|
Zagona
Bingehîn: Ispanya 1978 - Tirkiye 2008
BAYRAM AYAZ
30 Îlon,
2007
Beþê 1
Li Tirkiyeyê vê hêlê rojeva siyasî Zagona Bingehîn e.
Piþtî du gavên serkevtî, hilbijartina Parlementoyê û Serokkomariyê, AKP nuha
jî dixwaze Zagona Bingehîn biguhere. Berî ku dem di ser re derbas be û þewq
û dinamizma siyasî ku peyda bûye, kêm bibe, Serokatiya AKPê dixwaze destê
xwe bilezîne û di sistemê de hin reforman pêk bîne.
Ev hewldan wek niyet û taktîk, karekî bi xêr e. Tirkiye hewceyê hemleyekî
guherînê ye û bi vê armancê dest avêtina mijara Qanuna Esasî gavekî rast
e.Bi qasî mirov diþopîne, AKP vê mijarê wek ajandayekî siyasî û bi sedemên
girîng daxistiye rojevê. Sê sedem ji me re gelek girîng xuya dikin.
Sedema sereke, pêvejoya Yekitiya Ewrûpayê û peywendî bi rojavayîyan re ye.
Guherîna Zagona Bingehîn û berdewamiya reforman, di guftugoyên bi YE re
daxwaza esasî ye. Amerîkî û hemî hêzên rojavayî prosesa reforman bi balkêþî
diþopînin. Bi taybetî ji ber hin guman û pirsên derbarê oldariyê dixwazin ku
reformên demokratîzekirinê berdewam bin. Mohra oldariyê hê jî ji ser AKPê
ranebûye û dinya demokrat çavdêriya wan dike . Kemalist jî taybetî bi pirsa
oldariyê zorê didin AKPê. AKP jî bi hewldana guherîna Zagona Bingehîn
dixwaze þêwe û rengê siyaseta xwe bigihîne YE û rojavayiyan. Ew dixwaze li
hundir û derve þik û gumanên ser xwe kêm bike û pistgiriya YE û Amerîkiyan
misoger û zexim bike. Di helwestên derheqê Zagona Bingehîn de dûrûtî û
xapînokiya ordiyê û hemî Kemalistan di babeta demokrasiyê de aþkere dibe.
Kemalist wek hêzekî ultra-nasyonalist û þovenist, paþ perdeya laikiyê rola
modernizmeka derewîn dilîzin. Ev jî AKPê xurt dike û ew ji bo YE û
rojavayiyan dimîne hevpeymanê esasî, bê alternatif. Li aliyê din, AKP jî li
dijî zordariya leþkeran wekî nan û avê hewcedarê piþtgiriya rojavayiyan e.
Em ji bîr nekin! Faktorên derveyî nebe, asker û Kemalist dê dinyayê
li AKPê teng bikin û nahêlin ku AKP þev û rojekî li ser hukm bimîne. Îro
heta radeyekî rewþa hirçê birîndar li generalan û Kemalistan hatiye. Em
zanin, hirçê birîndar pirr xedar e, rêça yê derb lêdayî bernade. Demê birîna
wî sar bibe û bêhal bikeve, xwe paþve dikiþe, di qûlê þikevtan de xwe
vediþêre! Mirina hirçê birîndar û har û hov di qûlên veþartî de diqewime. Lê
kes divê xwe nexapîne. Birîna general û Kemalistan ne birîneke xedar û ya
mirinê ye! Ji vî yekî re hê gelek reformên demokrat û liberal pêwist e.
Prosesa endametiya YE û rola desthilata AKPê hewce ye ji aliyê Kurdan ve bi
vî perspektivê were nirxandin.
