|
Zagona
Bingehîn:
Ispanya 1978 - Tirkiye 2008
BAYRAM AYAZ
08 Kewçêr,
2007
Beþê
2
Zagona Bingehîn
(constitution / Grundgesetz) çi ye?
Akd û peyman û yasayeka nivîsarî ya lihevkirina civakî ye. Bingeha hemû
yasayan e. Di Yasaya Bingehîn de tarîfa peywendiyên nabeyna yek bi yek
mirovan û dam û dezgehên beþerî tê kirin. Rê û rêçîk û boçûn û sînuran nîþan
dide.Di hin çavkaniyan de bahsa maf û azadiyên welatiyan beramberê dewletê û
her wisa erk û desthilata dewletê beramberê welatiyan tê kirin. Di vê mijarê
de hewce ye mirov þiyar be. Ev, têgihîþtinek þaþ û bi tehluke ye. Ev nêrîn,
dewletê wek saziyekî „pîroz – qutsal“ û di ser mirovî re, di ser welatî re
dibîne, dinirxîne. Di têgihîþtin û zanista huqûqa modern û demokrat de,
dewlet saziyek e ku di xizmeta mirovan / welatiyan de ye. Desthilatî û
selahiyetên (authority and competence) dewletê ku li dijî welatiyan bi kar
bîne, tune! Erkên dewletê (dam û dezgehên fermî) tenê parastin û cîbecihkerê
(icrakariya) mafên welatiyan e.
Di vê demê ku em guftûgoyê li ser mijara huqûq, yasa û yasaya bingehîn
dikin, hewce ye em vê pirsê bi zelalî bi nav bikin. Ev babet di pirsa
demokrasiyê, huqûqa hevçax û mafê mirovan de wekî pireya selatê ye! Eger
dewlet, bi ser mirov re û bi ser hêjayiyên civakî re were dîtin, wê demê em
ji demokrasiyê û hevçaxiyê dûr dikevin.
Dewlet û peymanekî civakî (Zagona Bingehîn) pêwist e, lê ne bi ser mirovî û
civakê re! Dewlet wek sazî û Zagona Bingehîn, wek nivîsara kaîdeyan, pêdivê
ku hertim li gor guherîn û pêþveçûnên civakî ew jî werin guherîn.Bi kin û
kurt, yasa kelamên xweda nîne û saziyên dewletê jî ne dergahên pîroz in, ku
kevirê diwêrê wan neyên livandin!
Em bi zanatî li dora vê balkiþandinê dizivirin, diçin û tên, ji ber ku li
Tirkiyeyê û li hemî welatên Rojhilata navîn, di destê kes û hêzên dîktator
de, dewlet saziyeke qutsal, yasayên derewîn jî li dijî xelkê belengaz qamçî,
þûr û sêdar in.Baþ e, ji mirovayetiyê re û ji Tirkan, Farisan, Ereban re, ji
me Kurdan re Zagona Bingehîn û yasa hewce ye? Belê, me pêwistî bi
lihevkirinekî yasayî heye. Mixabin, mirovayetî bê yasa û peymanan hê nikare
xwe bi xwe îdare bike. Civakên hevçax û pêþketî jî hê negihane wê astî ku
bêjin: „yasa û sond û peyman navê“! Berê soz hebû, mixabin ew jî îro bûye
„sergîn“!
Her Zagoneka Bingehîn sewiya pêþveçûn û gîhana wê civakê diyar dike, ya ku
lê cîbecîh dibe. Yanî gepa her yekî, li goreyê devê wî kesî! Civakekî bi
zanista demokrat û hevçax dagirtî û xemilî, bê guman dê xwediyê Zagoneka
Bingehîn ya pêþkevtî be. Dîktator û ultra-nasyonalist jî dê li dûyê Zagoneka
Bingehîn bin ku inkariya xelkên bindest dike! Weki li Iranê, Suriyê û
Tirkiyeyê.
