|
Tevkujiya
Þengalê: armanc bajarê Mûsilê û têkdana Dewleta Kurdistanê ye!
BAYRAM AYAZ
19 Tebax(Gelawêj),
2007
Roja 14ê tebaxê li deverê Þengalê
navçên Gir Uzêr û Sîba Þêx Xidir bûn armanca hêrîþên teroristî. Zêdetirî çar
sed xuþk û birayên me Kurdên Êzidî þehîd bûn û ew qasî jî birîndar ketin.
Zerar û ziyana malî jî gelek zêde ye. Ev herdû war bi erdê re dûz bûn. Ji
Halebçeyê sala vir de êrîþeka wesa dijwar bi ser xelkê Kurd re nehatibû.
Wekî hat gotin, Þengal jî bû Halebçeya duyemîn ya miletê Kurd. Di sibata
2004an de Hewlêrê em xemgîn kir, ev çend roj in em þînîyê Þengalê ne. Me ji
ber þehadeta xuþk û birayên xwe Êzidî reþ girêdaye. Þîfaya xêrê ji bo
birîndarên me û serbilindî û rêzdarî ji bo þehîdên me.
Pirsa Referandumê beþek ji þerê azadiyê ye
Îsal piþtî ku Komiteya Referendûmê ji bo Kerkûkê û deverên din dest bi karê
xwe kir, teroristan jî bi piþtevaniya dewletên heremê dest bi êrîþkariyên
xwe kirin. Li Xaneqînê, Kerkûkê, Musilê, Tilaferê, Zimarê, Mexmûrê û
Tûzxûrmatê êrîþkariyên teroristî rûdan. Li deverên Þêxanê û Þengalê û li
bajarê Musilê di nabeyna Kurdên musilman û Êzdî de xwestin provakasyonan
derênin, fitne û fesadiyê bêxin nav Kurdan. Bila were bîra me, di meha
sibatê de provakasyonên bi vî rengî xwestin li Þêxanê derbixin, ku ev dever
her çiqasî li ser Musilê ye, lê nêzîkî wilayeta Duhokê ye û bandora Îdareya
Kurdistanê li wê derê zêdetir e. Dijminên gelê Kurd xwestin li wê derê fitnê
û dubendiyê bêxin nav civata Kurd. Ev hewldanên dijminane hemî ji bo têkdana
prosesa referandumê tên kirin û destê dewletên dorber tê de heye.
Ev bajar, qeza û navçeyên me li jor navkirî, deverên ser sînurê coxrafiya
dîrokî ya Kurdistanê ne. Li van deveran axa Kurd û Ereban digîhîje hevdu. Ya
rastî di nav Erebên resen yên heremê û Kurdan de nelehevî kêmtir e. Problema
herî mezin bi Erebên di dema Baasiyan de bicîhkirî re ye. Dîktatoriya Saddam
Kurdan bi zorê ji axa wan dûr xist û dewsa wan de Ereban anî bi cîh kir. Ji
wan re gundên nû avakirin û zeviyên Kurdan li wan belavkirin. Piraniya van
Erebên Baasî di sala 2003 dema þerê azadiya Iraqê de revîn çûn. Li gor hin
agahdariyan, mixabin piþtre bêhtir ser pêshniyariyên Ingilizan, hêzên
hevpeyman van Ereban jî þûnve vegerandin. Li qezayên wek Þengalê, Zimarê,
Þêxanê, Mexmûrê, Esifnê û hemû deverên din li wîlayeta Mûsilê, her wisa li
Kerkûkê û qezayên Kerkûkê ev bela careka din li serê miletê me hat lefandin.
Eger hêzên hevpeyman vî karî bi niyeta rêzgirtina mafê mirovî jî kiribin, ev
niyeta wan ji bo normalîzekirin û demokratîzekirina Iraqê û Kurdistanê
encameke erênî neafirand. Piraniya van Ereban kevne Baasî ne û îro ji bo
xebat û hêriþkariyên terorist alikariya logistîk pêþkêþ dikin.
