|
Meha
nîsanê E-muxtira,nuha jî þehîd-muxtira!
BAYRAM AYAZ
18 Kewçêr,
2007
Van rojên
dawî dema mirov li medya Tirkan temaþe dike, bi rastî mirov vediciniqe. Tu
dibê belku seferberiya harbeka mezin e. Hin televizyon dahola hewarê lê
didin û Tirkan li dijî Kurdan û Kurdistana azad bi propagandayeke tirkçî pîs
û bêhnketî tahrîk dikin.
Serkêþiya vê kampanyayê Haberturk TV û KanalD dikin. Yani gruba Medya Aydin
Dogan ku ji sedî 40î zêdetir medya Tirkî kontrol dike û gruba “Haberturk”.
Gruba Haberturk bi yekcarî ser xeta „ulusalciyên kemalist“ e, ku ev hêz
hêzekî ultra-tirkçî û neo-faþist e. Gruba Dogan Medya parêzgerê generalan û
sîstema wan e û heman demî xwe hevpeymanê Yekitiya Ewrûpayê nîþan dide. Qaþo
“demokrat” û „modernist” in! Bi serkêþiya van herdu gruban nuha li Tirkiyeyê
dijî demokrasiyê û gelê Kurd leyiztikekî hîz û bi tehlûke tê leyiztin.
Parçeyek ji vî leyiztikê, berpirsiyarê giþtî yê rojnameya Hurriyetê Ertugrul
Ozkok yê necamêr jî di nivîsa xwe ya dohî (16.10.2007) de dîrokê bi bîra me
Kurdan tîne! Ev bê tore ji me re dibêje: “Eqil bin, hiþê xwe bigrin serê
xwe! Ne xwe, em dê dîroka xwînî careka din dûbare bikin!”. Ev kes di nav
gruba Dogan Medya de cihekî xwe girîng heye. Organizatorêkî din jî Mehmed
Alî Birand e. Programên wî nûçeyên êvarê di KanalDyê de ji yê Haberturkê
xerabtir e. Dema mirov dibîne, KanalD çawa wan dê-bav-zarokên leþkerên kuþtî
derdixe pêþ temaþevanan û bi birînên wan dilîze, mirov ji kerba diteqe, dilê
mirov diqelibe. Mirov dibîne ev medya çi neqenciyê li Tirkan û Kurdan dike.
Programên van televizyonan bi ser xelkê re jahrê direþîne! Ev program ji top
û tifingên generalên tirkçî xedartir in. Kesên vê xerabiyê dikin, qaþo
rojnamevanên ji medeniyeta rojava agahdar û rojnamevanên profesyonel yên
serbêjing in! Wey li halê bîreweriya Tirkan! Ev tablo, di qirna 21an de
mejiyê mehter taxima qirna 14an e! Ev du kes serkêþên Dogan Medyayê ne.
Ertugrul reisê medya çapemenî ye, M.A. Birand jî kaptanê medya elektronîk e.
Em divê bizanin, ev herdu kes wisa ji ber xwe de van tiþtan nakin. Patronê
wan ji vê planê agahdar e. Ev emr ji patronê wan re û ji wan re ji “cîhê
bilind” hatiye. Em bahsa «mehmetcikên » Haberturkê nakin û naxwazin serê
xwendevanan biêþînin. Ew «mehmetcikên» aþkere ne. Kaptanên Dogan Medya-yê jî
«mehmetcik» in, lê wan xwe bi boyaxa medeniyeta rojavayê boyax kirine û
veþartî ne. Divê rûyê van jî were aþkere kirin.
