|
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Kurdewariya
hevdem û Kurdistanîtî armanca yekemîn ya êrîþên Dewleta Tirk e!
BAYRAM AYAZ
18 Sibat, 2007
Berî du
hefteyan ji hin navendên tarî hêrîþ kirin ser çend malperên Kurdan. Ev
navend li kû derê ne, ev hêz kî ye, welatperwerên Kurd pê baþ dizanin. Eger
îspata wê huqûqî zehmet be jî, em dizanin ku ev cure hêrîþ li Enqereyê bi
alîkariya “Ulus Tepesî” pêk tên.
Vê cara dawî malpera HAWAR DENGÛBAS, PDK-Bakur û Lêkolîn bûn hedef û ji vê
hêrîþkariyê zerar dîtin. Li gor agahdariyên gîhane ber destê min di malpera
PDK-Bakur de ziyanek teknîkî zêde pêk hatiye. Wisa ku ev malper mecbûr bûye
“server”a xwe biguherîne û programa malperê ji bingeh de nuh bike. Li gor
agahdariya nivîskî ya HAWAR DENGÛBASê, ew jî çend rojekî nekarîbûne bikevin
programê û mecbûr mane wan jî “server”a xwe guhertine.
Li vê derê hewce ye em bêjin, ev cure hêrîþkarî bêguman li ser malperên
Kurdistanî yên din jî tên pêkanîn. Em pê agahdar in. Bi taybetî malperên ku
ser xetekî Kurdistanî bi Kurdiya þêrîn weþanê dikin, destê berpirsiyarên van
malperan her tim li ser dilê wan e: Gelo kengî û bi kîjan teknîkê hêrîþ
bînin ser malpera wan. Gelek caran þîrketên „server“an ji ber van êrîþan
bêzar dibin û ji xwediyên îmtiyaz yên van malperan daxwaz dikin ku ji xwe re
li cihê din malikên malperan kirê bikin, cihê malperên xwe biguherin. Belku
ji derve de nexuyaye, lê bi rastî di hola weþanvaniya elektronîk de jî
þerekî dijwar berdewam e. Dewleta Tirk jibo ku dengê Kurdewariyê û
Kurdistanê bibirîne, hemî cure êrîþkariyê dike. Wek mînak, agahdariyek heye
ku vê hêrîþa dawî bi „Hacker“ek nû pêkanîne û ev program ji hin pisporên
Misirî hatiye kirîn.
Wekî tê
zanîn, di bazara informatîkê de çawa þaxekî „anti-virus, anti-hacker“ heye û
þîrket van programan diafirînin û difiroþin, her wisa hin pispor jî hene ku
programên hêrîþkar û texrîbê çêdikin û difiroþin hin cîna. Li vê piyasê jî
pareyek mezin werdigere. Ev hêz jî „gladio û Ergenekona seha informatikê“
ne. Karê wan jî hêrîþkirina malperên zimanê Kurdî ye. Bi rastî ev jî êdî
bûye parek ji þer û berxwedana azadiya welat û gel. Bê minetî ye. Bila ew li
me din, em jî dê malperên nû vekin, dest bi weþanên nû bikin. Bila ev hêz
bizanin, ew nikarin dengê Kurdewariya demokrat û hevdem û Kurdistanîtiya
pirreng û pirrdeng bibirin.
Pirs ne tenê hêrîþa malperekî ye. Hêrîþê kî dikin û çima, hewce ye em van
tiþtan baþ bizanin û ji hev cuda bikin. Li vê derê dixwazim bi kurtî li ser
pirsa zihniyeta tirkçî û siyaseta wan rawestim. Mijarekî heye, êdî pir zelal
bûye. Hin hêzên nav dewleta Tirk de ku hê jî xwedî gotinê ne, dost û
dijminên xwe li gor zihniyeta Tirkçî hildibijêrin. Ev hêz dijminê yekemîn ji
bo zihniyeta tirkçî û dewleta Tirk ya uniter (tek-tekçî) doza rewa ya gelê
Kurd û Kurdistanê dibîne. Ev hêza ultra-nasyonalîst stratejiya xwe ser
bingehê dijayetiya dewleta Kurdistanê daniye. Armancên vê hêzê ew e ku bi çi
þêweyî dibe bila bibe, pêwist e pêþî li damezirandina dewleta Kurdistanê
were girtin. Armanca wan ya duyemîn, bi hemî imkanên xwe lê kar dikin ku
pêþî li bihêzbûn û pêþkevtina zaniyariya neteweperweriyê û welatperweriyê
bigrin ku ev jî teqabûlê Kurdewariyeke demokrat-hevdem û zanîna xwedî
welatbûnê (Kurdistanê) û daxwaza desthilata welatê xwe dike. Zihniyeta
Tirkçî ji vê bîreweriyê pirr ditirse.
