|
Nivîs/Gotar/Lêkolîn
Sêdardekirina
dîktatorekî û pîvanên dadweriyê, exlaqê û mirovayetiyê
Bayram AYAZ
01
Rêbendan, 2007
Dîktatorê
xwînmij Saddam doh ber destê sibehê hat idamkirin.
Ev bûyereka dîrokî ye. Dema ev nûçe li cîhanê deng da. Medya navnetewî ser
bûyerê berferehî nivîsî û þîrovekir, hê berdewam e.
Mahkemeya Saddam û sêdardekirina wî, yek ji wan çend dadgehên navdar e ku li
dijî dîktatoran lidarketiye.
Mahkemekirina herî navdar yên rejîmên dîktator Tribunala Nurnbergê ye, ku li
dijî Naziyan pêkhatibû. Piþtî vê mahkemeyê, yekser curmên dîktatorên wek
Pinoþet, Çawuþesko û Miloseviç tên bîra mirov.
Mahkema rejima Baas piþtî mahkema Naziyan ya herî girîng e. Mahkema Naziyan
Tribunala sedsala bîstan bû ku di dîroka mirovayetiyê de rûpelek nû vekir.
Li Ewrûpa dawî li faþizmê hat anîn û demokrasî bi serket. Mahkema rejima
Saddam jî dê wek ya Naziyan bibe Tribûnala sedsala em tê de ya bîst û yekan.
Ev bûyer jî dê di dîrokê de rûpelek nû vebike û li Rojhilata navîn
pêvejoyeka nu dest pê bike. Bi gotinek din, prosesa demokratizebûnê ku li
herêmê destpêkiriye, dê bi encamên Tribunala Bexdayê pêþ bikeve.
Nuha di kelekela bûyerê de, gelek hêz karaktera dîrokî ya vê bûyerê nabînin.
Xwîna ku li ser kolanên Bexdayê bi destê teroristan tê rijandin hinek hêzan
ditirsîne û perdeyek dixe ser vê bûyerê. Lê ev tiþt dê derbas bibe. Ya rastî
ew e ku bi Tribûnala Bexdayê ji bo rejîmên dîktator sînûr tê kiþandin. Di
mahkema Bexdayê de bi bîr û hizreke faþîst û þovenist (baasizmê) re hesab û
kîtêb tê dîtin. Bi îdamkirina Saddam jî sembola (îkona) baasa faþîst hat
þikestin. Karaktera dîrokî ya mijarê ev e. Bi vê mahkemeyê protokola
nehaqiyên ku li gelê Ereb û Kurd hatiye kirin, tê nivîsin. Piþtî ku
dadgehkirin bi dawî were, pirs êdî dibe pirsa dîrokzan û lêkolînvanan. Hewce
ye rewþenbiriya Rojhilata navîn ji gelên xwe re karên dîktatoran ronî bike,
daku ew bibin piþtgirê demokrasiyê, mafê mirovan û civakên sivîl-modern. Li
Ewrûpayê piþtî têkdana faþizmê perwerdeya demokrasiyê bi berferehî hat
cîbecihkirin. Di van þêst salên dawî de Ewrûpa bû navendek numûne ji dewlet
û rejîmên demokrat. Rojhilata navîn jî divê dawî li rejimên dîktator bîne û
berê xwe bide demokrasiyê û medeniyetê. Prosesa li Iraqê þansek e ji bo
xelkên herêmê, ji bo Ereban, Farisan û Tirkan jî. Cihê keyfxweþiyê ye,
Kurdan ji xwe biryara xwe ji bo demokrasiyê dane.
Divê edalet bi cîh bihata
Di huqûqê de gotinek naskirî heye, dibêje : « Edaleta dereng ketî, ne edalet
e ! »
Ev tê vê wateyê : Eger gunehbariyek hatibe kirin, divê bi lez kiroxên wê
xerabiyê werin dîtin, derkevin pêþ mahkemê, bi adîlane werin mahkemekirin,
cezayê gunehbariyê were diyarkirin û ew ceza were cîbecîh kirin. Cezakirin
divê bi derengî nekeve. Divê mexdûr bigihîn mafê xwe.