Guherîn an nûkirina Zagonên Bingehîn li wan civak û dewletan tê rojevê,
cihên ku civak guheriye û pêdiviyên nû peyda bûne. Mijara Tirkiyeyê jî ev e.
Elita birêvebir û di eslê xwe de civak li Tirkiyeyê dixwaze bibe endamê
Yekitiya Ewrûpayê. Ji ber vê yekê, serê her tiþtî, pêdiviya Zagoneka
Bingehîn nû derketiye holê. Vê hewcedariyê hemî hêz û kesayetên birêvebir
dipejirînin, çi sivîl û çi jî leþker. Kurd, Tirk hemî kes. Îro guftûgo ne li
ser pêdiviya Zagoneka Bingehîn nû ye. Li Tirkiyeyê xirûcira heye, derbarê
cureyê lihevkirinê de ye. Þer û berhevdana mezin jî di nabeyna aliyê
kemalist û ordiyê û yên aliyê xeynê wan de ye. Kemalist û general dixwazin
statûya wan ya taybetî were parastin, yanî kes nikaribe dest bide desthilata
wan ya 84 salan. Hêzên din jî dibêjin, wisa nabe, em jî hene. Yekitiya
Ewrûpa jî ji hemiyan re dibêje: Eger hûn bixwazin tevlê me bin, hewce ye hûn
lihevkirina xwe ya nû li gor peyman û yasayên me – bi taybetî li gor Peymana
Maastrichtê (07. 02.1992) û Peymana Kopenhagê ya ku tê de”Pîvanên Kopenhagê”
hatiye diyarkirin (1993)- çêbikin. Dostên me Kurdan, ji me re jî dibêjin: Ka
binêrin, hûn jî ji xwe re di vê bazarê de hin tiþtan bi dest bînin. De kerem
bikin, Tirk çi dikin, Kurd çi dikin, em li vê mijarê vegerin û binêrin.
Tirk û Tirkiyeyî ji xwe re Zagoneka Bingehîn nû çêdikin, xelkê Kurd di
bazarê de tune!
Di prosesa guftûgoyên derbarê Zagona Bingehîn de mijara Kurd heye, lê doza
Kurd tuneye. Dibe ku xwendevan bêjin, ev çi ye? Kurd mijar in, lê doza Kurd
li holê nîne!
Belê, mijara Kurdan wek “kartekî” tê bi kar anîn, lê kes bahsa doza Kurdan
nake û hezar car mixabin rêber û rûspiyên Kurdan jî li meydanê nexuya ne.
Wek aktorên de facto Ocalanê ji Imraliyê û DTP xuya dikin. Rola Imraliyê me
li jorê (di beþê 1mîn de) iþaret kiribû. DTP jî wekî ku rojnamevanê Sabahê
Erdal Þafak nivisiye, DTPyî nuha li ser emirnameyên Imraliyê yên dawî kar
dikin. Ew jî hê baþ tê negihîþtine, gelo “Demokratik Ozerklika” Mustafa
Kemal ya ku Imraliyê pê iþaret daye, tê çi maneyê! Li ser vê emirnameyê kar
dikin. Lê di ber da kampanyayek nû dest pêkirine, dixwazin Kurd bi saxî û
silametiya mirovê li Imraliyê mijûl bibin, ji bo wî derkevin ser kolanan, bi
vî mijarê mijûl bibin. De qet nebe heta pirsa Zagona Bingehîn derbas be,
bibore! Mixabin ev hertim wisa dibe. Wextê ku pirsên siyasî girîng dikevin
rojevê û ji Kurdan re jî derfet peyda dibe ku dozê bikin û belku bikarin hin
daxwazên xwe cîbecîh bikin, yekser bala Kurdan tê kiþandin ser mijara E.