Sedema duyemîn, AKP bi mijara Zagona Bingehîn dixwaze rojeva Tirkiyeyê diyar
bike û di bin kontrola xwe de bihêle. AKPyî dizanin ku general û Kemalist
rehet nasekinin. Komikên çeteyên wan jî gelek in. Ew jî lê digerin ku
kontrola rojevê careka din bi destê xwe xin. Di pêvejoyên civakî û siyasî de
encamekî zanistî ye, kontrola rojeva siyasî di destê kîjan hêzê de be,
hefsarê rêvebiriyê û desthilatê jî dikeve destê wê hêzê. Berê civakê
diqûlube ber bi wê hêzê. Her wisa navend û dinamikên aborî, siyasî û civakî
jî hesabê wê hêzê dikin., desthilata wê dipejirînin û xwe li dora wê
dicivînin. AKP di vî warî de siyaseteke serkevtî dimeþîne. Di van çend salên
dawî, li medyayê, li nav karmendan, di nav dam û dezgehên sivîl („NGO") de
ji bo AKPê dorbereke (perîferiyeke) bi hêz pêkhatiye.
Piþtî van herdu hilbijartinan
AKP bi hêztir bû. AKP dixwaze bi vê hêza xwe rojev û rêçûna siyasî,
civakî û aborî di kontrola xwe de bihêle. Li goreyê muqtesebata YE
muneqeþeya sistemê û Zagona Bingehîn mijar û faktoreke gelek balkêþ e ji bo
diyarkirina rojavê. Gelek hêzên ku bi ordiyê û Kemalistan re di peywendiyê
de ne, bi taybetî karmendên sanayicî û dezgehên sivîl dê hêdî hêdî berê xwe
ji militarizmê û ultra-nasyonalizmê bidin alî. Ev rûdan dê ji bo prosesa
demokratizekirina Tirkiyeyê (bi taybetî rojavayê Tirkiyeyê !) gavekî gelek
pêþkevtî be. Em dibêjin taybetî rojavayê Tirkiyeyê, ji ber ku li „rojhilatê
dewleta Tirkiyeyê, yanî li bakurê Kurdistanê dinyayeke din heye. Reformên
demokratîk gelek hêdî û dereng digihîn hêla me! Armanca siyaseta Tirkiyeyê
li bakurê Kurdistanê ne demokratîzekirin û xweþ kirina vê heremê ye.
Ew dema li bakurê Kurdistanê karekî dikin, serê her tiþtî lê difikirin gelo
dê ev gav çawa alîkar be ku doz û daxwazên Kurdan bitefînin û prosesa
asimilekirina xelkê Kurd pêþve bide, yanî Kurdan bike Tirk. Di vê çarçoveyê
de her plan û programeke dewleta Tirk hewce ye ji aliyê Kurdan ve bi
têgihiþtinekî Kurdewar were nirxandin. Mijara Zagona Bingehîn jî wisa ye.
Hewldana AKPê ji bo miletê Tirk û rojavayê Tirkiyeyê, em dikarin bêjin, seda
sed karekî xêrê ye. Lê ji bo doza xelkê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê qeyd
û bendeke nû ye. Heta di Zagona Bingehîn de hebûna xelkê Kurd neyê
pejirandin û îtîraf bi vî parçeyê welatê me neyê kirin, qet ti zagona
bingehîn û yasa û peyman ji bo me Kurdan ne demokratik e û ne jî rewa ye.
Em divê vê ferq û cudahiya sereke
hertim li ber çavan bigrin. Lê her guherîneke pozitif biçûk jî di sistema
Enqerê de bêguman ji bo her hevwelatiyekî Tirk jî û ji bo me Kurdan jî baþ
e. Lê meseleya me Kurdan, wekî çîroka kole û xwediyê kolan e. Peydabûna
„insaf û wijdanê" li nik xwediyê koleyan, koleyan azad nake, lê dikare carna
wan ji devê ejderheyan xilas bike, an jî cezayên wan kêm bike! Heta
hebûna xelkê Kurd qebûl nebe, reformên li Enqereyê ji bo doza azadiya gelê
Kurdistanê tê wateya „insaf û wijdana" xwediyê koleyan. Ev gotinên me
bila þaþ neyên têgihîþtin ku em qîma xwe bi van gavan tînin û dixwazin xwe
bispêrin „insaf û wijdana" koledaran. Na, mebesta me ne ev e. Lê siyaset ne
reþ û spî ye; hêz û eqilmendî û rastî ye. Hêz û eqil û rastiya Kurdewar li
bakurê welat ji mirov re dibêje, di þert û zurufên îro de baþtir e, rojeva
Enqerê di destê AKPê de be. Ji ber ku gotina Kurd û Kurdistan ji bo
generalan û Kemalistan wek paçê sorê di destê matadorê Ispanî de ye, wan har
û hov dike.