Gunehên rejima baas gelek in. Serkêþê vê rejîmê Saddam bû. Divê bi vî qatilî
re hesap bihata dîtin û ev jî bi derengî neketiba.
Nuha hinek kes rexneyan li mahkemekirina baasiyan digrin, li kêm û kurtiyan
digerin. Ev gotinan dikarin belku ji bo lêkolînvanekî huqûqnas qîmeteke xwe
hebin. Lê ji aliyê siyasî û exlaqî-wijdanî ve hukmekî xwe tune.
Di warê teknîk û usûla huqûqê de nikarim tiþtekî bêjim. Ne karê min e. Lê
tiþtên em ji huqûqnasan dibihîsin ew e ku usûlên muhakemeyê hatine cîbecîh
kirin. Bi têra xwe derfet dane Saddam û hevalên wî. Di medya rojava de jî
hat nivisîn ku Saddam gelek caran vê mahkemê ji xwe re kire cihê þova
siyasî. Wî vê þova xwe gihand heta dereceya ku heqaretê li mahkemê bike. Ne
ciwanmêr hê ji xewa dîktatoriyê þiyar nebûbû û xwe wek Serokkomarê Iraqê
didît.
Di warê siyasî û normên demokrasiyê de mahkema Saddam li Rojhilata navîn bû
mînakekî nu. Ji aliyê siyasî de bi vê mahkemê peyamek hat dan ji bo rejimên
dîktator li herêmê. Hat gotin ku zilma zaliman ji wan re kar namîne.
Globalîzmê da diyarkirin ku dema dewletên netewî xwedî rejimên dîktator
derbas bû. Divê li herêmê civak û demokrasî li ser bingehên pirrengiya olî,
mezhebî, kulturî û etnîkî were danîn û pêþxistin. Di vê çarçoveyê de,
mahkema dijî Saddam xetek kiþand di nabeyna dema buhûrî û îro de.
Gelo mirov çi ji dîktatora bike, ev pirs hertim bûye cihê muneqeþeyê!
Akûbeta dîktatoran hertim bûye sedemê muneqeþeyan, bêhtir jî li Rojava. Di
mijara gunehbariyên dîktatoran û cezakirina wan de li civakên rojavayî
hertim dûbendî peyda bûye. Ji aliyek ve rojavayî dixwazin di warê mafên
mirovan de norm û prensibên xwe biparêzin. Wek numûne yekitiya Ewrûpa li
dijî cezayê sêdardekirinê ye û ev ceza li Ewrûpa qedexe ye. Lê li aliyê din
li gor mafên mirovan û normên demokrasiyê rejimên dîktator hingê zêde
gunehbar in, zilma wan êdî nayê veþartin û pejirandin.
Mexdûrên van rejîman carna bi sed hezaran in. Arjantin, Þili, Kamboçya dema
Pol Pot, Ruanda, Iraq çend ji van rejîmên yekser tên bîra mirov. Li Iraqê
zêdetirî du sed hezar tenê Kurd û Kurdistanî bûn qurbaniyên rejîma xwînxwar.
Her wisa bi deh hezaran Þia û muxalifên din hatin kuþtin û yên mayî bi têra
xwe ji destê rejîmê kiþandin. Haa, divê edalet ji bo van mexdûran jî tiþtekî
bikira û bi dereng jî nemaya. Li Iraqê diviyabû edaletê xwe îspat bikira. Ev
ji bo pêþerojê Iraqê jî meselek esasî bû.
Mahkema Bexdayê karê xwe kir. Ceza îdamê da Saddam û hevalên wî. Baasiyan vî
cezayê bi sed carî û hezar carî heq kiriye. Ji xwe qet ti kes û dezgehek
cidî li dijê cezayê baasiyan dernakeve. Bîr û hizrên cuda derbarê
cîbecîhkirina cezayê sêdardekirinê de ye.
Ewrûpa dibêje mafê jiyanê mafek esasî ye, ji bo herkesî (ji bo dîktatorekî
jî) derbas dibe û divê cezayê îdamê newê tetbîkkirin.