Ocalan. Ev êdî bûye karekî rutin! Mixabin ev tiþt hê jî bala gelekî
welatparêzên dorberê DTPê nakiþîne. Þûna ku welatperwerên Kurd hemî li hev
bicivin û konseptên hevbeþ çêbikin û bi rojevên sunî bala Kurdan tê
zivirandin bi mijarên din. Û di vê nabeynê de Dewleta Tirk jî karê xwe bi rê
ve dibe. Nuha jî ev tehluke heye. Bi kêmasî KADEP, HAK-PAR, DTP wek sê
partiyên yasayî pêwist e di vê mijarê de bikevin nav hewldaneke hevbeþ û bi
hemî hêzên welatparêz re karekî berfireh li dar bixin.
Heta nuha Tirk û Tirkiyeyî ji xwe re muneqeþeya dikin. Ev mijara Zagona
Bingehîn ya nû bûye wek hewldanekî lihevhatineke nû ya nabeyna hêzên aborî û
civakî yên xwe li dora AKPê dane hevdû û yên Kemalistan. Kurd li meydanê
nînin. Kemalist û general pirsa Kurd, wek faktorekî negativ bi kar tînin,
hêzên liberal û YE bi xerakirina yekitiya netewî ya Tirkan sûcdar dikin. AKP
jî hêviyên gelek Kurdan îstifadeyê dikin ku ew dixwazin bêhnekî fereh
bigrin, ev zordarî û zilma ser wan hinekî kêm bibe, bi van hêviyên xelkê
Kurd dilîzin. Lê cardin baþtirin ji Kemalistên ultra-nasyonalist, ji
generalan û Tirkçiyên turanî.
Çi ji “Demokratîk Ozerklika” M. Kemal, ya hewce Demokrasiya multinasyonal e!
Em Kurd Zagoneka Bingehîn, yekeka çawa dixwazin?
Zagoneka Bingehîn nû ji bo Kurdan her halûkar baþ e. Lê yekeka demokrat,
hevçax û li goreyê rastiya civaka Tirkan û Kurdan. Ne yekeka ku hebûna xelkê
Kurd inkar bike. “Demokratîk Ozerklika” M. Kemal, ev 84 sal in xelkê Kurd ji
Kemalizmê ti sûdê wernegirtiye ku îro xêrê ji Kemalizmê bibîne. Kî berê
Kurdan bide Kemalizmê, xerabiyê li xelkê Kurd dike. Kemalizm ideologî û
aksiyonekî siyasî yê destpêka vê sedsalê bû, ji bo miletê Tirk rola
dameziranderê dewleta netewî bi cîh anî û hew. Wêca di qirna 21an de
þîrînkirina pêþniyariyên Kemalistan bi Kurdan rastî jî bê toretî ye.
Gelê Kurd hewce ye berê xwe bide sedsala 21 an û ne li sedsal paþve vegere.
Ji xelkê Kurd re Zagoneka Bingehîn ku demokrasiya hevçax wek çarçove qebûl
bike û tê de hebûna miletekî li ser yên din neyê ferz kirin hewce ye, yanî
yekeka ku ser esasê demokrasiya multî-nasyonal hatibe amadekirin.
Di vê babetê de, em dixwazin bi taybetî îþaretî xebat û nêrînên du zanyarên
ji Kanadayê bikin. Profesorên Zanista Siyasî James Hamilton Tully (nuha li
University of Victoria li British Columbia kar dike) û Alain-G. Gagnon ji
Quebecê (nuha li Universiteya Quebecê li Montrealê kar dike). Pirtûka wan ya
bi navê Demokrasiya Fereh-Netewe di vê mijarê de serçaviyeke gelek girîng e.
Bi vê babetê mamoste birêz Ismet Þerif Vanli di nivisarekî xwe de ku
nehatiye weþandin mijûl bûye.