Sedema sêyemîn, AKP dixwaze bi hewldana guherîna Zagona Bingehîn peyaman
bigihîne civakê û bi taybetî xelkên ku dengê xwe dane AKPê. Mijara laçikê
(turbanê), tarifa laikiyê, iþareta niyeta serbestiya hînkirina zimanê Kurdî
û cibecihkirina hin gavên liberal di dam û dezgehên fermî de... Evana
peyamên ji bo xelkê dora AKPê ne. Partî û desthilateke siyasî hewcedarê
piþtgiriya civakê ye. Bê piþtgiriya civakî desthilata siyasî nikare li ser
piya bimîne, dirûxe diçe. Wisa xuyaye mijara Zagona Bingehîn vê hêlê civakê
ji aliyê siyasî ve çalak û zinde dike. Temenê dinamizm û þewqa siyasî ya li
dora AKPê dirêj dibe.
Heta nuha AKP di vê mijarê de jî serkevtî ye. Lê general û Kemalist jî ne di
xew de ne. Van demên dawî general, dezgehên dadî, CHP, dezgeh û komeleyên
kemalist ketine hereketê. Ew dixwazin careka din „Mitingên parastina komarê"
organize bikin. Hêzên „veþartî“ jî seda sed nuha hin amadeyiyan dikin. Yanî
demên pêþ me, dê gelek bi xirûcir be.
Ji bo Kurdan jî, ji mirovê li Imraliyê deng derket. Hin emirnameyên nû rêkir
ji DTPyîyan re. Pêþniyariya wî di xeta Mustafa Kemal de „Demokratik
Ozerklik“ e. Kemalistan ev „Demokratik Ozerklik“e, ka çi tiþt e, ya Mustafa
Kemalê xwe ji bîr kirine, haya wan jê nîne. Tiþtekî wisa heye tune, ew jî ne
diyar e û Kemalist bi xwe bahsa „Ozerklik"a Kemalê xwe nakin, „mirovê
Imraliyê" derketiye, meydanê þêlu dike, serê DTPyiyan û hin Kurdên din
tevlihev dike. Ev jî rol û wezifeya wî ye. Xuyaye ji wî re hatiye gotin: ‚Ka
zû teoriyeka nû çêke, bavêje holê, serê Kurdan tevlihev bike’! Ma ne
digotin, hepsa hucrê dane wî! Dema karê wisa derdikeve, ev mijarên wek
"qelebenda hucrê", "ceza" zû tên ji bîr kirin. Me di nivîsa xwe ya berî vê
de bal kiþandibûn û gotibû: hewce ye demên pêþ em hay ji emirnameyên
Imraliyê hebin û gelek þiyar bin. Hê di ser re zêde wext derbas nebû,
emirnameya herî girîng di derbarê Zagona Bingehîn de derçû ku armanca wê
tenê di guftugoyên vê mijarê de tevlihevkirina mejiyê Kurdan e. Em hêvîdar
in, Kurd gohê xwe nedin van tiþtên hîç û pûç, riya rast bibînin.
"Demokratik Ozerklik"a Imraliyê jî wekî „Demokratik Cumhuriyet"a wî ye!
Werin em ji vê derê derbasê mijara Zagona Bingehîn bibin û vê mijarê bi du
perspektivan, ji aliyê demokratizebûna Tirkiyeyê ve û ji aliyê rê lêvekirina
çareseriyên doza Kurd ve binirxînin.
(Ji ber nivîs dirêj nebe, em dê babetên din di nivîsara bê de bidomînin.
Wekî di sernivîsê de tê, em dê mijarê bi miqeyesa Zagona Bingehîn ya Ispanya
re analiz bikin.).
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|