Li goreyê sewiya ku civakên Ewrûpî gîhane, ev hizre helbet rast e. Mafê
jiyanê berê her mafekê tê.
Lê li vê derê hewce ye pirsek were kirin.
Roja 01.10.1946 dema li Nurnbergê li hemberê 24 rêvebirên sereke yên nazî
biryar hat aþkerekirin, ji van 12 kes bi cezayê idamê hatin cezakirin û
cezayê wan roja 16.10.1946 nîvê þevê ji saet 01:00 heta 02:57 hat
cîbecîhkirin, gelo di serê yek insanekî xwedî wijdan de derbas dibû ku çima
ev kes hatin îdamkirin! Gelo kesê ji bo van qatilan daxwaza mafê wanê jiyanê
kirin? Bi qasî min ser vê bûyerê xwendiye û pê dizanim, heta nuha rastî
nêrînek wisa nebûme. Nuha jî dema mirov çîrokên wan dixwîne, beramberê
biryara sêdardekirina naziyan ji kuraniya dilê mirov keyfxweþiyek peyda
dibe. Heta li Ewrûpa li dewletên hevpeyman rexneyek tê girtin, dibêjin hin
pispor û ulmdarên nazî ku ew jî bi kêmasî bi qasî Hitler, Göbbels, Göring
gunehbar bûne, Amerîkî, Brîtanî û Fransiyan wan parastine, daku ji
pisporiyên wan îstîfadeyê bikin.
Tiþta dixwazim bêjim, Saddam Hiseyn ji Hitler, general û îstîxbaratçiyên wî
ji Goring, Hess û Ley ne paqijtir in. Naziyan îdamê heq kiribû, gelo çima
hinek îro qala mafê jiyana Hitlerê vê sedsalê dikin? Çima, çi ferqa Hitler û
Saddam heye? KKK û DTP þaþiyek mezin dikin –gotinek tujtir exlaqê min dest
nade-. Bi hizra cezayê îdamê hemberê A. Ocalan, tiþtan tevlihev dikin. Pirsa
A. Ocalan tiþtekî din e, mijara Saddam tiþtekî din. Li vê derê divê ez
gotinekî fîlozofê navdar Eflatûn binivîsim: Dibêje: Nezanî û bipeyivî, bi
qasî bizanî û bêdeng bimînî xerab e. Xwedê aqil û feraset bide xêrnexwazan û
nezanan.
Li Ewrûpa prosesa demokrasiyê û mirovayetiya di nîveka sedsala bîstan de li
bajarê Nurnbergê bi sêdara naziyan destpêkir. Li Rojhilata navîn jî sêdara
Saddam divê ji pêvejoya demokrasiyê, medeniyetê/modernizmê û civaka sivîl re
bibe sê sutûnên esasî.
Mesele ne tolhildan e. Hewce ye bi vê bûyerê serdemek siyasî nû dest pê
bike. Wê demê mirov dikare bêje xwîna bi sed hezaran þehîdan bêhûde neçû.
Li dawî dixwazim çend têbiniyên kurt binivîsim.
Ez li dijî ceza îdamê me û dixwazim li Kurdistanê cezayê îdamê nebe!
Saddam çû, þîngirtina vî qatilî heram e!
Em divê berdewamî þîna Enfalkiriyan, Helebçeyê, Barzaniyan û Kurdên feylî
bigrin!
Tribunala baasiyan divê Enfalê û Helepçeyê jî ronî bike, divê em li dû vê
dozê bin.
Gelek keyfxweþ im ku birêz Mam Celal wek Kurdekî biryara îdaman imza nekir.
Em dê feyda vê di dîrokê de, di dahatû de bibînin.
*****
Xwendevanên hêja,
Ez sersala we û cejna we qurbanê pîroz dikim. Serkevtin ji bo mirovayetiyê,
miletê me û Kurd û Kurdistaniyên bi xîret û bi rûmet.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWARDENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr
naye bikaranîn.
Arþîva Gotarên Bayram AYAZ
|