Sedemên girîng
yên hêrîþên ser deverê Þengalê
Sedemê yekemîn ku Þengal dibe armanca terorîstan, girîngiya vî deverî ye.
Þengal ji aliyê civakî û coxrafî cîhekî stratejîk e.
Þengal ji aliyê rojava ve sînurê dewleta Suriyê ye. Ji sê aliya ve; ji aliyê
baþur, rojavayê baþûr û rojava ve cîranê Erebên ji hoza Þemeran e. Eþira
Þemeran li aliyê Iraqê jî û Suriyê jî hene. Eþîreke mezin û gelek belav e.
Tê gotin ku Serokê eþirê zavayê Kral Faysalê Erebistana Suudiyê ye. Yanî, ji
aliyekî ve Þemeran bi Suudiyan ve jî girêdayî ne. Her wisa pêgirên rejîma
Saddam bûn. Li goreyê agahdariyan îro jî hê bi Baasiyan ve girêdayî ne. Ez
ji salên heþtêyî dizanim, ji bo Þemeranên Suriyê digotin, ew bi Saddam ve
girêdayî ne û ji Bexdayê alîkarî digrin. Nuha jî deverên Erebên Þemeran bûye
cîh û warê kevne Baasiyan. Wek tê zanîn, kevne Baasî û El-Qaîde li ser sînur
aliyê Suriyê, Urdinê û Suudiyê bi cîh bûne û ji wan deran tên û li deverên
Kurdan û Þîayan hêriþên teroristî diqewimînin.
Rojavayê bajarê Mûsilê, deverê Þengal, Zimar û Telafer bi taybetî bala
Baasiyên Suriyê jî dikþîne. Çavên wan jî hertim li Mûsilê bûye. Herêma
Çiyayê Þengalê ber bi bakur ve jî deverê Zimarê heta bigîhe hêla Zaxo axa
Kurdistanê ye, Kurd lê binecîh in. Bi taybetî Þengal, deverê Kurdên Êzdî ji
aliyê baþûr û rojava ve û ber bi bakur de wekî kordonekî (xeleqekî) ji
Kurdan e û du aliyê Musilê dipêçe. Bakur û rojhilatê bajarê Mûsilê ji xwe
deverên Kurdan e. Ereb li baþur û rojavayê Mûsilê ne. Li rojava cîh warê
Kurdên resen Êzidiyan e. Bi vî rengî riyên Ereban û axa Ereban ber bi Musilê
tê birîn. Ji neh qezayên Musilê þeþê wan bi piraniyek zêde Kurd in. Li nav
bajarê Mûsilê jî Kurd ji sisiya yek bêhtir in. Li wilayeta Mûsilê jî di
referandûmekî azad de bi hevpeymaniya Mesîhîyan û qismek Turkmenên hêla
Tilaferê û bi aktîfbûna Kurdên Þebek, îhtimalekî pir mezin e ku wilayeta
Mûsilê jî dengê xwe ji bo tevbûna Dewleta Federe ya Kurdistanê bide.
Suriye, Tirkiye û Suudî Erebistan vê yekê naxwazin. Suudî dewlemendê
petro-dolaran in. Li Suriyê Baasiyên Miþel Eflaq li ser hukm in ku hê jî
yekkirina Þam û Bexdayê di xewnên xwe de dibînin. Tirkiye jî dibêje belku
wilayeta Mûsil hê jî eyaletekî Imparatoriya Osmaniyan e û wekî salên 1920an
ditirsin û dibizdin, û dibêjin eger Kerkûk û Mûsil bigîhin ser Dewleta
Federe ya Kurdistanê, dê metirsiyek mezin li ser yekîtiya Dewleta Tirk û
yekparçeyiya „axa“ Tirkiyeyê peyda bibe. Petro-dolar, baasîzm û kemalizm li
dijî prosesa siyasî ya Iraqa Federal û Dewleta Kurdistanê tefaqekî nebixêr
danîne. Pêleyistokekî wekî El Qaîde û çelikên vê rêxistinê jî heye. Rejîma
Meleyan jî bi piþtgirtina Suriyê di vê leyistikê de erkê xwe bi cîh tîne.
