Dengûbas/Agahî         

 

 

Mal

 

Kurdistan/Rojev

 

Cîhan

f

Çand û Huner

k

Kurdistana Azad

 

Medyaya Kurdî

k

Zanist/Teknolojî

  

Jiyan/Civak/Aktuel

  

Aborî/Fînans

 

Nivîs/Lêkolîn  

 

Dosyayên Taybet

 

Arþîw/Lêgerîn

þ

Kunye/Rêvebirî

young team

   Ehmed C.ÇAMLIBEL | HAWARDENGÛBAS.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Beþa Nivîs/Gotar/Lêkolîn

 

AKP gora xwe dikole

 Ehmed C.ÇAMLIBEL/HAWARDENGÛBAS

 

Ji destpêka buharê heta îro dewleta tirkan û apoçîyan þûrê xwe eþkere li ber çavê alemê tûj dikirin. Nuha jî dewlet dixwaze wek rovîyên xozana, mina sîyasetvanên dewra Nuh Nebî mayî derfetek bibîne û êrîþê Kurdistan azad bike. Nota zarokan bixapîne, nimûna Îsraîlê dide, behsa peymanên navnetewî ku ne wek gotinên wane dike. Xwe û gelê xwe dixapînine. Ne dûr e ku niþkêva har bibe...

Dewleta tirkan, bi rastî naxwaze bikeve nav Yekitîya Evrûpayê, bi Emerîkayê ra jî wek berê ne dost e. Lê destê wana ji herduyan jî nabe. Ji hukma partîya desthilat jî ne razî ne. Nikarin wek caran bi zora lûllên tivingan dest bidine ser hukim jî. Ji alîyê din mîna berê di nav xwe da jî hemahengî êdî nemaye, ji ber van sedemanan mêjîyên genî û paþda mayî çeliqîye. Kîjan alî mêze bikî rejim û sîyaseta wana rizîya ye.

Ji wan helwestên dawî ya dewlet û hukumetê dîyar dibe ku, partîya nîv îslamî jî ji ber tirsên Kurdan û çûyîna desthilatdarîya xwe, xwe daye ser tayê dewletê. Bi vî awayî ew bi xwe xwe gora xwe jî dikole.

Uha biçe ew ne dikarin serokkomarîyê bi dest bixînin ne jî carek din jî evqas bi hêz werin ser hûkim.

Bo me jî çawa dibêjin ‘ dilopek, dilopek dibe golek ‘ Çend sal berê cew û kanalên me Kurdan beravêjîya hev bûn. Neyar jî nedihîþtin ku ava bi bereket yên cewên cuda cuda diherikîn biçe bighîje kanala ku diçû ser mêrg û zevî, bax û baxçên welat. Yên hebûn ku a nuha jî her karê wana ev e, ber û merên neyar hildane ser milê xwe di kêleka cewê Kurdan da diçin û tên, avê ser xelkê xwe dibirin.

Her çiqas tev tank û topên wana, hestîkojên wanê bi çek û sîlah jî hebin êdî meþa Kurdan ber bi azadîyê nasekine beravêjî gur û gumrah dibe. Roj ne dur in ku fatiha mirinê jî li ser wan û dewleta wana bê xwendinê, tev gelê Kurd gelên din jî azad bibin.

Dibêjin emê li ser çîyayê Qendîlê agir bibarînin, koka wana biqelînin. Qaþo giravî çendîn çend caran xwe ceribandin nebû, ya rastî bêjin bi xwe nexwastin. Ji ber ku herdu alî jî ji navendek da tê îdare kirinê. Nuha jî merkez û îdara pkk yê ne Qendîl e, Îmranlîye. Îmranlî jî di bin emrê dewletê da ye. Ewî rastîyê tev dewletên qaþo dostê Tirkan him jî gelên din dizanin.

Baþ e çima Partîya Erdoxan jî ji berê pirtir û eþkere li defa þerê dixe?

Berê pêþîn ev partî partîyek çend salî ye, bingeh û tecruba wê sist e.

Erê ji mekteba Erbakan perwerde bûne lê giþk ne wek hev difikirin, ango bîr û bawerîyên wana gor pîvanên Partîyên hevdem nîne. Meriv dikare bêje wek þorba gavana ne.