Eger gelê
Kurd dîroka xwe qenc bizane, doza axa bav û kalan Kurdistanê bike û bixwaze
li ser axa xwe xwebixwe îdare bike, siyasetek wisa dê tevgera Kurd û
Kurdistanê îro nebe sibê bigihîne armancên wê. Zelaliya siyasetek
neteweperwer bi dest xistina nîvê serkevtinê ye. Vêca eger hûn bala xwe baþ
bidinê, hûnê bibînin ku dewleta Tirk, bi taybetî ev hêza
militarîst-nasyonalist, ji aliyek ve lê kar dike ku armancên siyasî yên
tevgera Kurdistanê ser devê hin xêrnexwazan þêlo (tevlihev) dike û ji aliyê
din ve berdewamî hêrîþê wan hêzên neteweperwer, demokrat û hevdem dike, heta
ji destê wan tê nahêlin ku bîr rayên van hêzan di nav gelê Kurd de belav
bibe.
Jibo ku þaþ têgihîþtin çênebe, dixwazim bi kurtî siyaseta dewleta Tirk
beramberê doza Kurd bi dorê rêz bikim. Di vê rêzê de xuya dike, ji bo
zihniyeta Tirkçî Kurd çi ye.
Siyaseta dewletê ya fermî hê jî înkar û tunekirina gelê Kurd e. Siyaseta
kûçe û kolanan ya de facto, « belê belê Kurd heye, ew jî hemwelatiyê
vê dewletê ne, dikarin bi zimanê xwe li mala xwe û jiyana prîvat de qise
bikin, lê ji vî û zêde doz û daxwaz perçekirina Tirkiyeyê ye. Dewlet vê
derfetê nade we. Bila Kurd aqilê xwe bigrin serê xwe, nexwe dikare tiþtên
xerab bi serê wan re were.»
Li gor vê siyasetê:
1) Kurdê herî baþ, Kurdê mirî ye, yê ku qet nikare doz û dawa tiþtekî
bike.
2) Kurdê baþ yê
piþtî Kurdê mirî, ew e ku esl û feslê xwe ji bîr kiriye û bûye Tirkekî
biþavtî. Ji van esil Kurdên me jî maþalah bi têra xwe hene, lê dewleta Tirk
heta heta bi vana jî baweriya xwe nayne. Bêguman nerehmetî Bulent Ecevîtê
kurê Mustafa Kurdîzade û çend kesên di ayarê wî de, ne tê de !
3)
Rêza sisiya Kurdê ku zimanê xwe ji bîr kirine, asimile bûne, qet xwedî li
nasnameya xwe dernakevin û ji zihniyeta Tirkçî û siyaseta dewleta Tirk re
xizmeteka baþ pêktînin.
4)
Rêza çara Kurdên ku Kurdîaxiv in, lê qerwêþ û xizmetkarên dewleta Tirk in.
5)
Kategoriya pêncan jî Kurdên ku Kurdîaxiv in, li piþt deriyan xwedî li
Kurdbûna xwe jî derdikevin, lê di nav sîstema dewletê de cîh digrin, xwe ji
tevgera azadixwaziya gelê Kurd û Kurdistanê dûr dixin.
6)
Kurdên ku Kurdîaxiv in, þiyarê nasnameya Kurd in, lê dozeka wan ya netewe,
welat û desthilatê tune, ku dibêjin bila Tirkiye bibe welatek pêþkevtî û
bila Kurd jî ji halê xwe razî bin. Bi taybetî hin Kurdên ku hê jî di nav
partiyên Tirkan de cîh digrin û dixwazin li wan dera berjewendiyên xwe
kesayetî û malbatî cîbecîh bikin.
7)
Kurdên ku di nav tevgereka azadîxwaz de cîh digrin, lê doz û daxwaza gelê
Kurdistanê þêlû dikin, armanc û hedefên tevgera welatparêza Kurd tevlihev
dikin, ser û mejiyê welatperwerên Kurdistanê ser û bin dikin. Di vê
kategoriyê de bi taybetî ew Kurd cîh digrin ku dibêjin doza Kurd ne dozeke
netewî ye, ne doza welatekî ye û ji xwe hîç bi ti halî doz û daxwazeka
dewletê û desthilatê nîne. Dibêjin daxwaza dewletê daxwazekî kevneperest e.
Bi van nêrînên xwe dijminahiya destkevtiyên li baþurê welatê me jî dikin.
