Bike Malpera Destpêkê | Têkîlî | Reklam

 

                                            HAWAR-DENGÛBAS

     

Dengûbas/Agahî        

Mal

 

Kurdistan

 

Cîhan

f

Çand û Huner

k

Kurdistana Azad

 

Medyaya Kurdî

k

Zanist/Teknolojî

  

Jiyan/Civak/Aktuel

  

Aborî/Fînans

 

Nivîs/Lêkolîn  

 

Dosyayên Taybet

 

Arþîw/Lêgerîn

þ

Kunye/Rêvebirî

young team

  HAWARDENGÛBAS | Nivîs/Gotar | Bayram AYAZ

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîs/Gotar/Lêkolîn

 

Qatilê Hrant zihniyeta Tirkçî ye!

 
BAYRAM AYAZ

 

20 Rêbendan, 2007

 

 

Cinazeya Hirant Dînk

Doh piþtî nîvro vir de rojeva Tirkiyeyê bi bûyerek dilêþ hat dagirtin. Rewþenbîrekî Ermen Hrant Dink li pêþ deriyê rojnameya xwe AGOS hat kuþtin.


Belê, li Istanbulê, yekî sûtal, tolaz, bêmejî, serserî û sîxur ji paþ ve xwe gîhand Hrant û berikên tebanceya xwe di ser vî xweþmêrî de vala kir. Du gule li serê Hrant, yek jî li stûkura wî ketin û hêj li cihê bûyer qewimî can da, hat kuþtin. Hrant li erdê dirêj bûbû.

Di wêneyên televizyonan de her du lingên Hrant bi þeklê tîpa “V” li me dinêrin. Hûn zanin Hrant bi vê tîpa “V” dibêje çi? Ew dibêje “Viktoriya”! Yanî serkevtin, serkevtin ya me ye! Serkevtin ya bindestan, serkevtin ya azadîxwazan, serkevtin ya demokratan, serkevtin ya liberalan û mirovhizan e! Ez peyama her du lingên Hrant wisa dixwînim. Wisa ji kûrraniya kesera dilê min tê!

Tiþtekî din jî bala min kiþand di vê wêneyê de. Binpêlavekî Hrant jî qul e. Ev jî, ji her kesekî xwedî xîret re peyamek girîng e. Hrant yek ji belengaza ye, yek ji hejar, feqîr û bêkesan e! Hrant bi binsola qul doza mirovayetiyê û demokrasiyê daye.

Medya Tirk niha bi dû tolazê gule berdaye Hrant ketiye. Qatil kî ye, evê kûmê spî li serê wî û tebance di dest de kî ye?
Ev hîç ne girîng e. Ev kesê ku gule berda Harnt maþeyek e. Helbet bila ew jî were girtin û bê cezakirin. Lê ez carek din dibêjim, ev ne girîng e. Ev qatilê ku çek dane dest e. Divê mirov li qatilê eslî bigere.

Qatilê esil zihniyeta Tirkçî ye. Qatil Tirkçîtiya ultra-nasyonalîst e. Qatil siyaset û sîstem e ya ku hebûna Ermenan, Ruman, Kurdan, Ereban, Lazan, Gurciyan, Çerkezan, Abazayan napijirîne. Qatil ev e. Dema zihniyet ev be, dê hêj bi sedan û bi hezaran qatilên du ling yê xwediyê kumê spî derkevin. Em divê berê xwe bidin vî qatilê esil.

Evên ku Hrant Dink ji ber nivîseka wî ku ew jî bi berevajî û bi neheqî wek „dijminê Tirkbûnê” îlan kirin, derhaqê wî de dawa vekirin, wî ceza kirin, li nav binayetê û li pêþ Edliyeyê êrîþê ser wî kirin û dixwestin wî lînç bikin. Evana hemî bi hevra xwedî zihniyetek paþmayî ne. Evên xwestin Hrant lînç bikin, ultra-nasyonalistên tirkçî ne û faþist in. Ev hêz her roj demokrasiyê qetil dikin û hêjayiyên mirovayetiyê didin ber lingê xwe. Sîstema Tirkiyeyê van hêzan dibarêze, lê Hrant wek dijmin dibîne. Esil qatil ev e.

Em nuha jî bi kurtî hin motîf û encamên vê bûyerê binivîsin.

Ev bûyer,
- eyneya siyaseta dewleta tirk ya heþtê salan e.
- encameka zihniyeta Tirkçî û kemalîst e.
- êrîþekî ye beramberê prosesa demokratîzekirina Tirkiyeyê ye.
- êrîþeke dijî faktorên global ji derve ve.
- êrîþeke dijî hizra azad, nasnameya etnîkî û azadiya olî.
- hawildana çavtirsînê ye beramberê hêzên demokrat, liberal û tevgera Kurdistanê.
- delîl û îspata dewleta kurr û hebûna rêxistinên kontra ye, yên wek cureyek ji gladioya Tirk.
- diyardeya kîn û xereza dijî xelkê Ermen e.
Em dikarin van rêzan hêj gelek dirêj bikin. Lê em bi kin û kurt wisa bêjin: Eger ev hêz û ev zihniyet xwedî gotinê be, li Tirkiyeyê ne pirs çareser dibin û ne jî demokrasî tê. Wê demê dê Tirkiye ber bi tevliheviyek ve here û tuþê belayên mezin bibe.

Hêzên Kurd û Kurdistanî divê em bi aþkere li þehadeta Hrant xwedî derkevin. Bi xuþk û birayên xwe Ermen re piþtgir bin. Ev guleyên li ser û stûkurika Harnt ketin, li ser û stûkurika her Kurd û Kurdistaniyek azadîxwaz û xwedî rûmet jî ketin. Xwîna brîna me hê jî diherike.

Bila destên wî tolazî, wî maþeyî biþke û lanet li zihniyeta Tirkçî ya þovenîst û kevneperest be!

Em hemî Hrant in! Kurê Meletyeyê Hrantê me yê hêja û xweþmêr, em te ji bîr nakin.
 
 

 

 

Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS hatiyê danîn ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.

 

 

Arþîva Gotarên Bayram AYAZ

 

 

 

 

Organên Sereke ya HKMG

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:

hkmg.net

 

Kurdistan-Netew

kurdistannetew.net

 

Medyaya Kurdî:

medyayakurdi.com   

 

AborîyaKurdistan:

aboriyakurdistan.com

 

PirtûkûWêje:

pirtukuweje.com

 

MûzîkKurd:

muzikkurd.com  

 

ZanistûTeknolojî:

zanistuteknoloji.com

g

SînemaKurd:

sinemakurd.com

 

Kurdistan World:

kurdistan-world.com

 

Dîrok û Dewletên

Kurdî:

dirokudewletenkurdi.com

 

Kurdistan Malper:

Hemû Malperên înterneta Kurdî :

kurdistanmalper.com

 

I Reklam;

interactivereklam.net

 

Bo Navnîþanên 40  Malperên Din ya HKMG: hkmg.net

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

irêdan  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

hawardengubas.com | Pêywendî | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | Reklam | Hiþyarî | Derbarê HD | Nûçename

 

Hemû Mafên vê weþanê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2007 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved ©  | Ev Weþana HKMG ye

 

hkmg.net  | Hawar Kurdistan Media Group  | Dezgehî  | Rêvebirî  | Reklam

 

Ev Weþaneke    

e

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

1