Derdê Tehranê bêguman herî zêde „pozfirikandina“ Amerîkiyan e û dixwaze
„Plana Rojhilata Navîn ya Mezin“ têk bide û tehlûkeyên li ser rejîma xwe pûç
bike. Bêguman Iran jî naxwaze ku Kurd xurt bibin û Dewleta Kurdistanê rojek
ji rojan werê damezirandin.
Bi kin û kurt, hêrîþên teroristî ku li wilayeta Musilê, Kerkûkê û hêla
Xaneqînê diqewimin, parçeyek ji þerê navdewlî-herêmî ye li dijî gelê Kurd û
doza Kurdistanê. Armanca van teqemenîyan têkdana Referanduma Kerkûkê, Mûsilê
û deverên din e. Ev bûyer ji çarçoveya destabîlîzekirina deverekî derbas
bûye, gihaye astekî þerekî indirekt. Dewletên dorber îro ji ber mevcûdiyeta
artêþa Amerîkî û hêzên Hevpeymanan li Iraqê nikarin sînur derbas bikin û
raste rast bi hêzên nîzamî þerê Kurdan bikin. Di dewsa vî de piþtgiriya
terorê dikin û hemî cureyî provakasyonan li dar dixin. Hêzên xwe nîzamî
naxin þer, lê bi sed hezaran leþker li ser sînuran komî ser hev kirine û li
van deran operasyonên çavtirsînê, tehdîtê û sertewandinê pêktînin. Þerê wan
yê indirekt û tehdîtên wan ên raste rast paralel dimeþe. Tevgera welatparêza
Kurdistanî li seranserê dinê hewce ye vê yekê bibîne û em jî tedbîrên xwe
bigrin. Pêwist e em barê Kurdistana azad sivik bikin.
Li dawî dixwazim bi kurtî behsa sedema duyemîn ya hêrîþa Þengalê bikim. Ev
jî faktora bawerîyê ye. Dijiminên netewa Kurd dixwazin Kurdên Êzdî û
Musilman berî hevdu bidin. Bi vê mijarê dilîzin. Ev leyistika dijminan herî
baþ di provakasyona meha sibatê de li Þêxanê diyar bû. Lê mirazê wan neçû
serî. Helwestê Serokê Kurdistanê birêz kak Mesûd û yê Hukûmetê van
leyistikan boþ kirin, lê hewce ye hertim þiyarî hebe, heta ku ev fitne û
fêlbazî bi temamî werin pûç kirin.
Em divê bi zelalî bêjin. Belê rast e, dijminên me bi pirsa ol û baweriyê
dilîzin, lê derdê wan ne ev e. Armanca wan doza Kurd û Kurdistanê ye, di vî
demî de bi taybetî têkdana referandûmê û prosesa damezirandina Dewleta
Kurdistanê ye.
Sedemê ku Þengal ji hêrîþên xwe re kirin armanc, girîngiya stratejîk-coxrafî
ya vî deverî ye. Erebên Baasî dixwazin Þengalê çol bikin, da ku dest bidin
ser wê axê û bikarin hêsantir xwe bigihînin Tilaferê û bajarê Mûsilê. Kurd
hewce ye ji du sedeman vî deverî wekî roniya çavê xwe biparêzin. Sedema
sereke, Þengal cîh û warê herî kevnare yê Kurdên resen, yê xuþk û birayên me
Êzdî ye. Ev dever cihekî dîrokî ye. Divê werê parastin. Sedema duyemîn ev
faktora stratejîk-coxrafî ku me li jor bahs kir.
Heta mijara Referandumê zelal bibe, mixabin dê li wilayeta Musilê, Kerkûkê,
heta bigîhe Xaneqînê hêrîþên teroristî rûbidin. Ev þer, þerê azadkirina ji
sisiya yekê baþurê welatê me ye. Kurdistana azad ya ji pênc wilayetan pêk
bê, xewna dewletên dorber direvîne. Mesele ev e..
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|