(Em jî, ji bo balkêþiya xwendevanan navê pirtûkê û jimareya ISBN ê didin:
Alain-G. Gagnon and James Tully (eds), Multinational Democracies, Cambridge:
Cambridge University Press, 2001. xvi+411 pp., 25 USD, ISBN 0 521 80473 6)
Van her du zanyaran mijarên wekî Quebecê, Katalanan, Baskan, Galler, Skoçya,
Irlanda û modelên federalizmê cure cure analiz kirine û gihane wê encamê ku
di bin sîbera dewletekî de jî jimarek zêde ji xelkan dikarin li gel hevdu
bijîn, eger ew dewlet li gor prensîbên demokrasiyeka multinasyonal were
danîn. Hokerê sereke ji bo vê yekê ew e ku her xelk bikare xwe bi xwe îdare
bike û birêvebiriya xwe bi prosesên demokratîk hilbijêre û sînûrên
selahiyetên (competence) piþkdar bi zelalî tarifa wan were kirin. Û hertim
rêz li viyana xelkan were girtin. Di eslê xwe de, tiþta îro li baþurê
Kurdistanê û Iraqê tê cîbecîh kirin, nefsa nêrînên Tully û Gagnon in. Tirk û
Iran û Suriye ditirsin ku ev model/nêrîn bi serkeve û ew jî mecbûr bin
demokrasiya multinasyonal cibecih bikin. Ji ber vê yekê Tirk heta ji destê
wan tê, hewl didin rê li ber van nêrînên hevçax, em bêjin nêrînên qirna 21an
bigrin. Balkêþiyekî din pirtûka Gagnon û Tully jî ew e ku Charles Ghankay
Taylor ji pirtûkê re pêþkêþiyek nivisiye. Charley Taylor, salên 1997 heta
11. August 2003 Serokê Liberia bû ku li wê derê gelek serhildan çêbûn û ew
mecbûr bû desthilatê hêle û derbiçe. Ew bixwe jî bahsa serpêhatiyên xwe dike
û dibêje: ‘Serdema me çaxê serhildanên komikên xwedî nasnameyên bindest e.’
Tirk nahêlin ku li Tirkiyeyê ev nêrîn werin zanîn. Universiteyên Tirkan di
van mijaran de kerr û kor, „ne xwenda“ ne. Kurd jî xwedî li van nêrînan
dernakevin, an jî haya me ji van nêrîn û siyasetan tune. Wek numûne dixwazim
dest nîþan bikim. KADEP wek partiyeke yasayî xwedî programekî gelek pêþkevtî
ye. Heta dereceyek van nêrînê diparêze û iþaret dike.
(Programa Tirkî- rûpel 14) Dibêje doza Kurd dozeke xelkekî xweser e, mafê
Kurdan ya çarenusiyê heye û ev maf dikare di bin sîbera dewletekî de, di nav
sînûrên siyasî ya dewletekî de jî cîbecîh bibe.
Hezar pîrozî ji we re û siheta we xweþ! Baþ e hûn çima li goreyî vê programa
xwe pêþniyariyeke-numûneyeke Zagona Bingehîn bi çend zanyar û pisporên Tirk,
Kurn û biyanî nadin nivisîn û naxin rojeva Tirkiyeyê! Hema ji kerema xwe
birêz Alain-G. Gagnon û James Hamilton Tully dawetî Tirkiyeyê bikin bila
konferansekî bidin û ev mesele di nav Tirkan de jî Kurdan de jî were guftûgo
kirin! Ev gotinên me bi cureyek ji bo Hak-Par û Tevkurdê jî derbas dibe.
Helbet ya dilê me dixwaze Kurd bikarin karekî wisa bi hevra bikin. Dorberên
DTPê xwedî imkanên berfereh in û dikarin konferansên wesa balkêþ li dar
bixin.
General û Kemalist li dijî guherînê û demokrasiyeka hevçax in
Pirsa Zagona Bingehîn, ji bo istiqameta miletekî û dewletekî pirseka
stratejîk e. Zagona Bingehîn çarçoveya tarîfa milet û dewletê ye di astên
siyasî, huqûqî û îdarî de. Zagona Bingehîn pusuleya milet û dewletê ye.