Sala peþîya me hilbijarina giþtî her usa ya serokkomarîyê heye. Dilê Ak Partîyê heye ku ewî postê û her usa dîsa piranîya parlementoyê bi dest bixîne. Ji ber ve yekê dixwaze der û dorên xwe biparêze û fireh bike. Ew jî di serî da bi dijayetîya Kurdan, tavîz nedane pirsa Qibris, dest dirêjkirina Kerkûk û hwd.

Ji ber van sedamane ye ku ew jî li ber defa dewletê direqise. Dewsa parlemenên Kurd yên ku bi rastî dîndar in û nijadê xwe înkar nakin, parlementerek Enqerê radibe dijî bombebaran û dagîrkirina Kurdistana Baþûr derdikeve. Ew parlemenên Kurdan yên ku di nav AK partîyê wek parlemênen berê yên Kurdan her heramzade ne.

Gelek ji wana poçika îslamîyê tirk yên nijadperest girtine. Himber Israîle, ne li Konyayê tên li Dîyarbekirê dadikevine meydanan. Bi navê yek Ummetê dixwazin me tîþ tîþî bikin. Dewletê wana, alemê Ereb giþk bi îsraîle va dan û standin dike, dixwazin me bidine pêþîya xwe. Fêlbaz û fenbazê îslamîyê tirkan jî bi rastî pir bûne.

Lê para dimîne cehþên me yên ji bo ewqas erdê fireh û dewlemend, ewqas însanên me yên dîl û bindest ra na ji bo yek kesê ne tu kes xebat dikin xwîn û xuydana xwe badilhewa dirijînin. Divê ewana jî êdî xwe bihesin, avê bernedine ser cewa dijminan, mer, tevir û berên neyaran ji milên xwe peya bikin bavêjine nav agiran. Piþt bidine yekgirtina hêzên netewî ku em serbikevin.!

 

 

 

 

01 Tebax 2006

                                                                                                                                              Mafên Vê Nivîsê ya Dema Nû e. 

 

 

 

© Copyright 2006 HAWARDENGÛBAS. Hemû mafên nûçe û nivîsên ku vê rave hatiyê danîn ser navê Hawar Kurdistan Media Group ya HAWARDENGÛBAS e.Beyî destûr naye bikaranîn.

 

 

Organên Sereke ya HKMG

Malpera Dezgehî-Sereke a HKMG:

hkmg.net

 

Medyaya Kurdî:

medyayakurdi.com   

 

AborîyaKurdistan:

aboriyakurdistan.com

 

PirtûkûWêje:

pirtukuweje.com

 

MûzîkKurd:

muzikkurd.com  

 

ZanistûTeknolojî:

zanistuteknoloji.com

g

SînemaKurd:

sinemakurd.com

 

Kurdistan World:

kurdistan-world.com

 

Dîrok û Dewletên

Kurdî:

dirokudewletenkurdi.com

 

Kurdistan Malper:

Hemû Malperên înterneta Kurdî :

kurdistanmalper.com

 

I Reklam;

interactivereklam.net

 

Bo Navnîþanên 40  Malperên Din ya HKMG: hkmg.net

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Arþîva Nivîsên Ehmed C.ÇAMLIBEL

w

- AK partî gora xwe dikole (20/06/2006)

- Çîyayêreþ bû dewlet em 40 mîlyon hin mane bê dewlet (20/06/2006)

- Ji her tiþtî berê Kurdayetî (26/05/2006)

- Dewleta Heramîyan (24/03/2006)

- Tekoþerên bê westan (17/02/2006)

- Kurd û Îran (03/02/2006)

- Naz û Naznav (05/01/2006)

- Tirsfirandin(16/12/2005)

- Govend û wazîfên me hemûyan(11/12/2005)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hemû Mafên vê malperê ya HKMG ye. | © Copyright 2005-2006 Hawar Kurdistan Media Group All Rights Reserved  | Pêywendî | Derbarê HD | About U

©Ev Weþana Hawar Kurdistan Media Group e.| Web Development by HKMG. Hawar Kurdistan Soft | agahi@hawardengubas.com

hawardengubas.com | Kunye-Navdank | Arþîw-Lêgerîn | bike malpera destpêkê           

 

Ev Weþanekî    

 e.

 

1