagonekî bingehîn sivîl nû
bipejirîne, ev dê ji bo Tirkiyeyê bibe “þoreþekî”.
Di van karan de pêwist e, piþtgiriya AKPê were kirin. Reformên siyasî,
îdarî, civakî û kulturî ji bo prosesa berendametiya YE dê ji bo Tirkiyeyê
bibin dopîng û dermanê hevçaxiyê. Serokkomariya Abdullah Gul dê alîkarê
pêþxistina vê prosesê bibe. Abdullah Gul dê wekî dema xwe ya Wezirê Derve,
wek Serokkomar jî bide dû vizyona endametiya YE. Rêyekî din li pêþiya wî û
Hukumeta AKPê tune. General û hêza “ulusalci” dê wisa bi hêsayî teslîm nebin
û bela xwe di AKPê de bidin. Herî zêde dê bixwazin bi meseleya Kurd bilîzin.
Dijminahiya baþurê Kurdistanê dê di siyaseta hundir de bikin argument. Kurd
jî divê þiyar bin. Em divê li helwestên A. Ocalan û fermanên wî ji girava
Imrali werin, gelek þiyar bin.
Tevgera Kurd jî hewce ye ji xwe re plan û programekî amade bike. Baþtir e,
Kurd alîkarê DTPê bin ku ew xwe nêzî klîka “ulusalciyan” nekin û lobiyên
klîka kemalist-militarist bi Kurdan nelîzin. Rojên herî dijwar ji bo
Abdullah Gul, AKPê û Kurdan destpêkir. Vê hêlê hewce ye tercîha Kurdan
hertim demokrasî, azadî, aþitî, nermayî, diyalog be. Em serê xwe netewînin,
lê bi herkes û hêzî re jî bidin û bistînin.
Generalan di merasima GATA de mesaja xwe ji Serokkomar re dan. Di pirsa
daweta þahiya 30ê Tebaxê de jî jahrê xwe di þexsiyeta DTPê de bi ser Kurdan
re rijandin.
Siyaseta DTPê di mijara hilbijartina Serokkomariyê de rast bû
DTPyî di hilbijartina Serokkomar de beþdarî civînan bûn, lê dengê xwe nedan
A. Gul.
Siyaseta derbarê hilbijartina Serokkomar de hewce ye di du xalan de were
nirxandin. Xala yekem, di hilbijartinê de amadebûna parlamenteran di Meclisê
de û xala duyem dengdana namzetan.
Parlementerên PCDê (Partiya Civaka Demokrat) hê ji demê hilbijartinê ve
gotin em dê demê hilbijartina Serokkomar di Meclisê de amade bibin. Ev
helwestekî gelek rast bû. Ji ber ku beþdar bûna li Meclisê û boykota
hilbijartinê du helwestên cewaz bû. Dema ku Abdullah Gul dubare bû namzet,
leþkeran û kemalistan dixwestin partiyên xeynê AKPê hilbijartinê boykot
bikin û nîsaba beþdaran 367 temam nebe. DTPyîyan qet goh nedan banga
boykotê. Her çiqasî bi hejmara wan û AKPyîyan 367 temam nedibû jî, lê DTPyî
ji serî de xwedî helwestek zelal bûn. Ev rast bû. Bêguman di vê mijarê de
esil helwestê MHPê bû. Eger MHPê jî wekî CHPê hilbijartina Serokkomar boykot
bikira, hejmara 367 bi cureyek bihata berhev kirin jî, îtîrazên li ser
hilbijartina Serokkomar dê dewam bikira. Generalan û Kemalistan dikariya
zehmetiyên dîtir derbixin. Lê dema MHP biryara beþdarbûnê girt, qet buhayeke
helwestê CHPê nema, ew cebhe têkçû.