General vê yekê baþ dizanin. Di pirsa stratejîk sereke de dibêjin: “Em teref
in. Em çavder û parêzgerên Komarê û nêrînên dameziranerê Komarê-M. Kemal
in.”. Ew dibêjin, Zagona Bingehîn ya îro û yasaya Hêzên Çekdarê Komarê (bi
taybetî xala 35!) vê wezifê dide me. Ev yasayên ku hene û zihniyeta ku di
van heþtê salan de li Tirkiyeyê bi cîh bûye, ordiyê (artêþê) kiriye wek
xwediyê dewletê û miletê. Ordî jî bi Hukumetê û dezgehên din re wisa muamele
dike. Ev jî li Tirkiyeyê rejîmeke bin wesayeta leþkeran efirandiye.
Sîstema Tirkiyeyê sistemeke leþkerî û laîk e, berê xwe bi rojava ve ye, lê
ne demokrat û hevçax e. Pirsa wesayetê di rejîma Tirkan de astengiya sereke
ye. Nuha di sala 2007 an de ku mijara Zagona Bingehîn di rojevê de ye,
pirsên girîng sê ne: Ev sê xal jî, berdewamî an dawîlêanîna vesayeta
leþkerî, înkara hebûna xelkên din (doza Kurdan û Kurdistanê) û cureyê
têkiliyan di nabeyna dewletê/rejimê û xelkên bi hesasiyetên olî û oldaran
de.
Di van sê xalan de du generalên serkêþê klîka “ulusalciyan” nêrînên artêþê
di axaftinên xwe de diyar kirin.
Orgeneral Ilker Baþbug, Fermandarê Hêzên Reþayî roja 24ê îlonê 2007 li Kara
Harb Okulu (Dibistana hêzên þerê reþayî) bi boneya destpêka xwendinê
axaftineka bi peyamên “têr û tije” kir. Hewce ye li vê derê bê gotin ku Org.
Baþbug û Org. Y. Buyukanit du serkêþên klîka “ulusalciyan” in.
Org. Baþbug, dibêje: “Min ji bo axaftina xwe ya îro mijara netewe û dewleta
netewî hilbijart.” Tarifan dike, nêrînên ordiyê pêþkêþ dike. Li gor Basbug,
dijminên Tirkiyeyê yê sereke “Teror ku sedemê wê jî neteweperestiya etniki
heye. Armanca wan têkdana neteweya Tirk û dewleta netewî ye. Ew dixwazin
berê, di bin navê mafên yasayî de, yekitiya me ya netewî bikin hedef û
armanca wan ya piþtê vê jî têkdana sistema uniter dewletê ye.” Org. Baþbug
piþtî ku metirsiyên ser netewa Tirk û dewleta Tirk pêþkêþ dike, bi aþkere
dibêje nabe rê bê dan ku zimanên derveyî Tirkî di dibistanan de were
fêrkirin. Di dirêjiya axaftina xwe de bahsa destkeftiyên li baþurê
Kurdistanê (bi gotinên wî li “bakurê Iraqê”) û tehlukeyên wê dike. Bi kurtî,
ew daxwaz dike ku qet itiraf bi pirsa xelkê Kurd neyê anîn û rê neyê dayîn
ku zimanên derveyê zimanê netewa Tirk yanî Tirkî li dibistanên fermî were
hîn kirin.
(Ji bo xwendevanên tirkîaxiv tekstekî balkêþ e- kerem bikin navnisana vê
axaftina 22 rûpelî.
http://www.kkk.tsk.mil.tr/BasinHalklaIliskiler/KonusmaMesajlar/Konusma/KKK_KHO_Konusma_Metni.doc
)
Axaftina duyemîn ya sererkanê leþkerê Tirk Org. Yasar Buyukanit e, ku roja
01ê cotmehê 2007 li Akademiya Harbê qise kir. Destpêka salvegera xwendinên
Akademî û Dibistanên Harbê cihê dana mesajan e. Ev herdu axaftin jî her yekî
manifestoyekî siyasî bû.