Karê ku medya dike, parçeyek ji siyaseta “ulusalciyan” e. Ýhtimaleke mezin
plana vê siyasetê ser destê generalan û stratejistên leþkerî hatiye
amadekirin. Yanî ev kampanya ANDIÇ-eke nû ye, planeka wekî 28ê Sibatê ye,
E-muxtira-yeke nû ye. Ferq û cudahiya vê carê, AKP jî ji xwe re li goreyê
xwe dilîze. Hemî bi hevra û her yek ji bo armanca xwe bi Kurdan û bi doza
Kurdistanê dilîzin. Lê dewleta Tirk xirifûye. Dem ne demê «þerê sar» e û
tevgera Kurdistanê jî ne yê salên þêstî, heftêyî û heþtêyî ye. Vê carê
hesabên Tirka dê bibe hesabê gêjan. Tirk bahsa hêza artêþa xwe dikin. Ev xwe
xapandinek e. Eger Dewletên Yekgirtî Amerîkayê bi þêweyekî alikariyê nekin,
artêþa tirk di vî þerî de dê têk biçe. Þik û guman ji vê yekê re tune.
Nuha demê ku me van rêzan dinivîsî, li Enqerê Meclisa Tirkan dengdan çêbû.
526 Parlement beþdarê dengdanê bûn, 507 gotin «erê» 19 Parlementan jî dengê
xwe bi «na» diyar kirin. Ev 19 kes 16 endamên ji grûba DTPê ne. Sêyên din,
yek ji wan Hemît Geylanî, Parlamentê Hekariya yê bê Grub lê ser bi DTBê,
Ufuk Uras Serokê ODPê û Eþref Erdem (CHP) in. Li gor agahdariya Ahmet Turk,
çar endamên gruba DTPê tevlê dengdanê nebûne.
Encamê dengdanê diyar dike ku «þehîd-muxtira» û kampanya medyayê bi ser ket.
Ev gav dê li navêndên siyasî navneteweyî bi cidiyet werê nirxandin. Bi
taybetî ku Serokê DYA G. Bush du saet berî vê dengdanê bi aþkere diyar kir
ku mudaxeleya leþkerî derveyê sînuran ne ji berjewendiya Tirkiyeyê ye. Du
saet piþtî vê beyanê nûnerên Tirkan yên beþdar bi yekdengî biryara
«tezkere»yê dan. Ev tê çi wateyî û dê çi bibe, pirseka gelek girîng e. Bi
gava îro ya Tirkan li Rojhilata navîn opsiyonên siyasî û leþkerî nû ketin
rojevê.
Bi raya me, biryara Tirkan tê maneya, «eger Kurd li baþurê Kurdistanê gavêkî
serxwebûnê bavêjin, an li Kerkûkê û Mosulê karên ne li hesabê me pêk bînin»,
em jî wê demê dixwazin mudaxil bin. Gelo Tirk dê bikaribin van niyet û
armancên xwe cîbecih bikin, ev hesabekî din e. Hesabê hêzên desthilatdar ên
Tirk jî cuda ne. AKP dixwaze xwe meþrû bike. Artêþ û CHP û MHP jî dixwazin
bi vê kartê zorê bidin AKPê. Partiyên Tirkan ne lihev in, lê bi hevra bi
mijara Kurd dilîzin. Ka em binêrin dê ev dilreþiya wan çi bi destê wan re
bîne ?
Em ji vê derê dderbasê, armanc û motifên vê kampanyayê bin.
• Ev kampanya bi destê general û kemalistan hatiye organize kirin. Armanca
wê destxistina kontrola rojeva siyasî ye. Piþtî hilbijartina Meclisê û
Serokkomar cepha «ulusalciyan» ji aliyê moral ve têkçûbû. Generalan bi silav
nedana Serokkomar dilê xwe xweþ dikir. Lê rojeva siyasî di bin kontrola AKPê
de diherikiya. Generalan bi vê kampanyayê rojevê guhertin. Yanî ji aliyekî
ve ev mijar dizayn kirina þer û dengeya hêzên hundirê Tirkiyeyê ye.
• AKPê dest bi muneqeþeya guherîna Zagona Bingehîn kiribû, wê mijarê rojeva
siyasî dagirtibû. General û hevalbendên wan gelek aciz bûn. Zagona Bingehîn
yeka bi rastî sivîl û hevçax li hesabê generalan nayê. Bi taybetî Zagona
Bingehînek ku rê li ber çand û zimanên din veke û nasnameya Kurdan inkar
neke, gavekî wisa general li dij in.