Xala duyem, helwestê derbarê dengdana Abdullah Gul de ye. Eger AKPê bikariya
hin dengan ji parlememterên din jî bigirta û di dora yekem an duyem de bi
367 dengan Abdullah Gul hilbijarta, wê demê baþtir û rasttir bû ku DTPyîyan
dengê xwe bidaya A. Gul. Jiber ku di vê xalê de amanca sereke têkbirina
leyistikên klîka general û kemalistan bû. Lê xuyaye ev pêk nehatiye. MHPê û
DSPê namzetên xwe diyar kirin, wan dengên xwe birin. DTPyîyan dengê xwe
„vala“ diyar kirin. A. Gul 340 dengan anî. Di dora duyemîn de bi DTPê re
hevdîtin çêbû, lê xuyaye di dora duyem de jî derfeta berhevkirina 367 dengan
pêk nehatibû. Di dengdana dûyemîn de jî jimara dengan neguherî, A. Gul 337
dengan bi dest anî. Di dora sêyemîn de êdî ne pêwist bû û ne rast bû jî ku
DTPyî dengê xwe bidin A. Gul. Sedemeke ku DTPyî helwestê xwe biguherin peyda
nebû. Eger AKPê ji serî de bi DTPyîyan re di vê mijarê de hevkariyekî
pêkanîba, ev yek mumkin bûya, bêguman helwestê herî rast ew bû ku DTPê
hemberê klîka kemalist-militarist bi AKPê re rabigirta. Em divê objektîf bin
û makûl bifikirin, ev tiþt bêhtir ji aliyê AKPê ve gelek zahmet bû. Eger
AKPê vê bixwesta, gelo dê DTPyîyan xwe bideya ber vê yekê, ev jî helbet
pirsekî gelek girîng e. Lê ev ihtîmal pêk nehatin û em nikarin ji ber
faraziyan DTPî gunehbar bikin.
Bi kurtî, DTPê bi beþdarbûna li Meclisê helwestekî rast diyar kir. Di
dengdanê de dikarîbû siyasetekî aktîftir pêk bianiya û ji destpêkê ve li
rêyên hevkariyê bigeriya. Bi qasî ku dît, DTPê van rêyan li ber AKPê asê
nekir, berevajî îþaretê hevkariyê da, Serokê Gruba DTPê Ahmet Turk gelek
caran got, em ji diyalogê û hevxebatê re amade ne. Lê em divê bizanin
hesasiyet gelek in. Klîka generalan û kemalistan li bendê bû ku jiber
hevkariya AKPê û DTPê dahola hevkariya „bolucuyan û dijberên laikiyê“ lêde.
Bi encama îro ev imkan neket destê wan. Ji aliyê siyasî ve pêvejoya
hilbijartina Serokkomar de DTPê siyaseteke rast meþand.
Mezro û metroya me ji bo helwestên DTPê ev in: DTP beramberê siyaseta klîka
kemalist-militarist çi dike û dê çi bike? Di mijara baþurê Kurdistanê de çi
dike û dê çi bike? Bi çiqasî dê xwedî li kul û derdên xelkê Kurd û
belengazan derbikeve? Di prosesa Yekitiya Ewrûpayê de dê çi bike, dê were li
Brukselê çi bêje? Gelo dê here li wan deran dahola Tirkiyeyîtiyê lê de,
reçeteyên ku li hinek deran hatibin amade kirin pêþkêþ bike, xebera ji
Peymana Sevrê re bide û bibe aletê zeximkirina Peymana Lozanê? An dê were
bêje, em xelkekî xweser in, wek yekitiyeke hevçax serê her tiþtî hûn me wisa
qebûl bikin û em dixwazin li Tirkiyeyê jî hebûna gelê me bi fermî-yasayî
qebûl bibe û li goreyê çarçoveya Hevpeymana Maastrichtê û Krîterên Kopenhagê
em bigihîn maf û azadiyên xwe. Dema van tiþtan kir, em piþtgirên DTPê ne. Em
ji DTPê û xelkê dora ne aciz in, em gazindan ji siyaseta helandina gelê
Kurd, Tirkiyeyîtiyê dikin. Prîzma me ya ku em DTPê û helwestê wê tê re
derbas bikin, ev e...
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|