Di axaftina Org. Buyukanit de, hêrîþê Kurdan li bakur û baþûrê welat dike û
mesajan jî dide. Destkeftiyên baþurê Kurdistanê ew jî wekî Org. Baþbug
tehlukeyeka stratejî herî girîng û mezin beramberê Tirkiyeyê bi nav dike. Em
bimînin li ba naveroka nivîsa xwe. Di babeta çaran ya teksta axaftina xwe de
derbarê mijara
Zagona Bingehîn de emirnameya xwe
de çar xalan nav dike:
- Divê kes têkilê Avasaziya dewleta uniter nebe,
- Ruhê dewleta netewî divê bê parastin,
- Karektera laîk neyê xera kirin û
- Kes bila bi Statûya artêþê re nelize!
(Ji bo tirkîaxivan navniþana 14 rûpel teksta axaftina Sererkanê leþkerî
li jêr e:
http://www.tsk.mil.tr/10_ARSIV/10_1_Basin_Yayin_Faaliyetleri/10_1_7_Konusmalar/2007/gnkur_bsk_harpak_acilis_konusmasi_01102007.htm)
Peyamên ordiyê di mijara Zagona Bingehîn de ev in û axaftin wek ultimatomekî
ye. Li gor ordiyê kes nikare wesayeta leþkeran ser rejimê bi dawî bîne. Yek
zimanî, yek çandî, yek dewletî, yek miletî, yek welatî û yek alayi divê bê
parastin. Ordiyê ilan kir ku kes nikare bi vê çarçoveyê bilîze. Çarçoveya
Kriterên Kopenhagê cîbecîhkirina maf û azadiyên zimanî û kulturî ferz dike.
AKPê jî ji þeþ “tek tek”ên ordiyê duduyan derxistibû, Yek zimanî û yek
çandiyê rakiribû û ew dibêjin ziman û çandên xeynê zimanê Tirkî û çanda
Tirkî ku li nav sînurên dewleta Tirkiyeyê hene pirrengî û dewlemendiya
Tirkiyeyê ne. Lê general naxwazin van gotinan jî bibhîsin. Ew bi aþkere li
dijî van nêrîn û niyetan jî derdikevin û hewldanên wisa wek dijminahî bi nav
dikin.
Îro li Tirkiyeyê þer û têkoþîna medeniyetê, demokrasiyê, modernizmê û
mirovayetiyê ketiye þopa þerê nabeyna Kemalistan (bê guman bi serkêþiya
generalan) û hêzên liberal û demokrat û Islamiyên ne fanatîk ku ev hêz bi
piranî li dora AKPê xwe dane hev. Kurdanên welatparêz jî di cebha duduyan de
ne, lê îro hêzêke dereceya aktorek siyasî de ninin. Lê di eslê xwe de ew
quwet û qudreta Kurdan heye, eger hêzên xwe bidin ser hevdû. Û karên bi
bandor bikin ku rojeva siyasî de bikare cihê xwe bigre.
Çarçoveya Kurdan bêguman divê ser bingehê xelkekî xweser, xwedî
welatekî-cografyayekî netewîbûn û li ber ronahiya mafê çarenusî, destxistina
mafê xwe bi xwe îderkirinê de, bihêzkirina civaka sivîl, cibecihkirina
prensibên demokrasiyeke hevçax û fereh netewî (multinasyonal) be.
(Di Beþê 3 de li gor demokrasiya multinasyonal, modela Ispanya û
pêþketina civaka sivîl û demokrat – Gelo Tirkiye dikare di sala 2008an de
xwe nêzîkî vê armancê bike?).
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|