Daxuyaniyên YÖKê (Dezgeha Xwendina Bilind) û Yargitayê (Mehkema Temizê) û
dezgehên din yên Kemalist em bi bîra xwe bînin; Her wisa axaftina Sererkan
Orgeneral Yaþar Buyukanit li Akademiya Harbê. Bi vê kampanya þehîd û
cenazeyan û tezkereyê, mijara Zagona Bingehîn ji rojevê derket. Îro êdî li
Tirkiyeyê kes bahsa Zagona Bingehîn nake!
• Di siyaseta beramberê Iraqê û Îdareya Herêmê Kurdistanê de ferq û cudahî
di nav helwestê leþkeran û Hukumetê (AKPê) de hebû. Klîka ku wek hêza
„ulusalcî“ tê nasîn ku serkêþiya wan general dikin, prosesa dewletbûnê li
baþurê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê tehlukeyeka sereke dinirxînin û dixwazin
bi her awayî vê prosesê têk bidin, pêþî lê bigrin. Axaftina Orgeneral Ilker
Baþbug li Dibistana Herba Reþayî manifestoya generalan û hemî kemalistan bû
di vê mijarê de. Ilker Baþbug dibêje: “`Bakurê Iraqê´ di merhela pêþ
îlankirina dewletekî de ye, em divê nehêlin ev tiþt pêkbê“. Ew dibêje: ` ev
xeta me ya sor e ´. Generalan ji buharê virde ji Hukumetê dixwest ku biryara
þerê derê sinûr bidin. Ji aliyê din ve, ser devê generalên teqawit ji
Hukumetê daxwaz dikir ku ambargo deynin ser baþurê Kurdistanê. Hukumetê bi
temamî bi ya generalan nedikir. Ev cudahî sedemekî girîng bû ku di
hilbijartina 22ê Tîrmehê de zêdeyê Kurdan dengê xwe dan AKPê. Bi vê kampanya
dawî tefaqa militarist-kemalist zorê dide AKPê ku siyaseteka wek wan
bimeþînin. Yanî AKP û Hukumet jî raste rast dijminahiya baþurê Kurdistanê
bike. Eger AKP û Hukumet bêdeng bimîne, dê bi kampanya tirkçî AKPê û
Hukumetê biêþînin. Eger bi ya wan bike, dê AKP û Kurd bibin dijminê hevdu.
Armanca vê kampanya dawî ya sereke ev e. Yanî dijayetiya Kurdan û dewleta
federe ya Kurdistanê ye. PKK hincet e. Derdê generalan dereca yekem de ne
PKK ye. Tew em dikarin bêjin, general hewceyê hebûna PKKê û þerê PKKê ne, da
ku bikarin hicetan ji siyaseta xwe ya þerxwaz re biafirînin û þerî berdewam
bikin.
• Di mijara Kerkûk û Mosulê de bi van tehdîta þer li ser Idareya baþurê
Kurdistanê û li ser Serkirdayetiya siyasi ya Kurdan dextê dikin û dixwazin
moral bidin çengekî hevalbendên xwe Tirkmen (Cepha Tirkmen) û Erebên dijî
Referandûma li Kerkûkê û deverên din.
• Ev muxtira dijî Amerîkayê û Yekitiya Ewrûpayê ye. Wekî di axaftinên
rayedarên Tirk de bi aþkere diyar dibe, ordiya Tirk û Hukumet ji DYA û YE
aciz in ku ewqasî qedrê Kurdan digrin û Kurdan diparêzin. Heta DYA li Iraqê
û baþurê Kurdistanê hevalbendiya Kurdan dike, wan wek hevkarên xwe stratejîk
dibîne. Dema rayedarên Tirk dibêjin: „Bila Amerîka biryara xwe bide, yan
Tirkiye yan `bakurê Iraqê´!“ Mesele ev e. Dewleta Tirk dibêje heta DYA xwe
ji piþta Kurdan neda alî, em nikarin prosesa dewletbûnê têk bidin.