8)
Kurdên ku di nav tevgera Kurdistanê de cîh digrin, gelek jî bedil dane, lê
hê jî goh didin çîrokên wek pesndanên kemalizmê û tiþtên wisa bê ser û ber
ku qet ti aleqa van bîr û hizran û doza Kurdistanê bi hevdu tune.
9)
Kurdên ku di nav tevgera Kurdistanê de cîh digrin, lê siyaseteka ne realîst
dimeþînin, berê Kurdan didin cîna ku hêza tevgera Kurdistanê pê nagihe û
xelk ji þaþiyan bêzar û bê hêvî dibe.
10)
Kurdên ku Kurdîaxiv in, di nav tevgerên Kurdewar û Kurdistanî de cîh digrin,
eger hin ji van Kurdan ne bi rêxistinî bin jî fedakar û çalak in, pêgirê
doza netewê, welat û dewlet û desthilatê ne, û bê ku dijminahiya gel û ol û
çand û zimanên din bikin, doza Kurd û Kurdistanê bi ser her tiþtî re digrin.
Kurdên ji rêza çaran pê de dijminên potansiyel yê zihniyeta Tirkçî û dewleta
Tirk in. Wek tê zanîn arþiva van Kurdan li hin ciyan baþ tê girtin. Kurdên
rêza heftan pê de ew Kurd in ku dewlet wan dijminên xwe raste rast
dinirxîne, lê ji hin kesayetên qels jî îstîfadeyê dike. Bi taybetî di
þêlûkirina siyaseta Kurd û Kurdistanê de ji hin Kurdan xweþ sûdê werdigrin.
Kurdên rêza dehan hedefa yekemîn ya zihniyet û dewleta Tirkçî ne. Ev Kurd û
Kurdistanî dîn dijminê zihniyet û siyaseta militarîst û ultra-nasyonalist
in. Eger em ji van Kurdan û Kurdistaniyan bin, ji bo me serbilindî ye û cihê
þanaziyê ye.
Me van deh kategoriyan rêz kir û ji bo jimare yek me got, Kurdên herî baþ yê
ji bo dewleta Tirk. Eger hûn dixwazin ji dijminên herî baþ yê zihniyeta
Tirkçî ultra-nasyonalîst dest pê bikin, wê demê rêza dehan dibe rêza
yekemîn. Her Kurdek xwedî xîret, çi jin çi mêr, hewce ye ji xwe re bike
armanc ku bikeve rêza Kurdên canfêdayê doza gel û welatê xwe.
Her hêrîþekî dijî ziman û çanda Kurdî û bîreweriya Kurdewar û Kurdistanî
diyarde û delîleke rastiya wî kar û çalakiyê ye.
Li vê derê dixwazim çend nimûneyên bijare bidim:
- Li Amedê Belediya Surê biryara xizmetguzariya bi zimanê Kurdî da. Dewletê
hêrîþê vê biryarê kir.
- Li Eluhê Belediyê peykera Cegerxwîn danî. Dewletê hêrîþê vî karî kir.
- Li Amedê Komeleya Ehmedê Xanî hat danîn. Dewletê di nav bîst rojan de sê
car hêrîþ kir.
- Hak-Parê li pêþ dadgehê Kurdiya þêrîn parast. Dewletê hêrîþê wan kir, ceza
li wan birî.
- Hin kesayetan Þêx Saîdê nemir parast, gotin em hemî neviyê Þêx Saîd in.
Dewletê hêrîþê wan kir.
- Dostê gelê Kurd rêzdar Ismail Beþîkçî axaft. Dewletê hêrîþê wî kir.
- Malperên me bi Kurdiya þêrîn doza Kurd û Kurdistanê dikin. Hackerên
dewletê hêrîþên me kirin.
Bê minetî ye.
Jiber ku em ji bîr û baweriya xwe piþtrast in, jiber ku em bi riya
Kurdewariya demokrat û hevdem bawer in. Jiber ku em dizanin her ku em ser vê
rêçê bin, dê zihniyeta ultra-nasyonalist jî hêrîþê me bike. Ya rast ew e ku
dewleta Tirk dev ji vê siyaseta hovane berde. Di sedsala bîst û yekan de
înkariya hebûna netewek û welatek, ti kes û hêzêk nake qadî û padîþah. Þansê
vê zihniyetê û siyasetê tune. Werin destê xwe dirêjî Kurdan bikin, bi wan re
vê sedsalê dizayn bikin. Riya aqilan ev e. Bac û pereyê ji xelkê berhev
dikin li Hacker-an bila sebeb qerc nekin..
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
Arþîva Gotarên Bayram AYAZ
|