|
Kûrmê
darê ne ji darêbe dar kûrmî nabe
ÇETO OMERÎ
15
Nîsan(Avrêl), 2007
Berî niha bi
çend rojan her sê partiyên legal DTP,HAK-PAR û KADEP' ê bihewra ahengek
lidar xistin. Û hemûyan jî sînyala nêzîkbûnê didan. Lê piþtî kû
nîjatperestên tirkan destbi tehdîdên xof û hakaretên bê mirovanî êrîþî þehsê
birêz kak Mesûd Barzanî kirin, bersiva Kurdan ji dereng nema û herkesê ku
xwedî namûs û þerefbûn bersiva con-tirkan bi reyên demokratik û nivîskî, û
bi reyên daxûyanîyan didan.
Sedema ku tirk dixwazin êrîþê baþûr bikin yek ji vana PKK' ye her çikas
armanca tirkan ne tenê ew be jî meselê PKK ê hertim li pêþ derdixin. Û di
sîyaseta xweyî derwe de sedem PKK nîþan didin û dixwazin destkeftîyên
Kurdistana baþûr ji holê rakin.
Îroj nêzîkî 300 milyon ereb li dijî Kurdistana baþûr in, faris (Îranî) li
dijin, tirk dijin hemûyan ger ji destên van were wê di kûrdan dinava kadehek
avde bifettisînin. Li gor ewgas tehdît û hakaret û zahmmetîyan ger birêz kak
Mesûd Barzanî mafê herçar peçên Kurdistanê diparêze, ew jî dibe nîþana
esîlîyata wî. dibe nîþana xwedî namûs û þerefa wî, dibe nîþana qabîlîyeta
serokatîya wî, dibe nîþana mezinbûna wî û dibe nîþana ku birastî jî kûrê
melle Mistefa Barzanîyê nemire, xwedî cesaret û rastîyê ye, xwedî adelet û
kûrdperwerî ye.
Li alîyê din Evdilla Ocalanê PKK ku serokatîya hinekan e, ew jî cara dawîn
gava ebûqatên (hûqûkzan-parêzger) xwe dibîne dîsan daxûyanîyên esrî(sedsalî)
ji çapemenîyêre diþîne, û dibêje ku tirk tu caran qetlîam nekirine. Hey mala
te û imraliyê te ne avabe ocalano, gava tirk li Dêrsîmê tecavûzî keç û bûkên
kûrdan dikirin tu kesîte li Dêrsîmê tûnebû, gava li çîyayê Aqîrî bi singûyan
zikê zarokên kûrdan dirandin zarokên te linav nebû. li serhildana
Koçgîrî,Dêrsîm,Aqîrî,Þêx Seîd, Bêdlîs ûhwd. ma yên ku qetlîam kirin kî bûn?
Baþe gava gerîlla û tirk þer dikirin li gûndekî mêrdînê leþkerên tirkan
nebûn ku pîsî bi gûndîyan dan xwarin ji ber ku tu jî linav gûndîyande nebû û
tu jî nexwar îroj bi hesanî tu dikarî bêje tirk qetliaman nakin an nekirine.
Ma çemê qeseba ne hûnerê tirkên te bûn, ma 5000 gûndên kûrdan kî dan vala
kirin, ma îroj zêdetirê 4000 daweyên ku leskerên tirkan ên tecawîzî li
hemberî keç û jinên kûrdan tûneye . Van mînakan ez dikarim heta tu bê bes
dirêj bikim jiber ku ne ji îroj ew hezar salin ku tirkên te zilm û qetlîaman
çêdikin.
Li ser ewqas bûyerên eþkere serokê DTP Ehmedê Tirk radibe bêþerm û bêfedî
dibêje ku, daxûyanîyên Mesûd Barzanî dibe sedemên dijwarîyê û dîsan dibêje
ku xelete kak Mesût Kerkûk û Dîyarbekirê mûqayese bike. wey qada bi serête
keto ehmedo, wey xûlamê îmralîyo ma êrîþên tirkan ne jibo tenê mesela
Kerkûkê ye, mesela PKK jî têdeye, ma qey tû hûrmeta te li þehîdên kûrdanre
jî nemaye tu ewqas xûrîfî diaxife. Dîsan dîyarbû ku yekîtîya dinava
DTP,HAK-PAR û KADEP ê çênabe.Dîsan Ehmedo behsa jahr kirina ocalanî tîne
ziman û dibêje heyetekê bê teref êcalani zîyaret bike. meriv çi bêje kême.
Lê gotina min ji Ehmet û Ocalan re ewe. Îroj gelê Kurd û serokên baþûr darê
azadîyê ne lê Ocalan û Ehmedê Tirk jî kûrmê wê darê ne..
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

|