• Ev kampanya û þehîd-muxtira dijî demokrasiyê û prosesa berendematiya
Yekitiya Ewrûpayê ye jî. Helbet general dixwazin Tirkiye bibe endamê YE. Lê
ne wekî ku norm û prensibên siyasî yê Peymanên YE hewcedar dibîne. ji YE
daxwaz dikin ku zêde israra cibecih kirina reforman nekin, bi taybetî li ser
babeta Kurdan û daxwazên minoritetan ranewestin. Ordî dixwaze ku sistema
dewleta Tirk ya ser esasê “Tirkiye Tirk e” bimîne û kes destê xwe nede
wesayeta ordiyê. Orgeneral Yasar Buyukanit van tiþta bi aþkere vegot.
• Di mjiara tezkereyê de pirsa “tevkujiya Ermeniyan” jî roleke xwe heye. Bi
vê gavê Tirkiye dixwaze reaksiyoneke siyasî niþan bide. Peyama xwe bi
tehdîtên ser pêvejoya baþurê Kurdistanê û Iraqê diþîne, ji ber ku baþurê
Kurdistanê û Iraq ji bo DYA gelek girîng e. Orgeneral Ilker Basbug di
axaftina xwe de gotibû: “Dibe ku em nikaribin bi temamî pêþiya prosesê
bigrin, lê em dikarin gelek aloziyan derbixin.” Bi vê tezkereyê dixwazin
qaþo bêjin “em dê tiþtan bikin!”.
Bi kurtî, ev kampanya ji aliyekî ve rûdaneke þerê hundirî ye. Þerê
desthilatê ye di nabeyna aliyê AKPê û aliyê tefaqa militarist-kemalist û
Tirkçiyê turanî de.
Ev encameka siyaseta dijî Kurdan û Kurdistanê ye. Bi taybetî dijminahiya
prosesa dewletbûna gelê Kurdistanê ye. Mesela PKKê hincet e.
Ev hewldan, iþareta lêgerîneka nû ji bo hevalbendiyên stratejîk yê dewleta
Tirk e. Tirk ji peywendiyên nabeyna DYA û Kurdan aciz in. Jiber vê yekê
dijayetiya DYA li Tirkiyeyê bilind bûye. Di dîroka ordiya Tirk de cara yekem
e general bi aþkere ji DYA bêzariya xwe vedibêjin û ji hevalbendiya DYA
ketine gumanan. Dewleta Tirk ji kerba Kurdan bû hevalê Suriyê!
Hesabên ser AKPê de jî Kurd divê þiyar bin. AKP partiyeka Tirk e. Di mijarên
din de partiyên Tirkan dikarin ser û gohê hevdu bixûn, lê dema mesele dibe
doza Kurdistanê, nasname û mafên xelkê Kurd, wê demê nakokiyên nav xwe ji
bîr dikin, hemî li dijî Kurdan dibin yek. Di helwestên dijî Tirkçiyên
neo-faþist de em divê bi hemî liberan re û bi AKPê re jî hevkariyê bikin. Lê
eger AKP hebûna Kurdan û mafê wan qebûl bike!
Em Kurd divê du tiþtan bikin û tiþtekî jî qet nekin!
Divê em hevalbendî û dostaniya xwe bi DYA, YE û bi hemî dinyayê re xurt
bikin!
Divê em bi Tirkên liberal, demokrat û antî-militarist re ji bo demokrasiyeka
rasteqîn hevkarîyê bikin.
Tiþta sêyemîn ya ku em nekin:
DIVÊ EM KURD ÞERÊ HEVDU NEKIN!
ÞÛNA QIRÛCIRA NAVXWEYÎ, DESTÊN XWE BIDIN HEVDU, MIL BI MIL JI BO AZADÎ,
AÞITÎ Û
DEMOKRASIYÊ
LI WELATÊ XWE Û LI WELATÊN DORBER KAR û XEBATÊ BIKIN!
ÎRO ROJA
XÎRETÊ YE!
ÎRO ROJA
BERXWEDANÊ YE!
BERXWEDAN
JIYAN Û RUMET E!
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|